Di mîtolojîya Mezopotamyayê de mirovê pêşî hatîye afirandin Adapa ye. Di lîsteya keyayên Sumerê de keyayê yekem e. Qralê bajarê Eîdug, kurê Enkî ye.
Sumerîyan jê re Abgal, Akadîyan Apkallu gotin. Wateya wê ya Akadî “Adamu” (Adem) yanî mirovê mêr e. Di Kurdî de Evdal e. Mirovên zana yên guh nadin pêşanî û nimayişê Evdal in.
Ji nesla xwedawendan e. Ji ber bayê başûr (lodos) keleka wî diqulibîne, baskê bê dişkîne û xwedawend Anu diqeherîne.
Hîmanderê wî xwedawend Enkî (Ea), ji bo li bihûştê tiştekî nexwe wî hişyar dike, bi vî awayî rêya nemirîyê li ber digire. Ji bihûştê tê avêtin.
Berya mîladê di sedsala sêyem de (B.Z 300) astronom û dîroknasê Babîlî, keşeyê Keldanî yê perestgeha Belê, Berossus ji arşîvên perestgehê gelek çîrokan berhev dike û wiha dinivîse:
“Ew, cara pêşî ji deryaya Erîtreyê derket. Dema roj çû ava vegerîya deryayê û şev di kûrahîyê de derbas kir. Piştre, heywanên din yên weke Oannes ji deryayê derketin.”
Enkî xwedawendê jidayikbûnê, avê, zanyarîyê, şaristanîyê, sêhrê û hunerê ye. Xwedawendê Apsuyê Enkî (Ea), Apkalluyan bi rêya Apsuyê dişîne cîhanê. Apkallu, ji ava şîrîn ya binê erdê ku navê wê Apsu ye derdikeve.
Di destana Erra ya Babîlê de behsa Apkallu wiha derbas dibe: “Heft Apkalluyên Apsu, masîyên saf yên puradu li ku ne? / Ew ên di zanyarîyê de mîna mezinên xwe Ea bêkêmasî / Kî dikare laşê min pîroz bike?” (Helbesta Errayê; Tablet 2)
Ev mirovê cilê masîyan lê, yan jî nîv-masî nîv-mirov mîna mirovan diaxive, hem li bejahiyê hem li behrê dijî. Ew serwerê heft Apkallûyan e, ku pê re ji behrê dertên û kesayetên zanyar in.
Li gor Berossus navê heft Apkalluyan ev in: Oannes, Annedotos, Euedokos, Eneugamos, Eneuboulos, Anementos ve Odakon. Ev nav bi awayê Uanna, Uannedagga, Enmedagga, Enmegalama, Enmabuluga, Anenlilda, Utuabzu (Adapa) jî têne zanîn.
Di çanda mezopotamyayê de ji ber berya wî jîyana mirovan mîna ya heywanan bû, Oannes lehengê medenîyetê ye. Wî mirov fêrî nivîsê, bîrkarîyê, çandinîyê û çêkirina bajaran kirin. Ev dem hezar salan domîya.
Heft Apkallûyan bajarên berya tofanê yên weke Erîdu, Ur, Nîppur, Kullab, Kîş, Lagaş û Şuruppak ava kirin. Bûn şêwirmendên keya û qralan. Pîştî tofanê ev bajar winda bûn û ji Apkallûyan êdî xeber nehat.
Piştî tofanê Ummanu (Zenaetkar) ketin dewsa Apkalluyan. Li gor destana Errayê, xwedawendê tofanê Marduk ew sirgûnî Apsuyê kirin.
Îkonografîya Apkalluyan li gor serdeman guherîye. Apkallû manendên Enkî yê xwedawendê avê bûn. Di destê hemîyan de heman satil/çente hebû.
Hinek ji wan mirovên bi pelerînê çermên masîyan hatine sewirandin. Li gor Berossus Apkalluyê yekem Oannes welê bû. Dibe ku yên mîna mirovan Ummanusên piştî tofanê bin. Hinek ji wan zilamên rûyê eylo, laşê wan yê mirovan e.
Bi piranî li serê Apkalluyan kumzirxê bi qiloç heye. Li mezopotamyayê ev nîşana xwedawendîyê ye. Bi piranî sisê yan çar baskên wan hene. Li ser qevd û zendên wan bazinên rozet yan jî tizbî hene.
Di destê çepê yê Apkalluyan de çenteyekî destan heye. Ev dewlik in ku ava pîroz di wan de ye. Di Akadî de ev av wek Banduddu tê binavkirin. Vê avê, bi rêya gûzika çamê ya di destê rastê de direşînin. Ji vê gûzikê re di Akkadî de Mîlullu tê gotin. Wateya vê rîtuelê paqijbûn e ku îro jî di Xirîstyanî, Bûdîstî û Hîndûîzmê de heye.
Heger di destê çepê yê Apkalluyan de, di cîyê dewlikê de gurzek kulîlk, tizbî yan gopalek hebe, destê rastê vala ye û berê kefa dest li temaşegeran e.
Dewlikên ava pîroz yên Apkalluyan li ser sitûnên Girê Mirazan jî hatine neqişandin. Girêmirazan 9000 sal berya mîladê, dawîya serdema qeşayê hatîye avakirin. Dîyar e çend hezar sal berya Sûmerî û Asûriyan, li Kurdistanê heft Apkallu dihatin zanîn. Li ser sitûneke Girêmirazan rolyefa sisê dewlikan (Banduddu), li bin wan gûzikên çamê (mîlullu) û sîqalka ku Apkalluyên serê wan eylo bi bîr tîne hatîye neqişandin.
Rolyef û vegotinên heft zanyaran di nav gelek gelan de hene. Olmekî, Hindî, Efrîkî, Awistralî û Yûnanîyan jî bi awayên nêzîkî hev behsa heft Apkalluyan kirine.
Li Meksîka çanda Mayayan de mirovên masî hene. Di pirtûka wan ya pîroz Popol Vûh de wiha derbas dibe: “Dîsa derketin. Herdu jî mîna masîyan xuya dikir. Bûn xelaskarên xelkê. Xirabî tune kirin û lêxistin çûn.”
Li gor efsaneya Nommos ya qebîleya Dogon ya rojavayê Efrîqa, hostayê avê “Nommosê li bej û behrê dijîya mîna masî bû.”
Zanista îro destnîşan dike ku piştî pêkhatina cîhanê bi milyon salan, jîyan ji binê deryayan dest pê dike û piştre li bejahîyê belav dibe. Yanî bi awayekî din, zanist û çîrok/mîtos hev piştrast dikin.
Di encamê de heft zanayan şaristanîyeke bêhemta dîyarîyî mirovahîyê kirin û vekişîyan. Kanî ew heft zanayên îro mirovahîyê ji vê pûçbûnê xilas bikin!
(Ji bo agahîyên berfirehtir: https://grahamhancock.com/dmisrab14/#sdendnote3sym)