Em însan rût û tazî bi awayekî uryan tên ser rûkê dinê. Dema em çavên xwe vedikin serî pêşî em leqayî dayîka xwe û bavên xwe tên. Însan çavên xwe di nava malbata xwe de vedike û serê pêşî malbata xwe nas dike.
Malbat mala me ya pêşî ye; peyva malbatê jî ji eslê xwe ji peyva malê tê. Kesên di hundirê malekê de dijîn û bi awayekî bi hev ve girêdayîne em ji wan re dibêjin malbat.
Xirab an jî bi baş be, serê pêşî em tiştan ji wan fêr dibin. Mamosteyên me yên pêşî dê û bavên me ne. Li gorî perwerdehiya malbatê û têkiliyên wan zarok an dikevin rêyek baş an jî dikevin rêya xirab.
Hemû malbat dixwazin zarokên xwe ji xirabî û nexweşiyan biparêzin. Lê tenê bi xwestinê tişt naçin serî. Ti carî dara xweziyê şîn nehatiye û dê neyê jî.
Di hundirê malbatê de divê em girîngiyê bidin têkiliyên xwe. Divê têkiliya di hundirê malbatê de em xurttir bikin. Li malê wextê em bi hev re derbas dikin pir kêm e. Lê heger ew wextê kêm ji zarokan heta mezinan em li pêşberî teknolojiyê derbas bikin wê demê têkiliya malbatê bêhtir kêm dibe û bi demê re hêdî hêdî ji holê radibe. Ji bo ku têkiliya malbatê neyê qutkirin divê em bi hev re wext derbas bikin û li gel hev sohbet bikin. Malbatên di navbera wan de têkilî û sohbet kêm nikarin ji hev re bi rehetî bibin alîkar lê yên têkiliya wan xurt û bi hev re tim sohbetê dikin bi hev re mesele û pirsgirêkên xwe çareser dikin.
Malbatên bi hev re wext derbas dikin têkiliya xwe qewîntir dikin. Pirsgirêkên wan kêm çê dibin û pirsgirêkên çêbûyî jî zûtir û rehettir çareser dikin.
Dema pirsgirêkên zarokan çê bûn serê pêşî tên ji dê û bavên xwe re mesleyê vedibêjin. Lê heger dê û bav guh nedin zarokên xwe ew zarok dê meseleyên xwe li derve çareser bikin. Îhtîmala mezin dê ew zarok têkilî bi kesên ne baş re deynin û dê bikevin rêyên xirab. Ev rêyên xirab jî piranî cixare, eraq, narkotîk (tiryak, beng) û teknolojî ye. Malbat hemû ji van bengiyan gazindarin lê mixabin ji bo ev bengî bên çareserkirin jî gavek bi pêş naavêjin.
Her çiqasî têkiliya malbatê xurt bibe dê pirsgirêk jî kêm bibin. Heger pirsgirêk kêm bûn wê demê dê hizûr û aramî têkeve hundirê malê. Lewma heta ji mezinan bê divê ji zarokan re wext veqetînin û bi wan re sohbetê bikin.
Xelîl Cîbran di berhema xwe de dibêje: “Zarokên we ji we ne lê bi temamî ne aîde we ne. Ew rêwiyê rêya xwe ne. Hûn dikarin fikir nîşanî wan bikin lê ew ê tim li ser fikira xwe bin û dê tim li ser rêya xwe bin.”
Zarok dibe ku ji aliyê fikir ve ji me cuda bin. Dibe ku ji aliyê daxwaz û xwestekan ve ji me cuda bifikirin. Zarok zarokên we ne. Di her rewş û di her fikirî de alîkariya zarokên xwe bikin. Zarok bi ser bikevin an jî bi bin bikevin her tim li kêleka wan ji bo alîkariyê amade bin.
Wekî mezin ti carî fikira xwe li ser wan ferz nekin. Tim li wan guhdar bikin. Li gorî xwestek û daxwazên wan rê nîşanî wan bidin lê emanet bi zordarî wan neêxin rêyekê.
Dema zarok dîtin di her rewşî de hûn li ber serê wan in wê demê di navbera mezin û zarokan de têkilî xurttir dibe. Dema têkilî xurt bû wê demê jî zarok ji aliyê dêrûnî û ji aliyê mentalî (zihnî) ve xurttir dibin. Zarok ji xwe û ji malbata xwe bawer dibin. Bê tirs, bi wêrekî li pey xewn û xeyalên xwe diçin.
Zarokên we kulîlkên mala we ne.
Ji bo kulîlkan pêwîstiya herî mezin ax e (malbat).
Kulîlk tenê bi avê (pere) mezin nabin. Av ji bo jiyanê tiştekî pêwîst e lê tena serê xwe ne bes e.
Piştî têravdanê divê hûn kulîlkan derxin ber tavê (hezkirin). Heger têra xwe tav dît dê geştir bibe.
Piştî têrtaviyê divê hûn kulîlkên xwe ji kurmik û heywanên din biparêzin (ewlehî).
Dema kulîlkê dît kesekî zerarê bide tune ye zêdetir geştir dibe.
Heger hûn li gorî pêdiviyê gubrê (pêdiviyên fîzyolojîk) li ser axa kulîlkê bireşînin dê kulîlk zexmtir bibe.
Kulîlk ji axaftina delal fam dikin, dema we bi baldarî û bi hezkirin bi wan re sohbet kir wê demê kêfxweş dibin. Çawa meriv guh bide kulîlkên xwe divê wisa jî meriv guh bide zarokên xwe.
Tenê ne zarok divê navbera dê û bav jî baş be. Dê û bavên ku bikaribin li hev rûnin, sohbet bikin û pirsgirêkên xwe li gorî mantiqê çareser bikin dê bikaribin bi hev re her tiştî biafirînin û dê bikaribin mala xwe bikin qesrek ji qesrên bihuştê. Lewma her tişt ji dê û bav dest pê dike.
Li gorî hin baweriyên mîstîk dinya din, bihuşt û dojeh tune ye. Bihuşt û dojeh li ser rûyê vê dinê ye. Heger meriv bixwaze meriv dikare li vê dinê ji xwe re bihuştê ava bike û jiyanek xweş bijî. Heger meriv bixwaze dikare vê dinyayê bike dojeh li xwe, li malbata xwe û li derdora xwe. Meriv bi rehetî dikare jîyanê xweş bike an jî biherîmine. Lewma ji bo dinyayek bihuşt têkiliyên di navbera me însanan de divê xurt bin. Divê bê pêşfikir û bi hurmet û bi hezkirin meriv li hev guhdarî bike. Meriv bi hev re dighîje xweşiyê. Ji bo xweşiyê dê, bav û zarok divê bi hev re gav biavêjin û ji hev fam bikin.
Bîranên xweş têkilîyên xweş ava dikin. Dema meriv li gel malbatê ji xwe re fîlmek neqand û meriv ew temaşe kir divê meriv di neqandina fîlmî de bi baldar be. Li gorî pirsgirêkên malbatê an jî ji bo meriv fikrekî ji malbatê re vebêje sînema alavek baş e.
Sînema tenê ne ji bo wextê vala ye. Bi sînemayê meriv dikare pirsgirêkên di navbera malbatê de çareser bike. Gelek fîlm hene li ser têkiliyên malbatê disekinin û bi saya wan fîlman hem zarok û hem jî mezin bi rehetî dikarin empatiyê bikin û ji hev fam bikin.
Di hemû fîlman de teqez malbatek di hundirê mijarê de cî digre. Li derdora malbatê jî hin pirsgirêk her tim diqewimin. Lê dema dê, bav û zarok dil kirin bi rehetî pirsgirêkên xwe çareser dikin. Dema pirsgirêk çareser bûn, wê demê malbatek bextewar derdikeve meydanê.
Heger hûn bextewar bin û hûn ji bo malbata xwe têbikoşin û dê bextewariya wê zêdetir bibe. Malbata we cîhana we ye. Xweşkirina cîhana we tim di destê we de ye.
Fîlm: Mr. Popper’s Penguins
Di fîlmî de komedyenê hosta Jim Carrey cî digre. Jim bi rolê Mr. Popper derdikeve pêşberî temaşevanan. Mr. Popper mirovekî jêhatî û di karê de xwe de serkeftî ye. Lê heman jêhatîbûnê di hundirê mala xwe de nîşanî malbata xwe nade. Ji ber kar û barê derve wext ji malbata xwe re venaqetîne û ev yek jî dibe sedema ji hev cihêbûnê. Ev pirsgirêk di jîyana modern de derdikeve pêşberî gelek malbatan. Dema bav bêhtir girîngîyê bide karê xwe wê demê pirsgirêkên malbatî derdikevin meydanê. Çareserkirina pirsgirêkan jî ji sohbet û bi têklîyên xurt derbas dibe.
Hevjîna wî tevlî kur û keça xwe ji cem Mr. Popper koç dikin û derbasî maleke din dibin. Rojekê ji bavê Mr. Popper kargoyek tê û hundirê kargoyê de şeş heb pengûen derdikevin. Bi saya pengûenan Mr. Popper dilrehm dibe û ferq dike ku neheqî li malbata xwe kiriye. Bi saya pengûenan ji malbata xwe re wext vediqetîne, girîngiyê dide têkiliyên malbatê û wezîfeya xwe ya bavtiyê tîne cî. Ev yek dibe sedem li hev hatina hevjîna wî û malbata Mr. Popper cardin li hev kom dibe û bi bextewarî dijîn.