Silav xwînerên sadiq yên The Hall Kurdîyê.
Kovara me bi hejmareke rengîn û têr û tije pêşwaziya meha Adarê dike ku ew mizginiya biharê ye bo me.
Di bergê hejmara 27an de Zagros Festîval heye. Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê festîvaleke onlayn a fîlmên kurdî amade kir. Festîval di 1ê Adarê de dest pê kir. Heya 31ê vê mehê jî dê dewam bike. Seranserê meha Adarê sînemahez dê bikarin 15 fîlmên Kurdî bêpere li ser malpera zagrosfestival.comê temaşe bikin. Me bi koordînatorê zagros festîvalê Sîmon Suleymanî re hevpeyvînek kir. Ew dixwazin her sal di hema Adarê de vê festîvala onlayn li dar bixin. Bêtir çi got? Hûnê di hevpeyvîna me de bibînin.
Nivîskarê me Konê Reş vê mehê şehsiyetekî din a Kurd bi me dide nasîn, ew jî Hemze Begê Miksî ye. “ Hemza Beg yek ji rojnamevanên kurd yên sereke bû. Wî gelek kar û barên giran ji gelê xwe re pêşkêş kirine. Di destpêka sala 1918an de digel hevalê xwe Memdûh Selîm Begê Wanî yekemîn rojnameya Kurd/ Tirkî bi navê JÎN li Stenbolê weşandiye, hem jî, wî dîbacak bi nirx û biha di gel çîroka Mem û Zîna Ehmedê Xanî çap û belav kiriye.”
Nivîskara hêja Rengîn Amêdî vê carê ji Şoreşa Îlonê çîrokek rast û jiyankirî pêşkeşî me dike: Bîrhatinên Xweşmêrekî Ne Tebitî. Ev nivîsa wê beşek e ji çîrokeke dirêj ku çil salên giring ji dîrok, kultur û guhartinên civakî û siyasî di Amêdîyê de û bi giştî devera Behdînan de nîşan dide. Bila herdem dîrok ji alîyê desthilatdaran ve neyê tomarkirin û nivîsandin.
Nûser Necat Zivingî li ser devera Zivingê ku ew bixwe jî lê hatiye dinê û zaroktiya wî lê derbas bûye gotareke xweş amade kir. Di vê nivîsê de hûnê li ser Zivingan agagiyên berfireh bibînin. Binêrin ka çend cih bi navê Zivingê hene, ew li ku derê ne û çi şehsiyetên kurd ji wan deran derketine.
Blogger Salomé Cizrawî di vê hejmarê de tabloya Pallas û Centaur a Sandro Botticelli şîrove dike. Botticelli hunermendekî xwepêşvebir a serdema Ronesansa Îtalyayê ye. “Di tabloyê de fîgur ji mîtolojiyê ne û alegoriyek li pêş çavan e. Arezûya bêserûber, şehwet, têkoşîna bi şehwetê re têkildarê serîtewandina arezûyê ya li hember hiş e. Şîrovekirina vê tabloyê, alîkariya fêmkirina me ya zimanê hunerê yê Floransaya Ronesansê ya têkilhev û tenik dike.”
Di kovara Adarê de nivîskarekî nû heye. Ji Qoserê Dawîd Aram ji me re çîrokeke xwe şand: Tenîsa Dîwêr.
Nivîsên felseyê berdewam in. Nivîskar Dilazad Art vê mehê jî li ser felsefeya dînî nivîsî: Di Serdema Navîn De Xeleka Zêrîn: Felsefeya Îslamê. Hûnê di vê gotarê de navdarên vê serdemê, xebatên wan, taybetmendiyên vê felsefeyê û pirsgirên wê bixwînin.
Digikurd di beşa zanîstê de qala Dêwên Deryayan dike: Gelo hûtên herî mezin Kalamar, Semasî Û Axtepot di rastiyê de çiqas mezin in? Ev gotar derheqê masîyên mezin de agayên hêja dihûndirîne. Jê nemînin.
Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskarê me Faîk Ocal romana Şener Ozman ya bi navê Rojnivîska Spînoza amade kir: Şener Özmen li bakur li Zexê bi Yasînî re serdestiya tirkî, li başûr li Xoyê bi Peymanê re serdestiya erebî, li rojhilat bi Badê, bi Simko re serdestiya Farisî, li rojava li Dêyê bi Helbestê re serdestiya erebî baş rave kiriye lê ziman û rêzimana romannûsî Kurdî ye.
Di hejmara 27an de helbestekê jî cî digre. Nivîskar Yunus Dilkoçer helbesta Min Recm Bikin, Tawanbar im ya Celal Melekşa ji soranî wergerand ser kurmancî.
Kovara Adarê bi beşa Fotoşirove diqede. Wênegir Dilazad Art dîsa 2 wêneyên xwe bo me bijartin. Wêneya yekem Mînareya Mizgefta Mezin ya Cizîrê ye. Wêneya duyem Rûbarê Godernê li Pasûra Amedê.
Kovareke têr û tije li hêviya we xwînerên delal e. Ji dest nekin.