Silav xwînerên hêja.
Hejmara 29an ya The Hall Kurdîyê temam bû, êdî li ber destê we ye. Dixwazim di destpêkê de dubare bibîr bînim. Hûn dikarin li ser malpera kovara me hemû gotar û nivîsên vê hejmarê û nivîsên ku heta niha hatine weşandin bibînin û bixwînin. Her wisa dîsa li ser malpera me hûn dikarin wek PDF hemû hejmaran daxînin têlefon, tablet and komputera xwe.
Di hejmara meha Gulanê de me mijara bergê kovarê ji nivîsa nûser Necat Zivingî bijart. Zivingî di gotara xwe de behsa zanîngeheke kurdî lê li Ewrûpayê dike: Zankoya Kurdî ya Ewrûpayê.
Mijar gelek girîng e û divê em kurd li ser vê meseleyê bifikirin û bişêwirin.
Necat Zivingî di gotara xwe de bersiva pirsa “çima Ewrûpa?” wiha dide: Di serdema modern de navenda azadî û zanînê Ewrûpa ye. Huqûq û ewlehî heye. Hemî cîyawazî bi aheng pêkve dijîn. Gelek derfetan pêşkêş dike. Ne dûrî Kurdistanê ye.
Lê pirseke din û girîngtir jî “Çima Zanîngeh, bi rengekî dî, çima perwerdehî.” Mamoste Zivingî dibêje “ Tevger û fikreke di asoyê wê de perwerdehî tune be, nikare bi serdemê re bigihê.” Û dipirse: Di sedsala dawî de çend zanayên Kurd ku li cîhanê têne naskirin derketine? Di pêncî salê dawî de her sal 10 ciwan bi taybet bihata xwendin, ji van 1 bi ser biketa, niha li cîhanê 50 Kurdên bijarte hebûn. Gelo 5 kes hene?
Mamoste Konê Reş meha çûyê li Duhokê beşdarî Festîvala Semayê bû. Mamoste li ser festîvalê û girîngîya vejandina çand û folklora kurdî bi mînakên ji dîrokê gotareke gelek xweş pêş keş kir. Hûnê têde dîrok, zextên li ser zimanê Kurdî û kesayetên girîng yên Rojavayê Kurdistanê û xebatên wan ji bo jiyandina çand û zimanê me bibînin.
Nivîskar û çîroknûsa me Rengîn Amêdî vê carê çîroka dapîrên xwe nivîsand: Gul Û Kulên Dapîrên Min. Ji Hêlîna cîhû û heya Hemîn Mişkê. Di vê gotarê de hûnê serpêhatî û têkoşîna du jinên gewre yên Amêdîyê bibînin. Bi gotara Rengîn Amêdî hûnê li Amêdîyê derkevin rêwitiyeke dîrokê.
Di vê hejmarê de Mihyedîn Nahrîn girîngîya nîşandana hezkirinê ya di nav malbatê de wek babet di gotara xwe de nivîsî. Nivîskar fîlma sînemayê “Life is Beautiful” (Jiyan xweş e) wek mînak nîşan daye. Her wiha di gotarê de çend fîlmên pêşniyarkirî jî hûnê bibînin.
Di mijara felsefeyê de nivîskar Dilazad A.R.T. behsa “Serdema Ronahiyê An Serdema Hiş.” Dilazad dibêje felsefeya sedsalên 18-19an bi saya Şoreşa Fransa û Şoreşa Senayiyê li hember fikrê kevneşopî derketîye û hiş azad kiriye.
Digîkurd vê mehê li ser enerjiya neftê gotarek amade kir û dibêje: Enerjiya Fosîl A Sed Salî Temenê Xwe Kurt E. Gelo çiqas rezerv mane? Çareserî û alternatîf ji vê enerjiyê re dê çi bin? Bersiv û zêdetir di vê nivîsê de ye.
Nivîskarê me Faîk Ocal di beşa danasîna pirtûkan de vê mehê ji me re romana Bîra Qederê ya Mehmet Uzun amade kir. Bîra qederê romaneke çawa ye? Cudahiya Mehmed Uzun û yên romannûsên Kurd ên din çi ye? Vê nivîsa danasînê ji dest nekin. Ewil vê gotarê dûvre jî romana Bîra Qederê teqez bixwînin.
Hejmara 29am bi helbestê bi dawî dibe. Nivîskar û helbestvan Muqades Agirî bi me re helbesta xwe ya bi navê “Zarokên Dilzêrîn” parve kir.
Ez dixwazim di dawiya nameya xwe de dîsa bêjim ku hemû nivîs û gotarên me li malpera kovarê www.thehallkurdi.com têne weşandin. Kovara me çap nabe lê wek PDF her hejmar li malperê tê bar kirin. Hûn dikarin ji hejmara yekê heya ya dawiyê PDFa her hejmarê daxînin û li her derê bixwînin û bidin xwendin.
Bimînin bi Kurdîyê re.