Berfê da guliyên daran
Û kulîlkên te yên herî yeman çilmisîn
Dilo serî netewîne!
Lewra zivistan e dem û sal.
Zivistaneke reş û bêper
Û em dorpêçkirî ne ji çar aliyan.
Lê, bifikire dilo!
Li bihara ku dê bi şer were bidestxistin bifikir.
Li dost û ew bêwarên ku têdikoşin bifikir.
Dê zîl bidin tov ji bin berfê
bi hatine vê havînê.
Dê her êşek te bi dilşadiyekê,
Têr û tîje derbas bibe.
Rêyek din tune ye dilê min.
Em ê bi saxî derkevin ji van êşan.
Çunkî bêhêvîtî qedexe ye!
Û strîna stranên têkçûnê jî.
Çunkî artêşa hêviyê dimeşe
Û bi hêviyan bêhêvîtiyê dikuje.
1972 – Metin DEMİRTAŞ
Ji Tirkî: Zana Zengenî, 2016