Silav xwîner û sopînerên The Hall Kurdiyê.
Hejmara 31ê ango hejmara meha 11an, Mijdarê, amade ye û bi qasê internetê nêzîkê we ye.
The vê hejmarê me bergê kovarê bo Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê (NYKFF) veqetand ku îsal cara 8an festival hate lidarxistin. Di beşên metraj dirêj û kurt, belgefîlm, anîmasyon û xwendekaran de 38 fîlm hatin nîşandan. Mijara festîvala îsal Azadiya Ragihandina bi Zimanê Dayikê ya Kurdî bû. NYKFF ji festîvalên din hinek cuda ye. Lewra digel danîşana flmên têde çalakiyên axaftinê û îmzekirina pirtûkan, nîqaşên panêlê, danişînên Q&A (pirs û bersiv), û çalakiyên zindî yên muzîka kurdî yên din hebûn. Her wiha, çaya qaçax û xwarinên kevneşopî jî ji bo beşdaran amade kirin. Bi vê awayî festîvaleke cihêreng derçû. Bi me jî xweş bû ku di bergê kovarê de em cî bidinê. Dîrektora festîvalê Xeyal Qertel ji me re hest û armancên xw nivîsand. Agahiyên bêtir hûnê di nûçeya me de bibînin.
Li ser Şewata Sînemaya Amûdê jî gotareke me heye ku lêkolîner Digikurd amade kir. Ji ber ew şewata dilsoj di meha 11an de çêbûbû û tê de bi sedan zarokên kurd canê xwe ji dest dabûn, bo bîranînekê em dubare diweşînin.
Mamoste û nivîskarê gewre Konê Reş vê mehê li ser herêma Cizîrê gotarek pêşkeş kir. Di gotarê de nivîskarê me bi taybetî behsa devra binê xetê û bajarê Qamişlo dike. Ka binêrin ew devereke çawa ye? Çima girîng e û çi lehengên Kurd lê hebûne.
Nivîskara hêja Rengîn Amêdî li ser neheqiya ku di warê edebiyatê de li jinan tê kirin gotareke balkêş amade kir. Binêrin çima û çawa di vê warê de jî mêr serdestên, neheqê li nivîskarên jin dikin, qed û xebata wan sivik tên nîşandan û li hemberê vê pergalê jinên serkeftî çi rê ceribandine.
Nivîskareke din a serkeftî Muqades Agirî pirtûka Rhonda Byrne ya “The Secret” ku di sala 2006an de hate weşandin ji me re şîrove kir. Di pirtûkê de mijarên wekî; fîzîka quantûm, zagona kêşanê, girîngiya ramanên erênî û girîngiya frekansa ku meriv li gerdûnê belav dike cî digrin û bi vê naverokê pirtûk di wextê xwe de gelek deng veda.
Blogger Salomé Cizrawî berhama bi navê Rojbûn ya Dorothea Tanning ji me re şîrove kir di vê hejmarê de. Cizrawî, Dorothea Tanning wia pênase dike: Ji bo Dorothea Tanning, rojên rojbûnê metafora veguherînê bû. Em di rewşên veguherînê yên karakterên hunermend de, gelek caran metamorfozê dibînin. Xebatên wê bi me dide dîtin ku ew bi piranî rastînî, fantezî, xeyal û hîsan ve pêdeketî ye.
Nivîskarê Ciwan Mîran Ehmed div ê hejmarê de jî bi me re ye. Servana gotara wî “Nankor” e.
Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskar Faîk Ocal vê carê romana bi navê Gardiyan ya Bûbê Eser dide nasîn: Bûbê Eser li gorî jiyana xwe ya hepsa Diyarbekirê (02.02.1980-19.05.1982) romana Gardiyên nivîsandiyê. Romana Gardiyanî romaneke otobiyografîk e. Vebêjer Sîdar, romannûs bixwe ye, Hava jî jina wî ya yekemîn e. Roman ji 20 beşan pêk tê. Gardiyan a Bûbê Eser ewil di sala 1994an de ji Weşanên Jîna Nûyê de derketiye. Çapa di destê me de di sala 2006an de ji Weşanên Dozê derketiye.
Hejmara 31ê bi helbesteke Abdulvahap Husseyin ku wek Melê Kurd jî tê zanîn bi dawî dibe. Melê kurd nivîskar feylesofekî Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ye. Piştî şerê li Sûriyê koçî Bakur kir. Demek li Stenbolê jî jiyan kir. Niha jiyan û xebatên xwe li bajarê Rihayê didomîne.
Ji bo xwendina hemû nivîs, gotar û helbestan hûn dikarin biçin malpera www.thehallkurdî.com û hemê hejmarên kovarê jî wek PDF ji wir daxînin. Bimînin di xxweşî û başiyê de.