Di romanê de gelek rism û wêne hene. Bûbê Eser di destpêka romanê de di “kurtegotina min” de dibêje, wî ew rism û wêne ji Laleş Qaso, Siyabend û Arif Sevinc, Medhed Kakeyî wergirtine. Di vê kurtegotinê de tablo wek “toblo” paragrafa dawî du caran hatiye nivîsandin. Yanî hîn di destpêkê de diyar dibe ku li ber me pirtûkeke bi rêkûpek nîne ji bo wê jî em li benda berhemeke bedew nabin. Roman bi rê û rêbaza rojnamegeriyê hatiye nivîsandin. Ji bo wê jî aliyê bedewbûn û estetîkê gelekî qels maye. Em tenê zilm û îşkenceya ku li wan kesan hatibû kirin dibînin. Zilm û îşkence nehatiye estetîze kirin.
Di destpêka romanê de jî diyar dibe ku romannûs Bûbê Eser li gorî jiyana xwe ya hepsa Diyarbekirê (02.02.1980-19.05.1982) romana Gardiyên nivîsandiyê. Romana Gardiyanî romaneke otobiyografîk e. Vebêjer Sîdar, romannûs bixwe ye, Hava jî jina wî ya yekemîn e. Roman ji 20 beşan pêk tê. Di destpêkê de romannûs rewşa Sîdar vedibêje. Sîdar li Enqerê him xwendevanê rojnamegeriyê ye him jî karê dewletê de karmend e. Paşê Sîdar dikeve hepsê. Ji ber talûkeyê herdu bi hev re çarenûsekê ji xwe re digerin, dibînin jî. Ew diçin li nehiyeke bajarê Trabzonê bicî dibin. Li wir Hava karê hemşîretiyê dike, Sîdar jî xwe wekî mirovekî dewlemend dide naskirin. Sîdar li nehiyeyê mirovekî nas dike. Ew di dema derbeya 12yê Îlonê de gardiyan bûye. Wî eskeriya xwe wekî gardiyan kiriye. Ji wê şûnde heta beşa 19yan Sîdar û gardiyan dor bi dor zilma li hepsa Diyarbekirê hatibû kirin vedibêjin. Di dawiyê de jî gardiyan xwe darde dike û du nameyan ji dû xwe dihêle. Yek jî ji Sîdarî re ye. Di nameyê de aşkere dibe ku gardiyên Sîdar nas kiriye.
Roman li ser diyalogan ava bûye. Teswîrên derveyî gelek in lêbelê derûniya karekteran baş nehatiye ravekirin. Bi rastî em pir û hindik psikolojiya Sîdar û gardiyên fehm dikin romannûs tenê bûyerên li girtîgehê bi rêbaza rojnamegeriyê rave kiriye.
Romannûs Bûbê Eserî romana xwe bi rêbaza rojnamegeriyê nivîsandiye. Ji bo wê jî roman bê şêwe ye. Tenê em îşkenceyên li her derê dinyayê tên dîtin, di Gardiyanê de dibînin. Mîsal Aleksandr Soljenitsin di Rojeke Îvan Denîsovîçî de deh salên ku mîna rojekê bihurîye vedibêje lê bi şêwekariya xwe romaneke klasîk afirandiye. Rêzdar Bûbê Eser jî du-sê salan li hepsa Diyarbekirê de maye, li gorî dîtin û nêrinên xwe romana Gardiyanê nivîsandiye lêbelê bêşêwe û bêrêbaz.
Bûbê Eser di romana Gardiyanê de di dema derbeya 12yê Îlonê 1980an de îşkenceyên hepisxaneya Diyarbekirê ya 5 Noluyê vegotiye. Wekî mexdûrekî 12yê Îlonê çi xwestiye bi gardiyenê wê demê daye gotin. Mîsal gardiyan dibêje: “Di vir de me çi kir û çi nekir, me nikaribû nakokî têxista nava wan. Ew weha bi hev hatibûn girêdan ku aqilê mirovan nedigihiştê. Ji hev hez dikirin, li hev guhdar dikirin.” (Rûpel; 158). Em dizanin ku di hepisxaneya Diyarbekirê de sê beşên sereke hene: Komûnîst û Anarşîst û Welatperwer. Ev hersê beş di nav xwe de bi fraksiyonên cuda ji hev vediqetin. Li gorî mantiqa romannûsî, em jê bipirsin: Madem wan ji hev hez dikir, li hev guhdar dikirin, tim ji hev re baş bûn, çima ketin hepisxaneyê?
Li her derê dinyayê muqtedîr ji bo ku desthilatdariya xwe bidomînin her cure zilm û îşkenceyê dikin. Tenê nav tên guherîn. Zalim û zordar bi îşkenceyên mîna hev zilma xwe li mezlûman dikin. Bûbê Eser ne bi rêbazeke cuda ne jî bi vegotineke xweser zilma li hepisxaneyê dîtî vegotiye. Bi rêbaza rojnamegerekî Gardiyan daye axaftin. Jixwe vebêjerê ewil Sîdar jî berê beşa rojnamegeriyê xwendiye.
Gardiyan a Bûbê Eser ewil di sala 1994an de ji Weşanên Jîna Nûyê de derketiye. Çapa di dest me de di sala 2006an de ji Weşanên Dozê derketiye.