Veciniqîm û şîyar bûm. Di xew re çûbûm li ber televîzyonê. Li kumandê gerîyam. Hindik mabû min bigota “Helîmê”. “He” tenê derket ji devê min. Min yê mayî daqurtand. Sêva kêlaka pacê ya kufnikgirtî bû sebeba daqurtandina min. Rûbera masê a xwar bû piçekî jî. Roja heşta bû îro. Rojê ewil, min pirs ji wê kiribû û li benda bersiva jî sekinîbûm. Ez diellimîm qey. Digotin tê biellimî. Bila ne ji bîr kirin be, elimandin ne eyb e. Ma mirov naelime çi? Lê ji bo ji bîr kirina çil salî. Ohoo! Xwedê kirî wêya jî emrê min têrê nake.
Gava ku min carek din li sêva kufnikgirtî nerî, Elî hat bîra min. Ez tirsîyam ku bişibim wî. Piştî Zibêda xwe yek carî berda bû. Di ser de tayîna lawikê wî Hesen derket Bedlîsê. Jê û pê ve bi qûna “Plana Qederê” girt. Plana ku qederê jê re amade kiribû, mirina bi tenê û li ser qenepê bû, gorî wî. Tenê jê ditirsîya ku dereng bi mirina wî bêhesandin. Sebeba wê jî çopa ciranê wan a ku her tim behna genî jê dihat bû. Ji wî hawî her carê bi dizî kolonya lewanto li çopa wan dikir. Mirina li ser qenepê li ser çava lê nedixwest termê wî gennî bibe û kurm pekeve. Ez û Helîmê, ji deh roja carekê diçûn mala Elî. Wi jî fam kiribû sebeba çûyîna me lê dengê xwe nedikir. Gava ez û wî me li balkonê bi tewla dilîst, Helîmê jî hundir jê re dida ser hevdû. Piştî liskê ku çav li hundir diket, di go “Ma te çi zehmet kir xuşka Helîmê. Min ê jî sibê pakij bikira”. Elî berî Zibêda jî bêpergal bû. Na na! Ez nabim wek wî.
Ez ji ser qenepê rabûm. Pêşî min sêva kufnikgirtî avêt. Dû re rûbera masê rast kir. Min dît rûber gemarî ye, ez çûm odeya razanê ku yeka nuh bînim. Ev heşt roj bûn ku ez nehatibûm vê odê. Ode hîn li ser hevdana Helîmê bû. Fîstanek wê li ser nivîna bû. Me ev fîstan bîst sal berê gava em çûbûn Bûrsayê cem birayê wê Selîm kirîbû. Fîstan hîn wek xweyî berê ye. Pir nazik bû Helîmê. Ne çek ne jî jîyanê ku diket nav, nediêşand. Hundirê her duya jî dadigirt, xweş lê rudinişt. Jîyan lê dihat, ew jî li jîyanê.
Berî ku ez ji odê derkevim, floresan bala min kişand. Piştî tazîyê min floresanê malê gişî bi empûlê zer re guherti bû. Min a vê odê ji bîr kiribû. Me li hevdû nedikir li ser empûla. Gava em ketin vê malê go îlleh ez floresan dixwazim. Ez ji ronahîya wan aciz bûm jî, min dilê wê nehişt. Carna piştî ku Helîmê radiket min empûlê malê digirt û li hêwanê li ber ronahîya mûmê helbestê xwe dinivîsand.
Ez li ser nivîna rûniştim. Min go ma ji bo çi ez helbestê xwe ê li ser xemgînîyê û tenêbûnê naşewitînim. Gelek ji wan li ber wê mîrata floresanê hatibû nivîsandin. Û Helîmê jî hebû wê çaxê. A niha her dû jî tûne ye. Min ê ji nû ve binivîsîya van ê ku min şewitandî ye. Li hêwanê, li ber pacê û bi ronahîya empûla zer. Belbî min vana jî bişewitanda. Min ê bigota êşa min teze ye. Welle tu êşek werê giran his nakim vê gavê lê valahîyek wek çaxa ku min fera şimika xwe wenda kiribû heye di hundirê min. Di wî halî hevîyek mere heye cardin. Ya li bin qenepê, ya jî li korîdorê bû şimik gelek cara. Carekê min fera şimikê nedîbû û du sê roja bihêrs gerîyabûm. Li ber çavê min veşartin Helîmê. Gavê tu hêrsbûn tune ye. Xemgînî jî tune ye. Min biryar da ku ez hîn têra xwe ne xemgînim, min berê xwe bi mijara tenêbûnê vekir.
Qala tenêbûnê bû, ew rojê ku min dixwast ji her tiştî û ji her kesî dûr bikevim hat bîra min. Ceribandinê tenêbûnê ê ku Helîmê diçû mala bavê xwe nebaş derbas bibû. Mal dihat bi ser min de. Min nedixwast ez bi tenê bêm hiştin, min dixwast ez bi tenê biminîm. Lê derfet çênebû tu carî. A niha hem ez bi tenê mabûm hiştin, him jî ez bi tenê bûm. Lê min xwe ji tenêbûneke mecbûrî re amade nekiribû. Wek hawê ku ez ji bo helbestê tenêbûnê jî ne amade bûm.
Ez li mirinê fikirîm. Tirsa ku min sih sal berê ji mirinê dikir a niha tunebû bi min re. Tew piştî çûna Helîmê. Wê mirinek mecbûrî be, ya min. Wek tenêbûna min.
Min floresanê girt û ez derbasî hêwanê bûm. Li ber pacê rûniştim, min got de ez ê ji xwe re li derve binêrim. Seet dehê şevê bû. Mala me nezîkî sûkê ye. Em li qatê ewil rûdinên.(Rûdiniştin) Ê ku li nava sûkê cîh ji bo erebê xwe nabînin li cada me park dikin. Hinek jê derdixin ser peyarê. Çend cara min ji rêveber re got, ka em hesinekî têxin ber vê peyarêyê. Li min guhdar nekir. Ez zanim, ji bo ereba xwe çênake. Ku erebe park dibe, cade xuya nake. Wî çendî hineka dolmîşa xwe li ber paca me park kir û heftakê bi ser neket. Wê sibeha min perde da alî û ez li nivîsa “Dînç Peynîrçîlîk” rast hatim. Min go de wê êvarî here, neçû. Ji ber wê tav jî nediket hundir. Em nikarin pacê jî vekin ji her behna penêrê tirş. Ez li numara ser erebê gerîyam, kesî venekir. Min ji dergevan pirsî, got dikana wan li dawîya sûke ye. Hewce bû ku ez bi wan re bipeyivim.
***
Bala min kişand, ez ji zû de nehatibûm sûkê. Lê her tişt wek berê bû. Kortalê nava cade hîn hebûn û firehtir bûbûn. Kortal bi ava baranê tije bû. Her ku erebak ji cadê derbas dibû ez bi camê dikana dizeliqîm. Çakêt emanetê Elî bû.( Çi emanet çi emanet! Elî got “hey ez ji malê dernakevim” û xendî pîjemê xwe, çekê xwe gişî bela kir. Min jî got de ez ê li dawetekê li xwe bikim û bidimê, ev şeş mehi li cem min e ev çakêt.) Herçend canê min jî emanet bû lê min nizanîbû gava ku erebe derbas dibe ez diketim heyra kîjanê. Xortê di wan dikanê ku ez bi camê wan dizeliqim, bi min dikenîyan. Min jî xwe emanet his dikir li ser vê cadê.( Ev bû sê emanet) Ez piçekî di meşîyam û talîya talî nigê min ket nav avê. Heya gora min şil bû. Min kir ‘niç niç’. Dû re min çavê xwe li hineka gerand ku tevlî ‘niç niç’ê min bibe û xebera ji şaredarîyê bide. Lê mixabin. Her kes bi rêya xwe ve diçû. Bi dengekî ku min dixwast bê bihîstin min got, “ev çîye yaw, her der bû ye wek qulê xilt.” Çer ku peyv ji devê min derket ez poşman bûm. Kêfa min ji biwêjê bêbinî re nedihat. Tê bê qey min di emrê xwe de xilt dîtiye ku ez qula xilt bibînim!
Min dikan dît. Xortekî ciwan pêşwaziya min kir. Li pişt dikanê, du zilaman nîqaşek bi heraret dikir. Gava ku ez ketim hundir, sekinîn. Lawik xêrhatin li min kir û got çi lazim bû? Min ê bigota “lazime ku hun ereba xwe bikşînin” lê ez tirsîyam ku ez nikaribim bersivê bidim “xêr e, ma çi bû ye” ya wan. Di bû ku berê herareta xwe bidana min. Min di dilê xwe got, vana tu carî xatir nadin emrê min. Min got “Penêrê teze heye?” Axx! Min çuqas prova kiribû di rê de:
- Erebe ya we ye?
- Erê hecî, çi bû ye?
- Ewk, mala me, tav, hewa nastîne, Helîmê, pacê nizm, got neçe jî, behna penêr û …..
Xwêdan û hey xwêdan. Çi hewce dike heyran!
- Te got kîjan yê teze ye?
- Ev in apo, vê sibê hatin. Tu dixwazi li tama wan binêre.
Axirke ye paşîyê zîvirîn niqaşa xwe. Ez ji penêr jî hez nakim, lê min got de bi xêra wê ez siwala erebê ji lawik bikim. Min dest bi tamkirina penêr kir. Di nav re ye selemora jî dida min lawik. Piştî penêrê hûnandî serê min gêj bû û dilê min li hev ket. Min hebê xwe yê tansîyonê li malê ji bîr kiribû. Ez ji xwe çûm. Min çavê xwe li erebê vekir. Lawik dajot erebê. Du sê qumçokê gumlekê min vekirî bû û ser çavê min û sînga min tev şil bû. Bêhnek tirş hebû. Min got qe ne? Erê wele min bi wê erebê dibirin nexweşxanê. Piçekî bi zehmet çebû lê dawîya dawî erebe ji wir rabû. Di nexweşxanê de li tansiyona min nerîn, serûm xistin pîyê min. Tixtor derman ji min re nivîsî. Lawik qaxetê ji nav lepê min derxist û çû dermanxanê. Min danî heya malê jî. Gava nêzîkî malê bû got,
- Wîî, ma em jî her tim ereba xwe li vir park dikin. Cardin erebê kişand ber pacê. Qertek ji bêrîka xwe derxist û da min.
- Apo ku tu nerehet bû li vê numarê bigere, ez ê ew deqe werim, temam? Min di dilê xwe de got “ ez gerîyam, we venekir.” Ez ji erebê daketim û pê ve ji pacê serê xwe dirêj kir,
- Û apo bi xêra xwe çavê te li erebê be, zarokê mehelê carna hewa lastîka dadixin.
Ma ez ê bêjim çi.
- Ser çavê apê xwe. Ereba we emanetê Xwedê û emanetê min e.
Bi bêhna penêrê tirş, bi nivîsa ku bi rengê kesk û li ser fona spî ‘Dînç Peynîrçîlîk”, bi sûretê çêleka ku guhanê wê tije û kêfa wê li cî, emanetî min bû erebe. Heya roja ku dikan bar kirin.
***
Sûk valadibû hêdî hêdî. Para cada me jî xortê ku ji qahwa nêzîkî mala me derdiketin diket. Heya malê diketin hesaba. Lawike Elî, Hesen jî derbas bû. Min got de niha bavê wî qala Helîmê jê re kiriye. Ez li bende wî mam. Li alîyê me jî nenêrî. Du sê roj berê hat vîya. Min got qey ji bo Helîmê hatîye. Îzna xwe stendîye ku bavê xwe bibîne. Pê hesîyaye ku bavê wî çekê xwe gişî bela kirîye. Bavê wî îşaretê xurifandinê dide û nizanim çi! Tu ji xwe re li me û li vî Elîyê xurufî binêre ku çi daye kê not kiriye. Hesen jî hatibû çaketê bavê xwe rahêje. Gava min çakêt da wî min got,
- Wele min ê ji zû ve bianîya lê Helîmê werê bû û çûn û hatina ta…
Min dî tew mêrik li min guhdarî nedikir. Çakêt ji deste min girt û li pê xwe nenêrî. De baş bû lo, bi vî hawî em ji emanetekî xilas bûn!