Em ê serkevin, em ê mûtlaqa serkevin.
Kurdbûn û Kurdistanîbûna Yilmaz Guney jixwe ne cîhê nîqaşê ye. Em kesên sînemahez, mîna misilmanekî bawermend ku bona xêrê ayetan dubare dike, em jî dixwazin vê rastiyê wek ayet tekrar bikin. Rastî ew e ku Yilmaz Guney hîna jî wek çirûskek agir rêya hemû hûnermendên Kurd ronî dike.
Enstîtuya Kurdî, sala 1984an li Parîsê Şahîya Newrozê çêkir. Şivan Perwer yekem car li wir got “Kî ne em?”. Ciwan Haco yekem car li wir derket sahneyê û dengê xwe gijgijand. Yilmaz Guney jî dawiyê de derket û yekem car xeberdaneke manîfestoyî kir. Çimkî wî tim bi hûnera xwe xeber dida. Sal 1984 bû, 47 salî bû, zor û zehmet şipya dima. Jixwe 7 mehan piştî vê Newrozê ji nava me koç kir. Bi awayekî hestyar derket sahneyê, li ber mîkrofonê destê xwe da newqa xwe û dawî li gotinê anî;
“Em ê serkevin, em ê mûtlaqa serkevin!”
Wî meseleya Kurd û Kurdistanê baş fêm kiribû û gorî pîvangên şoreşgerîyê rast pênase dikir. Digot miletê Kurd bindest e û gere azad bibe. Mîna hin mêjîreşên serdema xwe wekî meseleyeke sinif û feqîrî û despotiya beg û axayan binav nedikir. Hemû kêşeyên Kurdan ji bindestiya terîtoryal û netewî pêk dihat. Jixwe digot;
“Êş, xizanî, bindestî, xwîn û hêsirên çavan ne qedera gelê Kurd e. Em vê çarenûsê nas nakin. Em dixwazin cîhana xwe, axa xwe bi destên xwe bihesilînin û ji nû ve ava bikin.”
Jiber ku hişmendiya tarî û mêtinger a devleta Tirk baş nas dikir, tenê çare wek Kurdistana Azad didît û nexşerêya Kurdistanek azad û yekpare dida pêş Kurdan. Bi dengekî bilind diqîrîya û digot em dixwazin li welatê xwe, li bin ala xwe mîna her însanî serbest û birûmet bijîn. Wî ti carî serê gotina xwe neditewand û rasterast digot, îro li çar perçeyên welêt, li bajar û kolanan, çîya û çeperan, li derva û zindanan hemû têkoşîna gelê Kurd ji bo Kurdistana azad e.
Gotina wî ya dawîn divê wek manîfestoyeke millî bê guhdarkirin.
“Carinan du peyv dikarin rastiyê îfade bikin. Nivîsek, ramanek, qîrîna straneke ku dil disoje, pêleka ku li amûra muzîkê dixe ji bombeya atomê bihêztir e. Ji ber vê yekê divê em bibin şervanên baş, di her qadên jiyanê de bibin têkoşerên serkeftî û qezenckin. Divê em amûrê xwe baş, pir baş lêxin. Divê em stranên gelerî yên xweş, pir baş bibêjin. Divê em çîrokên delal, helbestên kubar, romanên xurt binivîsin. Divê em zanyar, dîplomat û teknîsyenên jêhatî perwerde bikin. Divê destê me hem pênûs, hem makîne û hem jî çekê baş bigire. Carinan divê amûra me çekek be, carinan jî çeka me sazek be. Em baş dizanin ku carinan tenê fîşengek stranên herî baş, peyvên herî rast dibêje. Çiya, deşt û daristanên me li benda me ne. Em nazwazin hemû jiyana xwe li derve derbas bikin û ji derve stranan bêjin.
Gelê me bi lehengiya xwe destan nivîsîne, îrade û hêza me heye ku em hemû zehmetiyên li pêş xwe derbas bikin. Şoreşgerên demokrat ên Tirk, Faris û Ereb divê wek parêzvanên herî fedakar ê mafê çarenûsa neteweya Kurd, bibin beşeke têkoşîna me. Piştevaniya miletên bindest yek ji çekên me yên herî xurt e. Dost û dijmin bila her kes bizane ku em ê serkevin, em ê mûtlaqa serkevin… Mirina azadîxwazan ji jiyana koledaran çêtir e.”
Hişmendiya cenabê wî, têra xwe zelal û Kurdistanî bû. Di çarçoveya bîrdozî û binehişê wî yê hunermend de, sînor û derdora watanê wî yê bindest dîyar û eşkere bû. Jixwe di fîlma xwe bi navê Yol de ew Kurdistan kiribû tabelaya rê û dabû ber çavên dagirkeran. Gelekî zû ji nav me mala xwe bar kir helbet, lê ew sekna wî û ew kesayeta wî tim mîna stûnekê li orta doza Kurdistana azad û yekpare çik disekine.