Hejmara 4an ya The Hall Kurdiyê ku li Londonê tê amadekirin hate belavkirin. Di berga kovara vê mehê de restoranteke Kurdî ya li Londonê heye.
Di nûçeyê de Çîroka Xwediya restorantê Pary Babanê tê vegotin û restoranta wê Nandine tê nasandin.
Li gorî nûçeya kovarê Pary Baban ji ber bombebarana rejima Baasê di sala 1988an de ji bajarê xwe Qaladzê derdikeve û diçe aliyê Rojhilat. Li her gund û bajarên Kurdî ku jê debas dibe terîfên xwarinên Kurdî berhev dike û di deftera xwe de dinivîsa. Di sala 1995an de jî koçî Londonê dike. Pary Baban li vir ji xwe re restoranteke kurdî vedike û wan terîfên berhevkirî li Nandineê dipijîne. Armanca wê nasandina mitbaxa Kurdî ye.
Di kovarê de resepsiyona Newrozê hatiye vegotin ku bi boneya Newrozê li Parlamentoya Brîtanyayê piştî heyama kovîdê cara yekem hatiye lidarxistin.
Yek ji mijarên hejmara çaran jî Şer û Zarok e. Derûnnas Siyabend Aslan li ser psîkolojiya zarokan ya dema şer de gotarek nivîsiye. Mamoste bi mînakan îzah kiriye ku ka şer çawa tesîr li zarokan dike. Di nivîsê de hin şîret li dêûbavan jî hatine kirin.
The hejmara Nîsanê ya The Hall Kurdî de nivîseke rexnegiriyê jî cîh girtiye. Nivîskar Necat Zivingî di gotara xwe Jin Û Tolhildan de krîtîk û rexneya pirtûka Ferhad Pîrbal ya Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr kiriye.
Wekî her hejmarê di vê hejmarê de jî hevpeyvîneke girîng cih girtiye. Keyo Yehya Çalî yê ji Kurdistana Başûr mêvanê hevpeyvînê ye. Li ser Hişê Çêkirî yê Kurdî, pêşeroja zimanê kurdî di ware teknolojî û hunera dijital de sohbete bikêr hatiye kirin.
Hunermendê hunera dijîtal yê serkeftî Hogir Ar jî di kovara Nîsanê de bi gotarekê hunera dîjîtal vegotiye.
Humermendê NFTê Aram Taştekîn ji bo Boomeran nivîsiye: NFT çi ye?
Damezrînerê projeya Trees Against Poverty Daleel Hagy di kovara Nîsanê de çîroka vegerandina guran li parka Yellowstonê mînak daye û dibê bi çandina daran li Bakurê Sûriyê jî çîrokeke wisa dikare dubare bibe.
The Hall Kurdî Nîsan bi wergereke helbestvan Zana Zengenî diqede: Bêhêvîtî Qedexe ye!
The Hall Kurdî li 3 platforman tê belavkirin.
- Malper :: http://thehallkurdi.com/
- https://issuu.com/thehallnews
- https://epirtuk.com/260-thehall
Hesabên medyaya civakî jî wiha ne:
- Instagram/@thehallkurdi
- Facebook/The Hall Kurdî
- Twitter/ @KurdiHall
Erol Başak- Damezrîner û Edîtor
- thehallkurdi@gmail.com
- Whatsapp +44 7915 413436