Dewsa kederan fikr digirin.
Marcel Proust
Dema di erdhejek ewqas mezin de ewqas mirin û hilweşîn dibe di me de jî ewqas tişt hişyar dibin. Erdhej ne tenê erdê bi piyê mirovî herwiha di derûniya mirovî de jî cure bi cure hestan mobîlîze dike. Ji van mobîlîzebûnan ên herî ecêb anksiyeteyên ewilîn in. Bi gotineke din anksiyeteyên prîmîtîf in. Erdhej berî her tiştî çiqas di peyvan de nebe jî, van anksiyeteyên ewilîn zindî dike. Di vê pêkhatinê de birînên me yên berê jî hişyar dibin. Lewma jî em xwe di bin hestên bêterîf de dibînin. Giraniyek li ser canê me heye, ji ber ku ev giranî ji bîranînên me yên di ziman an jî derveyî zimên de jî qawet digirin. Weke çawa Proust di ‘Li Pey Dema Winda’ de piştî keka Madlenê bi çayê şil dike û davêje devê xwe ji nişka ve bîraninên wî lê vedigerin. Lehengê romanê pêşiyê tam fêhm nake ew hest çi bûn nişka ve ew pêçan. Lê dema li ser hurgilî disekine deriyê wan bîranînan jî vedibe.Heman mekanizma ji bo tirsên me jî dişixule. Dema tişteke ku wan bîne bîra me derkeve pêşiya me, di rihê me de ew bîranîn serê xwe radikin. Careke din li me vedigerin. Lê belê ev bîraninên me jî bi gelemperî bê peyv in. Em hest dikin, li gorî wan hestan dijîn, lê ku kesek me bipirse em nikarin wan hestên xwe bi hêsanî bînin ziman jî. Wek bîranînên hestî di me de hene. Kederên me bê fikr li me dialin.
Lewma dema em rastî felaketek mezin tên, felaketên me yên berê hemû jî nişka ve di me de hişyar dibin. Weke xweşî bangî xweşiyê bike, xweşî li ser xweşiyê bilind be, tirs jî gazî tirsê dike. Dinya me ji tirsan careke din xwe ava dike. Derdor tarî dibe, sîwaneke reş ji serî heya binî dinê dagir dike. Ji ber ku her kêliyek niha di xwe de kêliya duh jî dihewîne û herwiha bîranîna kêliya duh jî di bûyîna îro de tê hîskirin. Ji ber ku di hestan de tîrbûn (condensation) heye. Deh bûyerên tirsê wek yek hest derdikevin.
Demên Ewilîn û Anksiyeteyên Tunebûnê
Heya psîkanalîzê dê dinê ya zarokatiyê kêm zêde wek dinêyek bihuştî bihata xuyîn. Zarokatî di nav vê dinê ya bi derd û keder de wek heyameke ku bê derd û kul dixuya. Lê bi Freud re hêdî hêdî ev nêrinê biguhurîya. Li gorî Freud zarok jî mîna mezinan xwedî jiyanekê bûn. Zarok jî xwedî pirs bûn û li du bersivên wan bûn. Ev çi zayendî dibe ev çi têkiliyên navbera mezinan be hişê wan mijul dikir. Dema bersiva hin tiştan bidîtana rihet dibûn, dema nedîtana zora pirsê li ser hişê wan dima. Di nav hest û xwestekên xurt de asê diman. Zarok xwedî zayendî bûn, zarok xwedî meraq bûn û ji ber van tiştan jî zarok jî nexweş diketin.
Freud weke çawa ferqa ku navbera normalî û anormaliyê de kêmtir kiribû, dinê ya mezin û zarokan jî nêzi hevdu kiribû. Di hundirê mezinan de zarokatiya wan hebû. Ev zarokatî dijiya û bandor li ser wan dikir. Di zarokan de jî mezinek hebû, bi tevgerên mezinan dinê didît û wisa tecrube dikir. Lê dîsa dinê ya zarokê Freud heya cihekî dinêyek baş bû. Heya cihekî ji bo zarokê piçûk dibêje ‘Baby the Majesty’, yanê bi Kurdî mirov dikare bibêje Zarokê Paşa. Zarok wek paşayekî tê muamele kirin, herkes li dora wê ye, çi dixwaze pêk tê, çi dixwaze dike. Tabloya ku zarokatiyê derdixe holê dê hêdî hêdî derdikeve holê. Çiqas derkeve holê, dê ewqas bê dîtin ku zarokatî ligel xweşî û başiyê herwiha xwedî tarîtî ye jî.
Bi Lacan re ev tablo zêdetir derdikeve holê. Lacan dema ‘qonaxa neynikê’ formule dike, dibêje zarokê ku nikare laşê xwe kontrol bike, di nav pêdiviyan de ye, tena serê xwe nikare bijî, dema xwe di neynikê de dibîne wê imgeya xwe ya ku dewla serê neynikê tam dixuye wek ‘ez’a xwe qebul dike. Bi qonaxa neynikê bêçarebûna zarokî jî careke din dixuye. Bi gotineke din, ez mirovekî tiral im, qurre me, min tu tiştekî baş nekiriye, lê belê dema ez xwe bi mirovan didim nasîn dibêjim ez wiha jêhatî me, min wiha kiriye wiha serketime. Ev xwe nasandina min a derve imgeya neynikî ye. Rastiya çi dibe bila bibe êdî ez ‘ez’a xwe bi avayekî din ava dikim. Ez ne tenê xwe wisa didim nasîn ez bi xwe jî xwe wisa dibînim. Di jiyana rojane her çiqas ev narsisizm wek tiştekî neyînî bê dîtin jî, lê di rastiya xwe de aliyê wê yên din ji birînan pêk tên. Dîsa di vir de jî tişta ku derdikeve holê bêçarebûna zarokî ye. Nikare li xwe binhêre, nikare tevbigere, heya mezinek nebe nikare tu tişt bike. Lewma jî ewqas girêdayî dêbav e. Ji ber ku dema ew nebin dê ji holê rabe.
Bandora û derba herî mezin dê ji Klein were. Zarokê ku di nav xebatên Melanie Klein de derketiye holê di nav tirs û êşan de ye. Wek fabriqayek dixebite ku wan êşan tahlîye bike. Ez’a wê hîna zefh qels e, nikare xwe aj jî bike. Dema alikariyek negire, dema dêbav negihijê dibe ku bibiece. Klein’ê destpêk ji du cure anksiyeteyan careke din terîf bikira; Yek anksîyete ya Paranoîd-şîzoid e, a din anksite ya Depresif e. Di ya yekemîn de zarok ditirse ku ji holê bê rakirin. Zarok ditirse ku ‘ez’a xwe winda bike. Di vê tirsê de perçe bûn û belawela bûn heye. Di anksiyeteya depresîf de zarok êdî ditirse ku objeya xwe winda bike. Obje kî ye? Helbet kesa ku ji bo wê herî girîng e, kesa ku lê dinhêre, ew objeya wê ye. Di demên ewilîn de dayik e an jî dêbav e.
Piştre Winnicott’ê qala ‘tirsa hilweşandinê (fear of breakdown) bikira. Li gorî wî dema em piçûk bûne felaket hatiye serê me. Ji ber ku ez’a me jî qels bûye, nikaribûye bi vê felaketê re seredarî bike. Lewma jî me xwe wê felaketê qut kiriye. Lê ew felaket di derûniya me de dijî. Dema nişaneyek wê derdikeve an jî dema tiştek li wir dikeve ew tirs li me diale. Lê belê em nizanin ka em çi ditirsin. Em hîs dikin ku em ê belawela bibin, kontrola xwe winda bikin. Yanê bi kurtasî em wisa hîs dikin em ê hilweşîn. Winnicott dibêje ev tirsa pêşerojê di rastiya xwe de paşerojê de jixwe bûye. Lê belê ji ber ku me nikaribûye qeyd bike em dibên qey ew ê di pêşerojê de bibe. Weke hesteke bêdem di me de dijî. Wexta hişyar dibe, em nizanin berê bûye, lewma jî projekteyî pêşerojê dikin. Winnicott vê tecrubeya ku di demên zarokatiyê de bûye dişibîne êşa li ber sekratê. Zarok weke ketiye ber sekratê êş dikişîne.
Wek Dawî
A din jî çi dibe bila bibe dehşetek ewqas mezin ji hemû zaninê me wêdetir e. Dehşet çiqas mezin dibe, hîskirina wê fikirîna wê ewqas zor dibe. Lewma jî Adorno li cihekî dibêje dehşet (horror) derveyî psîkolojî ye. Ji ber ku dehşetek di xwe de kompleksek dihewîne. Şax bi şax ava dibe. Hişê me ditirse ku di bin de bişikê, ji ber ku nikare ji hev veçirîne. Belkî jî ji van sedeman psîkanalîz dê hewl bide ku dehşetan şax bi şax hêdî hêdî ji hev veçirîne. Travma dema dibe ne tenê deruniya mirovî xerab dike. Herwiha zimanê ku mirov bê hewl dide bîne ziman jî birîndar dibe. Li ser xwe û li ser tişta bûyî jî xebitîn û her cure huner berî her tiştî van fonksiyonan pak dikin, dema ev fonksiyonên bingehîn pak dibin îmkana xebitîna dehşetê jî hêsantir dibe. Xebitîna van tiştan çi ye? Belkî wek Proust gotiye dewsa kederên me fikrên me digirin.
Helbet erdhej barê xwe ne tenê ji anksiyetên ewilîn digire. Erdhej rastiyeke ku ji mirovî bigire heya çi tiştê bê ber diqurtîne. Wisa dixuye mirov çi bike jî xweza hêza xwe diparêze. Di van salên dawin de hem bi Kovîdê, vê carê jî bi erdhejê xweza hebûna xwe tîne bîra mirov. Freud jî di Bêhuzuriya Şaristaniyê de dinê ya derve wek yek ji sereke sebebên êşên me dibîne. Her erdhejek rawestgeha me ya dawî nîşanî me dike. Dawiya dawî mirov ji ber ku dê rojekî di vê bûyîna bêdawî de winda bibe, di her nîşaneya wê de bi tirseke mezin careke din bi vê rastiya xwe haydar dibe. Dê wek qurckirinekê di nav vê gerdûnê de ji holê rabe. Lewma jî tirsa tunebûnê jixwe bingeha xwe ji cihek wiha jî digire. Mirin ku ji tunebûnê wêdetir tiştekî din nîne, weke motîfeke bingehîn di her kêliya jiyanê de xwe dide der.
Di nivîsê de ji ber ku zêdetir li ser anksîyeteyên ewilîn disekinim, anksîyeteyê bi kar tînim. Ji ber ku di erdhejê de tirseke rastî û bi obje heye, tirsa tunebûnê jî bikaranîneke di cih de ye.