Li şûna deriyê sor ji mêj ve bi kelpîçên ji axê ew derî hatibû lêkirin. Ji mêj ve şêniyên wê malê, mala xwe kavil kiribûn û deriyê xwe bi kelpîçan lêkiribûn. Dema ku lawê leşker tê serdana xwediyên xwe dibîne mala wan kavil bûye, derî bi kelpîçan hatiye lêkirin. Qirêjiya ku bi ecac û talîzokê re hatiye li ber deriyê wan kom bibû. Dengê kûçikê wan ji hewşa wan nedihat. Birayê wî yê biçûk Miço nehat pêşiya wî. Wê gavê ew ket gumanên kûr. Bi xwe re got: Çima mala me her dîwarek ji wê bêdeng bûye?
Çima dengê deriyê me yê ku bi bayê qebe re diçû, dihat û dihejiya bêdeng maye?
Çima Miçoyê biçûk ez weke her gav bi bişrîna xwe pêşwazî nekirim. Lê di gavê de hat bîra min ku me yê koçî gundekî din bikira. Ez bi lez ketim riya gundê me koçê kiribû. Rê dirêj bû dûnya pir sar bû, hîn payîzê koça xwe bar nekiribû. Min riya xwe berdewam kir. Di riyê de ez ketibûm xeyalan ku ez bigihêjim malê, ez ê li ber sobê germ bibin, ez ê Miçoyê biçûk hembêz bikim, dest û rûyê dê û bavê xwe maçî bikim. Bi kenê malbata min ê germahiyek xwe li bedena min û tiliyên min ên ku tu carî germ nedibûn, weke mara xwe lê wê aramiyek xwe têxe dilê min. Ez nêzî malê hatim, min dît Miçoyê biçûk xuya dike û direve pêşiya min. Bi lez riviya xwe avêt hembêza min, min ew maçî kir û min ew kir hembêza xwe û rakir. Ez ji malê ve zêde nêzîk bûm, min dît siwareyeke spî li ber deriyê mala me ye, min di dilê xwe de got: Ev siwareya Miçoyê hevjînê xaltîka min e. Wê gavê Miçoyê biçûk jî digot xalê Mistefa hatiye mala me. Ez û Miçoyê biçûk ketin deriyê hundir hemû kesên di hundir de beriya ku ez silavê li wan bikim rabûn sekinîn. Min silav li wan kir, min dît ku civateke pir di hundirê odeyê de rûniştî ye. Diya min, bavê min, hemû xwîşk, birayên min û hevjînê xaltîka min yê ku porê wî ji ber pîr bûna wî spî bibû. Wê gavê xaltîka min jî li aliyê wî yê rastê rûniştî bû, dêmên wê henarî dikirin, zarokên wan jî bi wan re hatibûn. Wê gavê min Miçoyê biçûk ji hembêza xwe danî. Min xwe avêt destê bavê xwe, bi bêrîkirina xwe ya germ destê bavê xwe bi maçîkirinan xemiland û min ew hembêz kir. Dayîka min jî li ber min sekinî bû, li benda min bû ku ez xwe biavêjim hembêza wê. Wê gelekî bêriya min kiribû. Êdî nema hedan dikir ku min hembêz bike. Dayîka min pir bi dûrbûna min diêşiya, dema ku ez dûrî wê bûm, xeber ji min re dihat, ku dayîka min bi dûrbûna min pir dinale. Min dayîka xwe hembêz kir û destên xwe li ser qermiçokên wê re birin û anîn, di wê kêliyê de aramiyê xwe li hemû bedena min pêçand. Sobiya mala me hundirê odeyê germ kiribû, bavê min û hevjînê xaltîka min li ber sobiyê bûn. Min li dawiya odeyê nihêrî, min dît xwîşk û birayên min bişrîna wan ez hembêz dikirim. Min ew yeko yeko hembêz kirin. Awirên çavên wan ez hembêz dikirim û banga bêrîkirinê dikirin. Cixareya bavê min di nav her du tiliyan de bû, dûmana cixareyê di odeyê de mişt bibû, bavê min stûyê xwe xar kiribû, ketibû hizreke kûr, qey te digot kul û derdên dunyayê hemû li ser pişta wî bar bibûn. Ciwanê xwendevan jî li ber tilivîzyonê bû, li waneyên zimanê inglîzî tamaşe dikir û ji xwe re dinivîsand, hîngî ku pirtûk û lênûs li ber wî rêzkirî bûn, mirov nizanibû kengî zimanê kurdî dixwîne, kengî erebî dixwîne. Bavê min her dem pesna wî dida, digot: Dema ku kurê min mezin bibe wê bibe bijîşk, wê bikeve xizmeta gelê xwe yê bindest, wê serê bavê xwe û diya xwe bilind bike. Ew yê weke zarokekî kurd bibe bijîşk, Ew ê di bawernameya xwe ya bijîşkiyê de kurd were naskirin, ê neyar bizanibin ku kurd jî xwedî zanîn û zanist in, Ew yê bizanibin ku kurd li ser şopa zanistê ne. Ew pirtûkên rêzkirî, hêviyên bavê min di ber çavên min re birin û anîn. Miçoyê biçûk jî li min qeherî bû, digot: Te ji min re duçerxeya ku te soza wê dabû min neanî. Miço çûbû li ber Serbest rûniştîbû, ji Serbest re digot: Tu yê ji min re duçerxeyê bikirî, ji ber ku Hemo soza xwe pêk neanî, digot ji min re çokelata min jî neaniye. Wî û Serbest di guhên hev de dikirin piste pist, lê dengê wan digihîşit min. Serbest di guhên Miço de digot: Ew ê jê re duçerxe û çokelatê bîne. Wê gavê ez ê raketama, min rûyê Nalîn û Nêrgizê baş nedîtibû, her tim di odeya xwe de dixwendin, carna mijar û axaftina wan li ser kincên xweşik bûn, ew ê li ser rojên xwe yên zanîngehê jî bi hev re biaxivîna û zanîn bi hev re parve bikirana. Ji ew riya dirêj serma û seqema dijwar ez pûç bibûm, ez çûm odeyeke din, min serê xwe danî ser balîva xwe, min hîs nekir çawa ez ketim xewê, ew xewa şîrîn her gav çav û bedena mirovan ber bi xwe ve dikişand. Di nav zikên esîmanan de ewran xwe digihand hev, dikira baraneke bi xêr û bêr bibariyaya. Bayekî qebe dihat, hîngî ku bi hêz bû, xwe li derî û pencereyan dixist. Dixwest ku derbasî odeyê bibe. Bi dengê wî bayî ez gelek caran ji xewê şiyar dibûm, xewa şîrîn li ser çavên min koç dikir. Demeke nêzîk ma baranê bi henûniya xwe hêdî hêdî çîlkên xwe berdidan erdê û bi henûniya xwe bayê bi hêrs koç dikir, bi dengê henûn û çîlkên ku erd û dunya dixemiland, bi wê baranê dîsa ez ketim xewa şîrîn. Sibeh zû bû, min çavên xwe ji xewa şîrîn rakirin, min dît ku dayîka min bi destên henûn taşte amade dikir. Wê gavê min li pencereyê nihêrî, çavên min li xunava li ser daran û bişrîna gulan bû, baranê gul û dar şûştibûn, biriqîna wan weke bişrînekê ji min ve xuya dikir. Ez ketim bîr û xeyalên kur, dema em li mala xwe ya kevin bûn, deriyê sor nedihîşt ku bihna gulan û bişrîna daran di navbera wî re derbas bibin, bibû sînorek bihna wan gulan û bişrîna daran diniximand. Hîn çavên min li gul û daran bû, min got: Hewşa me ne mîna hewşa berê ye, ne mîna ku tijî gul û bihna gulan bû, êdî li şûna deriyê sor kelpîçên ku bi axê çêbibûn xwe bi cih kiribûn carekê dengê dayîka min dihat, digot: şîrînê li ber dilê min Hemo were taşte amade ye bi dengê dayê ez ji xeyal û bîranînan hişyar bûm, min xwe avêt odeya din dayê bi destên çavkaniya aramiyê taşte amadekiribû ne mîna taşteya me ya li leşkeriyê bû, gavek çûbû me taştê xwaribû em li pêş malê dibin tihna rojê ya ku bedena me ji sermayê diparast rûniştîbûn, wê gavê min baş Nêrgiz û Nalîn dîtibûn çavên min bi dîtina wan ronî bibû û dilê min geş bibû lê ji ber xemgînî û nebaşbûna Nalînê her gav geşbîniyê xwe ji dilê min direvand Nalîn her gav bi ser xwe de dinaliya bi nêrîna wê eger ku jiyan xweşbûya dibe hemû heyînên li ser rûyê erdê teşe xweş bûna. Hêvî û daxwazên wê bilind bûn, kesayeteke zanînhez û xwendinhez bû, her dem ez û ew diketin guftûgoyan. Min digot: Ne tenê ku teşeyê dunyayê xweş be dunya ronî ye. Di van guftûgoyên me de carinan me li hev nedikir. Dayê her tim ji Nalînê re digot: Keça min çiqas ku teşeyê te xweş be tu yê bibêjî gerek ez hîn xweşik û delal bibim. Nalînê pir ji xwe hez dikir, her tim digot: Ez ê hîn zana û çeleng bibim.
Rojeke xweş bû, em li pêş malê di bin roja bi tihn da rûniştîbûn. Nêrgiz bi ser pirtûka xwe de mijûl bibû, lê guhê wê li ser axaftinên me bû her ku em li ser mijarekê diaxivîn wê dev ji pirtûka xwe berdida, ew jî tevlî axaftinên di navbera me de dibû. Dema ku wê pirtûk dixwend Miçoyê biçûk li dora wê re dizîvirî nedihîşt ku pirtûkê bixwîne, Miçoyê biçûk weke mişkekî ku bela xwe li pisîkê bide bela xwe bi Nêrgizê dida ji ber ku Nêrgizê ji destê wî çare nedîtibû dev ji pirtûka xwe berdabû. Miço ne tenê bela xwe li Nêrgizê dida, her wiha bela xwe li Ciwanî jî dida, Ciwanî mîna pisîka li pey mişik bireve li pey wî direviya. Dema min qala demên berê yên xweş dikir, qala deriyê me yê sor dikir, dîmen û rojên berê di ber çavên Nêrgizê re diçûn û dihatin, Nêrgiz diket bîr û xeyalên kur, bişrîna nîvçomayî li ser rûyê wê xuya dibû, diranên mîna morîkên sipî dixuyan, lê di çavên jî êşeke bêhempa xuya dibû, aramiyê ji çavên wê bar kiribû. Nêrgizê digot: Dema ez diketim riya dibistanê, her sibeh min xwe di deriyê sor ve dadilqand û carnan jî ez derbasî hewşê dibûm, min deriyê sor digirt, wê gavê Serbest jî li derve dima dema Serbest dikira derbasî hewşê bibûya, didît derî girtiye çiqas li derî dida min venedikir, çavên wî mişt sor dibûn, dibû weke dînekî. Serbest şîrîn û delaliyê bavo bû, her tiştên ku wî daxwaz dikir, dibû, dema ku bavo diçû kar ew bi xwe re dibir, hin deman bavo dikira, ew bi xwe re nebiriya wî xwe dikir bela û ji bavo nediqetiya. Di roja dîndara li pêş malê û di bin roja sincirî de, çavên Nêrgizê yên ku aramî jê dizan, dema ku behsa deriyê sor bibû, aramî di çavên wê vemirtîbî. Dema Nêrgizê bîranîn digotin, Nêrgizê behsa jiyana me ya beriya koçberiyê kiribû. Digot: Jiyana me piştî koçberiyê pir hat guhertin, jiyana ku zarok roj bi roj wek gulan dibişkivandin û bihar bi rengê wan bedewtir dibû. Pîr û kalên ku li ser riyê li benda lawê xwe nediman. Ew keçên ku bi xeml û bedewbûna xwe, bextewar û şîrîn bûn. Koçberiyê hêvî û xeyalên zarokên nûbişkivî kuştin. Kê digot wê rojek were qurmiçokên kal û pîran xatir ji dîwarê ku pişta xwe dispartinê, bixwestana. Wê demê koçberî bibû weke lehîmiştekê hemû hêvî û lîstokên zarokan bi ber ketibûn.
Koçberiyê weke lehiyekê çîrokên pîran yên şevan dabûn ber xwe, gihandibûn sînorên nediyar. Keser û xemên dayîkan xwe li perdeya guhên lawên wan ên leşker dixist. Çavên dayîkan li riya lawên wan nediqetiya, destên xwe yên ku roja sincirî a tûj birijandibûm, didan ber eniya xwe, pişta wan ji dîwarên kelpîcî nediqetî, dilê wan di sînga wan de natebitî, hêstiran çavên wan guvişandibûn hev, çavên wan di qermiçokan de naxuyan. Nêrgizê digot: Piştî koçberiyê êdî em ji xweşiyên jiyanê bêpar mabûn, êdî her dayîkek ji bihna lawên xwe bêpar mabûn, êdî bejin û bala wan naxuya ku bi dîtina wê bejnê re şadî rayên xwe berde dilê ku di sîngê de zîndan kirîbû. Nêrgizê ji min re got: Çawa ê çavên dayê mişt stêrk bibin, ku bejin û bala te jê ve nexuye, çawa ê ew sînorên dûrbûnê rabin, qermiçokên dayê li ser rûyê wê bar bikin, çawa ê lehiyek mezin were xwe li dilê dayê bigre, agirê tê de bi xwe re bibe cihên dûr, bi xwe re bibe welatên dûr, ku êdî nema karibin vegerin, wê çawa aramî ji nû ve xwe berde dilê dayê. Di wê kêliyê de ji ber ew agirê ku dilê min sinciran dibû hemû şadî pûç bûn. Êşên min jî weke yên Nêrgizê bûn, lê min behsa êşên xwe nedikir, hemû êşên min di dilê min de zîndankirîbûn, min nikaribû gavekê wan ji zîndana dil derxim û bigerînim, da ku hinekî dilê min ji barê giran sivik bibe, pişt re vegerînim zîndanên kur, Nêrgizê êdî nikaribû barê giran bi xwe re bigerîne, hêza wê nemabû kul zîndankirî bimînin. Wê demê min ji Nêrgizê re got: Çavên welat li riya me ye, eger ku her xortek ji xortên kurdistanê di ber bihna dayîka xwe de be, çawa em ê azad bibin, ma wê çawa ziman û kevneşopiyên me bibin mûm li cih û deverên welatê me bên vêxistin, ma wê çawa zarok defterên xwe bi zimanê zikmakî bixemilînin, ku helbestan bi zimanê zikmakî bixwînin, ma wê çawa dengê wan bigihêje esîmanên bilind, çawa ê stêrkên asîmanan bihejin, çawa ê dengê wan bigihêje deryayên dûr, û deryayan biherikîne. Min wê demê ji Nêrgizê re got: Lê hêviyeke min heye û hêviya min ê pêk were, êşa me yê bibe şoreş, û li hemberî zilim û zorê bi ser bikeve, em ê kolanên welatê xwe yeko yeko bi mûmên azadiyê bixemilînin.