13. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê meha Îlonê dest pê dike. Festîval dê di navbera 23ê û 30yê Îlona 2022an de pêk were. Piştî 4 salên navberdayî LKFF vedigere salonên sînemayê. Lewra ji ber pandemiya kovîdê festival du salan online hate kirin. Loma kelecaneke mezin heye. Îsal serlêdan çênebûn tîma LKFFê bixwe film bijartin. Bitevahî 31 fîlm dê bên nîşandan. Em bi dîrektorê festîvalê Ferhan Stêrk re axivîn. Wan festîvaleke çawa amade kiriye kerem bikin ji hevpeyvîna me hîn bibin.
Ez dixwazim wiha dest pê bikim. 2 festîval online çêbûn. Ji ber kovîdê. Dema pandemiyê ji bo LKFFê çawa derbas bû?
Di Nîsana sala 2020î de me biryara taloqkirinê da. Lewra herkes jê tesîrdar bû. Her der hate girtin, sînema girtîbûn, dinya alem xwe kişand malê. Di navbera Nîsan û Tebaxê de em dudilî man. Gelo em festîvalê çêkin an na? Me got heke em çêkin divê online be. Me berê çênekiribû loma em li ser çawaniya wê fikirîn. Û axir me li youtubeê kanala LKFFê vekir. Me weşana belaş çêkir. Me ji vî awayî re got festîvala bi tarza gerîlla. Lewra me nekarî ji fîlmên metrajdirêj distûrê bistînin lê me ji hemû fîlmên metrajkurt destûr stand. Ev hejmara 11an bû û me danîşana 48 fîlman kirin. Ji bo me gelek bi kêf derbas bû. Herwisa em hînê festîvala online bûn.
Hejmara 12an rehettir bû. Lewra tecrûba me hebû û em amade bûn. Me vê carê platformek ava kir. Me 100 fîlmên baştirîn yên sînemaya Kurdî li wir parve kirin. Dîsa bê pere bû. Û me navê wê kir Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global. Em bi gelek derhêneran û nûnerên festîvalên din re xebitîn. Di wê pêvajoyê de em gelek tişt hîn bûn. Tecrûbeyeke mezin bû ji me re. Kêfa me gelek pê hat.
Pistê du salên li onlineê hûnê îsal bi temaşevanan re werin ba hev. Hestên we çi ne? Kelecan heye Û we îsal festîvaleke çewa amade kiriye?
Atmosfera sînemayê gelek cuda ye. Kesên sînemahez, kesên wekî hev hîs dikin û frekansê wan wekî hev e, gava ku tên ba hev û li fîlmê temaşe dikin tahmeke pir cuda çêdibe. Bi rastî min gelekî bêriya wê yekê kiriye. Dîtîna fîlmên Kurdî li ekranên mezin jixwe xewna derhêner û çêkerên fîlman e. Ev 4 sal in em jî bi hesret li bendê ne ku li Londonê danîşana fîlman bikin. Em bikelecan in. me 24 derhêner, rojnameger û akademîsyen ji derve vexwend Londonê. Jixwe berpirsiyariya me ye ku em temaşevan û derhêneran bînin cem hev. Li Londonê eleqeyeke mezin heye ji sînemaya Kurdî re. LKFFê ev yek kir. îsal 9 fîlmên metrajdirêj hene, 6 belgefîlmên dirêj hene, 10 kurtefîlmên fîkşin hene û 6 belgefîlmên kurt hene. Bi tevahî 31 fîlm hene. Merasîma vekirinê dê li Wood Greenê li sînemaya Vue bibe. Vue sînemaya herî fireh ya Bakurê Londonê ye. Em ê 4 rojan li vir bin. 3 rojan jî em ê li Dalston Hackneyê li sînemaya Rio bin. Roja dawî jî em ê galaya girtinê bi fîlma Zaroktiya Îmad li navenda Londonê li sînemaya Prince Charles bikin.
Babeta festîvala îsal û mijarên fîlman çi ne?
Bernameyek heft rojî ye. 31 fîlm dê bên nîşandan. Zêde nîne. Me bernameyê wek butîk, wek bijartiyên LKFFê pênase kir. Îsal fîlman me bixwe bijart. Lewra piştî festîvala 12an hedefa me ew e ku em dixwazin fîlmên nû derketî bînin ber temaşevanan. Em piştî 4 salan vedigerin ekranan. Loma me xwest bi awayekî nû û teze em vegerin. Em dikarin bêjin babet “nûbûn” bixwe ye. Em di fîlman de jî vana dibînin. Bername bi fîlma “Cîran” ya Mano Khalil dest pê dike. Li Brîtanyayê dê cara yekem bê nîşandan. Em jî gelek pê kêfxweş in ku fîlma derhênerekî ji Rojavayê Kurdistanê nîşan bidin. Lewra yekem care ev dibe. Film ji me re çi dibêjin? Derhêner her çiqas behsa êş û azar û problemên me Kurdan bikin jî ji aliyekê ve behsa hêviyên me yên ji jiyanê jî dikin. Em saya kîjan hêviyan ji nav van êş û belayan derdikevin û li ser rêya xwe berdewam dikin? Derhêner li ser vê sekinîne. Di civaka me de bi qasî nan hewcetiya me bi hêviyê jî heye. Di pirraniya fîlmên festîvalê de qetliyama li Şengalê heye. Lê behsa têkoşîn û hêviya jiyanê jî heye. Helbet evîn jî. Tevî wan zordarî û tadeyan hezkirin û evîn jî di fîlman de hatine vegotin. Ev yek hêviya min geş dike. Ger têkoşîn hebe jiyan jî berdewam dike.
Îsal we fîlman çawa bijart? Krîter çi bûn?
Îsal me serlêdan qebûl nekir. Me xwest em bi fîlmên bijartî festîvalê bikin. Û me ji nava fîlmên nû derketî bijart û ew xistin bernameyê. Bi giştî ji bo ku ji fîlmekê re bikare bê gotin fîlma Kurdî ye 2 krîterên sereke hene. Yek, divê mijara fîlmê derheqê Kurdan de be. A diduyan, divê derhêner Kurd be. Lê em lê dinêrin ka derhêner bi çi hestê fîlma xwe çêkiriye. Em dixwazin wan derhêneran derxin pêş. Ji bo sînemaya netewî ava bibe û pêk were lazime derhêner çavkaniyên çanda xwe bi rîtuelên çanda xwe bikarbîne, hilberîne. Em cî didin kesên wiha. Tenê krîtera me ev e. Îro tu bala xwe bidî Brîtanyayê û fîlmên Îngilîzan, ew jî dixwazin ku film ji sedî 60 li vir bê kişandin û divê zimanê wê îngilîzî be.
Tiştên nû yên di festivalên berê de tunebûn lê isal hebin çi ne?
Îsal em ê komxebatek li dar bixin. Humermenda ji Başûrê Kurdistanê ku postera festîvalê jî xêz kir, Soniya Ahmed dê workshopê bide. Di komxebatê de ew ê li ser applîkasyoneke têlefonên baqil nîşan bide ka nîgarkêşiya dîjîtal çawa tê kirin. Di nava 2 saetan de ew ê li ber me hîn bike dîzayna dîjîtal çawa tê kirin. Ji xeynî wê panêlek heye. Ji her parçeyên Kurdistanê mirov dê bên. Sê derhêner Mano Khalil, Sawkat Amîn, Mehmet Ali Konar û akademîsyen Engîn Sustam dê beşdar bidin. Mijar di sînemaya Kurdî de çîrokbêjî û pêşeroja sînemaya Kurdî ye. Wekî din bîranîna nivîskar Mehmet Aksoy heye. Lewra hêja Mehmet Aksoy di sala 2017an de li Bakurê Sûriyê gava têkoşîna li vir dikişand jiyana xwe ji dest dabû. Ew rewşenbîr, kedkar û aktîvîst bû. Di 27ê îlonê de em ê wî bibîr bînin û jiyana wî pîroz bikin. Îsal dê xalîçeya LKFFê hebe û stûdyoyeke me hebe. Emê li wir bi her mêvanan re hevpeyvîn û suhbetan bikin. Îsal hedefa me ya sereke ev e: Em dixwazin ji nêz ve li xebatên derhêneran binêrin. Em ê ti fîlman paşguh nekin û bi hûrgulî li ser fîlmên wan bisekinin. Em dixwazin li lîstîkvaniyan, li senaryoyan binêrin û li serê biaxivin.
Îsal li eywanên sinemayê fîlm dê bên nîşandan û temaşevan bên. Hêvî û pêşbîniya we çi ye di warê beşdarbûn û hatine sînemahezan de?
Êdî li dinyayê festîval bi awayekê hîbrît pêk tên. Yanî hem onlineê hem jî li mekanên fîzîkî tên kirin, ji bo ku xwe bigihînin zêdetir temaşevanan. Lê mixabin em îsal online nikarin bikin. Ew platforma me berdewam nake. Em ji bo vê projeyekê amade dikin û li çavkaniyeke pereyê digerin. Lê em ê hemû videoyên hevpeyvîn û sohbetan li ser hesabên xwe parve bikin.
Di hêla fîzîkî de em hêvî dikin ku eywanên sînemayê tije bibin. Navbereke dirêj çêbû. Temaşevanan jî niha bêrî kirine. Bi min dê salon tije bin û di ser de cî jî nemîne. Gava hemû salon tije bin dora 3 hezar temaşevan dê bên.
London li dinyayê paytexteke mezin e. Ji bo sînemageriyê jî ciheke muhîm e. Li Londonê eleqe û piştgriya saziyên sînemayê ji LKFFê re heye gelo?
London mîna New York û Hollywoodê ji bo sînemaya modern cîheke pêşeng nîne. Lê ji bo fîlmên bi qalîte derkevin û tiştên ku li dinyayê berê nehatine kirin, nehatine kifşkirin çêbe piştgriya BFI, Endûstriya Fîlman ya Brîtanyayê, gelek heye. Ji bo belgefîlmên navdewletî bûtçe û pereyeke cidî vediqetîne. Ev gelek girîng e. BFI ji bo sînemaya Kurdî jî bû model û pêşeng. Di sala 2001ê de dest pê kir. Piştgrî da Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê û Festîvalên din ên Kurdî û piştgriya wan dewam dike. Festîvalên din mezin bûn. Hinek ji wan ji LKFFê çêtir jî kar dikin.
Ji bilî bajarên Kurdistanê li gelek welatên cîhanê jî festîvalên fîlmên Kurdî têne kirin. Gelo ev yek dikare xîzmeta avabûna endûstriya sînemaya Kurdî bike?
Bi ya min festîvalên wiha ji bo avakirina Endûstriya Sînemaya Netewî pêngav in. Fikr û hizra hevpar ya festîvalan ev e: Sînemaya netewî dê çawa bi pêş bikeve? Ev festival çi dikin? Fîlman berbelav dikin. Ji bo ev film bilez li gelek deran bên danasîn bi hev re dikevin têkiliyê. Piştgriya pereyî li hev dikin. Êdî mijareke wiha di rojeva van festîvalên Kurdî de heye. Gelo em ê bikarin hewzeke hevpar ava bikin? Wek Hewza Fîlmên Netewî. Em dibên çavkaniyeke pereyî ava bikin û butceyê bidin sînemagerên ciwan yên Kurd. Haziriya vê heye. Û ev yek dê rojekê pêk were. Lê niha nizanim, kengî, li kû û di nav şert û mercên çawa de pêk were. Navenda wê kû der be, nizanim. Tu bêjî hewcetî pê ye? Belê, teqez heye. Îro ciwanekê/î Kurd bixwaze fîlmekê çêke, ne pêkane ji xwe re butçe peyda neke. Ji ku derê butce bistîne, divê bi ya daxwaz û mercên wan bike. Heke wisa neke, bi piranî aqûbeta wan sansûr e. Sansûr li Îranê jî heye, li Iraq û Tirkiyê jî. Lê gava ku em çavkaniya xwe, bi realîteya xwe Endûstriya Fîlmên Kurdî ava bikin, dê ev ciwan bikarin bi azadî film çêkin. Ew ê çawa bixwazin bikarin wisa biaxivin. Ma ji vê xweştir heye? Tê çîroka xwe bi zimanê xwe û bi awayî xwe vebêjî.
Bi sînemayê meriv dikare baştir xwe îfade bike. Ez meraq dikim gelo ev festîvalên Kurdî niha nikarin bi yekhêzî butçeyekê ava bikin, bi derhênerên Kurd filmna bidin çêkirin?
Teqez dikare ev yek bê kirin. Jixwe bi festîvala 12an ku wek festîvala Global hate kirin, em bi hemû festîvalên Kurdî re ketin têkiliyê. Berlîn û Duhok hê tevlî me nebûn. Lê şêwrên me bi wan re jî dewam dike. Ez behsa hemû festîvalên Kurdî yên li cîhanê dikim. Ji Moskova, New York, Amsterdam, Hamburgê bigrin heya Stenbol, Diyarbekir û Silêmaniyê. Yanî bi hemû Festîvalên Fîlmên Kurdî re plarformeke hevpar ya ragihaninê heye. Ev armanc em anîn cem hev. Destpêka her tiştî axaftin e. Ji xwe piştî van axaftinan fikra Endûstriya Sînemaya Kurdî derket hole. Ji bo vê butçe lazim e. Niha her festîval bi îmkanên xwe li piya ne.
Brêz Ferhan Stêk, Dîrektorê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ez gelek spas dikim. Tişta ku tu bixwazî lê zêde bikî heye?
Ez kedkarekî sînemayê me. Dil dixwaze hemû astengên ber me rabin em wisa fîlmên xwe çê bikin. Ev derhênerên kurd tevî gelek astengiyan fîlmên xwe çê dikin. Ew piştgriya mezin heq dikin. Hin ji wan mala xwe difiroşin, ereba xwe difroşin wisa fîlma dikşînin. Bi hezkirin û evînî xîzmeta sînemayê dikin. Ez gelek şanaz û ser bilind im ku ez jî xîzmeta wan dikim. Tevî hemû astengî, şer û bobelatan Kurd dev ji jiyanê bernadin. Ev têkoşîna wan pir biqîmet e. Ti hêz dê nekare destê Kurdan ji çêkirina sînemayê û vegotina çîrokên xwe bikşîne. Ev mesajeke mezin e.
Ez wisa bawer dikim ku temaşevan jî dê bi vê zanayî û hezkirinê werin seyra van fîlman. Îsal me festîvaleke gelek xweş û rengîn amade kir. Ji xeynî fîlman workshop û panêlên sûdmend hene. Bila ti kez jê nemîne. Bila gelê me û sînemahezên li Londonê salonan bidevre tîje bikin. Me bêriya wan kiriye. Yên li derve jî bila teqez me li ser kanal û hesabên me yên medya civakî bişopînîn. Fîlm û naverokên pir xweş hene. Hevpeyvînên bi derhêneran re, sohbetên piştî nîşandana fîlman jî em ê li wir parve bikin. Werin tevli kelecan û coşa me bibin.