Here’s a list of all of our authors.
Our Authors
Rojnameger / Stenbol, Bi eslê xwe ji Heskîfa Batmana Bakurê Kurdistanê ye. Lîsansa xwe li Zanîngeha Firatê di beşa dîrokê de temam kiriye. Di ber re civaknasî û wêje xwendiye. Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Pêngav, Çirûsk, Kovara W, Nûbihar, Bar Helbest û gelek kovaran de hatine weşandin. Edîtorîya kovara muzîkê ya Ziryabê kiriye. Piştî ku di kovar, rojname û malperên cur bi cur de nivîsîye, di sala 2017an de bi awayekî profesyonel dest bi karê rojnamevanîyê kirîye û ji bo sazîyên ragihandinê yên navdewletî yên wekî Sputnik û WDR Cosmoyê edîtorî û peyamnêrî kirîye. Li Podcast Kurdîyê bernameyeke çandî, hunerî û edebî bi navê Derkenar amade û pêşkêş kiriye. Ji Tîrmeha 2020an û vir ve li Weqfa Îsmaîl Beşîkcî wekî berpirsê ragihandin û medyayê kar dike. Ji Sibata 2022yan ve li Zanîngeha Ibn Haldun bi awayekî nîvdemî dersên kurdî dide xwendekarên master û doktorayê. Nîsana 2022yan bûye wergêrê sondxwarî yê Kurdî. Herwiha ew endamê Federasyona Rojnamegerên Navnetewî (IFJ) û PENa Kurd e.2 Articles
Di sala 1994an de li navçeya Hezro ya Amedê ji dayik bû û piştî salekê bi malbatî koçî Stenbolê kirin. Di 2020î de ji beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Mûşê derçû. Heman salê li Stenbolê dest bi karê wergeranê kir, di navbera ziman û zaravayên wek Kurmancî, Soranî, Farisî û Tirkî de xebatên xwe didomîne. Wergêr.2 Articles