Qilafet ne her tişt e, ew mîna çirûskeke ronahiyê ji pişt perdeyê ve ye ku em ji aliyê din ve nabînin, dibe ku em di wê dîmena balkêş a ku ji me re xuya dibe tên xapandin em ya ku di tarîyê de veşartî nizanin.
Û ji bo ku em ji bingeha mijara xwe dernekevin, hin rewş cewhera mêran nîşanî me didin. Her wiha kî bêdengiya we hîs neke ji axaftina we jî fêm nake di dema hêrsbûnê de, qenciyê înkar dikin û pêbaweriyê winda dikin!
Tiştê ku mirovên qenc ji yên din cuda dike ew e ku rindiya yên din qebûl dikin, lê di durûtiyê de yê herî xerab ew e ku qenciya wan înkar dike û li hemberî wan quretî dike, her ku ew xwe û nirxa xwe dizane, çiqas bi qîmet be jî.
Yê ku rindî û qencî ya te û dilsoziya te înkar bike, bêguman wê xweşîya karê te jî înkar bike. Jiyana hinekan jî ev e, tu çiqasî dost û dilovan bî jî, qencî ji wan re nabe.
Di jiyana me de gelek rewş hene ku gelek kes pê re rû bi rû mane û pir pê êşiyane, lê ne bi qasî nankorî ne, ew xisletek xirab û riswa ye û yê ku spasiya kesan neke, wê neyê spas kirin!
Çend caran me di danûstandinên xwe de bi gelek taybetmendî û rûyên cihê re derbas kiriye, di destpêkê de, hûn dibînin ku we bi exlaq, cudahî û bi danûstendina xwe matmayî dihêlin, lê di dawiyê de, hûn dixwazin ku we wan qet nas nekiriba. An jî wan we nas nekirbana!
Em hemû di vê rêkê re derbas bûne an em li kesên wisa rast hatine, ji xwe gelek in di jiyana me de ne hewce ye ku ez wan bi nav bikim û gerek nake ku ez wan yek bi yek bihejmêrim û nirxekî bidin wan yan mijarê aşkere bikim
“Dibêjin ku hûn ne hewce ne ku hûn xêrê vegerînin ger hûn nikaribin, lê bi kêmanî, pir baş bin ku hûn her tiştî înkar nekin!”
Em nikarin kesên wisa ji nû ve perwerde bikin an jî dozên wiha yên kesên ku qenciyê înkar dikin derman bikin, wan ji vê nexweşiyê xilas bikin, lê divê em tenê li ser pêşkeftina xwe li hember van kesên nankor û kesayetiyên qels ên ku hatine êşandin an jî di derûnek dijwar re derbas bûne bisekinin.
Ji ber vê yekê em wek însanên normal bi kesên nankor, pîs û spasdar re hevrû dibin. Ew kesên ku we qencî ji wan re kir, û spasiya we kirin, qencî li we parast û jibîr nekirin, helwesta xweş li hemberî we kirin miqate bin, lê ku wan ew rindî di dil û wijdanê xwe de hiştin û înkar kirin dev ji wan berdin.
Ew kesên ku di hiş û ramanê de normal in û di canê xwe de saxlem in. Hinek ji wan jî ew in ku bi we re bi dilgermî tevdigerin, lê bi înkar, nankor û serhişkî bi we re rû bi rû dimînin. Ev giyanên nexweş in ku ji kîn û nefretê pê ve tiştekî din nizanin, û wateya mirovahî û dilovaniyê ji wan re nemaye û di ferhenga jiyana wan de jî hezkirin û hevborîn tune!