Silav bînerên xoşewîst.
Bi boneya hejmara 28an ango Nîsan 2024, ez vê nameyê dinivîsînim.
Vê mehê em dereng man di weşandina kovarê de. Sedem jî cejna remezanê bû ku me xwest em navberekê bidin bo bêhnvedaneke kurt lê hewce.
Li ser bergê vê hejmarê mijara Newrozê cîh digre. Cejna Newrozê di 21ê Adarê de bû. Lê ji ber ku ev hejmar ya Nîsanê ye bi me xweş e ku em dîsa cî bidin vê mijarê. Herwisa, hêjayê gotinê ye ku Nivîskara delal Rengîn Amêdî li ser newrozê gotareke gelek xweş amade kiriye. Ew di nivîsa xwe de behsa newrozên dema Sûmeriyan dike. Wêneya li ser bergê newroza beriya hezar salan resm dike. Di nivîsa Rengîn Amêdî de wêne bibînin ka 2 hezar sal berê Sûmeriyan roja Newrozê çawa bi nav dikir û ev cejn çawa pîroz dikir.
Nûser Necat Zivingî jî ji mîtolojîya mezopomyayê ji me re gotarek pêş keş kir. Zivingî behsa dema sûmeriyan û zilamê yekem dike ku Sûmeriyan jê re gotiye Abgal û Akadîyan jî gotiye Apkallu. Sernavê gotarê 7 Apkallu ye. Binêrin ka Apkallu çi kes in? Wana di dîrokê de çi kiriye û çi bi serê wan de hatiye? Bêtir û zêdetir di gotarê de hûnê bixwînin.
Nivîskarê me Konê Reş vê mehê ji me re behsa Saydayê Tîrêj kir. Navê wê yê eslî Nayifê Heso ya lê bi nasnavê Tîrêj di nav Kurdan de hatiye naskirin. Mamoste Konê Reş wiha pesn û behsa Seyda dike: Pênûsa wî nehatiye rawestandin. Her û her li dor kul û xem, kêf û şahiya gelê Kurd nivîsandiye; pesnê gelê Kurd, Newroz û sersala Kurdan, çiya û newalên Kurdistanê daye.
Nivîskar Mihyedîn Nahrîn bi gotara xwe ya bi navê “ Di Fêrbûna Girîngiya Malbat Û Têkiliyên Wê De Rola Sînemayê” di hejmara 28an de dîsa tevlî malbata kovara me The Hall Kurdîyê dibe. Mihyedîn Nahrîn di vê gotara xwe de li ser girîngiya têkiliyên di navbera endamên malbatê de sekiniye. Zarokan dişibîne kulîlkan û merhale bi merhale gihandina kulîlkan ango zarokan û pêwîstiya eleqeyê di gihandina wan de dest nîşan dike. Nahrîn fîlma Mr. Popper’s Penguins weke mînak nîşan dide: Bîranên xweş têkilîyên xweş ava dikin.
Dawîd Aram ji bo kovara Nîsanê çîrokeke din nivîsî: Mirineke Mecbûrî. Tenêtî, mirin, qerebalix û xirecira sûkan û çîrokek ji nav jiyanê digel bêhna penîrê tirş. Nivîskar Aram bi vê çîrokê resmekê ji jiyana rojanê ya civakê neqişandiye.
Di hejmara 28an de jî nivîseke felsefeyê heye. Nivîskar Dilazad A.R.T. di bin banê Destpêka Felsefeya Nûjen de behsa Felsefeya Ronesansê ji me re dike: Di vê serdemê de ramanê nûjen li hember ramanên skolastik derketiye. Dilazad ramanên di serdema felsefeya Ronensansê de derketine pêş wiha dest nîşan dike: Humanizm, Rêgezên Zanistî, Felsefeya Kartezyen, Felsefeya Dadê anku Hiqûqê.
Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskarê me Faîk Ocal ji me re romana bi navê Belqitî ya Xurşîd Mîrzengî amade kiriye: Roman ji 25 beşan pêk tê û bi devoka Amêdîyê hatiye nivîsîn. Çapa yekem a Belqîtî ya Xurşîd Mîrzengî di sala 2004an de ji Weşanên Komalê derketiye. Çapa di dest me de ya duyemîn e. Ew jî di sala 2015an de ji Weşanên Nûbiharê derketiye.
Di hejmara Nîsanê de me cî da helbestekê jî. Nivîskar Muqades Turpçu bi me re helbestekê xwe parve kir: Mirin berdêl bû li vî welatî.
Di dawiya kovara me de beşa Fotoşirove cî digre. Wênegir Dilazad A.R.T bi me re dîsa 2 wêneyên xwe yên hêja parve kirin. Navê wêneyan û şîroveya wênegir wiha ne:
Wêneya yekem : Bihara bêwext
Îsal bihar bi lez û bez hat. Beriya ku zivistaneke biberf bijîn kulîlkên mizgîniya biharê bişkivîn.
Wêneya duyem: Her kes li gor pencereya xwe dijî
Her mirov xwedî pencereyeke taybet e. Mirov li gor tiştê ku di pencereya wî de xûya dikin dijî.
Her çiqas hejmara 28an bi derengî derketibe jî kovara me bêsekn li rêya xwe dewam dike. Spas ji bo kedkar û xwînerên The Hall Kurdîyê re.
Newroz û sersala we pîroz, bihara we rengîn be.