Ji Londonê silavên germ ji bo xwîner û dildarên zimanê Kurdî re dişînim.
Ji ber germbûna kûrewî ye yan tiştekî din e nizanim, bila ev mesele ji zanîstan re bimîne, mehên Hezîran û Tîrmehê gelek germ û xweş derbas bûn li Londonê. Tebax wisa berdewam dike. Bi rastî me bêriya tavê kiribû. Germa havîna vir a van rojan ne kêmê ya welêt e. Di hewayên wiha xweş de rûdanên xweş jî qewimîn.
Li Londonê Mîrata Çanda Kurdî li platformên dîjîtal hate qeyd kirin. Sulaiman Othmanê Kurdê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina çanda Kurdî projeyek amadekir û ji Arts Council Englandê fon stand. Di projeya bi navê “Kurdish Digital Heritage” de çi nimûneyên çanda Kurdî yên li Londonê hebin wek xwarin, cilûberg, muzîk, govend, hûner hwd. bi rêya wêne, video, deng, hevpeyvîn û grafîkan hatin qeyd kirin. Nasandina projeyê ku di amadebaşiyê de keda min jî hebû, di 22ê meha çûyî de hat kirin. Digel stran û govend û sohbetên xweş me şeveke gelek bi ber borand. Nûçe û hûrguliyên projeyê di vê hejmarê de heye.
Mixabin meha tebaxê salvegera êrîşa Şengalê û komkujiya Êzidiyên Kurd e. 8 sal berê cara 74em dîsa fermana Êzidiyan rakirin. Rojnameger Ercan Dag ji bo The Hall Kurdiyê Komkujiya Êzidiyan nivîsî.
Di vê hejmarê de me cî da raporta Botan Inernationalê ku behsa talûke û gefa li ser çapemenî û medyaya Kurdî dike. Rapor ji îngilîzî hate wergerandin ser Kurdiyê û hinek jî hate kurtkirin. Ji bo vê raporta girîng ku gefa li ser medya û rojnamegeriya Kurdî ragihand cîhanê em spasiya dîrektorê Botan Internationalê Murat Bayram dikin.
Nivîskar Necat Zivingî vê mehê dîsa nivîseke gelek xweş hazir kir. Di gotara “Çîroka Dewleta Kurdî” de binêrin dîroknasê Yûnanî Heredot çawa behsa Împaratoriya Kurdan dike. Hûnê bibînin ka Kurdan çawa dewlet bi distûra Edaletê ava kirine.
Mamoste Zeynelabîdîn Zinar ji bo The hall Kurdiyê “Bipêşketina Çanda Kurdî ya Li Swêdê” nivîsand. Swêd çawa bû navendeke rewşenbiriya Kurdî? Zêdetir di gotara me de ye.
Dîsa di vê hejmarê de me beşa duyem ya nivîsa Sewîm Qoserî weşand: “Dengbêjî li Radyoya Ûrmîyê û Dengbêj Îran Xanima Mucered”.
Medya û nexasim medya civakî êdî bûye parçeyeke jiyana me ya rojane. Derûnnas Siyabend Aslan li ser “Bengîtîya Medyayê” sekinî vê mehê. Sedem û rêyên tedawiyê dîsa di nivîsê de ne.
Di beşa sînemayê de Rûmet Med qala derhêner, senarîst û çêker Jim Jarmusch dike ku yek ji nûnerê herî serkeftî yê Sînemaya Serbixwe ye.
Meha borî li dinyayê rûdana herî girîng bêguman dîmenên teleskopa Webbê bûn. Dîmenên ku Nasayê parvekirin bû sedema kelecanê. Lê gelo ev wêne tên çi wateyê û divê ev rûdan çawa bên xwendin? Digikurd ji bo we nivîsî. Meraqdarên feza û gerdûnê, jê neminin!
Zanîst û teknolojî bi we jî gava bi Kurdî be şêrîntir nine?
Ji kerema xwe di her qadên jiyanê de zimanê xwe Kurdiyê bikarbînin.
Bimînin di xweşiyê de.