Ketbûyî hûndirî firoştgeh a ku hercar te qehwa xwe ya bi darçîn û mozek jê dikirî. Di rêzê de rawestîyayî û li pêşîya te du mêran bêzarîya rawestanê di rêzê de, bi hevdû maçkirinê dikuştin. Te jî xwe bi kuçikê wan ê biçûk ve mijûl kiribû. Kete bîra te dema nû hatibûyî Stockholmê, ewî bi pêkenîn ji te re gotibû li van welatan maçkirin weke mîzkirinê ye, wextê ku hat pêwiste nehê dwaxisitin û kenîya bû tu jî ecêb mabûyî ji wê berhevkirinê!
Berî vê bi satekê te keça xwe û çenta wê a te jî cil û listok teslîmî babê wê kiribûn jiber ku êdî wextê wî bû sê rojan li zarokê binêre. Ewî dema keçik ji te standî bi deng aramîya xwe a hercar pirsî “ez gehame wê astê ku mijankek jî ji çavê te nehejînim?” lê te ji berîya xwe melhemek derxist û te xiste destê wî û got “pêstê laşê wê hişik dibe piştî şûştinê” û te çavê keçikê maç kir û berê xwe zivirand û derbasî alîyê din yê rê bûyî. Dengê wî bilind bû û bangî navê te kir û dema tu lê zivrî bi tûnek hestiyar ku bigihîje te got “rojbûna te piroz be” te jî bi “supas” bersiv da û li rêya xwe berdewam kir jiber ku pêwist bû bigehîye rawestgeha metro di nava şehir de û li pirtûkxaneya mezin çend pirtûka qeriz bikî ji bo lêkolîna xwe a liser dîn û rituelên destpêkê yên kurdan. Belê îro rojbûna te a 40î bû û te xwestibû weke her sal bi aheng û qerebalixîyê derbas nekî.
Tevlî qerebalixîya mirovên bilez derbas dibin, bûyî. Ji bilindahîyê ve weke peqiçkek kefê ya bor dixûyayî, di wê kefa tîr a ku peqiçkên wê zer û dirêj bûn. Daketî di derecên elektrîk de û êdî rawestgeh weke ku hesareka din be û di gerdûneke parallel da be, dixûya. Têda jiyan diherikî di mecalekê elektromikanîk de, pir enerjîk û bê rawestan.
Tu û zindewerên ji cûreya te weke ku di xew da dimeşiyan bûn. Guhdankên wan yên girêdayî telefonên bê navber vekirî di guhên wande bûn û pîyên xwe teslîmî cimûcula komên zebelah dikirin. Derî otumatîk vedibûn û dihatin girtin û tabûrên te jî ji mirovan li cîyekî kom dibûn û li cîyek din belav dibûn. Asansor bilind dibûn û dadiketine jêr erdî bi gelek mitroyan, girgira dereçkên elektronî hevraz û nişîvî dibûn û qîjewîja trênan weke ku marên zebelah û efsaneyî bin, komên mirovan vedirişandin û komên din ji wan dadiqûrtandin bilez û derbaz dibûn diçûn û li cîye wan hinek marên din radiwestiyan û dûbare komên mirovan dadiqurtandin û di qerebalixîya xwe da dikirandin û derdor di dengên tirsinak de digevizandin. Dengên weke gihîştina mirinê. Ronahîyen brîqedar çav birindar dikirin bi reklamên xwarinan, vexwarinan, cil û perfûman û portrêyên keçikên nûgehayî bi laşên tazî û cilên razanê ve û li jêr wan komek mirovên bê mal pişta xwe dabûn dîwaran û xwe dorpêç kiribûn bi kuçikên xwe yên ku sibê pê parsekê dikin û şeve xwe pê gerim dikin.
Tirêna tu li bendê bûyî gehişt. Tê da li ber pencerê rûniştî û êdî dengedeg kêmtir bibû, pêşîya te du mêrên sûrî rûniştbûn û bi arabî û bi bêzarî ji hev re behsa dîtina du homosexuela dikirin û weke ku devê xwe xistbine cûkek pîs û bi dilxelandin behsa reftarên wan dikirin lê yêk jiwan bê ku serê xwe ji ser telefona xwe rabike wisa ew peyîvîn qedand “dîtina wan qirêjan yan jî vegerîn bûyî birmîlên teqêner ên Beşar El-Esed? em pêwîste helbijêrîn di navbera vereşînek rojane û mirinek bi ecelê li welatê xwe” hevalê wî axek kişand û her du jî tevlî koma mirovên bêdeng li telefonan dinêrin, bûn. Di rawestgehka din da xanimek dom bi cilên xwe yên rengawreng û kezîyek reş, dirêj û zirav weke tawusekî rikberî bi berfa spî û seqemê re dikir. Kete hundir û di qedehek ji kaxezê de, çend koron dihejandin û bûyî têşta sibê pere dixwestin lê kesê pîte pê nekir. Berî wê zilamek swedî kulavê xwe danî bû ber singê xwe û pir bi edeb pere xwestin û gelek bi dest ve anîn! Weke ku birsîbûn êdî pêstek û etekêtek taybet bixwaze. Te dû kron xistine qedehê wê jinikê û berê xwe zivirand pencerê. Dema di pencerê de, trêna we û trênek dîtir li hev nizîk bûn li ser du sikên parallel û ji hev dûr bûn te jixwe pirsî, kengî destpêka dûmahîyê bû? Kengî ya wê tune ye! Jixwe dûmahî ligel destpêkan, destpê dike. Ew wekî mirin û jîyanê ye. Ligel keşmekêşên rojane bizmar li gora wê peywendîyê têne çeqandin û heman keşmekêş işqê gûrtir dikin. Cûdabûn jî di mesafet û aydîbûnê de ye. Lê roja te nuqta dûmahîyê danî bû, baş di bîra te de ye. Berî nizîkî salekê li ser masa xwarinê dema keçika biçûk gotî “pappa, iro dayê hemû tiştên xwe yên kevin û zêde avêtin” ewî bi watedarî li te nêrî û got “bawerim te tiştek ji wan tiştan jibîra kiriye? ” te û bê ku serê xwe ji ser qapê xwarinê rakî got “Na. Jiber ku tenê min tiştên ayîdî xwe û vê malê avêtin e”.
Berî wê bi çend hefteyan dema we hevalên xwe li malê dawet kirbûn û ewan weke herdem pesna xwarinçêkirna te dabûn û ewî bi dengek û şêwazek reklamî, axaftinên wan wisa bi dûmahî înabûn “ew şarezaye di xwarinçêkirinê, sema û evîndarîyê de” û weke ku tola xwe hiland bû ji wan lêkolînên tu pê ve mijûl dibûyi heta nîvên şeva li ser olên kevin û felsefê, etmology, dîrok û edebiyatê. Tola xwe hiland bû ji gevizîna heta nîvên şeva di pirtûk û ferhengan de, li şûna gevizîna nava nivînan. Weke ku çavikên te hûr hûr kiribûn di pirtûkên zebelahên zanistên siyasî de, di demên borî li zanko yê de. Te wê kêlîyê dengê bi dîwar ketina ferheng û pirtûkên xwe bihîst bû. Hemû keniyan û atmosferek bicoş li derdorê belav bibû lê tu weke pûlek hatîye ber çavên xwe ( pûlek tif dabûyî û bi xane ya wî hilbijartî de daliqandbûyî).
Dema wextê çay û şirînahîyê hatibû weke hercar gotinên weke nasyonalisim, dewlet-netewe û cimhûriyeta demokratîk ji devê wan dirijîyan. Ewî gotinek wisa avête qadê “sedema hemû belayên vê cihanê, ew dewlet -netewe ye” hevalek wan bersiv dabû “erê, hema baş bû kurd tûşî wê şermezarîyê nebûn” te bersiva wan da û piyala çaya te dinav herdû destên te dabû “kîjan serdemê desthilatdarîyê, bê bela bûye? Koledarî, feodaltî, dewletên olî an jî demên imparatûriyan??” Ew hinekî matmayî mabûn jiber ku demek dirêj bû tu beşdarî niqaşên wan nedibûyî. Te çavên xwe di çavên wan de bi micidî çeqandin û got “hûn nabînin gemjatîye, dewlet-netewê liber dilê kurdan bê reş kirin lê teşwîqî wê bikin ku bibin beşek nenas û rezîl ji dewlet- neteweyên dagirkerên wan de” te navber neda axaftina xwe û lê zêde kir “gelek tirsinak e, bi rêya van hiziran dagîrkarîyê bi kurdan bidin qebûl kirin. Pêwiste kurd ji derekî destpê bikin ku wekî hemî neteweyan bibin xwedî tecrûba xwe a xweyî di derbazkirina serdeman de û ew terakuma ezmûnan wê hêz û hişê xwerêvebirnê ava bike û yê bibe asteng di rêya vê armancê de, bi rengek ji rengan ketîye xizmeta dagîrkeran” ew êdî weke rozêteka bi singê generalekî ve daliqandî, qît bibû û dibiriqî ji ber hirs û tûreyî a ku nikarbû bilêv bike. Hevalek we xwest axaftinên te bi şirovekirna wan têgeha vala derxe lê te cardî bersiv da “ev tenê teşwîş çêkirine di serê kurdan de. Kurd pêwiste bi nasnameya xwe a netewî li ser axa xwe welatê xwe rizgar bikin. Pêwiste niqaş li ser çawa bê kirin be nek bê kirin an na”. Ewî dibin lêvên xwe de got “lê dewleteke kurdî niha û ligor realite ya deverê û cîhanê, tenê xewnek e”. Tu wekî topê bigrî û jêra bavêjî, got “lê cêwazî gelek e, di navbera ku bibêjî em ligel deweteke kurdî ne lê niha mercên politik destnadin û bibêjî derfet jî hebe, em dijî dewletbûnê ne”! Tu bixwe hesîyayî di destekê te de piyala çaya te a sarbûyî hebû û bi destê din te guharê milê çepê hêdîka mist dida û diaxivî, weke ku bê zanebûn te di wan kêliyan de pêdivî hebû bi girtina sembolek te yê mêyîn e. Hevalekî we yê din xwest mijarê bibe ser lêzanîya kesayet û lîderên ku li paş van teorîya ne û tilîyên xwe yên dirêj bikartînan bo gehandina ramanên xwe lê te dûmahî bi vê peyîvînê wisa anî bû “em ne ol in û ne terîqet in, ku her tişt ê pexember û şêxî got pêk bînîn, pêwiste mirov hûrmetê li aqil û îrada xwe bigrin, wan têgeh û ramanan baş fêm bikin, şirove bikin û bizanin çend dikevin xizmeta azadîya me weke netewe. Ma wext nehatîye êdî (padîşah-xwedê) di nava me de rabin”? û te ew qap kom kiribûn, xistin qapşûyê û dugma şûştinê tikandibû.
Tu gihabûyî nava şar û di kolana şajinê de, xanimekê xwe bi başî pêçabû, pirtûkeka Incîlê dirêjî te kiribû û bi girnijîneke germ gotibû “mesîh ji te hez dike” bê ku pirtûkê jê bistînî tu girnijî û te got “ez jî ji hemûyan hez dikim” û derbas bûyî. Tilîyên te cemidîbûn, te ji berîya xwe lepikên xwe derxistibûn û tilîyên xwe tê da veşartibûn. Ma nedibû ji dêvla lepikan, te tilîyên xwe di destekî gerim de veşartibana? Di serê te de zû derbas bû lê te zû ew rê li ber xwe girtin û ji xwe re çirpand ”wisa rewşa te ya baş e, li xwe têk nede”. Kêmî satekê birêve çûyî û gihayî pirtûkxana mezin. Li eywana grover te xatun Karîn ya ku li wir kar dikir dît. We silav da hevdû. Te jê ra got iro rojbûna min a 40î ye. Rûyê wê xweş bibû û li te pîroz kiribû û gotibû ”temenek pir xweş e, xwezî ji 35an heta 55an di temenê mirovan de dûbare biba” te jê ra behsa jimara 40î di çanda we de kiribû. Çila jidayîk bûnê heye, çila mirinê, çila havînê, çila zivistanê û seferên pîroz di demên derbaz bûyî de 40 roj û 40 şevan diçûnê, heta gûsikê tirşî tê nixûmandin 40 rojan di serdavê de, da têda av bibe sihk û şerap 40 roj û şevan dihat nixumandin. Ewê bi matmayî li te guhdar dikir û bi taybet dema te jêra behs kirî ku 40 jimara bicîbûn û derbasbûna rûhê ye di kultûra kurdan de. Te ligel wê qehwek vexar û rahêjte pirtûkên xwe û ji avahîya mezin derketibûyî. Ber bi bajarê kevin Gamlestanê ve çûyî, ketîye froştgeha tiştên antik. Te li wê derê berî çend heftan kevalê jinek semaker dîtibû. Çend caran tû bi taybet çûbûyî wê firoştgehê û li derdora wî kevalî, hat û çûbûyî. Di kize ronahîya tavek zivistanî de ku ji pencerê derbasî jûra wê bibû, sema dikir. Ew bextewerî û tenahîya têr û xweyî li ser rûyê wê, te bê hempa dît bû. Te keval kirî û siwarî taxîyekê bibûyî û rêya ber bi malê ve girtibû.
Pîştî nivro bû, dema gehabûyî mal. Liber derê avahîyê peyamek ji Araş gihîşt, bi kurdîyek şikestî rojbûna te pîroz kiribû û pirsîbû ew gul gihabû ber destê te? Lîlozeke sor li ser sindoqa postê mala te bû, li ser nivisîbû ”weke vê gulê tak û bê hempayî”. Te kilîl di derî da zivirand û ketî hundir. Mal êdî fereh, paqij û bê deng bû. Ew êdî mala te bi tenê bû. Tenê çend rojan piştî derketina wî ji malê, tu hinekî aloz bibûyî lê piştra te hest bi ferehbûna cî û aramîyê kiribû. Te mal ji nû ve rêkxistibû. Li cîyê amêr ê bazdana wî, kuşa xwe ya yoga û meditationê dana bû. Li cîyê masa û pirtûkên wî, masa xwe ya nivîsînê dana bû. Mal êdî weke palto yek germ û rehet li te hatibû. Zenga telefonê lê da, ev car Carol bû. Te ew keval da dîwarî û telefon vekir. Dengê wê germ ji telefonê derbas dibû weke ku çavên wê yên şîn di kulmek axa germ û şirîn de, ber çavê te bin ”ez tênagehim çima dixwazî iro bi tenê pîroz bikî? Tu min ditirsînî. Ne tu ji çûna bara hezdikî ne jî ji îskanekê zêdetir vedixwî ku tûşî belayan bibî, başe madem dê çibikî ”? tu li xwe mukir hatî ku ew lîloz(tulip) hêj di destê te de ye û te nedizanî kî ve danî weke ku te nedixwest cî bigre di mala te de. Dengê Carol hat ”tu misogerî ku tu tiştek ji min na veşêrî”?! Û li benda bersivê ma. ”Tiştek tune, rehet be ez tenê dixwazim li dûr xwe bizivrim iro.” ”baş e lê serê sibê ez ber derî me. Ser têştê amade bike emê hevra bixwin”. Ew demek dirêj bû te Carol a afro-swedî nas dikir. Êdî hûn hevalên herî nizîk bûn ji hevdû re. Carol di zaroktiya xwe de tûşî destdirêjiya seksî dibe ji alîyê endamekî malbatê ve û ew trawma wê ber bi xwendina piskolojî ve dibe, di salên xwendinê de, xwe behtir nizikî hizir û ramanên Carl Gustav Jung î ve dibîne ji Sigmund Freud û bi rêya pirtûkên wî dikeve lêgera astrolojî, sembol û cîhana xewnan û dastanan û bandora wan li ser psîkolojiya mirovan. Lê wan di nîvê de dihêle û ligel dayika xwe vedigere welatê xwe Nijeryayê û lekolinan dike li ser olên kevnar li Afriqayê. Te ew di grûpeke yogayê de naskiribû. We di navberên (fika) xwarinê de giftûgoyên biçûk li ser ol û bawerîyên gelên resen û retwelên wan kiribûn. Ew mendehûş bibû, piştî te zanyarîyên xwe li ser olên kurdan ên kevn, sembol, dastan û semayên folklorî jê re behs kiribûn û ya herî balkêş jê ra hatî ew bû dema te jê re gotibû tembûr ne tenê amûreke mûzikê ye li ba kurdan, ew weke kilîla jiyanê lê meyize dikin. Bo mînak di bawerîya yarsaniyan ( kakayîyan) de, ruhê nexastîye destpêkê têdikeve laşê mirovan heta ku tembûr jê re hatîye lêdan. Îcar ketina laş qebûl kiriye. Te dema govendên kurdan û vegerandina stranan navbera du alîyên govendê nîşanî wê dabûn, ewê peywendîyeke pitew di navbera kultura kurdan û afriqayê de dîtibû. Lewma paralel ligel fêrbûna zimanê sanskritî (ku hun herdû demek bû diçûne kursên wê) xwe fêrî zimanê kurdî jî dikir. Te rojekê piştî we li gymê rahênanên xwe yên werzişî qedandîn û serê xwe dişûşt, te jê pirsî ”tu hest dikî te ew bûyera zaroktîya xwe êdî derbas kiriye”? Porê xwe şeh dikir, got ” ez êdî dizanim her kesek têkeve jiyana me ji bûyî wê ye dersekê ji me bistînît yekê jî bidet me, û hemû dikeve di xizmeta pîlaneke mezintir de bo şiyarkirina me, em hemû awêne ne ji hevdû re, hêj dêşim lê ez ya ku îro heme, berhemê wê bûyerê me lewma qîmetê didim tiştên fêr bûyîm” tu girnijî û te milê wê mist dabû.
Te ew tulip xiste nava perdaxek avê de û ew keval bi jûra rûniştinê ve daliqand. Çend car ber de hatî û çûyi. Mûzik pêxist û ji dûr û nizîk ve lê nêrî. Te diqet kir li asmanê li paş pencera wê jûra ku ew xanim tê de sema dike, teyrek biçûk bask vekirî, xuya dikir. Berî vê çavê te pê neketbû. Te hest bi bextewerîyê kir jiber ku êdî sedemek din hebû ji mala xwe hez bikî. Te xwe şûşt û di awêna serşoyê de li laşê xwe nêrî jêr avê, hêj weke kevîyeka berfê dixûya di bihareke zû da. Xwarin xwar, li nûçan nêrî û qehwe amade kir û li ser masa xwe a nivisînê rûniştî. Pîştî nizîkî saat û nîvekê telefona te lêxist. Araş bû, dîsa rojbûna te pîroz kir û pirsî ka tu dixwazî sibe çawa pîroz bikî. Tu mijûlî nivisînê bûyî lewma te bi gotinên kurt bersiv dida em binêrîn .. sibe.. grûp hemû kom dibe.. baş e .. xwedahafiz.
Ewî herdem hestek wisa dida mirov ku gelek tişt hene dixwaze bibêje. We hevdû li kursên zimanê sanskritî naskirbû. Roja yekem ketibû jûra dersê, Carol nehatbû lewma li ba te li kursîya pêşîyê rûnişt. Bejn dirêj, rû lihevhatî, por û rû berdayî û guharek di guh de bû. Xwe wek kemanjen da nasîn lê wî wêje ya farsî li Tehranê xwendibû û demek mamostayi kiribû. Pirsa wî a despêkê ew bû tu iranî ? Te jî bersiv da. Na, kurd im! Ewî hema bersiv da (û weke ku misoger be) heman tişt e, kurd hemû îranî ne. Bê ku rûyê wî binêrî te bersiv da, çawa dibe yê kevin ji yê nû be! Got tênegehîştîm! Te got ”Îran naveke nû ye û kurd miletê herî kevnar in li wê cûgrafîyê. Bêje kurd kevnaretirîn gel e li cugrafîya navê Iran lêhatî kirin”. Li te nêrî bêdeng, te di çavê wî de çirûskek galte pê kirinê dît lê hewl dida bi edeb tev bigere. Te li ser gotinên xwe zêde kir ”eger hizrên te pişt dibestin bi îdolojîya serdestên iranê, wê demê serê min ne êşîne, eger te lêkolînên nû li ser van meselan xwendibin, kerem bike.” Axaftina te qut kir û pirsî ”navê kurdistan jî pir nû ye. ne wisa ”? ”li gor jêderên cimhûrîya islamî ” Û te nêrînek galte pê ker avêtê, û vegeriyayî not girtinê ji şaş a mezin a beramber te.
”Berî 4000 sala padîşahê babilî Şolgy di nivîsek ser kevir (di pirtuka Babilon a H.F. Saggs de heye) de dibêje xwedawendî ji min xwest welatê KUR yê ku dikeve derdorê Zagros bişewitînim, talan bikim û binax bikim û gelê wê weke kole bibim Babilê” te bi hêminî jê re got. Ewî xwe zivrandibû ber bi te û destên xwe dabûn hev û çavên xwe xistibûn çavên te (ku wê rûniştinê tu nerehet kirbûyî). ”Dîrok dibêje pers kilanek ji hindê hatibûn û karê wan pere xwestin bû. Dema hatin, kurd li wir bûn” berî wê nêrîna bê edeb di çavê wî de bibînî te ser axaftinên xwe zêde kir ”bo zanîna te, kurd ji kesên ku karê wan pere xwestin be re dibêjin persek” êdî çavên wî gilover bibûn. Xatû Anîta ketbû hûndir û ders dîsa despêkirbû. Di navberekê de, te hêdîka jê re got ”ev cîyê hevala min Carolê ye, îro jiber ku aciz bû nehatîye lê sibe tê.” Lê wî êdî cîyê xwe li pişt kursîya we danî û dema Carol nedihat dersan, ew dihat li cîyê Carol rûdinişt û di navbera de babet vedikirin û herdem tiştek hebû bipirsît. Rojekê te behsa şehrezanîya zimanê kurdî ji Carolê re dikir û çend mînak ê wê dan. Araş bal bire ser xwe û got ”Li Iranê gotinek nava xelkê de dizivire lê birastî nizanim çend rast e! Dibêjin di kombûnekê de ji Rafsancanî re hat gotin zimanê farsî êdî kelk nemaye jiber tijîbûna wî bi gotinên arabî û pewiste êdî bizava zelalkirina zimanê farsî destpê bikin. Dibêjin ew jî dibêje pêwistî bi tirsê tune ye, ew zimanê kurdî heye gelek gotinên resen bo me diparêze”!
”Baş e, itîrafê dikin bi rola herdem kurdan û zimanê wan lîstî di dîroka wan de.” Te wisa bersiv da lê wî cardî bi israr û bi dengek hêmin û bi dû çavên biriqî bersiv da ”Lewma ez dibêjim Iran welatê me hemûya ne , jiberku kurd elementek bingehî ne tê de, avakerên rasteqîne ne.”
”Wî demî dişê navê wê kurdewan be, kurdan be” te avête navberê. ”Na. Iran derbirînê ji me hemûyan dike.” Lê te di çavên wî da nêrî û got ”Iran di letratura cîhanê de, tê wateya welatê persa. Kurd jî an bêkar û kolberin tê de, an jî rojane serê ciwanên wan weke devên şûşeyên bîrayê tên avêtin.” Bi xemgînî nêrî û wisa peyivî ”Ez pir xembar dibim bû wan.” ”Tenê xemgînîya we têrê nake.” Û te berê xwe zivirand bû.
Te piştî demekê ferhengên farsî – kurdî ser masa wî dîtin. Ji bilî wê nêrîna galteker, nêrînek din di çavan de xuya dibû. Pirtûkek Şîrazî dianî, di navberan de ji we re dixwend. Li baxçê derva li kemanê dida. Carekê di dersêde bi serê tilîyên xwe li milê te da û got di navberê de dixazim helbesta (tasnif e yaad baad ) a Şîrazî bo te bixwînim.
Te pirsî bû ”tû yê bi kurdî bixwînî!” Bi itîraz gotibû ”tu farsî baş têdigeyî.” Te dîsa gotibû ”belê dema ez dixwazim fêm bikem lê dema tu dixwazî bi min bidî fêm kirin hewl bide bi kurdî beje. Zûtir digehe min.”
Êdî ji acizîya, demek ne kurt bêdeng bibû û ji polê derketbû. Carek jî hûn her sê li kafetereya peymangehê rûniştibûn. Tiştek dipirsî lê weke dizekê ser tiliyan dimeşe, bi çavan li enîya te nêrî û daket çavên te û.. Te jê re got ”ez narehet dibim dema wisa dinêrî” destên xwe danîn ser çavên xwe û dû sê caran got ”bibexş, bibexş” û pirsî tu xwe çawa dibînî piştî 10 salan? Te gotibû xewna min e, piştî demekî weke derwêşan bijîm. Tiştên min ser pişta min bin û li cîhanê bigerim. Li kenişt, dêr, perestgeh û megarên çiyayî de bimînim, beramber paqijkirina wan dera qapek xwarin bibexşin min. Li deşt û çîya bimînim, serê spêda li benda çirûska yekem a rojê bim, di golan de xwe bişom û ji sibe ra daran bo demên kurt qeriz bikem. Wê bi matmayî û bi sexlet li te nêrî û got ”çima? Li çi bigerî li wan deran ?”
”Li xwe, li heqîqetê bigerim, fêrî wan zanistên hişmend û kevnare bibim weke felek, jimarelojî, sembol û metnên resen bi zimanên wan bixwînim, li şopa kurda bigerim û tûrikê xwe derbasî pirtûkan bikim. Oh çi bextewer dibûm.”
Ew dîsa di valabûnê de dima û dipirsî ”tenê? ” Te bersiv da ”belkî li ser wan rêyan işqê jî bibînim, nizanim,” Pirsî ”û eger kurd nebû?” Te axaftin qetand ”ew bila bo wê demê bimîne.”
Ji kafeterya derketibûy. Carolê di çavê te de nêrî û kenî, te hema bersiv da ”Naa. ligor te hemû rê derbasî cîyan dibin! Na. Tenê îşq min dibe wê derê. Paşî ev bi kêr cîyan jî nayê! Wê weke şapor û cimşîdan tev bigere û weke keça kurdek dîlgirtî di seraya xwe de ligel min reftar bike. Di nivînan de, ligel min reftar nehêkirin weke prensesekê, ew kî be bila bibe, ez ê wî û cîyên wî bişewitînim” ewê bi şaşmayî li te nêrî û got ”oh. Di bin vî pêstê spî de çi dozexek heye!” Te jî piştî hizirkirnê gotibû: belkî jî perestgehek e û xwedêyê xwe baş ferq kirye.
Araş di dest de du qehwe ber bi we ve vegerîbû û dema nizîk bûyî got ”perestgeh, xwedê, agir ev ayidî me ne. Ka bêjin hûn behsa çi dikin?”
Êdî te û Carolê piştî li hev nêrî, tûşî kirîzek pêkenînê bibûn û ew navbera we de weke gemjekî digot ”ne tenê ayîdî me ye, belê dizanim, aydî kurdan e jî. Ew rewîş wisa mabû heta roja salane a kulturî bû li peymangeha zimanên rojhelatî. Li wê rojê herkes bi cilên xwe yên netewî dihat. Ligel xwe xwarinek an şirînahîyek ji mitbexa xwe tanî û bi rêz mûzîka wan lêdida û her yêkî semayek xwe folklorî pêşkeş dikir. Tû jî wê sibê bi kiras û fistan, kemer û lewendîyên spî, bi pûşî, mûrî û ristikên xwe weke dara sersalê ketbûyî hundîr. Li dora te kom bibûn. Ew jî hat li wan dera zivirî û paşî got min staranek kurdî da xatûn Anîta da di rêza te de lêbidin. Her kes bi rêz çûbû ser dikê û dema mûzîka wan lêdida, semayek pêşkeş dikir. Hindî, nepalî, faris, grek, bengalî, ereb, tirk û azarî ligel hindek xwendekarên swêdî û finlandî hebûn ku dixwastin fêrî zimanên cûda bibin. Araş got ”li newrozan em ji kurda cil û semaya wan qeriz dikin.” Geha rêza te. Strana
şirîne sewze daneyî henarî,
kîje ciwanekeyî naw kurdewarî,
hinde leser çî lemin bêzarî…
pêket bû, mûzîka kurdî bilind û bi coş derbasî avahîyê bibû. Te ser dikê sema dikir. Sema sê pê ya soranî. Mûzîkê ew kod, qifil û sembol edî kare kiribûn û tû ji hespekê ku gavan ligor ritimê davêje, bibûyî teyirek ji elektirîkê baskên xwe vekirbûn û difiriyayî. Pencer çeqiya bû di navbera we û daristanekê, darên wê ji berfê spî bibûn û carna kizebayekî tevzing dibirin qed û çilên laşê darên wê de. Destê te di valabûnê de dihejiya lê bê bar bûyî û bextewerîyek biçûk lê dilxwaz weke çirûskekê di laşê te de digerîya. Dema te sema dikir çavê te bi Carol û Anîta ket li çepika didan li rex wan Araş bê livîn rawestiyabû. Dîsa çavên xwe weke dizekê sivik di hemo te de digerand lê dikete valabûnê… Weke ku êdî têgehiştbû kurdbûyin bi çend ferhengan û stranan nahê bidest xistin. Ew civîna gelek kod, sembol, efsane, peyîv û raman û regûrişeyên kevnare ne di cugrafêyek bêhempa de. Li dor te kom bibûn, stran dubare lêxistbûn û destê te girtin û hewil didan weke te bikin.
Çend saat derbaz bibûn ser wê masa ji dar. Te lîstika xwe a herdem bi peyivên kurdî re dewam didomand. Xwedayên greek, retwelên destpeka mirovatîyê, amûrên destpêkê ên mûzikê, stêrk li qada galaktic û berhemên çandinê ên destpêkê hemûyan wateya xwe di zimanê kurdî de didît… Weke çîçekan di şanên biçûk ên hişê te de vedibûn û destê xwe dirêjî wateyên xwe dikirin, êdî perdek di navbera te û gerdûnê de hatibû vedan û te zelaltir li hebûnê dinêrî. 40 sal derbas bibûn bi gelek kirasan lê rûha te tiştek ji dest nedabû. Azad, bi coş û lêgerok bû. Hinek li ser xwe hat û çûyî. Di te de nivîsek digerîya, te nexwast wek helbest xwe pêk bîne jiber ku helbest her dem bo te weke (danskirinê di kartûnekê de) dixuya, kartûnek qiyas û kuşeyên wê sabit û diyar û te dansek di valabûnê de tercîh dikir lewma nesir bêhtir nizîkî hebûna te bû. Li balkonê rawestiyayî, dengê telefonê hat. Olof bû, kurê cîrana te a pirejin. Got dayika min bersiv nade tu dişêyi binêrî çawa ye! Te bilez çakêtê xwe li xwe kir û pêyên xwe xistin cezma xwe de û li derîyê xato Irisê da. Xanimeke 87 salî ye , rûken û delal. Ji mêj da peywendîyên wan baş bûne jiber ku hinekî rûyê wê yê zelal û rûken bi rûyê dapîra te diçû. Ligel keça te yarî dikirin dema diçûn cem wê û te carna jê ra şorbên sewzê çêdikirin ligel nanê bi kuncîyê ku jê hezdikir. Ew demek bû ji ciyan dernediket lê nedixwest jî li nexweşxanan bimêne. Te li zengila derî da lê derî venekir, li pencera mitbexa wê da lê deng nebû. Te telefona kurê wê kir û gotê kes derî venake, hinekî aloz bû. Cîyê kilîlek zêde bû te wesif kir ku xisitbûne jêr guldanekê ji gûldanên ber derî û ji te xwest biçî hûndir û ew li ser telefonê ma. Te derî vekir. Mal nîv tarî bû. Te bangî navê wê kir. Ketî jûra razanê. Tv vekirîbû lê dengê wê nizim bû. Iris dirêjkirîbû ser cîyên xwe. Çûyî ser serê wê destê wê girt. Iris, Iris. Te haj min heye? Pirsî.. Çavên xwe vekirin bi bêhêzî û dema çavê wê bi te ketî, girnijî. Te telefon da destê wê da ligel kurê xwe biaxvît. Tenê karî bibêjît ”eger bişêyî bide rê û were dayika xwe bibîne.” Tu li cem rûniştî destê wê girt. Li keça te pirsî, te got cem bavê xwe ye. Destê te şidand got hinekî ditirsim! Te destê wê mist da li destê te nêrî got ”destek nerm û bi hêz e” Tu kenîyayî û got ”ewan çek jî bikar anîye Iris.” Serê xwe hejand û got ”Na! Çawa? Te çi car behsa wê nekirîye!” Te bi pirsek bersiva wê da ”eger rus biryarê bidin swêd dagîr bikin, ma qey keçikên swedî bergirîyê ji welatê xwe nakin?” Işaret da, dixwest serê wê hinekî bilind bikî. Te balîfek da binê serê wê. Got ”bawer nakim şer bikin. 200 sal ji bêşerîyê em bê cesaret kirin e. ” Te bersiva wê da ”Cesaret ligel wendakirinê û êşê tê Iris”
Te hinek şorbe jê re dane ser agir. Resmên wê yên ciwanîyê ligel mê rê wê û kurê wê li ser maseyek biçûk bûn li koridora navbera jûra xewê û lênangehê de. Dengê telefonê hate te lê nêrî bavê keça te bû. Dîsa rojbûna te pîroz kir, te xwest kurt veqetînî lê ewî vexwaribû û dixwest biaxve. Du caran lêborîn xwest lê te nepirsî lêborînê ji kîjan babetî dixwaze. Te pirsa keça xwe kir got razaye û gelek baş e. Te jê ra got tû li ba xato Irisê yî, nesax e û kurê wê ji derveyî Stockholmê bi rê ketiye û berdewam telefon dike lewma pêwiste telefonê bi qedînî. Got tenê deqekê! Ez dixazim bêjim ku tû ji min baştir bûyî. Te gelek cara tiştên dixwendin gel min parve dikirin û min carekê jî hejmetkarîya xwe bo tesbîtên te diyar nekir lê min bikar jî tînan di civatên hevalan de. Te bibîr anî ku pêwiste êdî telefonê bigrî. Got tenê deqekê. Deqekê! Tê bîra te em rojekê di sînorê ligel rojhelat de ketibûn rezekê mayînan (belê ew roj dihat bîra te lê qet nedihat bîra te ku ew jî wê rojê hebû! Te ferq nekiribû) got wê rojê te gelek xweh dabû û gelek stress buyî lê dîsa jî tu û hevalek keç li pêşîya me birêve çûn. Min çi cara nexwest behsa wê rojê bikim. Te jî bo carekê jî li ba min behsa wê rojê nekir. Tu baştirî ji min. Te got erê ez li ser laşê askeran jî derbas bûme û çekên wan bi xwîn sarî kom kirine lê helbesteka işqê jî her li ber wî sengerê ez ji çûka xistime. Ez heya nîvên şeva di bergên pirtûka de winda bûme lê dengê defekê jî ez di rêzên semayê de mest kirime, carna dînim lê her dem jî dayîkek hişyar û mihreban bûm e… Bo kesê nîne min ligor xwe têxe kategoriyan de. Ez kategoriya xwe me.. Lê te ew gotin hemû derbasî bilêvkirinê nekirin û te şev başî lêkir û telefon girt. Şorbe bo xaton Irisê birî jûra wê lê te hest kir rengê wê çûye..Telefona kurê wê kir got 20 deqên din li wir im. Ewî telefona nexweşxanê kiribû lewma dengê zengila malê hat. Te vekir du xanimên perstar bûn. Carekê çavên wê livîn û navê mêrê xwe anî yê ku di resman de bû û bêdeng bû. Destê wê di destên te de giran bibûn. Yêk ji wan xanima bilez pişkinîn bo kir û got ewê koça dûmahîyê kir.. Pencerek vekir û got bila enerjya wê bi rehetî derbas bibe. Kurê wê geha bû. Te qapê şorbê yê ku ne gehayî ta’am bike, biribû lênangehê û ji mala wê derketbûyî.
Vegerî mal. Xwe avête ser sofayê, li telefona xwe nêrî gelek mesajên dengî ji malbatê hatibûn, rojbûna te pîroz dikin. Piştî çend saata şiyar bûyî. Berê spêdê bû di pencerê de stêrka berê spêdê diteyîsî û rojek nû bê îzna te û ya ti kesî, destpê kiribû.
Dipnot/nîşe
Fika: Di çanda Swêdiyan de navbereke xwarinê ya piçûk e