Ewrûpa, asteke bilind û qonaxeke pêşketî ya mirovahîyê ye. Bi carekê ve pêk nehatîye. Encama hezar salan e.
Ji alîyê teknîk, zanist, huqûq, refaha sosyal û bajarvanîyê ve li cîhanê deng daye. Lê Ewrûpa ne tenê bi dîmenê xwe yê giştî mînak û modeleke baş e. Dema mirov dakeve kuçe û kolanên jîyanê, gelek xalên berz û bilind pêşwazîyê dikin.
Ji rê û rehên jîyanê dîyar dibe bê Ewrûpa çima şan û şohreta xwe heq dike.
Di vê nivîsarê de ez ê hinek çavdêrîyan xwe ji hûrgilîyên jîyana Ewrûpayê binivîsim.
Market û metroyên bê wezîfedar
Cara pêşî gava çûm Ewrûpayê tunebûna gîşe, bend û nobedaran li ber metro û trênan bala min kişandibû. Min çavê xwe gerandibû û cîyekî jê bilêtê bistînim nedîtibû. Min gotibû qey belaş e. Meger kêm caran li hundirê metro û trênan kontrola bilêtan dibe, wekî din bendek li ber siwarbûnê tune ye. Her kes bilêtên xwe bi awayekî dîjîtal yan jî ji mekîneyên hatine danîn distîne.
Jîyan li ser bawerîyê dimeşe. Lewma mirovên ji marketan danûsitendinê dikin, dikarin bi serê xwe li mekîneyên hatine danîn eşyayên xwe bidin xwendin, mesrefê xwe derxin û pereyê xwe bidin.
Mirov dikarin bi hêsanî bê ku pereyê xwe bidin, ji marketan derkevin. Ger xebatkarekî marketê gumanê bike, gilî dike. Lê heger ew gilî niheq be, cizayê giran li xebatkarê marketê tê birîn.
Her wiha helbet cizayê dizîyê û ger kontrol bibe cizayê bê bilêt siwarbûna wesayîtan jî heye.
Firotinên Çewlikan
Çewlikên mirovên li gundan yan jî dewrûberên bajêran hene. Ji bo firotina şîr, mast, penêr, goşt, hêk û tiştên din dezgehên firotinê datînin û kes li ber wan nasekine.
Mirov çi bistîne bihaya wê yan bi hesabên dijîtal dide yan jî pereyê xwe datîne sindoqa pereyan. Yanî ne tiştên firotinê tenê, pere jî li wir in û kes zû bi zû dizîyê nake, heqê kesî naxwe.
Yek ji xalên herî zêde mirovên ne Ewrûpayî heyirî dihêle ev e. Her tişt li ber te ye, lê kes li ber tune ye. Bêguman civakeke ev bawerî di nav xwe de pêk anîbe, gelek pêşketî ye.
Zindîbûna mihrîcan û şahîyan
Li her bajar û deverên Ewrûpayê pîrozbahî û mihrîcanên sedsalan zindî ne. Gelekên wan ji serdema paganîzmê mane, lê dîsa bi coş û kelecan têne pîrozkirin.
Pîrozbahî û mihrîcan tev ne yên seranserê welatan in. Li her herêmê şahî û pîrozbahîyên taybetî wê deverê hene.
Di Adarê de Paskalya tê pîrozkirin. Nîşaneyên wê hêkên rengîn û kîvroşk in.
Di cotmehê de, kundirên di şeklê rûyê mirovan de têne ronîkirin ji hatina Halloweenê yanî cejna pîrebokan xeberê didin. 31ê mehê zarok kostumên tirsnak li xwe dikin û mal bi mal şekir û tiştên din berhev dikin.
Piştî mehekê her der bi nexş û nîşaneyên Noelê tê xemilandin. 24ê Berfanbarê her kes dîyarîyan dide hev û êvarê xwarina Noelê tê xwarin. Roja din li dêran jidayikbûna Îsa pêxember tê pîrozkirin.
Sersal û Fasnacht û gelek mihrîcan û pîrozbahîyên din li dû hev tên û jîyanê şên dikin.
Çanda Ewrûpîyan ya hezar salan her zindî û şênber e. Mîna ji derve dixuye ne sar û sekan e.
Şorbeya Noelê
Di meha diwanzdehan de li meydanên bajaran konên mezin tên vegirtin û heya Noelê, ber êvaran şorbeya Noelê tê dayîn.
Carinan li gel şorbeyê çikolata, penêr, fêkî û şîranîyê jî didin. Ev tev wek dîyarî tên pêşkêşkirin. Şov û reklama tu kes û sazîyê nabe.
Rûkenî û silavdayîn
Ne li hemî welatan, lê li gelekan mirov tim rûken û kubar in. Yên qet hev nasnekin jî gava li hev rast tên bi kubarî û rûkenî silavê li hev dikin. Cîran, bê silavê derbas nabin.
Kanîyên li rê û meydanan
Li gelek welatên dunyayê ava vexwarinê bi pere ye. Lê li welatên Ewrûpa, li her meydanê kanîyek heye û tim ava paqij jê diherike. Li ser van kanîyan nav û nîşana kesî tune ye. Mîna welatên wek Tirkiyeyê nayê zanîn bê xêratên kê ne!
Alîkarîya bê minet
Li Ewrûpa ji bo penaber û muhtacan gelek dever û dezgehên alîkarîyê hene. Lê ev alîkarî bê şov û reklam pêk tên û pirî caran yên alîkarîyê distînin nizanin kê ew alîkarî daye wan. Ne poşet, afîş, pankart û broşur, ne kamera û wezîfedarên bi êlegê xêrxwazîyê.
Di Incîla Fileyan de tê gotin, xêra te bi destê rastê da, bila haya destê çepê jê çênebe. Li Ewrûpa bi rastî jî hay jê çênabe. Sedemê wê çi ye nizanim, lê li gor rêz û rûmeta mirovînî ye, ku welatên misilmanan pir jê dûr in.
Dolabên pirtûkên bê pere
Xwendin, mîna xwarin û vexwarinê yek ji pêdivîyên mirovî ye. Lewma bidestxistina pirtûkan çiqas hêsan û erzan be ewqas qenc e. Li gelek welatên Ewrûpayê dolabên pirtûkan hene, kî bixwaze dikare pirtûkan deyne û jê bigre, bibe. Mîna pirtûkxaneyên biçûk in.
Heta niha yên min dîtine tev pirtûkên nû, paqij û giring in. Li cîyên welê pirtûkên qetîyayî yên belawela tune ne.
Mirovên ji xwendinê hez dikin, dikarin bi salan bi rêya dolabên pirtûkan pêwîstîya xwe bibînin û neçin ji pirtûkxaneyan pirtûkan nekirin.
Gilêş û paqijî
Yek ji xweşîyên berbiçav, paqijîya derdorê ye. Mirov zû bi zû gilêş û çopên xwe navêjin erdê û derdora xwe nalewitînin. Heta pelên weşîyayî yên li ser rêyan jî tên paqijkirin.
Li hinek welatên weke Swîsreyê çop li gor xwarin, kaxez, plastîk û her wekî din têne senifandin û avêtina her yekê cuda ye.
Parastina sirûşt û avahîyan
Ewrûpî gelek giringîyê didin sirûştê û avahîyên kevn. Her der şînahî ye û xanîyên sedsalan li pîya ne, mirov di wan de dijîn.
Her tişt tê parastin û mûzexaneya wan tê çêkirin. Gelek tiştên ji bo rojhilatîyekî biçûk û ne giring in, li mûzexaneyan cihê xwe digrin.
Perwerdeya şagirtan
Mamosta, mîna zarokên xwe bi şagirtan re eleqedar dibin. Roj bi roj rewşa wan dişopînin.
Dibistanê û dewrûberê wê bi zarokên nû didin nasandin. Dema şagirt hinekî dereng bimînin bi telefonê têkîlî bi malbatan re datînin û zarok tên pirsîn.
Her wiha ji bo zarok fêrî jîyanê bibin ji xwarinçêkirinê heta gelek cûreyên huner û kar û kêfê tê fêrkirin. Zarok bê pere û mesref li dibistanê fêrî jîyanê dibin.
Miameleya zarokan
Zarok mîna mezinan tên dîtin. Dê û bavê wan li cem wan bin jî muxateb tên girtin û ger îzahek hebe ji zarokan re jî tê kirin.
Li deverên wek nexweşxaneyan doktor û hemşîre wek mirovên têgihîştî bi zarokan re dipeyivin û rewşê ji wan re rave dikin. Ger tiştekî bikin destûra wan dixwazin û dikin.
Sekna erebeyan
Li gelek welatên Ewrûpayê pêşî peya tê. Erebe mecbûr in li hember peyayan bisekinin û rê bidin wan.
Tenê li meydan û navendên mezin hatûçû bi rêya lempeyên trafîkê dimeşe. Ajotvan mecbûr in li gor lez û pergala trafîkê tevbigerin û nikarin alozîyê çêbikin.
Plansazî û ajanda
Li Ewrûpa jîyan bi pergal e û randevû giring in. Her tişt li gor demê tê dîyarkirin û dimeşe. Lewma her mirov pêwîstîyê bi teqwîm, saet û ajandayan dibîne. Mîna welatên misilmanan kes ji temenê kesî roj û saetan nadize.
Paqijî û pergala gundan
Li Ewrûpayê weke bajaran gund jî bi tertîb û nîzam in. Heywan ne serberdayî ne. Her der paqij e. Her kes li ser karê xwe ye. Keda destê xwe dixwe û difiroşe.
Her der ewqas baş tê bikaranîn, cîyekî nayê çandin namîne. Li kaş û hevrazên welê çandinîyê dikin, mirov matmayî dimîne.
Heywanên wan bi zengil, erd û zevîyên wan bi sênc û çeper in.
Şair Cihat Duman Mijdara 2023yan ji Brîtanya wiha dinivîsî: “Derketim, ji xwe re li gundan digerim. Çewlik hene. Xebatên çandînî û heywanvanîyê dibînim. Axurên wan jî bi cedwelê hatine xêzkirin. Dinêrim, em jî cotkar bûn. Meger ya me jîyana li sergoyan bû. Gundîtî ne berdîberdan e. Meger berdîberdan karaktera me ye.”
Ji her alîyê cîhanê bi milyonan mirov koçî Ewrûpayê dikin, bi salan li wir dijîn. Lê dîtin, tiştekî din e.
Rojhilatî bi giştî bi pêşbiryarên di hişê xwe de li Ewrûpîyan dinêrin û ji gelek xweşîyên medenîyetê bêpar dimînin.
Helbet Ewrûpî jî mîna mirovên din mubtelayê gelek kêmasî, xirabî û nexweşîyan in. Lê rastîyek heye, bi ronahîya aqil û zanînê, li ser cîhanê di her warî de medenîyeta herî pêşketî ava kirine.
Hinek mînakên min li jor behsa wan kir dibe li rojhilat jî wek takekes hebin. Her wiha di van xalan de li Ewrûpayê jî mînakên xirab yên îstîsna helbet hene. Li vir pîvan dîmenê giştî ye.
Ewrûpa destkeftina hemî mirovahîyê ye. Parastin û pêşvebirina wê, erkeke mirovî ye. Ji bo welatên paşvemayî asoyekî bêhemta ye. Pêşbazîya medenîyetê her berdewam e.