“Ji femînîzmê re xizmetê nake ku şîdetê bike sirûda xwe.Yêkane rêya me ew e ku em biaxvîn. Em vegotinek nû biafrînîn ji bo avakirina xweyeke nû.”
Hannah Arendt
George Eliot (Mary Anne) xanima nivîskar di gotara xwe de ya bi navê Romanên Gemje Yên Romannivîsên Jin (Silly Novels by Lady Novelists) da wiha dinivîse: Xweşbextane em xwe naspêrin teorîyê, da ku îsbat bikin ku xeyal yek ji beşên wêjeyê ye ku jin dişên tê de jêhatî bin li dû hevkarên xwe yên mêr yên ku bi wan re wekhev in!
Her çend di ser vê nîqaşê re gelek sal derbas bûn jî lê hîn mijara hişmendîya jinê û şîyanên wê yên afirînerîyê cîyê nîqaş û gumanan e.
Lêkolînek ku di sala 2015an de ji hêla Good Reads ve hatîye çêkirin, eşkere kir ku ji %80yî ji xwînerên honakî (fîksîyonê) yên nivîskarên jin dîsa jin in, lê ew rêje tevî ya mêran dibe eger ew metn ji alîyê mêrekî nivîskar ve hatibe nivîsandin. Bi gotinek din, mêrên ku pirtûkên honakî dinivîsin xwedî girseyek berfereh in ku cîhanê bi tevahî temsîl dike, lê jin ne wiha ye.
Guman tune ku nivîskarên jin ên îstisnayî hene ku vê rêjeya navînî derbas kirine. Lê ew jî di heman zehmetiyan re derbas bûne.
Siri Hustvedt dibêje “Ez nivîskareke jin im. Bi nivîskar Paul Auster re zewicî me û ez pirê caran di nava rewşên wiha de derbas bûme ku ez naçar kirime ku meraq bikim gelo ez li ser bingeha regezî (zayendî) tûşî temîzê dibim an na – çi bi zanebûn çi bê zanebûn– ? Gelo ew rojnamevanê ku israr dikir ku mêrê min ez fêrî psîkanalîz û nurozanistê (neuroscience) kirime (tevî ku min jê re got ku ew bi temamî ne rast e û ku mêrê min kêm eleqeya wî bi her du zanistan re heye) gemjeyek dijî jinan bû an jî mîna piranî mêrên ku dixwest bawer bike ku lehengê wî yê wêjeyî di her alî de kûr e û bû serçaveya perwerdehîya jina xwe jî. Xweşbextane, dema hate mal ji bo pêkanîna beşa duyem ya hevpeyvînê li gel min û dîsa bi israr ji Paul pirsî gelo wî alîkarî daye min di nivîsîna beşên herî kûr û zehmet ên pirtûkên min, Paul jî bi rastgoyî û bê girêyîya xwe ya herdem bersiv da ku kêm zanîna wî heye li ser mijarên psîkolojîk lewma ew gelek caran li ser van mijaran ji bo romanên xwe şîretan ji min, ji jina xwe digire. Ew rojnemevan şaş û matmayî mabû ji ber ku ez di van mijaran de ji mêrê xwe jêhatîtir im û ew beşên sext ên di pirtûkên xwe de, min nivîsandine.”
Her Siri Hustvedt, ku ez berdewam ji romanên mêrê wê bêhtir, şopîner a nivîsên wê bûme, ji ber ku bi nihêrîna min ew eqlê kûr ê Paul Auster î bûye, behsa bûyerek din dike ku di havîna 2015an de çêbûye ew jî ew ku nameyekê ji xanimeke xwînerên xwe digire ku pesnê romana wê ya bi navê The Blazing World dide, ku di romanê de ji mêr û jinan bîst vegotinên cuda yên bi dengê kesê yekem hene. Gelek pirsên wê hebûn lê yek ji wan ez matmayî kirim! Wê dixwest bizane gelo ew mêrê min e ku beşê karekterê Bruno Kleinfeld (ku karekterê herî zehmete di romanê de) nivîsandîye. Dibe ku pirsa wê bi qesd nebe, lê ev tê çi wateyê?
Zimanzan û psîkolog Virginia Valian di pirtûka xwe ya bi navê Çima Ewqas Hêdî? Pêşveçûna Jinan (Why So Slow? The Advancement of Women) de, behsa ramanên ku li binhişî hatine çandin li ser mêranî û jinbûnê û bandora wê ya li ser hişê me yê giştî dikin ku mêla mezinkirina destkeftên mêran bikin û destkeftên jinan biçûk bixin. Karên mêran berçav dikin û yên jinan la didin yan jî eger gelek baş jî bin bi guman lê dinihêrin heta dema ku cudahiya performansê tune be.
Piştî gelek salan ji şûştina mêjî û çandina kodên çandî wiha kirîye ku êdî jin ji hebûnek madî ya bi bandor veguherînin ji bo helametên nedîtbar! Ew kuştina giştî ya bi serê dîrok û hişê jinan hatî bi rêya perwerdeya olî û civakî, jîngeh û nirxên serdest wiha kir ku em hemû jin û mêr bêne program kirin û mêranî û jinbûnê di nav planên mecazî yên nepenî de bibînin, ku ew cîhanê di nîvî de dabeş dikin. Zanist û matamatîk,felsefe, ramyarî û planên şer dijwar, rasyonel, realîst, cidî, mêrane û heta nêrane (masculine) ne. Edebiyat û huner her du jî nerm, hestiyar, xeyalperest û jinane û heta mêyîne (feminine) ne.
Di van her du waran de jî, ew dibînin ku karên hêsan û seranser wek nivîsandina helbestên sade, çîrok û romanên romantîkên bêaqil û jinûve kopîkirina mîtolojiyan û dubare vegotina wan û hwd ji bo hişê teng ên jinan guncav in. Wekî din, dema ku ew jin dest diavêjine kûrbûyînê di mijarek afirînerî de û digihîjin rewşa hevrikek cidî li gel mêran, dema ku gorîllaya mê li pencereyê dixe û bi tevahî bala xwe dide wê, dibe ku bersiv dilxweş û bi xêrhatin nebe. Ewê despêkê bi matmayî pêşwazî dikin, dûv re bi guman û heke ev rêbaz bi serneketin vêca ew dest bi biçûkxistina wê dikin. An jî hewl didin ku karê wê yê bêkêmasî ayîdî mêrekî bikin ji derdora wê.
Ma afirînerî bi gelemperî taybetmendîyeke mêranî ye? Ma berhemên kûr tenê ji bo mêran guncav in? Gelo nivîsandina baş çalakîyek e ku bi rêgeza nivîskarî ve girêdayî ye? Eger wiha be ew tê çi wateyê? Û ya dûmahîyê, gelo jin di pêşbazîya afirîner de li ku ne?
Nivîskarê Norwêcî Karl Ove Knausgaard carekê li New Yorkê li ber temaşevanan hevpeyvînek kir. Demeke kin piştî cilda yekem a otobîyografîya wî My Struggle (Têkoşîna min) bi îngilîzî hat weşandin. Siri dibêje min jê pirsî ka çima pirtûk bi sedan referansên nivîskaran tije bû, û tenê jinek tê de hate gotin: Julia Kristeva. Ma tu berhemên jinan ên ku bandor li wî kiriye wekî nivîskar tune?
Bersiva wî zû hat, ” pêşbirk tune ye.” Ez ji ber bersiva wî bîskekê matmayî mam. “Bi gotineke din cihê jinan di pêşbirka hişmendî, wêje û afirînerîyê de tune ye. Em mêr tenê bi hev re pêşbirkê dikîn!”
David Mamet, nivîskarek e ku cîhanên mêran ji carekê zêdetir nivîsandîye, dibêje “Jin, di hişê mêran de ewqas li ser pêlên civakî nizm in ku bêwate dibînin ku meriv xwe ji perspektîfa jinê pênase bike. Mêr jinan hevrik nabînin di bidestxistina destkeftên mirovî de ji destpêka dîrokê ve. Hizira ku jin hevrikek e, teqez ne mimkune.
Belê, mêr hêza xwe û serkeftinên xwe tenê di çavên mêrên din de dibînin. Li wir jin ne giring e çi li ser wan hizir dike. Ji ber ku ji bo wan, ew heyînek ji alîyê jîrîyê ve sînordar e û nikare serê xwe ji bilî mijarên rojane yên hêsan ve mijûl bike.
Lê dîroka rasteqîn çîrokên din li ser jîrî û afirîneriya jinan vedibêje.
Di şaristaniyên Mezopotamya û Hîlala Berdar û bi bereket (Ji başûrê Mezopotamya, Kurdistan di nav de, heya digehe beşek ji Filistînê mîna hîlalekî ye) jin xwedawend, pîrmend, pizişk, stêrknasên pêşîn bûne. Li Asyayê, jin di demên kevnar de beşeke bingehîn a felsefeyê bûn. Di metna herî kevn a Ûpanîşadan de, li dora 700 BZ, fîlozof Gargî û Maitretî beşek ji diyalogên felsefeyî yên bi Şehreza Yagnavalkya (Yajnavalkya) re pêk anîn. Obahaya Bharatî (nêzîkî 800 PZ), Aka Mahadevî (1130-1160) û hişmendên din ên navdar ên kevneşopîya Felsefeya Hindî. Li Çînê, di dema Konfuçyus de, Jing Jiang Lu (sedsala 5’an a BZ) tê behskirin ku xwendekar hebûne, Im Yoonjidang (1721-1793) di Serdema Ronakbîriya Navîn a Chosun de di nav fîlozofên jin ên navdar de bû.
Di destpêka kolonîzasyona Amerîkaya Latîn de, fîlozof Sur Juana Inés de la Cruz (1595-1651) wekî “Phoenix of America” dihat zanîn.
Di felsefeya kevnar a li Rojava de, dema ku felsefeya akademîk bi gelemperî qada fîlozofên mêr ên wekî Platon û Arîstoteles bû, fîlozofên jin ên wekî Hipparchiaya ji Maroneiayê derketin (di sala 325 BZ de dijî) û Aspasia Miletus (470-400 BZ.M) di wê heyamê de. Feylesofên navdar ên serdema navîn Hypatia (sedsala 5an), Saint Hildegard a ji Bingenê (1098-1179), û Saint Catherine a ji Siena (1347-1380) bûn.
Ji bo fîlozofên jin ên nûjen, yên herî berbiçav Mary Wollstonecraft (1759-1797) û Sarah Margaret Fuller (1810-1850) in. Feylesofên hevdem ên bi bandor Edith Stein (1891-1942), Susan Langer (1895-1985), Hannah Arendt (1906- 1975), Simone de Beauvoir (1908-1986), Elizabeth Anscom (1919-2001) û Mary Midgley (1919) hene. Philippa Foote (1920-2010), Mary Warnock (1924-2019) Patricia Churchland (bûyîn 1943) û Susan Hack (bûyîn 1945).
Hannah Arendt mînakek baş e ku bi rastî mîna gorîlla li pencereyê xistibû. Ewê di nîvê duyemîn ê sedsala bîstan de pirtûkên herî giring berhem hênan , mîna pirtûka xwe de ya bi navê Bingehên Totalîterîzmê (The Origins of Totalitarianism) de ku tê de lêkolînek rexneyî li ser pergalên siyasî yên Nazîyan û Stalîn dike. Herwiha pirtûka xwe ya bi navê Rewşa Mirovan (The Human Condition) û helbet kitêba wê ya ku di hawîrdora siyasî de bû sedema bi hevçûnên hizrî yên xurt: Eichman li Orşelîmê:Raportek Li Ser Adîtîya Xerabîyê (Eichmann in Jerusalem: A Report on the Banality of Evil). Her wiha di pirtûka xwe ya bi navê Jîyana Hiş (The Life of the Mind) ku dikeve du beşan de û dihesibe weke pirtûka wê ya felsefeyî ya dûmahîkê û gotarên giring mîna (Li Ser Şoreşê) û şiroveya wê ya giring dema vê tesbîtê dike “Felsefeya rojavayî di çarçoveya bilindbûna totalîterizmê de di sed sala 20î de bi tevahî bêguneh nebû.” Wê di dawîya sedsala bîstan de bandoreke mezin li ser ramana sîyasî li cîhanê tevahî kir û hîn jî dike. Lê hê jî hin hişmendîya wê bi wê yekê ve girê didin ku ew demek dirêj yar û şagirta Heideggerî bûye. Lê yê berhemên her duyan dixwîne û nameyên wan bi hurgilî lêkolîn dike dibîne ku Hanna Arendt di hişê xwe de serbixwe bûye û heta di dûmahîyê de li dijî Heideggerî serî hildide, nemaze di nêzîkbûna wî ya bi Nazîzmê re.
Bi helkefta Hannah Arendt, carekê min bi rê ya medya civakî ji zanayek Kurd pirsî ku ew li Amerîkayê dimîne û gelek gotar û nivîsên wî hene û komeke mezin a Kurdan lê guhdarî dikin: Ez nivîsên we di bin bandor a Hannah Arendht de dibînim. Wî bersiv da: Têbînîyek baş e. Erênî dibînim ku Kurd Hannah Arendtê dixwînin. Min pirsî: Lê hûn qet işaretê bi wê û navê wê nadin! Wî bersiv da: Eger bê xwestin ez ê rojekê bikim!
Weke di felsefeyê û sîyasetê de di wêjeyê de jî wisa ye. Romana Virginia Woolf -Odeyek Ji Bo Xwe- pirtûka Emily Brontë -Wuthering Heights-, romana hezkirî ya Toni Morrison û romana Middlemarch a George Eliot û gelek berhemên wêjeyî yên giring û afirandinên kûr yên jinan dişên hevrikîyê bikin li gel romanên giring ên mêran di wan deman de. Lê bi gotina “pêşbirk tune ye” ser wan tê girtin.
Belkî bê gotin lê jinên ku mîna gorîllayan li pencereyê dixin kêm in. Belê ji ber ku ew derfetên ji mêran re hebûne ji wan re tune bûne. Ev biyavên giring ji jinan re mîna zeviyên mayinkirî bûn e. Gelek jin tûşî destdirêjiyan bûne, rastî heqaret û qedirxistinê hatine. Gelek revîne û vegerîne zona xwe ya rehetîyê, tenê da ku wê teşwîşê li ser xwe biavêjin.
Jennifer Saul, profesorek felsefeyê li Zanîngeha Sheffield, di sala 2015an de ragihand ku xwendekar û profesorên jin, piştî ku rastî tacîz, destdirêjîyê yan tolhildanê hatin, felsefe terk dikin. “Nurozanistek jêhatî, ciwan û bedew ku min di konferansekê de nas kir, ji min re çîroka rûreşiya giştî ya li ser destê hevkarek navdar ku ji wê pir mezintir e, ji min re got. Tevî ku roj û şev li gel wî xebitîye li ser projeyeke cîhanî û ew xwedîya gelek hizran bûye lê ewî li ber temaşevanekî berfireh, ew kêm xistîye û ji qîmeta wê daxistîye, di dema şirove kirina projeyê de. Tenê da ku xwe derxe pêş. Tiştek ji dest nahê ji xeyrî ku li beramber bi sedan kesan bigirî.” Sirî dîsa vê weke mînak dide.
Xala din a giring jî ewe ku jin demeke dirêj ji xwendin û perwerdeyê bi dûr hatine xistin. Di heman demê de bi rêya olan hizra “jin kêm aqil û dîn in” hatîye pêşxistin. Ku kêm-dîndarî ne tiştekî xerab û neyînî ye, berovajî vê, azadîya ji bawerîyên hişk afrîneriyê bi xwe re tîne, lê terwîc kirina hizra (jin kêmaqil in) sûcek e ku nayê efûkirin der heqê jinan de hatî encam dan û hê jî berdewam e û encamên wê kujinde ne.
Pirsgirêka din ew e ku afirînerîya kûr ne bi îlhamê re sînordar e, lê ji bo pêşveçûna wê prosesê, derfet hewce dike, teşwîq û pêşvebirina domdar pêwîst e û ev derfet kêmbûn e li beramberî jinan.
Guman tune ku faktora derûnî û civakî ya ku di serê jinan de çespîyaye jî bandorek neyînî kirîye û dike. Ji ber ku piştî demekê kesê çewsandî, dest bi çewsandina xwe dike. Loma gelek jin xwe didin paş ji mijarên kûr û zehmet tevî ku şîyanên wan tê de hene. Ji ber ku di
serê wan de hatîye çandin ku felsefe, hizr, ramyarî û hunerê birêvebirina şer karên mêran in û dema ku ew bi van mijarên giring û kûr re mijûl bibe wê mêbûyîna xwe ji dest dide û qebe dibe! Ji ber vê yekê dema ku mêr bi xêzkirina tabloyên herî giring mijûl dibûn, ewê tenê xwe bi çêkirina nexşên sade li ser qumaşên cihêzê xwe ve mijûl dikir.
Nîşe:
George Eliot: Nivîskarek giring e û xwedîya romana Middlemarch e ku neçar dimîne navê xwe diguherîne û navekî mêran li xwe dike ji bo ku romanên wê bên xwendin.
Siri Hustvedt (1955): Romannivîs û nivîskarek Amerîkayî ye, heft roman, du pirtûkên gotaran, pirtûkeke helbestan li gel gelek berhemên ne-fîksîyon nivîsandine.
Hannah Arendt:Tteorîsyaneke siyasî, fîlozof û lêkolînereke Cihû-Alman bû. Di qada sîyasî de ya herî bi bandor e.
– Hîlal peyvek kurdî ye, ne erebî ye weke ku gelek kurd hesab dikin. Ew ji peyiva helat, helhat û hel bû hatî ye ku wateya hemûyan jî ji nûve derketin û vêketin e.