The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 8»Li Swêdê Bipêşketina Çanda Kurdî
Hejmar 8

Li Swêdê Bipêşketina Çanda Kurdî

Zeynelabîdin ZinarBy Zeynelabîdin Zinar05/08/2022Updated:06/08/2022Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Swêd welatek e ku niha bi qiraliyetê îdare dike, lê axaftina siyasî ji Qiral re qedexe ye.

Di demokrasî û mirovperweriya xwe de, Swêd yekemîn welat e ku li Skandinavyayê dimîne û jê re ”Dewleta Refahê” tê gotin.

Zagona wê ya bingehîn, maf daye hemû tiştên zindî û nezindî û kuştina mar û mişkan jî qedexe ye.

Mirovatî û camêriya Swêdiyan, tev di destên dewletê de ye. Çi kesê ku li Swêdê hatibe dinyayê û heta ku diçe, di binê garantiya dewletê de ye. Dewlet berpirsê her kesî ye û alîkariya madî û manewî dide her kesî, lê li dinyayê welatê herî zêde ku bac ji hemwelatiyan werdigire jî, dîsa Swêd e.

Cara pêşî çûna Kurdan a Swêdê, piştî Şerê Cîhanê yê Dûyemîn çêbûye. Lê piştî Cuntaya 1961an a Tirkiyê, hindik kes çûne wirê.

Piştî Gefdengiya 1971an a Tirkiyê, gelek Kurd çûne Swêdê.

Lê piştî desthelatiya Xumeynî 1979an û Derbeya Leşkerî ya Tirkiyê 1980yî, bi girseyî Kurd çûne Swêdê. Ji xwe dema desthelatiya Sedam Huseynê zal, gelek Kurdên Başûr çûne li Swêdê bi cih bûne.

1991, dema Yekîtiya Sovyetan jî rûxiyaye, gelek Kurdên li wan welatan jî, çûne li Swêdê bi cih bûne. Xasma jî Kurdên ku li Ermenistanê bûn, zexta Ermenan Kurd ji gundên wan qewirandine û piranî çûne Swêdê.

Di van salên dawiyê de, gelek Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî çûne li Swêdê bi cih bûne. Niha tê gotin ku jimara Kurdên li Swêdê li dora 200 hezarî ye.

Lê çewa ku Stockholm paytexta Swêdê ye, ji dinyayê re bûye Paytexta Kulturî. Herweha Stockholm ji bo Çanda Kurdî jî bûye navendeke girîng û wek paytext tê hesibandin.

Piştre diyar bû ku navenda hemû rêxistinên kurdistanî jî li Swêdê bi cih bûne.

Çi ji aliyê xwendina zarokên Kurdan bi kurdî be, çi ji bo xwendina ciwanên Kurd li zanîngehan bi kurdî be, herweha çi jî ji bo rewşenbîrên Kurd be, li Swêdê bipêşketineke mezin çêbûye.

Sal 1983 yan 84an bû, Swêdê ji bo kurdên ku li welatê xwe mamostetîya erebî, farisî û tirkî dikirin xwendegehek vekir û du sal perwerdehiya kurdî da domandin. Piştre ew Kurd tev wek mamosteyê Zimanê Kurdî li dibistanên Swêdê yên ku zarokên Kurdan lê dixwendin dersa kurdî dane wan.

Saziya dewletê ya bi navê KULTURRÅDETê aliyê aborî dida rewşenbîrên Kurd. Hetanî dawiya sala 1999an, 480 pirtûkên kurdiya kurmancî ya bi tîpên latînî bi diravên dewletê çap bûne.

Ev hawe tîneke mezin li Kurdên li Swêdê kiriye û zimanê fermî di nava Kurdan de bûye Zimanê Kurdî.

Herweha ev hawe tîna xwe li Kurdên li welatên dî yên li Ewrûpayê jî kiriye. Her ku diçû, li wan welatan jî xwendina kurdî ji bo zarokên Kurdan dest pê dikir.

Di pêşerojê de ger lêkolîneke berfireh li ser Kurdên li Swêdê çêbibe, wê derkeve holê ku gelek hêjayî û derfetên bêhempa ji bo Kurdan hebûne.

Sal 1987, dema min li Swêdê weşanxane û çapxane ava kirine, pêşî bi alîkariya diravên dewletê dest pê bûye. Dewletê, ji 20î zêdetir, alîkariya diravî daye pirtûkên min. Dema ku dirav ji bo pirtûkekê dida min, bi wî pereyî min kaxez û pêdiviyên çapkirina pirtûkan dikirîn û li ser hev 3-4 pirtûkên kurdî çap dikirin. Herweha saziya bêkaran jî karmend didane min û mûçeyê wan dewletê dida. Ji 40 nivîskar û hunermendên Kurd zêdetir, bi qederê şeş meh an salekê, min kar li ser navê weşanxaneya xwe daye wan û mûçe dewletê dida wan. Min tenê peymanek bi wan re çêdikir ku ew dê pirtûk ji xwe re bi kurdî binivîsin.

Spas ji Xwedayê mezin û dewleta Swêdê re, bi alîkari û derfetên erênî yên wan, heta niha jimara pirtûkên min ên ku hatine weşandin, gehaye 132an.

Bi hêviya geşemendiya Çanda Kurdî, her şad û bextewer bin…

27/ 07/ 2022

Hejmar 8 pencinar.z@gmail.com Zeynelabidin Zinar
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Zeynelabîdin Zinar

Nivîskar, Swêd

Nivîsên Têkildar

Pertew Begê Hekarî (1777 – 1841)

The Hall Kurdî 8 Derket

Ji Edîtor 8

Jenosîda Êzidiyan: Fermana 74an

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 15. Daxe/Bixwîne

Hejmara 14. Daxe/Bixwîne

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.