The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 5»HOGIR AR Û HÛNERA DÎJÎTAL
Hejmar 5

HOGIR AR Û HÛNERA DÎJÎTAL

Erol BaşakBy Erol Başak04/05/2022Updated:09/09/2022Şîrove tune ye14 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Hûnera dîjîtal pîşeya popûler ya van salên dawîn e. Di navbera ciwanên Kurd de jî ev hûner gelekî belav dibe. Ji Kurdan jî gelek hûnermedên serkeftî hene ku li ser torên medyaya civakî bala cîhanê dikşînin û bi deh hezaran şopînerên wan hene. Yek ji wan jî Hogir Ar e. Ew hem hûnermedê hûnera dîjîtal e, hem jî nivîskar, helbestvan, peykervan û lêkolîner. Hogir Ar zanîngeh nexwendiye û ji bo van hûnerên xwe perwerdehiyeke taybet jî hilnedaye. Bes bi zîrekbûn, jêhatîbûn û keda xwe berhemên nûwaze diafirîne. Helbet di jiyana wî de jî zehmetî hene. Di pirs û bersivên di jêr de hûnê serpêhatî û fikrên Hogir hîn bibin û vî hûnermedê ciwan ji nêz ve nas bikin.

Hogir, tu hunermendekî ciwan î. Pêşî em dikarin hinekî te nas bikin. Hogir kî ye, ji ku derê ye?

Ez di sala 1996an de li bajêrê Batmana bakurê Kurdistanê ji dayîk bûm. Û zaroktiya min li kuçeyên taxê derbas bû. Bi eslê xwe ji eşîra Reşkotan im. Dibistana destpêkê û dibistana navîn min li dibistana taxê xwend, bavê min mamosteyê min bû. Perwerdeya dibistanê têra min nedikir. Zimanê Tirkî di pola şeşan de hîn bûm. Çand û folklora Kurdî, şairên Kurdî, nivîskarên Kurdî, xebatên Kurdî min wê demê nas kirin.

Em şeş bira û xwişkek in. Bavê min dixwest ku em bo çand û hunera Kurdî kedê bidin. Lê herî zêde di nav birayên min de bala min dikşand û bi wî zaroktiya xwe min bi bavê xwe re nîqaş dikir li ser mijaran. Hûner bala min dikêşand û min xêzên xwe yên zaroktiyê di dibistana navîn de pêş xistin. Di pola heftan de ez di pêşbirkeke ku li seranserê Tirkîyê hat darxistin de bûm yekemîn.

Ez di pola heştan de bûm bavê min hat girtin. Divêyabû ez li rêç û perwerdeya wî berdewam bim. Min wisa jî kir. Ji ber ku bavê min hatibû girtin karûbarên malê û debara ket ser milê min û birayê min î mezin. Min dendikên zebeşan difirot, di karê sanayî, inşaat û her wiha gelek sektorên din de xebitîm. Lê min nedixwest bixwînim, ez çardeh salî bûm, min pirtûkeke Tirkî Şîn Mişext nivîsî.

Min perwerdeya zimanê zikmakî ya akademîk li sazîya Kurdî hilda. Huner gelekî bala min dikişand, herî zêde hunera Ewrûpayê. Perwerdeya min a kompiterê gelek baş bû. Min li ser peykerên bê teşe û gelek cureyên hunerê xêz dikir. Herwisa  min bi teknîk û stîla xwe dest bi afirandina berheman kir.

Min dev ji xebatên bi zimanê Tirkî berda. Ji ber vê gelek caran mamosteyên dibistanê nîjadperestiyê li min kirin. Di vê pêvajoyê de ez zêdetir li ser platformên dîjîtal xebitîm û min tarz û stîla xwe ya folklorîk afirand.

Hunera te, qesta min hunera dijîtal, gelek balê dikşîne. Tu bi berhemên xwe rojevê baş şîrove dikî. Baş e, tu çawa dixebitî?

Şîrovekirina mijareke ji fehmkirina mijarê re derbas dibe.  Divê ewilî mijar baş bê fêhmkirin û piştre bête avakirin. Afirandina berhemekê ji gelek qadan derbas dibe. Pêşî tu taslak amade dikî û li ser taslakê dixebitî. Piştre bi kîjan awayî bixwazi derxî holê (bi dehan programên vî karî hene) di programa yekem de wê taslakê dikî bibût an jî 3D. Mîna çêkirina xwarinê, divê ne şor be, ne tehl û ne jî şêrîn, di tehma xwe de çêbibe. Û dema bi van prensîban berhem bê çêkirin, tu şîroveya xwe dikarî derxî plana pêş û ew ê gelekî balê jî bikşîne.

Min ti perwerdeya vî karî nestand, tenê navbera min û karûbarên kompiterê gelekî baş bû. Ev jî bi rêya lêkolînên min yên li ser beşa nivîsar û grafîkê pêk hat.

Min di dibistana amadeyî dest bi hunera dîjîtal a Kurdî kir. Ji 14 saliya xwe heya niha di sê stîlan de min xebat afirandin:

Stîla hunera dîjîtal a Kurdî folklorîk (nexş û nimûş)

Hunera dîjîtal a Kurdî û surrealîzm.

Û stîla dawî hunera dîjîtal a Kurdî bi zimanê global ê ku min pêşkêşî cîhanê kir.

Lê di sala 2022an de jî min qadek ji NFT û Metaverseyê re vekir. Niha ji bo vê beşê berhemna diafirînim.

Heta niha bi hezaran berhemên û bi sedan koleksîyonên min û serî (series) ên min hene.

Di navenda xebatên te de her Kurd û zimanê Kurdî heye. Armanc û hedefa te bi kurtasî çi ye?

Di demên dawî de êrîşên li ser zimanê Kurdî zêdetir bûn. Ji damezrandina Tirkiyê heta roja îro tê xwestin ku zimanê Kurdî bê tinekirin û qedexekirin. Di roja me ya îro de jî siyaseta dewletê hewl dide zimanê Kurdî tune bike û asîmîle bike. Lê her ku dem derbas dibe Kurd hem siyasetê dikin hem jî ji bo parastina nirxên xwe yên netewî têdikoşin. Di vê hêlê de tiştê dikeve ser milê rewşenbîr û hunermendên Kurdan jî ev e ku bi zimanê xwe biafirînin. Armanca min ew e ku ez bidim nîşandan ku Kurd di aliyê hunera teknolojîyê de cih standine û wê xebatên gelek baş li dar bixin. Dixwazim Kurdên me yên ku ji çand û zimanê xwe dûr ketine vegere ser prensîbên xwe, ciwanên me berê xwe bidin vî zimanî û ez bibim mînak.  Dixwazim karê ez dikim bala civaka sosyo-kulturî bikşîne û bi vê pêngavê gelek ciwanên Kurd dest bi Kurdî kirin.

Baş e, berhemek çawa derdikeve holê? Tu çawa xeyal dikî?

Digel ku em tam nizanin mirov çiqasî li ser vê axê mane jî, mirov dikare qala dîrokek 150-200 hezar salî bike. Dema ku em lê dinêrin ka yekem cûdahiya ji destpêka mirovahiyê niha derketiye çi ye, em dibînin ku ne karên teknolojîk, ne sêwiranên fonksiyonel û ne jî tiştên din in. Nîşanên pêşîn ên ku ji me re mane, her dem li ser “hunerê” ne.  Hê jî ne diyar e ka armanca wêneyên ku bi hezaran salan beriya niha di şikeftan de hatine xêzkirin çi ye. Armanca yekem ji nifşa nû re peyamek e an jî tenê bin hişî û xeyal e? Dema xeyal be tenê min û kesê wê demê afirînerê xêzên şikeftan têr dike. Lê dema peyam be civakê têr dike û somut e.

Wêneyên li dîwarên şikeftan ku em texmîn dikin hema hema çil hezar sal berê hatine xêzkirin, bi zelalî nîşanî me didin ku mirovê ku hîna hebûna wî li cîhanê di astek nediyar de ye, çawa kapasîteya “hilberîna”  kûr ku jê re hatiye dayîn fêhm dike. Bi rengekî bêbersiv û demdirêj. Ji ber vê yekê, çi ye sebeb ku huner ewqasî ji mirovan venaqete û çi dike ku huner ewqas xewn û xeyalan dîl dike?

Koordînasyon, an jî hevparî, bi rastî di têgihiştina hişê hunerî de têgehek pir girîng e. Di mejî de “navenda hunerî” ya taybet, an jî “navînek hunerî” ya taybet ku mirov bi jêhatîbûna hunerî ya cewherî bide nasîn tune. Afirandina berhemên hunerî kifş dike ku gelek beşên cihêreng ên mêjî dihêlin ku bi hevrêziyê bixebitin û ji vê orkestrasyona tevlihev çend awazên watedar, ango cûrbecûr berhemên hunerî derxînin holê. Bi gelemperî xeyalkirin ji afirandina teknîkî zehmettir e. Rola min ji ev e tiştên ku bi hêsanî nayên dîtin û nayê hîskirin derdixim holê.

Kurd çiqas di nava vê hunerê de cî digrin?

Birastî ev 12 sal in di nav van xebatan de me. Lê Kurdan îsal 2 sal in ev huner nas kir, ji ber ku min dereng parve kirin û berhemên xwe pêşkêş kirin. Aniha ez dikarim bibêjim piştî ku min danasîna hunera dîjîtal kir, herî kêm sî-çil kes, dest bi beşa hunera dîjîtal kirin. Nexasim beşa illûstrasyonê bala wan dikşîne. Ev huner ji bo Kurdan hat afirandin, ji serî heya binî divê Kurd tê de cih bigirin.

Digital art çima girîng e ji bo Kurdan? Ev huner li Kurdistanê roleke çawa dilîze? Bi te ev huner dikare Kurdan ji bo armancekê bigihîne hev û xizmeta yekitiya wan bike?

Huner hinekî mirovan nêzî hev dike. Bi nêrînek ji nêz ve li pirsgirêkên civakî, mirovên din û hestên wan, hawîrdora wan û tiştên rojane û şêwazên jiyanê yên li derdorê ez ji wan re dibim alîkar ku bibînin ka çi heye. Lê bi hêsanî nayê dîtin.

Ji bo vê em dikarin bibêjin ku gotin û vegotina hest û ramanên mirovan bi amûr û rastiyên cihêreng, bedewbûnî bi hunerê têne afirandin. Huner re ya ku jiyanê bi rûmet bike û wê watedar bike. Huner dikare di her qada jiyanê de hêz û kêfê bide mirovan.

Ji bo ku em bikaribin li ber cûrbecûr guhêrbar û bileziya guhertinê, daxwaz û bendewariyên bêdawî yên di temenê xwe de bihêlin, û li dijî rastiyên ku em negatîf dibînin têkoşînek pêwist bidin, pêdivî ye ku em fahmkirin û fikirkirina cîhana nû fêr bibin. Ev bo gelê Kurd pêngavên hunerî ne. Huner berhemeke civakî ye. Ji bo pêkhatina hunerê civak teqez pêwîst e. Bi gotineke din rastiya mirov çêkerê hunerê ye. Huner bê mirov nabe. Huner wekî qadeke hilberînê ya dinyayî û însanî rasterast bi mirov, civak û çandê ve girêdayî ye. Huner ji bilî ravekirin û têgihiştinên derûnî, felsefî, estetîk rê dide ravekirinên civakî, ango sosyolojîka civakê.

Hunermend li hemberî civaka xwe berpirsiyar e, bi pirsgirêkên civakê re têkildar e, lewma bi hesta erka civakî tê barkirin. Huner berpirsiyariyek e û ji bo pêşkeftina civakî peywiran digire ser xwe. Erka hunerê bihîstina dengê civakê di çav û wijdanê hunermend de ye. Huner jî mîna hemû kirinên mirovî, nikare bi tevahî ji berpirsiyariya civakî were dûrxistin, nikare xwe ji rêveçûna civakê û rewşa pêkhateya civakî dûr bixe.

Civak bo me/min çi difikire? Birastî pirseke gelekî baş e.

Ji civakên kevnar heta niha, di navbera huner û olê de peywendiyên berdewam hatine danîn.

Tenê ne olî têkiliya huner û siyaseta civakê, têkiliya huner û ekonomî, têkiliya huner û malbatê û hwd. Çima ev têkilî hertim têne danîn? Dema huner azad be wê civakê pêş bixe lê mixabin em hê jî tênegihîştine vê hişmendiyê.

Civaka Kurd ji ber ku civakeke misantropîst bû û di hunermend de fikrên olî, nêrîna siyasî û hesta civakî digeriya û dixwaze hunermend li gor fikr û ramanên xwe bixemilîne. Lê ev hunera dîjîtal wê hişmendîyê şikand.

Û da nîşandan ku hunereke azad heye. Ev du sal in ez medyaya civakî bikar tînim. Ev huner gelekî hat ecibandin. Birastî jî gelê Kurd hemû ked û projeyên min hembêz kir û xwedî lê derket. Aniha em gihîştine bi hezaran şopînerên Kurd. Hunerek bifikirin ku gihîştibe heta başûrê Afrîkayê û bi dehan rojname, kovar û televîzyonan re bûme mêvan. Ev huner min bi Kurdên başûr, rojava û rojhilat re girê dide. Demên pêş te em ê xebatên kolektîf çêbikin.

Gelek kes te bi digital artê nas kir. Lê xebatên te yên cuda jî hene. Wek mînak tu bi edebiyata Kurdî re jî eleqedar î. Pirtûkên te hene, ma ne? Dikarî behs bikî ji me re?

Belê, sala 2014an de min pirtûkeke bi navê Şîn Mişext derxist. Pirtûk bi Tirkî bû. Di 2017an de min çap kir û mijar helbest bûn. Lê belê poşmanîya min ê herî mezin jî ev bû ku min bi zimanê xwe çap nekir û min ji bo refên edebîyata Kurdî pirtûkek zêde nekir. Ev pirtûk dema çap bû heftiyekê de xelas bû û min neda çapa duyem. Aniha pirtûkek min a helbestê ku min qedandî heye bi navê Prehistoriya /helbest û yekem pirtûka hûnerê di Kurdî de ye. Di pirtûkê de ez qala Sûrrealîzm, Ekspresyonîzm Dadaizm, Fûtûrîzm, Konstrûktîvîzm, Kûbîzm, Pop Art, Mînîmalîzm û hwd. dikim û hunera dîjîtal didim nasîn. Ji bilî vê xêzeromaneke ku sê sal in li ser dixebitim heye û ew ê di wêjeya Kurdî de bibe mînaka yekem a xêzeromanê. Di nava sala 2022an de ev hersê berhemên min wê bên weşandin.

Bi qasê ku min bihîstiye aliyekî te yê peykervaniyê jî heye. Ne wisa? Di vî warî de çi proje heye di deste te de niha?

Belê gelek peykerên min çêkiribûn hebûn lê jiber nebûna atolyeyekê min li malê hemû berhemên xwe pêşkêş dikir. Qada min afirîneriyê dikir tenê odeya min bû û xebatên xwe min di wir de pêşkêş dikirin. Lê gelek caran dema ji bo bavê min êrîşê mala me kirin gelek berhemên min şikandin û gelekan jî birin. Wek proje jî ez dikarim bibêjim ne peykerên mînîmal, peykerên mezin min xêz kirine. Yanî yê herî biçûk dirêjbûna wî sê metre ye. Herî zêde di peykerande li ser şaristaniyên Kurdistanê disekinim û diafirînim.

Aniha ji bo pêşangehekê li ser peyker, hunera performansê û hunera dîjîtal dixebitim. Bila cemaeta hunerê li bendê be demeke nêzîk de ez ê van peykeran pêşkêş bikim.

Tu bi galeriyekê hunerî re dixebitî an ji galeriyên hunerî daxwaza xebatê ji te re tên?

Xebatên min li gelek galerîya hatin pêşkêş kirin.

Û ji gelek bajarên Ewrûpayê daxwaz ji min re hatin. Nû bi nû wext û derfetên min çêdibe ku bikaribim ji sînorên Batman, Kurdistan û Rojhilata Navîn derkevim. Bi vê derfetê ez ê gelek karên baş pêşkêş bikim.

Ji bilî vî di pêşerojê de dixwazim galerîyeke Kurd û kurdewarî vekim û ciwanên Kurd di vî warî de pêş bixim û proje û nivîsên xwe çap bikim û bixim xizmeta gelê xwe.

Pirseke taybet bo te. Hunera te gelek hêja ye lê gelo tu dikarî pê debara xwe bikî an tu naxwazî berhemên xwe bifroşî?

Di vê rewşê de bawer nakim hunermend, herî zede jî yên beşa wênesaziyê bikaribin derbara xwe bikin. Stranbêjek dikare derkeve sahneyekî di şevekê de pêncî sed hezar pere bistîne lê em nikarin. Yekem Kurd hê jî nehatine wê astê ku berhemeke em li dîwarên wan bibînin. Duyem jî ji ber pêvajoya li Tirkiyê, zimanê berhemên min zêdetir polîtîk e û peyamên civakî di hundirê xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê li Tirkiyê na lê li bajarên Ewrûpa, Emerîka gelek xwestek çêdibin. Lêbelê dîsa jî ti debara min çênabe ger ku bi karekî din re mijûl nebim. An jî tiştekî ku pê debara xwe bikim tunebe wê ev pêvajo me daqurtîne. Hin berhemên min jî ji bo koleksîyonê ne, wana nafroşim. Lê bi gelemperî heke daxwaz hebe berhemên xwe difiroşim.

Ez gelek spas dikim Hogir. Gotina te ya dawîn heye?

Gotina min a dawîn birastî wê ji hemî pirsan re bibe bersiv. Ez ne hunermendê ku di nav tabloyeke tûwalê de girtî mame. Ez hunermendek im ku tim di keşfkirinê de, di afirandina tarz û stîleke nû de me. Ji ber vê yekê ez di navbera gelek dîsîplînan de rêwîtîyê dikim. Bi hunerê ez dikarim gelek bûyerên li welatê ez lê dijîm, bînim cem hev. Bi rastî, pirsgirêkek min heye. Ji ber vê yekê ez hez dikim ku bi materyalên cûda re bixebitim bi materyalên cûda bilîzim û wan bikim karên hûnerî. Şertê yekem ê vî karî ked, xebat, pir xwendin, wêrekbûn û jixwebawerbûn e. Pêwist e ku hûn vana bikin. Kesekî ku ji min re bû alîkar tinebû, ji hunermendên Kurdan bigire heta yên biyanî. Min hewl da, min pir hewl da. Îro jî ez li ser wê hewldanê disekinim. Lewma ev huner bû markayek û aniha gelek kes dixwazin bibin parçeyeke vê hunere. Çi hunermendên Kurd, çi yên biyanî. Ger serkeftineke min hebe ez bi welatê xwe re girê didim. Li ser min gelek danasîn hatine nivîsandin, katalog hatine çêkirin, bi sedan gotarên zanistî hene, ez hejmara wan nizanim. Mirov karekî hunerî bi zanistî dinirxîne. Ger destkeftiyek bi rengek çêkirî were zêdekirin an were darvekirin, hûn dikarin 1-2 salan bikin. Ev kedeke mezin dixwaze û ev keda diwazdeh salan e di vê hişmendîyê de me di vê sekne de me.  Gelek caran ez hatim sûcdarkirin ji aliyê dewleta Tirk, gelek caran ez wek terorîst hatim pênasekirin. Gelek caran nasnameya min a hunerî hate binpêkirin ji aliyê dewleta Tirk ve. Lê bila Kurd, Tirk û gelên biyanî baş bizanibin ku ne wê ev hunera min biguhere ne zimanê min ne jî şexsîyeta min. Ez Kurd im û ji Kurdistanê me. Şanaz im, bi kêf û çoş im ku hunermendê Kurda me. Tenê daxwazeke min heye ji gelê Kurd: Nehêlin ku Alman, Îngilîz û Emerîkî ji we zêdetir hunera we bihesibînin û şîrove bikin û lêkolîn bikin. Hûn divê ji wan zehftir xwedî li hunermendên xwe derkevin, îro em sax in û me bi hezaran berhem pêşkêş kirin. Sibê kî dizane em ê di kîjan rewşê de bin. Belkî li girtîgehê û belkî jî kuştî, lê bo min her du jî serfirazî ye bila bo we jî wisa be.

Saet xweş Hogir Ar.

Gelek spas dikim, ligel silavên germ gelê xwe hembêz dikim.

Gulan 2022 Hejmar 5 Portre
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Erol Başak

Nivîsên Têkildar

Yilmaz Gûney û Hişmendiya wî ya Kurdistanî

Kurdî Couture: Cilê Kurdî Dike Xemla Keçên Biyanî

Nivîskarê Keserkûr ê Li Sirgûnê “Qedrîcan” (Abdulkadir Can (1911 – 1972))

Diego Rivera

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 15. Daxe/Bixwîne

Hejmara 14. Daxe/Bixwîne

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.