Dorothea Tanning, di seranserê temenê kariyera xwe de hunermendekî welê yê surrealîst bû ku bi karê resim, peyker, dîzayn, îllustrasyon û nivîskariyê rabû. Di resimên xwe de li ser fîgura însên, binhişî, dîmenên xewnê, pevşabûn û azweriyê rawestiya.
Ji bo Dorothea Tanning, rojên rojbûnê metafora veguherînê bû. Em di rewşên veguherînê yên karakterên hunermend de, gelek caran metamorfozê dibînin. Xebatên wê bi me dide dîtin ku ew bi piranî rastînî, fantezî, xeyal û hîsan ve pêdeketî ye. Tablo bi parçeyên têkilhev tê pê. Pevgihîna rastî û fanteziyê. Sihîr û jirêzêbûn; bajar û rustîk. Bi giştî, lêhûrbûn li ser mîna jineke ku ji nav qozeyê derkeve. Ev jina xweşik a birqonek bihevûdugirtina kultir û xwezayê ye. Lê nexuyayî ye mîna destpêka serbûriyeke ya li ber dêv sekiniye.
Navenda tazî ya geometrîk, pozkirina erotîk û tebeqeyan, bi temamî, rûyê nûjen û porê kevnare yan jî kincên çîrçîrokên xerîb ên bi hemû kiteyan diyar in û xwe bi hev gihandine bi me ve xuya dibe. Çakêtê ku bi tenteneyê manşetkirî, mor ê tarî û rengzêrîn e pêsîran dide aşkerekirin. Ji aliyekî din ve ew kok û şaxên zirav ên ku bi giya dişibin, ew tûreşkên li doraliyê Bedewa Razayî ne yan jî periya ku dikeve nava Daphneyê mîna qirşekê bi aliyekî ve dorê lê dipêçe, vediguherîne. Hem mîna ku mîtên xweza û kultirî bi nav hev ketine û hem jî mîna ku bi temamî ne welê be. Li ber lingên wê afirindeyek, lemûreke bipêbask heye. Lemûr ajaleke ku bi tenê li Madagaskarê peyda dibe. Ew ajaleke şevê ye, ji mêj ve ye ew bi ruhên mirî û şevan ve tête têkildarkirin. Di tabloyê de rasteqînî ne fotografîk û ne jî prîmîtîf e, ne jî saf e, ne jî zara resmê akademîk ê sedsala 19mîn e ku bi wî awayî hatibe mubalaxakirin. Ev yek wê dike bibandor û kesan dibe cihekî dîtir ê dinyayê.
Max Ernst li ser pêşniyara Julien Levy, hingê li jina wî Peggy Guggenheim a ku dê pêşangeh li dar bixista, ji bo ku ev yek li gor dilan e yan na lewma radibe û diçe atolyeya wî û hingê tabloyê li wir dibîne. Muhtemel e ku Ernst hem dikeve bin tesîra tabloyê hem jî ê Tanning, lihîstikeke satrancê tewsiya wê dike. Ew ê paşê bibin evîndarê yek ji pêştirînê rêbaza dadaîzm û surrealîzmê Max Ernst û pê re bizewice. Ernst ew îknayê pêşangeha mêrê wê yê hingê yê koleksiyoner ê hunerê kir. Pêşangeha pêşîn a ku ji aliyê USAyê fedayê jinên hunermend ve hatiye kirin “Pêşengeha 31 Jinî”, di sala 1943an de di galeriya Art of This Century hat vekirin. Di vê pêşangehê de digel berhemên Tanning, Frida Kahlo, Lennor Fini, Kay Sage, Leonora Carrington û Louise Nevelson jî cihê xwe girtin.
Mefhûma “Rojbûnê” di gelek xebatên dîtir ên hunermend de tên berbiçav. Ji xeynî vê xwerûbûna saf a pîrozkirinê li ser niqteyeke girîng û veguherîna kehanet dihat rawestandin û ew her weha bi vî awayî dihat temsîlkirin. Tanning, zayinê û hişyariyên awarte yên fizîkî, dramaya tund a tarîxa însaniyetiyê bi vê xebata xwe ya berfireh dike têkildar. Tanning bi vê yekê hebûn û tunebûnê tîne ba hev. Xebatên Tanning bi piranî li dor formên makî, li dor tixûb û tevgerên mêk dişekile. Ew bê yekê tîne ziman “wextê welidandinê û şideta ku li jinê tê kirin.” Û dibêje ev yek min disihîrîne.
Zîrekbûna Dorothea Tanning a bêhempa ya wekî hunermendî ye, di nava hemmeslekê wê hat pîrozkirin û taqdîrkirin. Xebatên wê di galeriyên navneteweyî yên wekî Tate, San Francisco û Muzexaneya Hunerî ya Nûjen, Navenda Pompidou ya li Parisê cihê xwe girtin.