Nêzîkî 500 zarok di nav çar dîwaran de li benda mirinê man. Bi qêrîn û qijînê. Ji wan nêzîkî 300 kes nekarîn xilas bibin, li hemberî mirinê têk çûn.
Şewata Sînemaya Amûdê di dîroka Kurdan de bûyereke dilşewat û nepen e. Di 13ê Mijdara sala 1960’an de bi şev agir bi sînemeyê ket ku têde nêzî 500 zarok hebûn.
Çi û Çawa Bû?
Ji bo piştgiriya şoreşa Cezayirê fîlmekî bi navê Cerîmet nisif el-Leyl (“Cerîmeya nîvê şevê”) ji aliyê dewleta Msirê ve hatibû çêkirin û li pêşkêşî zarokên Amûdê hat kirin. Sînemaya ku têra 200 zarokan tenê dikir bi 500 zarokan ve hate tijîkirin. Di wextê de agir bi sînemeyê ket, di nav zarokan de tirs û xof peyda bû. Ew qisaweta vê demê tenê revê hewce didît. Lêbelê ji ber ku derî girtîbûn zarok nekarîn birevin û zêdetirî 200 zarok di nav agirê sor de jiyana xwe ji dest dan.
Bûyera beriya 55 salan di nav dilê kurdan de birîneke pêk anî ku heta niha nehatiye dermankirin.
Li ser bûyerê gelek îdîa hene ku ev bi qestî hatiye kirin.
Amûdêya ku a niha di nav sînorên Rojaveyê Kurdistanê de bi awayekî azad cih digire heta sala 2011an di destê Dewleta Sûriyeyê de bû. Ji ber vê yekê bersûcê vê şewatê dewlet tê nîşandan. Kurdên Rojava di bin zext û zordariyên rejîmên Sûriyeyê de gelek zehmet kişandine û di navbera dewlet û gelê herêmê de dijminahiyek derketiye holê.
Sedema şewatê wek ev dijminahî tê nîşandan. Ango rasterast dewlet wek kiryarê bûyara şewatê tê nîşandan.
Li aliyê din jî li gorî hin îdîayan şewat ji ber ceyranê derketiye û tu peywendiya dewletê pê re tune.
Lêbelê qilfkirina deriyan gumanên mezin derdixîne holê. Zêdebûna gumanan kiryaran digere.
Li paşxaneya gelek bûyeran lehengiyên veşartî jî hene.
Di civata Kurdan de leheng: Mihemedê Seîdê Deqorî
Mihemedê Seîd Axayê Deqorî di vê bûyerê de gelek zarok xilas kirine. Di şeva Şewata Sînemaya Amûdê de, ji sînemaya ku dişewite bi dehan zarokan derdixe û xilas dike. Di dawiyê de stûnek di ser de tê xwarê û ew di bin de jiyana xwe ji dest dide.
Ji wê demê diyalogeke trajîk jî heye.
“Ew hemû zarokên min in”
Gava Deqorî bi hewleke mezin xwe dide xilaskirina zarokan hin kes jê re dibêjin;
– Tu kurê li xwe digerî?
– Kurê te ne li wir e, va ye li wê derê ye.
Deqorî dibêje;
Ew hemû zarokên min in. Ez ne li pey kurê xwe me!
Mihemed Seîd Deqorî bi wan gotinên xwe di nav dîroka birînan de wek lehengekî navê xwe daye nivîsandin. Her ku behsa wî tê kirin civatê dike kelogirî. Bedela canê xwe gelek zarok ji sînemayê derdixe û dibe lehengê zarokên siberojê.