Pary Baban kebaniyeke serkeftî ya Kurd e li Londonê û bi navê Nandine du restorantên wê hene. Nandine peyveke orjînal a Kurdî ye û tê wateya mitbaxa roja îro. Di mitbaxa Pary Babanê de tenê û ji sedî sed xwarinên Kurdî dipijin.
Çîroka Pary bi bombebarana rejîma Baasê destpê dike.
Sala 1988an êrîşeke mezin bi ser bajarê wê Qaladzê de tê kirin. Bajar tê rûxandin. Dora 500 mal jê koç dikin. Malbata Paryê jî koçê Îranê dike, ew diçin cem xizmên bapîrê wê yên li Serdeşt, li Rojhilat.
-Em ewil çûn çiyayê Qendîlê. Ji gundên derdorê Qendîlê derbas bûn. Li her gundekî xwarinên nû bala min kişandin. Cara pêşî min xwarina dandok li maleke li ser sînorê Giwêzê xwar û zor xweş bû. Li Serdest xelk diçin zozanan penîr çêdikin, dims çêdikin, xwarinên kurdewarî çêdikin. Beleçok min li wir dît. Kundiran perçe dikin, li ber tavê hişk dikin û dims dikin ser û wisa dixwin. Jê re dibêjin beleçok. Yekem car li mala mamekî bavê min sengesîr dît. Genim û birinc û nîsk û nok hemû dikelînin û goştê kîvroşkê dixin nave. Zor xweş bû. Li Serdeşt, Xane, Mûkriyan ev xwarin tê çêkirin. Dişibe kelecoşê lê ferqa wê goştê kîvroşkan e.
Lê meraqa wê ji xwarinan re hêj di piçûktahiyê de heye. Dapîr û xaleta wê kebaniyên baş bûne. Pary ji dapîra xwe fêrî çêkirina xwarinan bûye. Cara yekem jî 13 saliya xwe de xwarin çêkiriye.
-Rojek mêvan hatin. Bapîrê min got xwarin çêke. Şêx Sedredîn hatibû, mezinê herêma Qaladzê bû. Kes li mal nebû. Lê xaleta min ji êvar de yaprax hazir kiribû. Bapîra min got tu dest pê bike ez ê aliyê te bikim. Min çend xwarin çêkirin. Hemû xweş hatin. Min yaprax jî çêkir. Lê ji ber ku min av hindik xistibû hemû yaprax şevitîbûn. Meraqa min ji çêkirina xwarinan re di piçûktahiyê de hebû. Her tim diçûm ber tenûrê min li dapîra xwe û xaleta xwe dimeyîzand ka çawa nan dipêjînin. Dapîra min doşav û hesîle xweş çêdikir.
Pary Baban di 17 saliya xwe de dibe koçber. 4 sal li rojhilat dimîne. Li her gund û bajarê ku lê dimîne bala xwe dide xwarinên wan û gava xwarinên nû dibîne terîfên wan di deftera xwe de dinivîse. Her wisa terîfên 25 xwarinan tomar dike.
-Ez diçûm zanîngehê lê ji ber bombebaranê xwendina min nîvco ma. Gava em ji Qaladzê derketin min defterek bi xwe re bir. Li Qendîlê xelkê li ser daran roja ku ji wir derbas bûne xêz dikirin. Min jî nivîsand. Min got heke rojek vegerim ez ê lê binêrim. Di rêwitiya ber bi Serdeşt de gava min xwarinek dîdît min terîfên wan hildida û dinivîsand. Li Giwêzê em ligel malbatekê man. Xanima malê bi şev savar çêkir û gelek giyayên ji çiyê xiste navê. Zehf xweş bû. Min qet tas kebabî nedîtibû. Wî tas kebabî çêkir. Gelek tesîr li min kir. Min cara pêşî terîfa wê nivîsand. Catir (kekîk) hişk kiribû. Û ji wê catirê xistibû nava xwarinê. Tehma wê zor xweş bû.
Di sala 1995an de biryar didin û tên Londonê. Pary bi zarokê xwe yê diduyan ducanî bû. Mêrê wê li taxa Elephant and Castleê malek dikire. Dîsa li wê deverê dezgeheke piçûk vedike û li ser kolanekê rojname, sandvic difroşe. Pary ji aliyekê ve telbê zarokên xwe dike ji aliyê din ve li ba mêrê xwe dixebite. Lê dest ji xwendinê û xwe gihandinê bernade. Diçe qursa Îngilîzî, diçe qursa por birînê, diçe qursa terapiya xweşîkbûnê. Lê xeyala wê ew bû ku dixwest restoranta xwe veke.
-Li ser dezgehê, me tenê rojname, çoqleta, cîps tiştên wisa difirot. Lê Xelkê dipirsiya çima tu sandivîc dirûst nakî, çima çay nayînî, çima qehwe nayînî. Sandvîcên hazir dihatin lê ne xweş bûn. Min ji mêrê xwe re got em çima ya xwe çênakin? Min li malê qutilk çêkirin û kirine nava nanê wek sandvîç min firot. Xelkê gelek jê hez kir. Piştre min pincar sor kir li malê ligel hêlkew, piyaz û zerdeçal min xiste nava nanê Kurdî. Gelek hate ecibandin. Dûvre min yaprax çêkir. Xelkê zor jê hez kir.
Û axir di sala 2016an de li Camberwellê Paryxanê restoranta xwe vekir. Ew tarîfên ku bi salan berhev kiribû û di deftera wê de disekiniya bi şêwazeke modern xiste menûya restoranta xwe û niha bi tarza xwe servîsî xelkê Londonê dike.
Li ser deriyê restorantê di binê tabelaya Nandine de “xwarinên Kurdî” dinivîse. Pary xan dibêje armanca wê nasandina xwarinên Kurdan e.
-Armanca min ew e ku xwarina Kurdî bi xeyrî Kurdan bidim nasîn. Wan qet qubilî reş, xelîs, kelana nexwariye. Kesên ku qet xwarinên Kurdî tehm nekirine tên li vir dixwin û dibêjin berî vê me xwarineke wiha nexwarîbû. Loma ez dixwazim sifreya Kurdî têxim navbera sifreyên welatên din. Hindî, Italyan, Îranî, Iraqî, Tirk xwedî sifreyên xwe ne. Lê sifreya xwarinên Kurdî nîne. Ez dixwazim xwarina Kurdî bidim nasîn. Firq nake çi ji Diyarbekir be, çi ji Silêmanî be, çi ji Mihabad be, çi ji Qamişlo be. Xwarinên Kurdî heman in. Em bi heman şêwazê dipijînin.
Pary Baban ji bo jina Kurd a jêhatî û serkeftî nimûneyeke hêja ye. Û ew bixwe jî gelek girîngî dide pêşketina jinên kurd. Gava hûn dikevin hundirê restorana wê, tabloya jina Kurd ya li zozana Geverê pêşwaziya we dike.
-Di restorana min de çend sembolên Kurdî ne. Ev tablo nûneriya hemû jinên Kurd ji hemû perçeyên Kurdistanê dike. Em bihêz in, çi be jî em dikarin bikin. Çi li restorantê be, çi li zeviyan be, çi li çiyan be ferq nake jina Kurd çi dil bike dikare tê de biserkeve. Ya diduyan gerdaniya jinên Kurd e li ser dîwêr. Ew bi mêxekan hatiye çêkirin. Em mêxekan wek biharat bikartînin. Û wek sembola evînî em pê sêva mêxekrêj çêdikin. Û ya sisêyan tizbiyê kizwan heye.
Wek xanimeke serkeftî çend şîretên wê bi taybetî ji jinên Kurd yên li xeribiyê re hene.
-Ya ewil ziman hîn bibin. Ziman nebe tu nikarî têkilî bi civakê re deynî. Çanda Kurdî de heye nahêlin derkeve derve. Hin ji ber zarokan hin ji ber mêrên xwe li mal dimînin. Ez dibêm tu carî dev jê bernedin. Bixebitin, xîret bikin. Îro nebe sibê hûnê biserkevin. Derketina derve çêtir e ji rûniştina li malê. Loma hînbûna zimên gelek muhîm e. Ziman dikare hemû deriyan ji we re veke.
Nandine yekem restorant e ku tenê xwarinên Kurdî çêdike. Restoranteke Kurdî û delal e. Heke rêya we bi Londonê bikeve teqez biçin vê restoranta şêrîn û ji xwarinên bi tehm ya Pary Babanê bixwin.
Ji bo yên meraq dikin jî ez navnîşana wan li vir deynim:
45 Camberwell Church St, London SE5 8TR.