Nivîskar Rengîn Amêdî, Stockholm
(1)” Her çende erd û esman ji hev veqetî xuya bibin jî lê ew bi hevre girêdayîn e. Çi li erd diqewime, şirova wê li esmanan heye’ kevintirîn nîşyeya stêrknasîyê bi xetê bismarî, vegêrandin.
Francesc Rochberg
Mirovên berê li esmanan ne dinêrî bi awayê ku em iro lê dinêrîn. Eger berhevîyek bê kirin, esman, mobîl telefona wan ya zindî ya wê demê bûye. Bi rêya wê ekrana berfireh ewan berdewam çavdêrîya wext, werz, demsal û veguheztinên seqayê kirine.
Bi rêya wê ekrana efsûnî wan li Sînema, orkestra, şano, xelekên sema, rituel, pêşbirkên helbestan, pêşengayên kevalan, bûltenên nûçeyên şer û bihevçûnan, filmên porno temaşe dikirin ku di hemûyan de xwedawend, arketîpên mitolojîk û ajelên efsûnî leheng, lîstîkvan û influencerê wan bûne.
Google a wan tune bû lê wan enerjîyek zindî, afirîner, hişmend û bi bersiv li dora xwe û li her derê hîs dikir lewma bi rê û amrazên cûrbicûr hewil dane xwe bigihînin hişê wê enerjîya afirîner da bersiva pirsên xwe ên giring û çarenûssaz bistînin.
Ew hêz û enerjîya balkêş, tim û dayîm di liv û guhartinê de bûye lewma mirovan hewce dîtîye ku bi berdewamî çavdêrîya wê bikin. Ew ne mîna xweda yê olên sazûmanî bû ku piştre hatin damezrandin. Xweda yê ku pirtûkên xwe nivîsandin, şîret, wesîyet û gotinên xwe yên dawî kirin û li gor zagona herî giring a jiyan û hebûnê ku zagona guherîn û guhartinê ye, xwe kuşt. Jiber ku dema te peyivek nû nema bibêjî, şirovek nû nema bikî li ser bûyer, pêdivî û guhartinên jiyanê ên berdewam, ew tê wê wateyê ku te mirina xwe ragihandîye.
Di wê wateyê de civaka mirovatîyê bo rêkxistina jiyana xwe, şopandina ritmên kozmîk, misogerkirina hebûn û man a xwe, zanîna çarenûsa xwe berdewam di lêgerînê de bûn ku bigihîjin hişê afirînerî, wî têbigihîjin û bi wî re têkilî daynin. Yêk ji wan rê û rêbazên giring di demên kevnar de, çavdêrîya berdewam a asmanan bûye ku piştî demekê wek e Stêrknasî hatîye binavkirin û bûye bingehek giring ji bo dariştina zanistê Astronomî ye.
Zagrosiyên despêkê rêza çiyayên xwe yên bilind û asê weke wêstgehên bêhinvedana xwedawendan, perestgeh, goristana eslafan û bircên çavdêrîya asmanan didîtin. Bi berdewamî liv û tevgerên hesaran, stêrkan û atwarên heyivê çavdêrî dikirin lê a herî giring jî buyî wan çavdêrîya tavê bûye.
Piştî zivistanên sext û dijwar, berf û aşotên giran, ba, bahoz û barovên kuşinde ew li benda wê grovera zêrîn bûne bi hemû spehî û hêza xwe, xuya bibe û bi teyise. 21ê Adarê di wê wateyê de hêvîya wê bendewarîyê bûye. Roj têde bilind dibû ji xala herî dûr a rojhelatê û ava dibû ji xala herî dûr a rojavayê. Tîrêjên wê bi temamî li ser ekvatorê perpendîkular dibûn û roj û şev biqasî hev lêdihatin, her yêk ji wan 12 saatan didomî û wiha esmanan eknoksa biharê radigehand. Ewan ew roj weke roja herî pîroz a salê temaşe kirin e.
Dema ku dadikevin deşt û çolên başûrê Mezobotamiya û weke sûmerî tên nasîn, ew li ser şêwe ya Zagrosê, Zaggurat anku Zigguratan ava dikin û bo heman mebestan bikar tînin ku Samuel Noah Karmer di pirtûka xwe de (In the world of Sumer) bi berferehî peywendîya di navbera Zagrosiyan û Sûmeriyan de şirove kiriye.
Li Ziggurata Ur ê û li ser bingeha zanabûnên xwe yên kevin û zanyarîyên xwe ên stêrknasîyê cejin, ayîn û arketîpên xwe yên mitolojîk rêkdixin û bi nêrînek berfereh û hevgirtî ramana teorîya destpêbûna hebûnê, mirinê û jinûve zayînê ava dikin û tomar dikin.
Li gor tomarên dîrokî, Sûmerî yêkem bûne di organîzekirina pergalek stêrknasî ya hevgirtî û yêkem bûne di bikaranîna stêrknasîya hilbijêr (Electional astrology) de ku ew jî beşek kevnar e ji stêrknasîyê, têde roj û katên mifadar û kêrhatî tên destnîşankirin ji bo pêkanîna çalakî û bûnên giring di jiyana tak û dewletê de.
Helbijartina rojên cejin û mihrîcanan jî li ser wê bingehê bûye, lewma berîya 5300 sal BZ û di 21 Adarê de Sûmerîya cejna Zag-Mug ( em cardî rasteyî birge peyiva Zag dibîn ) weke sersal pîroz kirine. Wateya wê jî heman wateya Newrozê ye ku rojek nû ye.
Zag- Mug pîroz kirine bi awayê ku em îro Newroz ê pîroz dikin. Li meydanan kom bûne, sema kirine, mêvandarî dane û qurbanî serjêkirne.
Jiber ku cejin û rituelan pêwîstî bi mitolojiyan hebûye, wan roja hevjînîya pîroz di navbera Inana û Dûmuzî lê bar kirin e weke hêmayek despêkirina werzê xusubet (Fertility) û zayinê, werzê cotbûn, cotkirinê û tov avêtinê û hersal di heman wextî de dubare pîroz kirine.
Heman Sûmerî, dema tên berî 2000 salan BZ yêkem nexşeya Stêrknasîyê xêz dikin û dikeve tomara cîhanî de, wê nexşeyê bi roja 20/21 Adarê dest pê dikin, dema ku tava biharê dikeve bircê Kavir ( ku ji bircên xwedî elementê agir e )! Ew nexşe û piştî bi hezaran salan û heya roja me ya îro, ji alîyê stêrknasan ve û li hemû cîhanê tê bikar anîn.
Di wê wateyê de Newroz cejn û sersala stêrknas û stêrknasîyê ye li hemû cîhanê. 21 Adarê her sal ligor navenda Stêrknasîya Global roja despêka dewreke nû a jiyan û hebûnê ye.
Puxte:
Cejna Newroz ê cejnek gelek kevnar e li axên mezobotamîya. Mihrîcanek xwezayî bûye, wek e cejina Zag-Mug hatîye nasîn û pîroz kirin. Rituel û wateyên mitolojîk lê hatine zêde kirin û Ligor Stêrknasîya helbijêr ew wek e rojek bi mifa û bextxweş dîtine bo despîkirina çalakîyên giring di jiyana tak û dewletê de, bo mînak pêkanîna hevjîniyan, roja destbikarbûna padîşahan, dest pê kirina serhildanan li dijî hukumdarên zalim, mizginî dayînan û ragihandina serketinên siyasî lewma bi berdewamîya dem bûn, çalakî, buyer, serhildan û çîrokên mitolojîk lê hatinê zêde kirin ku roja me ya iro jî Newroz bikar tê jiboyî çalakîyên giring, mizgînî dayinan, ragihandina serkeftinan û wiha bi berdewamî gel û neteweyên deverê serkeftinên xwe, serhildanên xwe û hêmayên xwe lê bar kirin e.
Nîşe:
– Babetê Stêrknasîyê babetek dirêj û kevnar e li welatê me. Berî kû di medresên islamî de li Kurdistanê di nava 12 ilman de bê xwendin, ew herdem yêk ji babetên giring bûye di hişmendîya civakên me de û rengvedana wê di bawerî, hûner û wêjeya kurdî de diyar e ku babetek lêkolîn ê ye û dişê bibe babetê pirtûkek ê.
– Mirov dema dixwîne û lekolîn dike, dibîne herdem Sûmerîyan didin pêş lê şaristanîyek mezin û hêja ku di heman wextê Sûmeriyan de hebûye ew jî şaristanîya Elamê ye ku paytexta wê Şoş bû, bi rengek ji rengan tê paşguh kirin ku Walther Hinz di pirtûka xwe de (The lost world of Elam) şîrove dike û delîlan nîşan dide ku Elamî bav û kalên Kurdên Lor bûne.
– Hejmarology a Newrozê û girêdana wê bi Sûmeriyan ve bala min kêşand. Di hejmarology de hemû jimare komî hev dibin û pêwîste di 1–9 de bên diyar kirin (jiber ku 10 jimara vegerîna despêkê ye 1+0 = 1). Hejmara Newrozê 3 ye, jiber ku 21 dibe 2 + 1 = 3 û di meha 3an de ye. Hejmara 3 li ba Sûmerîya hejmarek metafîzîk bûye, Ziggurat 3 qat çêkirine, merdîwenên navbera qatan de 3 bûne û gelek hejmara 3 di metnên wan de diyar dibe (3 hêzên afrandina destpêkê hebûne, made ya destpêkê Nimo, zemanê despêkê Uria û cihê destpêkê AN- kî ku dibûn e sê gûşe ya hebûnê, di Hindosîyê de dibe Brahma, Vişno û Şîva, li cem Misiriyan dibe Izis, Ozerîs û Horos û di ola kiristiyanan de dibe Bav, kûr û ruha Qûdsê). 3 hejmara gihiştina tevahîyê ye lewma Rûh, Hizir û Ceste Sê ne û bi yêkbûna wan em û hemû hebûn di gihîjîn rewşa wîsalê û di tebitîn.
Çavkanî:
(1) The Heavenly Writing By Francesca Rochberg.
(2) The Land of Sumer, Samuel Noah Karmer.
(3) James George Frazer in the second edition of his study (The Golden Bough).