The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
    • Hejmar 16
    • Hejmar 17
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
    • Hejmar 16
    • Hejmar 17
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
    • Hejmar 16
    • Hejmar 17
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 9»Ji Edîtor 9
Hejmar 9

Ji Edîtor 9

Erol BaşakBy Erol Başak01/09/2022Updated:07/09/2022Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Silav, xwînerên hêja yên The Hall Kurdiyê.
Havîn qediya, bi meha Îlonê em ketin demsala payîzê. Îsal li Londonê havîneke germ hebû. Mîna berê bi ewr û baran derbas nebû, lê te digot qey bajarekî Kurdistanê ye, wisa germ bû. Seba wê hewaya xweş em Kurdên li Londonê li parkên xweş û fireh yên vî bajarî têre dilê xwe çûn govend û seyranê.

Havîn ji bo karê kovargeriyê jî xweş û bi bêr bû. Me vê mehê jî kovareke têr û tije û rengîn amade kir. Vê hejmarê dîsa nivîskarên nû yên hêja û biqîmet bi nivîsên xwe kulîlk danîn ser xemla The Hall Kurdiyê.

Ez dixwazim bi berga Kovarê dest pê bikim. Me cî da 13. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê. LKFF piştî pandemiyê cara yekeme vedigere ekranên sînemayê. Di navbera 23-30yê Îlonê de seranserê hefteyekê dê sînemahezên Kurd bi fîlmên bijartî dê li Londonê dawî li hesreta sînemaya kurdî bînin. Me bi dîrektorê Festîvalê birêz Ferhan Stêrk re hevpeyvînek çê kir. Hûnê hemû hûrguliyên festîvalê di hevpeyvîna me de bibînin.

Mijareke din ya vê hejmarê derhênerê Kurd ê nemir Yilmaz Gûney e. Bi boneya salvegera koça wî Rojnamevan Sîmon Slêmanî ji Parîsê li ser “Hişmendiya Kurdistanî ya Yilmaz Gûney” nivîsî.

Li Londonê keçeke Kurd a ciwan û serkeftî bi navê “Kurdi Couture” marqeyek ava kiriye û cil û aksesûarên kurdî çêdike. Prosha Ahmad cilê Kurdî li biyaniyan dike. Agahiyên zêde derheqê vî karê pîroz de di hevpeyvîna me de ye.

Meha Îlonê salvegera bidawîbûna operasyona Enfalê ye. Lê hestiyên bi sed hezaran Kurdên Başûrî hêj nehatine dîtin. Rojnamevan Ercan Dag operasyona Enfalê bi sernavê “Bi Sûreya Quranê Kurd Qetlkirin” nivîsî.

Nivîskar û Lêkolîner Necat Zivîngî di vê hejmarê de balê dikşîne ser xirabiyên mirovan, nexasim li ser medyaya civakî. Ka binêrin çi tespîtên birêz Zivingî hene û “Tekçûna Nomosê / Namûsê” çawa çêbûye.

Em vê hejmarê nivîskarekî Kurdistanî bibîrtînin. Qedrî Can: Nivîskarê Keserkûr yê Li Sûrgûnê. Biraziyê wî Serdar Ciwan ji bo kovara The Hall Kurdiyê nivîsî.

Ez dixwazim wek mizginiyekê ragihînim ku ji vê hejmarê pê ve nivîskara hêja û qedirbilind Salome Cizrawî dê li ser felsefe û hûnerê ji bo The Hall Kurdiyê binivîse. Nivîsa wê ya yekem li ser hûnermend Diego Rivera ye.

Nivîsa dawî jî derheqê ravekirina fîlmê “Bêder” yê Arîn Înan Aslan de ye. Antropolog Welat Ramînazad bi şîroveyeke gelek xweş muhteşemiya fîlmê Bêder radixe ber çavan.

Vê mehê çend gotarên me li gorî konsepta The Hall Kurdiyê hinek dirêjin. Me ji bo kovarê ew hinek kurtkirin. Lê tevahiya gotaran hûnê bikarin li ser malpera me www.thehallkurdi.com bixwînin.

Bila fikr û hizr û xwendin û xeberdana we bi Kurdî be. Lewra jiyan bi Kurdî xweş e. Dem baş.

Editorya Erol Başak Hejmar 9 Îlon2022
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Erol Başak

Nivîsên Têkildar

Ji Edîtor 17

Ji Edîtor 16

Yekemîn Resepsiyona Newrozê Li Parlemana Brîtanyayê

Festîvala Cûdahî û Hevpeyvîna Ligel Ganî Mîrzo

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
    • Hejmar 16
    • Hejmar 17
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.