Dema mirov dizivire û li dû xwe dinihêre (dîroka Kurdistanê) mirov dikare bi rehetî bibîne ku tevger, komale û dezgehên ku bi destê ciwanên kurd hatine avakirin, li ser navê çand, huner, edebîyat û bi taybetî jî li ser navê xurtkirina nasnameya netewî bi rolên giring rabûne helbet li gorî demê û şert û mercên wê dewrê. Ez dikarim bibêjim ku ji avabûna Komaleya Hêvîyê bigire û heta niha piraniya hewlên ciwanan ji van endîşeyan ne dûr in. Axir, Chalak Events jî seranser ji vê hewcedariyê peyda bû. Chalak Eventsê, herçiqas li gor yên berî xwe, xwe li şêwazeke moderntir girtibe jî, ji xet û armanca yên berî xwe ne dûr e û li ser heman rihî şax da.
Ciwan û xwendekarên kurd hem li Kurdistanê hem jî li metropolên Tirkiyeyê ji qadên kolektîf bêpar bûn (ez ê nebêjim ku me ew tev pêk anîn) û wan/me dikir ku werin nik hev, hev du nas bikin û çalakîyan li dar bixin. Taybet di van salên dawîyê de ji ber zor û zexta otorîteya heyî (wê otorîteyê nahebînim), li kê derê çalakiyeke kurdî çêbûbe yan sîya otorîteyê lê kêm nebûye yan jî gellek xebatên kurdî qedexekirine û kilîtek bi ser derîyê sazî û dezgehên me yên xebatên kurdî dikirin/dikin ve kirine daku bêhna me ya heyî li me biçikînin. Bê şik, di her çaxên wiha da çawa ku yên berî me dibûne henaseyek û derîne din didîtin, bêguman yên piştî wan jî yên teze radibin (em) jî wê heman rê bidana ber xwe û dê ew qûç mezin bikirana. Me jî wek ciwanên Kurd yên xemxwir berê xwe da xwe û Platforma Chalak Eventsê lê kir ku di sala 2017an de ewilî li Stenbolê paşê jî li Wanê (2018) û Amedê (2022) hatine avakirin. Platforma me ku zêdetir xîtabî ciwanan dike; çalakiyên çandî, hunerî, edebî pêk tîne. Em wek Chalak platformeke ciwan/ciwanan in û em serbixwe ne (digel sazî û dezgehên ‘me’ kar dikin) zimanê chalakîyên me tenê kurdî ye lê her çaxa em bangewazîya çalakîyekê dikin em wê çalakiyê bi Ingilîzkî jî radigihînin. Em ligel ya xwe, xwe li konsept û çalakiyên cûda diceribînin, di ber da gellek çalakiyên li welatên biyanî têne kirin adapteyî kurdî û çanda kurdî dikin. Bêguman ev hewla me rê li ber folklorîzayonekê venake. Zêdetir bi amûr û şêweyên modern pêşî li bikaranîna kurdî vedike û bingehên çanda kurdî ji nû ve hildiberîne û pêşkêşî civaka kurd dike. Yanî em rengekî nûjentir kirasekî tezetir li tişta heyî dikin. Bo mînak, Kurdish Camping, Şeva Repa Kurdî, Spoken Word Kurdî, Kurdish Halloween Nights, Meşên Bajêr, Gerrên Duçerxeyan, Dengbêj Nights, Bricks and Sharing… Ji bilî van Sihbetên Çayê, Galaya Fîlman, Atolyeya Şanoyê, Kargehên Sêva Mêxikrêj, Kaşûn, Seyran û Ziyaret ji van çalakiyan in. Ji navên wan jî mirov pê derdixe ku xebat û çalakiyên modern û folklorîk, xebatên aîdî çandên din di nav çalakiyên me de hene lê bi kirasê kurdî. Ew çerx, wê îro banda fîlmên kurdî bigerîne û dor hate çalakîya me ya nû, ChalakINOyê. Çalakiyên ChalaKINOyê wê sê meha bidome. Werin em berê xwe bidine programa chalaKINOyê:
Li Wanê, derfeta festîvaleke fîlmên kurdî bê kirin tune ku xelkê Wanê bikaribe fîlmên kurdî temaşe bike. Me jî wek Chalak Events a Wanê ji bo temamkirina vê kêmasîyê ev bar hilgirte li ser mile xwe û me bernameyek amade kir. Ji bo ev bername pêk bê me programek amade kir û me pêşkêşî Program a Fonbexş a Yekitiya Ewropayê (CultureCİVİC) kir û ev projeya me ji teref wan ve hat qebûlkirin û wan fon bexşî me kirin. Tişta ku me dixwast bi Projeya ChalaKINOyê pêk were ev e, me dît ku derhênerên kurd ên fîlmên xwe kişandine, nikarin fîlmên xwe nîşan bidin ku danûstandinek di navbera wan û temaşegêran da çêbibe û em ji karên wan kirine bihisin. Dê ji naveroka bernameya me jî bête dîtin ku me ji her aliyên Kurdistanê heta derhênerên kurd ên dîyasporayê jî li bernameya xwe zêde kirine. Loma ji vî aliyî ve chalaKINO pireyek e û ji ber ku dicivîne jî dê bibe navendek. Wek fikr û naverok navenda wê jî ne tenê Bakur e, Kurdistan bixwe ye. Yanî mirov dikare bibêje Chalak Evenst bi vê projeyê xwedî mîsyoneke mezin e. Ez di wê baweriyê da me ku ChalaKINO wê ligel vê angaşta xwe rêyê li pêş çalakiyên serbixwe û çalakiyên di çarçoveya sînemayê da xweş bike.
Taybetmendîya vê bernameyê ji bo min cihê ye, ji ber ku em vê projeya xwe pêşkêşî Dayikên Şemîyê dikin. Temenê min û hemû hevalên din ên ku di Chalak Eventsê de cih digirin, dixebitin û yê Dayîkên Şemîyê yek e ango temenê me û wan yek e. Em bi wan re mezin bûn. Aqûbeta wan a nayê zanîn, xem e ji bo me û xunav e cendekê her yekî ji wan. Lewra ji bo bê zanîn ku ew her di bîra me da ne û destê me li ser destê wan e, em vê bernameyê bexşî wan dikin.
Herî dawî jî dixwazim ji bo sînemahezên kurd behsa naveroka bernameyê bikim da ku ji niha da zend û milên xwe hildin û werin fîlman temaşe bikin û jê kêfê û sûdê werbigirin. Proje wê 11 hefteyan bidome. Di bernameyê de 9 filmên metrajdirêj, 5 jî kurtefilm hene. Platform dê 11 çalakîyan pêk bîne, 5 heb ji van gotûbêjên online in, 3 ji van gotûbêjên rûbirû ne, 2 ji van gotûbêj û MasterClassên rûbirû ne û dê 1 jê jî semîner be. Çalakî dê di meha Tebaxê, Îlonê û Cotmeha sala îsal/2023an pêk bên û hemû jî dê Rojên Şemîyê çêbibin. Tevahiya bernameyan dê Eywana ŞanoWan Teatreyê pêk werin.
Proje çaverê ye bi mildana Kovara Temaşeyê û Platforma Cinekurdiyê û bi piştevaniya Pall Weşan, SûretGraf, Bar Helbest, LEWerger û TheHallKurdîyê xwe bigihîne girseyeke mezin û eleqeyê bibîne. Platform li hêviyê ye ku ev pêk bên lewra proje dixwaze di nava xwendekarên sînemayê, sînemaçêkeran û temaşegeran da bibe pireyek da ku ew bikarin ji tecrubeyên hev du sûdê werbigirin û civatek di nava wan da pêk bê. Ev atmosfera ku dê çêbibe (çaverê ne pêk were) dê gelek kesên li qadên cuda dixebitin bîne nîk hev û dê pêdivîyên gelek kesên dixwastin ji qadê xwe bigihînine wan dê bîne ber destê wan û dê wan motîve bike da ku bi wêrekî rabin û bixwe jî hilberînin.
Dê her pênç hefteyên ewil nîşandana fîlman li vê eywanê be û dê nîşandan rûbirû bin lê gotûbêj online bin.
5ê Tebaxê, îro em bi çar kurtefîlman derdikevin pêş ve.
Behr Rabû (Emîr Xulamî), Navnîşan (Aram Dildar), Şêwinpençe (Zanyar Mihemmediniku), Bêdeng (Rêzan Yeşîlbaş)
Piştî nîşandana fîlman em ê saet 9an li ser zoomê li gel derhênerên van fîlmana bicivin. Dê civatgeriya civîna îro Roniya Çalî bike.
Hefteya duyan 12ê Tebaxê nîşandana fîlma Bîranînên Hespê Reş ya Şehram Elîdî heye. Piştî nîşandana fîlmê em ê bi rêya online li gel derhêner Şehram Elîdî civatekê bigerînin. Dê civatgeriya vê bernameyê Rowal Navgundî bike.
Hefteya sêyan 19ê Tebaxê nîşandana fîlma Mandoo ya Îbrahîm Saedî heye. Piştî nîşandana fîlmê em ê bi rêya online li gel derhêner Îbrahîm Saedî civatekê bigerînin. Dê civatgeriya vê bernameyê Zanyar Mihemmedîniku bike.
Hefteya çaran 26ê Tebaxê nîşandana fîlma Cîran ya Mano Xelîl heye. Piştî nîşandana fîlmê em ê bi rêya online li gel derhêner Mano Xelîl civatekê bigerînin. Dê civatgeriya vê bernameyê Bîlal Korkut bike.
Hefteya pêncan 2yê Îlonê nîşandana fîlma Xanîyê Bêban ya Solîn Yusif heye. Piştî nîşandana fîlmê em ê bi rêya online li gel derhêner Solîn Yusif civatekê bigerînin. Dê civatgeriya vê bernameyê Fatoş Yildiz bike.
Dê her şeş hefteyên paşî nîşandana fîlman li vê eywanê be û dê hem nîşandan hem jî gotûbêj, MasterClass û semîner rûbirû bin.
Hefteya şeşan 9ê Îlonê nîşandana fîlma Bîraxane ya Bîlal Korkut heye. Piştî nîşandana fîlmê em ê rûbirû li gel derhêner Bîlal Korkut civatekê bigerînin. Dê civatgêriya vê bernameyê Yehya Omerî bike.
Hefteya heftan 16ê Îlonê nîşandana fîlma Azmûn ya Şewket Emîn Korkî heye. Piştî nîşandana fîlmê em ê rûbirû li gel derhêner Şewket Emîn Korkî civatekê bigerînin. Dê civatgêriya vê bernameyê Havîn Kîye yanî ez ê bikim.
Hefteya heştan 23yê Îlonê nîşandana fîlma Di Navberê De ya Elî Kemal Çinar heye. Piştî nîşandana fîlmê em ê rûbirû li gel derhêner Elî Kemal Çinar civatekê bigerînin. Dê civatgêriya vê bernameyê Mihemed Şarman bike.
Hefteya nehan 30ê Îlonê nîşandana fîlma Govenda Elî û Dayîka Zîn ya Mehmet Elî Konar heye. Piştî nîşandana fîlmê em ê rûbirû li gel derhêner Mehmet Elî Konar civatekê bigerînin. Dê civatgeriya vê bernameyê Hesen Bayam bike.
Hefteya dehan 7ê Cotmehê nîşandana fîlma Temenê Kuliyeke Berfê ya Kazim Oz heye. Piştî nîşandana fîlmê em ê rûbirû li gel derhêner Kazim Oz civatekê bigerînin. Dê civatgeriya vê bernameyê Remezan Kaya bike.
Hefteya yanzdehan 14ê Cotmehê nîşandana fîlma Aforoz ya Yilmaz Ozdîl heye. Piştî nîşandana fîlmê em ê rûbirû li gel derhêner Yilmaz Ozdîl civatekê bigerînin. Dê civatgeriya vê bernameyê Armanc Dayan bike.