Herêma Cizîrê li Binxetê, eva ku bajarê Qamişlo têde ye, dikeve herî Bakur û Bareşî dewleta Sûriyê de. Ji Bareş ve sînorê Îraqê ye, ji Bakur ve sînorê Tirkiyê ye (Serxet e) û zincîra çiyayê Toros e ku ji van çiyayan pêk tê: wek çiyayê Mazî, Xursê, Mêrdînê û Bagokê ta ku digihêje qontara çiyayê Cûdî.
Di salên cenga cîhanî ya yekemîn de (1914-1918), dema ku elmanan xeta trêna (Berlîn-Bexdad), gîhand Nisêbînê, ji wê hingê ve navê Serxetê û Binxetê hatiye gotin, kurdên li jêr xetê man Binxetî û kurdên li jor xetê bûn Serxetî.
Parêzgeha Cizîrê ango Hesekê, ji mezintirîn parêzgehên Sûriyê ye. Pîvana wê 23,333 k.m2. Hejmara xelkên wê ta sala 2002an dor 1,313,099 neferî bû, ji bilî kurdên ku bê nasname mane û hin kurdên ku navê wan qet nehatibû tomarkirin wek welatiyên Sûriyê. Cizîr bi dûzbûn û firehbûna xaka xwe navdar e, nexasim bi Deşta Mêrdînê (Beriya Mêrdînê), deşta Xelef Axa (Sinceqê: Aşîta) û deşta Hesinan, hem jî bi çiyayê Abdulezîzê/ Kizwana û beşekî ji çiyayê Şingalê, Kewkebê Milan û çiyayê Qereçoxê Mosîsana.. Her wiha bi çemê Xabûr û Ceqceq û Dicle.
Di cîhanê de Cizîr bi gir, şûnwarên xwe navdar e. Bi şaristaniyên herî kevin û dêrîn ku li ser xakat wê hatine avakirin wek: Orkêş li girê Mozan belû ye. Bi çandiniya zeviyên havînî û zivistanî, wek genim, ceh, nok, nîsk, pembo û bi Petrol û Gaza ku li Rimêlan û Qereçox û Cibise hatiye dîtin dewlemend e.
Ji kevin ve Cizîr cih û warê gelek eşîr û hozên kurda ye wek: Kîkan, Milan, Koçerên mîran, Aliyan, Hesinan, Abasan, Mîrsînan, Hevêrkan, Koçekan, Deqoryan, Gabaran, Temikan, Bûbilanan, Kasikan, Hacisilemana, Kureseyan, Dorikan û hwd. Û hin eşîrên ereban, di gel hin gundên Siryaniyan..
Di navbera salên 637-639 piştî zayînê de, piştî ku Helwan û Tekrît ji rex misilmanan ve hatin vegirtin, misilmantî ketiye Cizîrê û Nisêbîne de û gelek dîroknivîsên ereban behsa kurdan di Cizîr û Nisêbînê de kirine wek: Ibin Xerdazbe, Qudame Bin Cafer, Mesûdî û Ibin Cibêr.. Vê paşiyê Cengîzxan, Holako û di pey wan re Tîmor Ling di sala 1394an de, Cizîr wêran kirine û xelkên wê xwe di quntara çiyê de veşartine.
Di sala 1514an de, Cizîr ketiye bin destê Osmaniyan de û di sala 1922an de destê Fransîzan de, û weha ta ku di sala 1946an de Dewleta Sûriyê ya Erebî hatiye damezirandin.
Piraniya xelkên Cizîrê kurd in, nexasim di ber sînorê Tirkiyê re û sê ol bi hev re têde dijîn: Misilman, xirîstiyan û êzîdî.. Berê, Cihû jî lê hebûn, lê niha lê nema ne.
Di sala 1973an de hikûmeta Sûriyê dest bi erebkirina Cizîrê kir û dor 33 gundên ereban ji dervî parêzgeh Hesekê di nav kurdan de bi rûniştin dan. Hem jî, navê gundên kurdan bi navên erebî guhertin.
Ji navçeyên Cizîrê ji bilî bajarê Hesekê ku parêzgeha Cizîrê ye: Serê Kaniyê (Raseleyn), Dêrika Hemko (Malikiyê) û Qamişlo. Ji bajarokên wê: Amûdê, Tirbespiyê (Qehtaniyê), Derbasiyê, Til Koçer (Yehrebiyê), Girkê Legê, Şedadî, Til Berek, Rimêlan.
Bajarê Qamişlo: Ev bajarê ku hin jê re dibêjin Kalîforiniya Rojhilatê, hin dibêjin Parîsa Biçûk û hin dibêjin Bûka Cizîrê, di sala 1926an de ji rex Fransîzan ve, bi avakirina qijla leşkerî û seraya fransî re li ser girekî kevnar, di binya bajarê Nisêbînê de, bi dor 2 k.m, di nav xaka ku weqfa ziyareta Zeynelabidîn hatiye avakirin. Ev ziyareta ku dikeve nîvê Nisêbînê de.
Ji bo rastî bê gotin, di destpêkê de Cihûyên Nisêbînê, Siryaniyên Bagokê, Ermenên ku ji ber tirkan revyayî bûn û kurdên derdorê bi avakirina Qamişlo re westiyane û xwe li dor xanîkê Qidûr beg, sera û qijleya fransî û çemê Ceqceq girtin, kombûn û xwe danehev û weha Qamişlo ji çend taxan, di binya Nisêbînê de hat avakirin wek: taxa Siryan, Ermen, Aşûriyê, Cihûyan, Tey û Elî Fero (Xerbî) di gel gundê Hilêliyê ji baxerb ve û Enteriyê ji bareş ve. Roja îro ji sedî 70ê ji tevgera wê di destê kurdan deye wek: Bazirganî, çandinî, perwerdekirina di dibistanan de, Bijîjkî, Avokatî, Endezyarî, avakirina avahiyan.
Ji cihên navdar di Qamişlo de: Gora Seydayê Cegerxwîn, Mihemed Şêxo, Seîd Yusiv û goristana welatparêzên kurdan li gundê Dugirê ku ev qehreman têde hatine veşartin: Hemze Begê Miksî yê ku kovara Jîn di sala 1918an de li Stenbolê diweşand, Hacî Mûsa Begê Xwêtî, Dr. Nafiz Beg Zaza, Dr. Qasim Cemîl Paşa, Arif beg Abbas û kurê wî Dr. Dara, Silêmanê Ebês, Haco Axa û kurên xwe, Ebdulrehman Axayê Eliyê Ûnis û hwd.
Hem jî gora Osman Sebrî li gundê Berkevirê ye, nêzîkî bajarê Derbauyê û gora Îbrahîm paşayê Milî li gundê Sifeya ye, di navbera Qamişlo û Hesekê de.
Ta berî sala 2011an, 12-13 partiyên kurdan yên siyasî li Cizîrê hebûn, nîv veşartî bûn. Her yek ji wan rojnameyeke wê ya demdemî bi zimanê erebî hebû, hin ji wan kovarên wan bi zimanê kurdî jî hebûn, wek kovara Gelawêj, Pirs, Jîn, Gulîstan, Stêr, Xunav, hwd. Lê mixabin tu navendên kurdan yên çandî nebûn.
Navê Qamişlo, ji Qamîşê hatiye girtin, ew qamîşa ku li ser peravê Ceqceq bi girsbûn şîn dihat. Roja îro çemê Ceqceq Qamişlo dike du par: Rexê Xerbiyan û rexê Aşîtan. Hejmara daniştiyên wê 168,369 hezar kesin ji bilî kurdên bê nasname ku hejmara wan di ser 300,000 kesî re ye, û kurdên ku navê wan nehatiye tomarkirin.
Û wek ku diyare Qamişlo bi rûdana 12 Adara 2004an navdar bûye.
Di baweriya min de, Qamişlo ji bajarên kurdan yên ku hejmara bijîşk, avokat û endezyarên kurdan bi pir bûn lê dijîn û kar dikin. Sed mixabin piştî 2011an, nema Qamişloka me ewa berê ye.. Di her warî de hatiye guhertin.