Romana Belqitî ji 25 beşan pêk tê. Em romanê beş bi beş bi kurtasî rave bikin. Em ê bibînin ku roman çawa diherike. Gundê Bareşê ku girêdayî Diyarbekirê ye, ji 80 malan pêk tê. Gund li qûntara Girê Bareşê hatiye avakirin. Ew gund, gundê Belqitî ye. Rêzdar Xurşîd Mîrzengî ewil mal û malbeta Belqitî dide nasîn. Sê zarokên Êma ya bî hene: Dilo, Dijwar û Belqitî. Belqitî dest bi diziyê dike. Xirtoyê Kerr dikeve telê ku Belqitî vegirtîbû. Belqitî ji bo ku gumana diziya mirîşk û qazan li ser xwe biavêje roviyan bi saxî digure û ji diranên roviyan tizbiyekê çêdike. Mela Sofo cezayê ku gundiyan li Belqitî birrî qebûl nake. Belqitî bi navê Şêrko li gundê Korenewalê wek şivan derdikeve li hemberî me. Belqitî zêrên Nêrgizê didize û lê dixe, diçe. Belqitiyê berê çûye, li şûna wî Keko hatiye bajarê Diyarbekirê.
Keko li hemberî dewletê ku zilmê li xelkê Diyarbekirê dike radibe. Keko û hevalên wî zêrên Dûrmîş Oztirk û derpiyê jina wî didizin. Keko îcar nameyekê ji Satilmîş Efendî re dişîne û wê derûniya wî tevlihev dike. Nameyek tenê dibe mijara bajêr. Haja gundiyên Bareşê ji Keko (Belqitî) çêdibe û ew matmayî dimînin. Dûrmîş Efendî ewil ferc dibe, paşê dimire. Fişek Oso tevlî çîroka Satilmîş Efendî û Hatçeyê dibe. Em xwîner hîn dibin ku navê Belqitî yê fermî Mihemed Can e. Keko û Rîzo diziya mala Satilmîş Efendî dikin. Satilmîş Efendî diçe ziyareta Sarî Baba, tobe dike, dibe sofî. Keko tizbiya ji diranê roviyan çêkirî li mala Satilmîş Efendî jibîr dike, ew jî dawiya çîroka wî tîne. Belqitî îcar bi navê Şêx Şêrko derdikeve hemberî me û ji bo zarokan li diyarê xirban ziyareta xwe ava dike. Şêx Şêrko bi 21 kosiyan Mêrga Ziyaretê pîroz dike. Bi îxbara Cewzoyî, Keko tê girtin.
Belqitîbûn çi ye? Gava ku diya Belqitî ji wî re gotibû, belkî roviyan çaroxa te birin. Hingê roviyek dikeve kemîna Belqitî û ew jê re dibeje: “Ez û nijada te, dijminên hev in.” (Rûpel; 25). Belqitî ji vê şûnde dest bi nêçîra roviyan dike. Roviyan hepis dike, hevsar dike, bisaxî digure. Lê tiştê balkêş ev e ku ew heyfhilanîna Belqitî di pêşeroja wî de vediguhere nijada Tirkan. Gava ku Belqitî diçe bajarê Diyarbekirê îcar bi navê Keko dest bi nêçîra karbidestên dewletê (wek Dûrmîş Efendî, Satilmîş Efendî) dike, mal û milkê wan didize, li pêxwas û belengazên bajêr belav dike. Bi vî teherî dişibe Robîn Hood.
Em bidomînin, Belqitî heyfa xwe ji kesî re nahêle. Belqitî heyfa xwe ji bêbavbûnê hiltîne. Sedema Belqitîbûna Bahoz, civak e. Civakên bêrehm û bêînsaniyet Belqitiyên xwe diafirînin. Civak sedem e, Belqitî encam e. Çîçîkovê Gogol û Peçorînê Lermantov û Belqitiyê Mîrzengî dişibin hevdu. Lewre hersê karakter neynika civaka xwe ne, hersê karakter rismên civaka xwe ne, hersê karakter berhema pêvajoyekê ne. Di Belqitî de hemû taybetiyên me yên karakterîstîk hene. Di her Kurdekî de rastî û parçeyeke Belqitîbûnê heye. Jixwe yê Belqitî îxbarkirî jî Kurdek e, Cewzo bixwe ye. Gava ku Belqitî vediguhere mirovekî qenc, hingê ferqa Belqitî, ji ya Çîçîkov û Peçorînî ve derdikeve holê. Ya ku di Belqitî de Keko derdixe qedexeyên dewletê ne. Nexasim qedexeyên li ser zimanê Kurdî. Belqitî diçe Diyarbekirê û zilm û zordariya li xelkê Diyarbekirê tê kirin, dibîne. Hingê ew dibe Kekoyê her kesî, Kekoyê gelê Kurd. Keko dibe qehremanê gelê xwe, lehengê mirovên mîna xwe. Rêzdar Xurşîd Mîrzengî dixwaze em rastiya Belqitîbûnê bibînin.
Ziman û rêzimana Mîrzengî xwerû Kurdî ye. Romannûs Belqitî bi devoka Amedê nivîsiye. Her devok ji bo zimanê Kurdî dewlemendiyek e, derfetek e. Divê her nivîskar ewil hakimê devoka xwe be, paşê hakimê zimanê xwe be. Mîrzengî jî hakimê devoka xwe ye. Devoka wî gelek kêrî wî hatiye. Jixwe di dawiya romanê de ferhengokek jî heye. Di ferhengokê de hemû peyv û biwejên devokî hatine nivîsin û danasin. Romannûs bi devoka Amedê romana xwe gurr û geş kiriye. Di romanê de gelek nifir jî hene. Roman bi nifiran bihêz û cuda bûye. Jixwe navê serleheng (Belqitî) jî nifirek e.
Mîrzengî bi biwêj û gotinên pêşiyan romana xwe tekûz û hêzdar kiriye. Ji wan çend mînak: Çavê li deriyan, xwelî li seriyan. Tobe dax, li destê sax. Çêleka qûnbirêx. Hîn ew nîna ye, tirrnîna li para ye. Zebeş nediçû binê çengê wî. Min pêçiya xwe bîn nekir. Boçika kûçik heft salan kirine qalib, dema derxistine, dîsa xwar e. Xwîn bi xelkê didan qusandin. Ji berê de em ji xelkê re masiyan, ji xwe re kûsiyan digirin. Zikê zarok tijî ye, lê nikare biaxive. Dema ba li ser bêdera meriv neyê, meriv nikare suwe jî li ba bike. Binê zimanê te şil e. Jinê bîne ji eslan, kêrê bide weslan. Quzê dêlegurê bi te re ye. Kurmê şîrî heya pîrî. Destê dirêj, yek jê zilm e, yek jê rehm e. Mirîşk di xewna xwe de garis dibîne.
Wekî din, Mîrzengî bi cotpeyvên çêker, wêjeyeke balkêş bidest xistiye. Mîsal tenê di rûpelekê de (Rûpel; 17) bi peyva sêwî sê cotpeyvên çêker hene: Sêwiyê çilmo, sêwiyê beredayî, mişkê sêwî. Çend mînakên din: Ezbeta roviyan, jinebiya serbirişk, cûbirê cuhê, qebraxê pincikê, kerrê reşimî, şikefta keftaran, kuliya temûz û tebaxê, nêriyê payizê, çemçikê mehîrê, jehra qesemê, gurê meha sibatê.
Çapa yekem a Belqîtî ya Xurşîd Mîrzengî di sala 2004an de ji Weşanên Komalê derketiye. Çapa di dest me de ya duyemîn e. Ew jî di sala 2015an de ji Weşanên Nûbiharê derketiye. Karê edîtoriyê Suleyman Çevik, yê pelsaziyê jî Huseyn Şemrexî kiriye.