Çîroka vegerandina guran li Parka Neteweyî ya YellowstoneYê û dubareya modêlek mîna wê li Bakurê Sûriyeyê
Di dawiya salên 1920an de, gur li Parka Neteweyî ya Yellowstone ya Dewletên Yekbûyî hatin nêçîrkirin û hemî gurên li parkê hatin kuştin.
Di 70 salên din ên nebûna guran de, tevahiya ekosîstema Yellowstone ji hevsengiyê ketibû. Hejmara wawikan pir zêde bû û nifûsa pezkoviyan ewqas zêde bibû ku hemû darên piçûk û çiloyan dixwarin. Û îmkan nemabû ku dar, carekî din bigihên û di encamê de hejmara darên bî û spîndar tune bû. Bêyî wan daran, çûk jî hêdî hêdî çûn, segavan êdî nikaribûn bendavên xwe ava bikin û qeraxên çeman riziyan. Bêyî bendavên segavan û siya daran û nebatên din, germahiya avê ji bo masiyên ava sar pir zêde bû.
Di sala 1995an de, 14 gur li Kanadayê hatin girtin û ew li Parka Neteweyî ya Yellowstoneê hatin berdan. Zanyaran baş dizanibûn ku gur, wekî nêçîrvanê herî mezin, di vê ekosîstemê de perçeya winda ne. Lê ew matmayî man ku vegera guran çiqas zû veguhertinek teşwîq kir.
Ji nû ve hatina guran di ekosîstema Yellowstone û erdnîgariya wê ya fizikî de bû sedema guhertineke nepayî. Pêvajoya guherînê bandorek erênî li ser heywan û nebatên heyî kir.
Keriyên pezkoviyan tavilê dest bi bersivdayînê kirin. Di nav 10 salan de, darên bî ji nû ve rabûn. Di 20 salî de, spîndar gihan. Beravên çem stabîl bûn. Hewêrde jî wek segav, êlo, rovî û qurebeşkan vegeriyan.
Pezkovî: Rast e, gur pezkoviyan dikujin, nifûsa wan kêm dibe, lê gur tevgera pevkovî jî diguherîne. Dema gur bi ser wan de diçin, pezkovî zêde naçêrin û bêtir li dora xwe digerin, axê bi hewa dikin.
Giya û Dar: Di encama guherîna adetên xwarina pezkoviyan de, newalên bi çêre û hêşîn cardin nû bûn. Darên li parkê tenê di şeş salan de bi qasî pênc qat ji bilindahiya berê mezin bûn!
Çûk û Hirç: Wan darên nû û mezintir ji bo çivîkên dengbêj (hewêrde) cihê jiyanê peyda kirin û ji bo hirç bixwin jî mewîj û fêkî gihandin. Hirçên sax (bi sihhet) dûv re bêtir pezkovî kuştin, beşdarî wê çerxê bûn ku guran dabû destpêkirin.
Segavî û heywanên din: Dar û nebat jî hişt ku nifûsa segavan geş bibe. Adetên wan ên çêkirina bendavan ji bo koremişk, amfîbiyan, werdek, masî, xişok û segavî jîngeh peyda dikirin.
Heywanên guhandar: Gur guhandaran jî dikujin, bi vî awayî nifûsa kîvroşk û mişkan zêde dikin. Ev çavkaniyek xwarinê ya mezin ji bo baz, xecxecok, rovî û qurebeşkan çêdike.
Beratexwer/Leşxwer: Qijik û êloyên keçel jî ji nêçîrên heywanên guhandar yên qerese dixwin.
Ya herî sosret, erd: Erozyona axê di rêça çem de gelek cûdahiyek çêkiribû. Lê ji ber ku pezkovî sil û li ser piyan e û bêtir nebat li tenişta çeman zêde dibin, qeraxên çem aram bûn. Niha, guran erdnîgariya fîzîkî ya Yellowstoneê guhertine.
Çîroka ji nû ve vegerandina guran nîşan dide ku her endamekê ekosîstemê ji bo wê erdingariyê çiqas girîng in.
Pirsgirêka windabûna gurên li Parka Yellowstoneê jî mîna ya ku li Bakurê Sûriyeyê diqewime ye. Herêma Bakurê Sûriyê û Herêma Kurdistana Iraqê berê daristanên savanna bûn. Berî çend dehsalan, qata darê bi piranî ji ber gelek faktoran hate rakirin. Di encamê de sewalan xwarin û jîngeha xwe ji dest dan û zincîra xwarinê hat şikandin û bû sedema windabûna ajalên din ên herêmê. Li herêmê gelek celeb mirin.
Rakirina daran bû sedem ku germahî zêde bibe. Giya bêtir rastî tîrêja tavê hat û firehiya qatên giya ji nişkêva kêm bûn û di dawiyê de jî mirin. Kêzik û ajalên ku nebatan dixwin jîngeha xwe û çavkaniya xwarinê winda kirin. Alektoris, genimê Kurd, zozanên tacdar, streptopelya, hudhudk, tîtî, hamsterê sûrî û cureyên jîjoyan stargeh û çavkaniya xwe ya xwarinê winda kirine. An ew winda bûne an jî nifûsa wan li herêmê pir kêm bûye.
Wendakirina van ajalan bû sedem ku çûkên din ên mîna başok û teyrê boz ku nêçîra van çûkên piçûk dikin jî tune bibin.
Ajalên wek pezkovî û berazên kovî ku diçêrin jî çavkaniya xwe ya xwarinê winda kirin û li herêmê tune bûn. Vê yekê bandor li keftar û guran kir ku ew jî nêçîra van heywanên giyaxwer dikin. Niha li Bakurê Sûriyê nifûsa wan sifir e. Ev hêmanên zincîra xwarinê hêdî hêdî yek bi yek winda bûn û ev yek bandor li tevahiya jîngeha Bakurê Sûriyê kir.
Modela Yellowstone Parkê dikare li Bakurê Sûriyê bi vegerandina daran li herêmê were dubarekirin. Dar wê bibin mifteya bingehîn a ji nû ve hevsengkirina ekosîstema li Bakurê Sûriyeyê. Çandina daran ne tenê çandina daran e, lê tê wateya sarkirina germahiyê, çêkirina stargeh û peydakirina çavkaniyên xwarinê ji çûk û ajalan re. Dar dê ji nû ve bibin hêmana daristanên û perestgehên xerabûyî, kêmkirina CO2 û têkoşîna bi guherîna avhewayê, afirandina qadên kesk ên ku bedewiyê hildiberînin û hawîrdora ku niştecîh lê dijîn çêtir dikin, beşek ji nasnameya xwe ya çandî û başbûna derûnî vedigerin.
Trees Against Poverty pargîdaniyek civakî û ne qezenc e, ku wekî pargîdaniyek berjewendiya civakê ya ku bi garantiyê li Keyaniya Yekbûyî sînorkirî hatî tomarkirin. Hûn dikarin zêdetir hûrgûlîyan li ser malperên me bibînin:
Malper: treesagainstpoverty.org
Facebook: TreesAgainstPoverty
Twitter: tree_vs_poverty
Linkedin: company/trees-against-poverty
Instagram: treesagainstpoverty
Çavkanî: The Guardian, BBC, YellowstonePark.com, National Geographic