Di van salên dawîn de gelek pirtûkên li ser mijara fîzîka quantûm, girîngiya ramananên erênî û xeyalkirinê hate weşandin. Di van pirtûkan de tê gotin ku nifteya hêzê di destê we de ye û ji bo ku hêza afirîner ber bi we ve bê, divê qanalên frekansên xwe hûn bi xwe vebikin. Ji bona vê yekê jî gelek rê û rêbaz hene. Yek ji van rêyan êrênîkirina medîtasyonê ye.
Medîtasyon, bi hezaran salan e ku tê sepandin. Medîtasyon, alîkariya kûrbûna têgihîştina hêzên pîroz û mîstîk ên jiyanê dike.
Bi pêşenga kesên pispor, medîtasyona erênîkirinê û rêbazên enerjiya pozîtîf tê hînkirin. Piştî ku temenê meriv mezin dibe xeyalkirin lawaz dibe. Gelek sedemên vê yekê hene wekî; şikestina xeyalan, zehmetiyên jiyanê, bikaranîna teknolojiyê bi taybet bikaranîna medyaya civakî, ji xwezayê dûr ketin, rewşa derûniyê û hwd. Di vî aliyî de jî rola medîtasyonê ya aktîvkirina xeyalkirinê gelek zêde ye.
Pirtûka Rhonda Byrne ya “The Secret” ku di sala 2006an de hate weşandin, bi mijarên wekî; fîzîka quantûm, zagona kêşanê, girîngiya ramanên erênî û girîngiya frekansa ku meriv li gerdûnê belav dike gelek deng veda.
The secret, bi taybetî li ser bawerkirinê disekine.
“Bawer bikin, ger hûn çi dixwazin di mêjûyên xwe de zindî bikin û wisa hîs bikin ku ew daxwaza we pêk hatiye.”
Sedema wê jî wiha tîne ziman; “Gerdûn wekî neynikê ye û ramanên we yên zexim li we vedigerîne. Bêgûman gerdûna bêserûber û bêhempa, başî û qenciya merivan dixwaze.”
Pirtûka The Secret, li ser bingeha baweriya zanistî ya zagona kêşanê ye û îdîa dike ku raman rasterast dikare jiyana meriv biguherîne.
“Pergala gerdûnê ya bêqisûr, her kêliya jiyana me, her serpêhatiya ku em dijîn li gorî vê zagonê pêk tê. Hûn kê bin, li ku bin, hemû jiyana we li gorî vê zagonê pêk tê û ev yek jî ji aliyê ramanên we dibe. Zagona kêşanê ji hêla we ve tê meşandin, û hûn bi ramanên xwe, bi xeyalên xwe, vê yekê dikin.”
Li gorî nîvîskara The Secretê, haja zanayên wekî Eflatûn, Shakespeare, Newton, Vîctor Hugo, Beethoven, Lîncoln, Emerson, Edîson, Eînsteîn ji vê “Zagona veşartî” hebû ye.
“Helbestvanên wekî Wîllîam Shakespeare, Robert Brownîng û Wîllîam Blake, bi helbestên xwe, ev yek ji me re gotin. Ludwîg van Beethoven bi muzîka xwe, Leonardo da Vîncî bi wêneyên xwe, Sokrates, Eflatûn, Ralph Waldo Emerson, Pîsagor, Sîr Francîs Bacon, Sîr Isaac Newton, Johann Wolfgang von Goethe û Vîctor Hugo jî bi nivîs û berhemên xwe, ev yek bi me re parve kirin.”
Nivîskar Rhonda Byrne, dirêjahî balê dikşîne li ser ol û şaristaniyan ku di derbarê zagona kêşanê de agahî dane me.
“Olên wekî Hindûîzm, Kevneşopiyên Hermetîk, Bûdîzm, Cihûtî, Xirîstiyanî, Îslam û şaristaniyên wekî Babîl û Misir yên kevnar ku, di çîrok û nivîsên xwe de ev agahî dane me.”
Nivîskar, ji bo îdîayên xwe bi hêz bike cih dide gelek gotinên hin zana, fîlozof, derûnas û nivîskaran. Her wiha bi mînak û serpêhatiyên ku hatine jiyîn îdîayên xwe xurt dike û bi vê dewlemendiyê ve bala xwendewanan dikşîne.
Dr. Joe Vitale, li ser mijarê mînaka meqnetîzê dide ku tenê madeyên wekî xwe dikşîne û dibêje; “Raman sînyalên manyetîk belav dikin û ev sînyalana ramanên wek xwe dikşînin xwe. Meriv ku erêniyê bifikire erênî, neyîniyê jî bifikire neyîniyê dikşîne nav jiyana xwe.”
Nivîskar John Assaraf jî, balê dikşîne ser kişandina ramanên negatîf û herwiha pêyva “naxwazim”wekî nexweşiyeke sedsalê binav dike û dibêje:
“Gelek caran tiştên ku em naxwazin ku bijîn difikirin û mixabin ev tişt tên serê me û em sedema vê yekê difikirin. Divê em li ser tiştên ku em di jiyana xwe de dixwazin hûr bibin, ku ev yek jî bikeve jiyana me.
Nivîskar Marci Shimoff jî dibêje:
“Ne pêkane ku em her ramanên xwe qontrol bikin. Lêkolîner dibêjin ku, em rojê şêst hezar ramanan pêk tînin. Ma hûn dikarin bifikirin ka em ê çiqasî biwestiyana ger me hewl bida ku van hemî şêst hezar ramanan qontrol bikira? Lê hêmanek heye ku ji me re vê rewşê hêsantir dike ew jî “Hestên me” ne. Hestên me, ji me re dibêje ku ka em çi difikirin.”
Fîlozof û nivîskar James Ray jî, balê dikşîne ser têkiliya di navbera hezkirin û zagona kêşanê de. Ew diyar dike ku, hûn çiqas hîsa hezkirinê zêde parve bikin, hêza we ya xwezayî ya erênî jî wê ewqas zêde be û wiha dewam dike:
“Ew lihevhatina hezkirin û ramanê ye ku hêza bêserûber a zagona kêşanê pêk tîne. “Di gerdûnê de ji hêza hezkirinê mezintir tu hêz nîne. Dema ku em hezkirinê hîs dikin, em frekansa erênî ya herî bilind belav dikin. Heke hûn dikarin hemû ramanên xwe bi hezkirinê dorpêç bikin, heke hûn dikarin ji her tiştî û her kesî hez bikin, hûn ê veguherînê bijîn û jiyana we dê biguhere.
Li Gorî “The Secret” Kurteya Veşarê
Zagona kêşanê girêdayê zagona xwezayê ye, bi qasî zagona kêşanê ya erdê rast e. Tiştek nikare têkeve jiyana we ku hûn bi ramana domdar venexwînin.
Ji bo ku hûn fêm bikin ka hûn çi difikirin, ji xwe bipirsin ka hûn çi hîs dikin. Hestên me amûrên hêja ne ku, ji me re vedibêje ka em di vê gavê de çi difikirin. Ne mimkûn e ku meriv xwe xerab hîs bike dema ku ramanên baş difikire.
Dema ku ramanên we frekansa we diyar dikin, hestên we ji we re dibêjin ku hûn di wê gavê de çi frekansê de ne. Gava ku hûn xwe xirab hîs dikin, hûn li ser frekansek wisa ne ku hûn bêtir neyîniyê dikşînin xwe û gava ku hûn xwe baş hîs dikin, hûn bi hêzek bêtir başiyê dikişînin xwe.
Hin hêman, wekî bîranînên xweş, xweza, muzîka we ya bijare, ku jê re “Nîşanên Veşartî” tê gotin, hestên we diguhezînin û dihêlin ku hûn derbasî frekansek din bibin.
Hezkirin frekansa herî bilind e ku hûn dikarin belavbikin. Hezkirina ku hûn hîs dikin çiqas mezintir be, hêza xwezayî ya ku hûn bikar tînin ewqas bi bandor dibe.
Çavkanî: Pirtûka The Secret ya Rhonda Byrne