Ez çima JPGyekê bikirim?
Ger ez dîmenê NFTya te daxim ser kompîtûra xwe nexwe NFTya min jî heye?
Belê, çima ez JPGyê(Joint Photographic Expert Group. Armanca JPGyê ew e ku mezinahiya wêneyê kêm bike lê kalîteya wê ya rast biparêze.) bikirim? Çima ez berhemeke hunerî bikirim? NFT di dawiyê de ji bo hunermend, berhevkar û berhemên hunerî navgînek nû ye. Ev yek dihêle ku projeyên hunerî yên bedew, bi rengekî din fînanse bike. Ev qadeke nû ya hîmayekirina qada berhemên hunerî ye ku piştgiriyê dide huner û hunermendan. Bi ser de jî hişt ku gelek hunermend nêzikî riyeke nû ya afirandinê bibin. Erê, bêguman, tu dikarî NFTya kesekî daxî, wê hilînî an jî wek tabloyekê li mala xwe daliqînî. Ev fikreke pir xweş e, ji ber ku ez bi xwe, li mala min kopiyeke Picasso heye û ne gengaz e ku meriv bizane ka ew berhema orjînal e an ya derewîn e. Lê ne xema min e, bi saya teknolojiya zincîra blokê, NFTya min wê tu carî winda nebe, ji ber ku ew her û her di zincîra blokê de digel hemî agahdariya pê ve girêdayî, tê tomarkirin. Di encamê de, NFTya te ji her karê laşî pir ewletir e.
Belê lê ev qadeke spekulatîf e?
Erê NFTyên spekulatîf hene, lê dîsa jî ji ber ku bazara hunerê heye, huner riyeke spekulasyonê ye, huner rêyek e ku hûn pereyên xwe didin razandin. Ew bazareke nû ye, her tişt bi lez dimeşe, lê ev nîşan nade ku ew qadeke spekulatîf e.
NFT gerdûnê qirêj dikin.
Erê qirêj dikin, rast e. Lê gelo danûstendinek ji hemî peyamên nivîskî yên ku hûn ê ji bo sersalê ji hemî têkiliyên xwe re bişînin bêtir qirêj dike? An jî hemî vîdyoyên ku hûn bi rêkûpêk ji têkiliyên xwe re dişînin da ku wan kêfxweş bikin bêtir? An jî ji hemî reklamên ku hûn distînin ji ber ku nayê bîra we hûn ji gelek bultenan nebin? Hewce ye meriv li ser vê rastiyê bifikire ku erê ew qirêj dike, lê ji bo berhevdanê ew pir hindik e, nemaze li pêşberî bazara hunera “kevneşopî”. Ger em bixwazin kêmtir qirêj bikin, divê di warên din de jî gelek hewl bê dayîn. Wekî din, NFT ji bo van pirsgirêkan civakeke baldar e, ji ber ku niha zincîreyên eko-berpirsiyar ên mîna Tezosê(pereyê krîptoyê ye ku li ser zincîra blokê ye û bi platformeke kompîtûrê ya nenavendî ve girêdayî ye.) hene.
Wekî her tiştî di nav 10 salan de wê modaya vê jî derbas bibe.
Tiştê ku mirovan ji teknolojiyê yan jî ji destpêka înternetê re digot tam ev e. Lêbelê, divê were fêmkirin ku bi her pêşveçûneke mezin re mirovên ku bi tevahî fêm nakin û red dikin hene. Lêbelê, kes nikare pêşbîniya pêşerojê bike.
Crypto pereyê rastîn e?
Ew pereyê pêşerojê ye, ji ber ku pereyê wereqe mehkûmî windabûnê ye. Bi pereyê krîptoyê ez dibim banka xwe, şêwirmendê xwe.
Bê feyde ye, mirov ji kaxezê hez dike, ji destdana kaxezê hez dike.
Tu çend caran dest didî wêneyên xwe? Tiştê ku girîng e ne hewce ye ku hûn berhemên xwe li odeya xwe ya rûniştinê nîşan bidin da ku hûn bikarin dest bidinê, lê hûn dikarin li her derê û her demê bi awayekî ewle berhemên xwe nîşanî her kesî bidin. Wekî din, heke berhevokeke we ya girîng a karên hunerî hebe, ne gengaz e ku hûn her tiştî li malê daliqînin. Em di rêyeke nû ya berhevkirinê de ne, em awayê bikaranîna hunerê, xwedîkirina wê, parvekirina wê diguherînin.
Ez bawer im niha tu amade yî ji bo stendina NFTyan. An jî tu bixwazî agahiyên zêdetir ên li ser NFTyan bistînî tu dikarî bi me re têkilîyê deynî.
Boomer: Ev biwêj ji aliyê “millennials” ve tê bikaranîn, wekî din wekî “Nifşa Y”yê tê zanîn ku tê de mirovên di navbera 1980 û 1999an de ji dayik bûne hene. Bi wan re mezhebeke din, “post-millennials” ku ji sala 2000î de ji dayik bûne, pê re tê.