Hevpeyvîn Bi Sîmon Suleymanî yê Berpirsê “Zagros Festîval”ê
“ Malpera Zagros Film Festival bêpere ye, gundîyên Goyanê, şivanên Şerefdînê, bêrîvanên Botanê, seyvanên Serhedê, ewareyên Ewropayê û canik û camêrên cîhanê giştî dikarin heman demê heman fîlmên Kurdî temaşe bikin. Ev bona miletekî bindest mûcîze ye.”
Yekemîn festîvala onlayn a fîlmên kurdî dest pê kir. Komeleya Sînemagerên Kurd li Parîsê (Kosî-Kurd) festivalê organize dike. Di festîvalê de 16 fîlm têne nîşandan. Sînemahez dikarin ji ser malpera zagrosfestival.com heya 31ê Adarê fîlmên festîvalê temaşe bikin. Em bi berpirsê Festivalê Sîmon Suleymanî re axivîn. Vaye pirsên me û hûrguliyên ku wî bi me re parve kirine.
Festîvala we li ser xêrê be. 1ê Adarê de dest pê kir. Heya dawiya mehê wê dewam bike. Ez dixwazim bi vê yekê dest pê bikim ew jî ev e: Çima festîvaleke onlayn?
Di nav xêrê de bî, mala te û The Hall Kurdî tev ava be.
Çima, çimkî êdî em di serdemeke dijîtal de ne û her tişt li ser tora înternetê diqewime. Em Kurd hîna jî geşedana teknolojîyê biçûk dibînin yan jî tam nabînin. Bi min gerî em baş hay ji bandora postkorona hebin û gorî wê mevzî bigirin. Ev rastîya cîhanê ye. Yek jî rastîya me heye. Ew jî em miletekî bêdewlet in, bindest in. Ji ber wê, êdî hemû xebat û lebatên çandî û netewî ji însaf û însîyatîfa dagirkeran re dimîne. Yan destûrê dide yan jî nade.
Lê ya rast, 3 mebestên me hene ku onlayn hate kirin. Yek; dijmin û dagirker nikarin asteng bikin, ya duyem; xebatên dijîtal erzantir û bandortir in. Ya sêyem jî; saya înternet û serxetê, ji çar perçeyên Kurdistanê, ji pênc quncikên cîhanê mirov dikarin beşdar bin û fîlman bi hêsanî li mala xwe, li kargeh û baregehên xwe temaşe bikin. Ev yek jî îradeya bindest dike serdest û serbest. Lazim e em vê îmkana teknolojîyê di her warî de qenc bikar bînin. Li festîvalên salonan herî zêde 500 kes fîlman temaşe dikin, lê belê bi usûla me deh hezaran însan fîlmên Kurdî dibînin.
Û bi rastî jî ev yekemîn festîvala onlayn a fîlmên kurdî ye? Dema pandemiyê de bi hevkariya çend festîvalan ku festîvala fîlmên kurdî a Londonê jî tê de bû, festîvaleke onlayn çêbû. Firqa wan çi ye?
Di cîhanê de du festîvalên fîlman onlayn hene, her du jî bi konseptên cuda ne. European Union Film Festival û Monthly Film Festival. Her du jî tîcarî ne û bazara fîlman dikin. Lê Zagros Fîlm Festîval bi temamî xêra gel, bona şahîya fîlman hatîye organîzekirin. Lewre di warê xwe de yekane festîvala cîhanê ye. Di dema koronayê de gelek festîvalên hîbrît ên dinyayê, yên fîlman tev de, ji ber mejbûrîyetê salekî yan jî du salan onlayn çêbûn. Fîlmefestîvala Kurdî ya Londonê jî dema koronayê fîlmên xwe onlayn nîşan dan. Lê belê ew festîvalên onlayn nîn in, niştecîh in, li salonan çê dibin. Konsepta me bi temamî onlayn e.
Navê festîvalê û afîşa wê jî balkêş in. Wê çawa ev herdu hilbijart û gelo çi wate lê hene?
Festîval navê xwe ji Rêzeçîyayên Zagrosê digire û bi kurtasî hemû axa Kurdistanê temsîl dike. Ji xwe sîlsîleya wê ji Torosê heta Aras û Zagrosê dorpêç dike. Zagros welatê Kurdan e. Kurdistan e. Em werin ser afîşan: Me afîşên xwe ji felsefeya Medûsayê keça Medan girt. Kesên bi çavên nebaş lê binêrin dibin kevir. Di porê wê de serên maran hene, me jî şerîdên fîlman weke porê wê yê marî dîzayn kir. Yek jî gorî meşrebê festîvalê me afîş bi alîkarîya hişê çêkirî amade kirin. Di afîşan de kal û pîr, xort û xama, zarok û zêçik tev hene, yanî miletek bi hemû temenî tê de ye.
15 fîlm tên nîşandan ne wisa? Baş e, Ev dê festîvaleke çawa be? Wek mînak evqas fîlm bes in bo festîvaleke onlayn? Di dawiyê de xelat dê hebe? Jûrî kê ye?
Me bona festîvalê îsal 20 fîlm bijartin û me xwest telîfan jî bidin derhêneran. Jiber ku yekem xebata me ye, me sponsor nedîtin û hin kesan fîlmên xwe nedan. Helbet sala bê em ê sponsoran jî peyda bikin. Bona festîvaleke onlayn 20 fîlm ne bes in. Çimkî bi hezaran naverokên platforman hene, gerî pêşberî Kurdan gelek alternatîf hebin ku berê xwe bidin berhemên xwe. Ev yek jî zeman dixwaze, em ê hêdî hêdî festîvalê mezin bikin. Di konsepta me de pêşbirk û xelat tune ne, feqet em ku derfetan mezin bikin em ê beşa xelatan jî vekin. Bona wê jî wext divê.
Di salên dawîn de gelek festîvalên kurdî çêdibin. Hama hama li her bajarê mezin ê avrupayê festîvaleke fîlmên kurdî êdî heye. Loma dixwazim bipirsim armanc û hedef bi vê festîvala onlayn çi ne?
Belê li gelek bajarên Ewropa festîvalên fîlmên çêdibin û ev yek jî bo me şanazî ye. Miletê me sirgûn û koçber be jî dev ji çand û kevneşopîya xwe bernade. Em spasîya hemû sazî û kesayetên organîzator dikin. Wekî min li jor jî got, armanceke me ew e ku em fîlmên Kurdî bi herkesî bidin nîşandan. Li van festîvalên salonan tenê kesên li wan bajaran dikarin fîlman temaşe bikin. Feqet Malpera Zagros Film Festival bêpere ye, gundîyên Goyanê, şivanên Şerefdînê, bêrîvanên Botanê, seyvanên Serhedê, ewareyên Ewropayê û canik û camêrên cîhanê giştî dikarin heman demê heman fîlmên Kurdî temaşe bikin. Ev bona miletekî bindest mûcîze ye. Gerî em qedrê wê bigirin.
Niha xelk organîzatorên li pişt vê festîvalê jî meraq dikin. KOSÎ çi komele ye? Dikarî hinekî behs bikî?
Me sala 2014an de li Enqerê Komeleya sînemagerên Kurd (KOSÎ) vekiribû. Gelek xebatên kurdewar pêk hatin. Mixabin piştî du salan devleta Tirk komele girt û cezayên cuda cuda li me birrî. Îja piştî ku ji hepsê derketim û hatim Parîsê, min û çend hevalên din heman komele li vir vekir. Jixwe me jî dixwast li Enqerê festîvala fîlmên Kurdî çêkin, mixabin dagirkeran nehîşt. KOSÎ ango komeleya sînemageran niha jî vê festîvala onlayn lidar dixe û wek dîyarî dide gelê Kurd.
Festîval her çiqas onlayn be jî dîsa dibe ku mesrefên wê hebin. Hun dikarin telîfê bidin çêkerên fîlman? Sponsorên we hene?
Jixwe me got 2 cudahîyên vê festîvalê hebin, yek onlayn be û herkes tevlê be, ya duyem jî em telîfan bidin derhêneran ku bila bibe nîşaneya qedirşînasîya Kurdan. Lê mixabin jiber ku yekem festîval e, hîna sponsor peyda nebûne. Feqet em ê bibînin û telîfa hemû fîlmên bijartî bidin derhêneran. Îsal min û hevalan me bi bêrika xwe ev îş organîze kir, lê helbet pidivîya me bi kesên alîcenab hene ku piştevanîya vî karê xêrê bikin.
Planên we yên pêşerojê çi ne? Gelo festîval dê her sal bê kirin?
Belê em ê her sal vê festîvalê seranserê meha adarê lidar bixin û her sal jî zengîntir bikin. Du hedefên dîyar hene, sponsorên mezin bibînin û telîfên mezin bidin, ya duyem jî hejmara fîlman rengîntir bikin.
Me behs kir berê ku li ewropayê li gelek bajaran festîvalên kurdî hene. Hejmar gelek in lê hêza wan nîne. Bi min hewcedarî bi saziyekê bi înstîtûyekê heye ku derhêner û çêkerên kurd bikarin jê piştgrî hildin ku fîlm û belgefîlm çêkin. An jî ev sazî bi butçeya xwe bikare fîlm bide kişandin. Hun di vî warî de çi difikirin?
Mixabin çawa ku ji hêla sîyasî Kurd perçe bûne, ji hêla hunerî jî wisa ji hev cuda ne. Xwezî kesên van festîvalên biçûk çêdikin bibûna yek û her sal li bajarekî Ewropa bi hev re festîvaleke mezin organîze bikirana û bona projeyên teze piştgirîya derhêneran bikirana. Dîsa jî gerî baş bê femkirin ku sînema karekî gelekî biha ye, jê re gelek pere divê, tenê hukûmet dikarin ji bin vî barî rabin. Aniha du hukûmetên Kurdan hene li Başûr û Rojava. Gerî ew dest bavêjin vê meselê û bona sînemagerên Kurd butçeyan amadekin.
Sîmon Suleymanê, koordînatorê Zagros Fîlm Festîvalê gelek spas ji bo bersivên te. Tiştekî tu bixwazî lê zêde bikî heye gelo?
Ez spasîya te û kedkarên vê kovarê dikim. Ayrîyeten bi destê we spasîya hemû derhênerên ku fîlmên xwe dane me dikim. Carekî jî spasîya meraqdarên sînemaya Kurdî dikim ku tên mala me, li ser malpera me fîlman dinêrin û heta li ser tora medyayê belav dikin. Mala we hemûyan ava be!