Hunera ku bi tevahî rêbazên di derbirîna hest, sêwirandin an jî xweşikbûnekê de tê bi kar anîn û afirîneriya bilind a ku di encama vê îfadeyê de derdikeve pêş, di heyama hezar salan heta îro pêşketineke cûda û berdewam nîşan daye.
Di dîroka hunerê de derketina kamerayê dikare wekî xala şikestinekê were hesibandin. Hunermendên serdemê berê xwe dane lêgerînên nû; daxwazên xwe yên wekî girtina kêliyê, dîtina ronahiyê û ronîkirina wê anîn ziman. Ji ber vê yekê, rêgezên bingehîn ên teqlîdkirina xwezayê û wênesaziya kevneşopî ya akademîk hatine pirsîn û nêrînên nû, ramanên nû derketine holê ku serhildanek li dijî van rêbazan e. Rengên wek reş, spî û qehweyî hatin avêtin û rengên prîzmatîk hatin bi kar anîn. Mantiqa kevneşopî ya dîtinê hate hilweşandin û xwezayek zindîtir, ronahiyek ku li gorî zagonên optîkî hatî xuyakirin/afirandin, û xeyala ku di ronahiya atolyeyê de dihat afirandin li kevîyekî ma.
Pop Art ku wekî dawiya serdema nûjen û destpêka derbasbûna serdema postmodern tê qebûlkirin û yekem car li Londonê derketiye holê, bi têkiliya wêneya fotografî re çêbû. Salên 1900î serdemek bû ku tê de bajarîbûn berbelav bû û pîşesazî, mekanîzma pêş ket. Ji ber vê yekê hunermendê ku li nûbûn û orîjînalîteyê digere, îdeolojî, çandî û bandorên jiyana hemdem di berhemên xwe de nîşan dane da ku li gorî rojane bandoreke mezin bike. Hunermendên din ên serdemê jî di berhemên xwe de bal kişandin ser guherîna çanda serfkirinê ya bi bandora mekanîzekirinê û di vî warî de berhemên xwe pêşkêş kirin, bo vê yekê têkilîya hunera bi teknolojiyê re bi hev re pêşketin ne dijwar bû. Dîroka hunerê ku bûye şahidê gelek tevgerên hunerî, bi hunera dîjîtal re li gorî taybetmendiyên pêşketin û teknolojiya civaka agahdarî di serdema teknolojiya îroyîn de ketiye serdemek nû. Destpêka “hunera dijîtal” û berhemên wê yên ku di salên 1990î de derketine, vedigere salên 1960î. Birastî ev pêngava hunera dijîtal bû (digital art) dikarim wiha kurtebir bikim: “Xebera huner û teknolojiyê bi derbasbûna ji serdema pîşesaziyê ber bi qada elektronîkî ve bûye.”
Hunera dijîtal, bi gelemperî, rengek hunerî ye ku bi hilberîna tiştên ne fizîkî pêk tê, tê de komputer rolek mezin dilîze. Hunera dîjîtal qadek berfireh e ku hemî karên hunerî, serîlêdan û derketinên ku bi kar anîna teknolojiyên dîjîtal ve tê de dihewîne. Ji salên 1960an vir ve, bi navên cûrbecûr yên wekî “hunera kompîturê” û “hunera multimedia”yê ji bo vî warî hatine bikaranîn û herî dawî jî pênaseya “hunera dijîtal” wekî şaxek ji têgeha hunera medyayê destpê kiriye. Ji ber ku cîhê komputeran di jiyana me de roj bi roj zêde dibe, şaxên hunera kevneşopî yên xêzkirin, resim û peykersaziyê destpê kir ku li şûna hunera ku di hawîrdorek komputerkirî de di bin sernavên (hunera torê/ağ Art), “hunera çîroka (kurgu) dîjîtal” û “hunera xeyalî ya dijîtal” de hatî pêşve xistin, cihê komputeran di jiyana me de zêde dibe. “Rastiya virtual” yanî ber bi jiyaneke sanal ve em diçin.
Ger em şaxên herî berbiçav ên hunera dijîtal navnîşan bikin divê em ji van destpê bikin.
Computer Art, Computer Graphics, Illustration dijîtal, Dîjîtal Painting, Photography dijîtal, Muzîka Pêşkeftî ya Computer, Hunera Fractal, efekt ên Fîlmê Taybet, Motion Chart, Manîpulasyona Wêne , Video Art, Sêwirana lîstika vîdyoyê û grafîk.
Hunera dijîtal bi îcadên wênekêşiya tevgerê di dawiya sedsala 19an de tê şopandin û hingê li derdikeve holê. Di vê pêşveçûna teknolojiya vîdyoyê di salên 60an de, performansa multimedia jî di hunerê de cih girt. Di salên 90î de bi pêşketina hunera dijîtal re, temaşevan jî tevlî bûn lê di hunera Kurdî de dema min beşeke afirand tarz û stîleke min çar sal xebitî ser vê hunerê û demên dawî de pêşkêşî hunera cîhanê kir. Pêşxistina teknolojiyê di warên hunerî û çandî de guherînan tîne pêşkêşkirina îmkanên nû, dijwarkirina hunera kevneşopî, pêşandanên fermî û formên vegotinê yên nû diafirîne.
Ji bo vê huner, em dikarin bibêjin ku gotin û vegotina hest û ramanên mirovan bi amûr û rastiyên cihêreng, bedewbûnî bi hunerê têne afirandin. Ew bi huner re gengaz e ku jiyanê bi rûmet bike û wê watedar bike. Huner dikare di her qada jiyanê de hêz û kêfê bide mirovan.
Ji bo ku em bikaribin li ber cûrbecûr guhêrbar û bileziya guhertinê, daxwaz û bendewariyên bêdawî yên di temenê xwe de bihêlin, û li dijî rastiyên ku em negatîf dibînin têkoşînek pêwist bidin, pêdivî ye ku em fahmkirina, fikirkirina cîhana nû fêr bibin ev bo gelê Kurd pêngavên hunerî ne. Huner berhemeke civakî ye. Ji bo pêkhatina hunerê civak teqez pêwîst e. Bi gotineke din rastiya mirov çêkerê hunerê ye. Huner bê mirov nabe; huner wekî qadeke hilberînê ya dinyayî û însanî rasterast bi mirov, civak û çandê ve girêdayî ye. Huner ji bilî ravekirin û têgihiştinên derûnî, felsefî, estetîk rê dide ravekirinên civakî, ango sosyolojîka civakê. Hunermend li hemberî civaka xwe berpirsiyar e, bi pirsgirêkên civakê re têkildar e, lewma bi hesta erka civakî tê barkirin. Huner berpirsiyariyek e û ji bo pêşkeftina civakî peywiran digire ser xwe. Erka hunerê bihîstina dengê civakê di çav û wijdanê hunermend de ye. Huner jî mîna hemû kirinên mirovî, nikare bi tevahî ji berpirsiyariya civakî were dûr xistin, nikare xwe ji rêveçûna civakê û rewşa pêkhateya civakî dûr bixe.
Şîroveyek
Mala Hogir ava, nivîsa wî jî wek hunera wî ye.