Diyariya krîsmis û serê salê
Li Londona paytextê Îngilîstanê, li gor daneyên fermi, zêdetirê 11 hezarî mirovên bêmal hene ku ji wan re dibêjin homeless. Exlebên wan li derve li ser kolanan radikevin. Di vê krîsmisê de komeke dilxwaz ku pêşengiya wan Ibrahim Dogus dike, ji bo wan xwarina germ amadekir.
Ibrahim Dogus kurdekî xelkê Meraşê ye, ev 27 salin li Brîtanyayê dijî. Wek siyaetmedar û karsazekî li vir çanda alikariyê didomîne. Ev du sal in jî di çorçoveya kampanyaya #helpinghands (destên alîkar) de ji bo mirovên bêmal xwarina germ dide amadekirin û ew bixwe jî hem amade dike hem jî digel xêrxwaz û dilxwazan li hewcedaran belav dike.
-Her salê carek di meha 12an de dora krîsmisê em li otêla Park Plaza Westministerê li navenda Waterloo ji bo kesên bêxanî yên ku li derva li ser caddeyan dimînin û malbatên ku îmkanên wan teng e, em ji wan re xwarin çêdikin. Otêl ji me re dipijîne, ew çêdikin. Em bi kesên endamên parlamen rojnameger û karsazan re tên ba hev û wek pakêt hazir dikin. Û hevalên me yên din jî tên ji otêlê vana ji me digrin û dibin belav dikin. Ev du sal in gelê Brîtanî û gelên ji hemû cîhanî di tengasiyeke mezin re derbas dibin, bi taybetî ji ber kovîdê û tiştên girêdayî kovîdê jiyan baş naçe ji bo bi deh hezaran kesan. Û Em jî dixwazin bi awayekî piçûk piştgrî bidin wan kesan ku ji wan re alîkarî lazim e.
Ibrahim Dogus çanda alikariyê ku çandeke kurdî ye jî lî Brîtanya didomîne û dibêje wî beriya pandemiyê di kafeya xwe de alîkarî dida kesên hewcedar lê ji ber kovîdê kafe hatiye girtin.
-Beriya ku em vî karî bikin sala borî. Min kafeyeke piçuk vekiribû li Waterloo. Waterloo ciheke mezin e, mezintirîn steyşina trênan a Londonê li Waterloo ye. Li wê derê kesên ku li ser caddeyan radikevin, mirovên bê xanî, bê kar û bê malbalt zêde ne. Ji bo wan min kafeyeke piçûk vekirî bû. Ji ber kovîdî ew kafe hat girtin. Îmkan nebû ku em berdewam bikin. Ji bo wê yekê me xwest em tiştekî bikin, em nesekinin, bê çare nemînin û ji bo hinek însanan bibin çare. Tişta ku me îro kir tiştekî piçûk e. Bi temamî belkî me 3 hezar pakêt xwarin çêkirin îro. Ji bo 3 hezar kesî em îro nanekî dişînin. Tiştekî piçûke lêbelê tiştek e. Em dixwazin van tiştan zêde bikin. Sala borî 2 hezar xwarin bû, îsal bû 3 hezar. Sala bê înşelleh ewê bibe 5 hezar xwarin. Gav bi gav emê vî karî pêş bixin û kesên din jî em ê tevlî vî karî bikin. Çiqas alîkarî em bigihînin kesên hewcedar ewqas baş e.
Ji bo kesên homeless hem xwarina normal hem jî ya vejeteryan hazir dikin.
-Îro mirîşk û xwarineke vegetable kartol û gezer wan tiştan me amade kirin. Her sal tê guhertin. Yanî gora îmkana otêlê gora îmkana me, em çi bikaribin emê wê hazir dikin.
Ibrahim Dogus Endamê Partiya Karkeran (Labour) e û endamê meclîsa şaredariya Lambethê ye. Birêz Dogus digel kar û xebatên siyasî xebatên civakî jî dimeşîne. Ew damezrînerê the Centre for Turkey Studies û Centre for Kurdish Progress e. Derheqê Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê de û taybet li ser rewşa kurdan çalakiyên siyasi, konferans û civînan jî saz dike.
Nûçe:
The Hall Kurdî