BIHÊZTIRÎN JINA LI DINÊ
Gava ew biçe cihekî her kes li ber wê radibe piyan, hemû serokdewlet û qiralên li dinê jî di nav de. Li gorî kanûnên nenivîskî her kes li ber wê xwe kûz dike an serî ditewîne. Li cîhanê jineke di ser wê re bihêztir tune ye. Pasaporta wê nîne. Heqê wê heye ku bê pasaport biçe hemû welatan. Em behsa Qiralîçeya Brîtanyayê Elîzabetha II. dikin.
Dema ku ew di sala 1926an de li Mayfairê (London) ji dayik bû, Prînses Elîzabeth (niha Qiralîçe) û malbata wê hêvî nedikir ku ew ê rojekê bibe monark. Hêvî ew bû ku bi malbata xwe ya nêzik re jiyaneke normal bijî. Lê her tişt di Kanûna 1936an de dema ku mamê wê – Qiral Edward ê VIII. dev ji erka qiraliyetê berda, guherî. Bavê wê bû qral û ew jî herwisa bû welîahta yekem a qiraliyetê. Ji wê rojê vir ve jî bala cîhanê li ser wê ye.
Navê wê bixwe Elizabeth Alexandra Mary ye. Navê pîrika xwe Qiralîçe Mary û navê pîrika pîrika xwe Alexandra hildaye. Prînses Elîzabeth piştî mirina bavê wê Qiral George a VI. di Sibata sala 1952an de dibe qiralîçe. Ev 70 sal in li ser erka xwe ye. Di dîroka monarşiya Brîtanyayê de tu kes bi qasî wê dirêj li ser erk nemaye.
COMMONWEALTH
Queen Elizabetha II Seroka Commonwealthê ye.
The Commonwealth ango Yekitiya Netewan komeleyek dilxwazî ya 54 welatên serbixwe û wekhev e. Li van welatan 2,5 milyar mirov dijîn. Di nava wan de aboriyên pêşketî jî hene, welatên ku pêşdikevin jî.
Ji van welatan Brîtanya, Canada, Avustralya û Zelandaya Nû jî di nav de 14 welat Elîzabeta II. wek qiralîçeya xwe nas û qebûl dikin.
Koka Commonwealth digihê Împaratoriya Brîtanî. Lê îro her welatek dikare bibe endamê Commonwealtha nûjen. Welatê herî dawî ku beşdarî Commonwealthê bûye Rwanda ye di sala 2009an de.
Îsal Qiralîçe Elîzabetha II. 70 saliya xwe li ser text temam kir. Û paytext London di serî de li seranserê Brîtantayê ev wek jubîliya Platîn hate pîrozkirin.
JUBÎLÎ ÇI YE?
Jubîlî, pîrozkirina jiyan û desthilatdariya monark e. Li şûna ku her sal biqewimin, jubîlî tenê qonaxên girîng destnîşan dikin û wan taybetmendtir dikin. Ji bo ku demek diyarkirî nîşan bide her Jubîlî navek xwe heye:
- Silver Jubilee 25 sal
- Ruby Jubilee 40 sal
- Golden Jubilee 50 sal
- Diamond Jubilee 60 sal
- Sapphire Jubilee 65 sal
- Platinum Jubilee 70 sal
- Centenary 100 sal
Yekemîn monarkê Brîtanî ku 50 saliya xwe li ser têxt pîroz kir George ê III. bû. Zêdetirî 200 sal berê di sala 1809an de.
Qiralîçe Victoria yekem monark bû ku di sala 1897an de Diamond Jubîliya xwe ango 60 saliya xwe li ser text pîroz kir.
Qiralîçe Elîzabetha II. di 2002an de Jubiliya xwe ya Zêrîn û di 2012an de Jubiliya Diamondê pîroz kir. Di 2022an de, Qiralîçe bû yekem monarka Brîtanî ya ku Jubîliya Platîn pîroz kir.
ÇALAKIYÊN JUBÎLIYA PLATÎN
Li ser navê qiralîçe xeta metroyê Elîzabeth Line hate vekirin. Qiralîçe di merasîmê de beşdar bû. Ev xeta metroyê pêşketîtirîn metro ye li Londonê. Nûjen, bilez, bêdeng û fireh e.
Rojbûna Qiralîçe ya fermî bi merasîmeke fermî li ber Qesra Buckhingamê hate pîrozkirin. Zêdetirê hezar û 400 esker, 240 hesp û 400 mûzîkjenên bandoya eskerî beşdar bûn. Ji xelkê jî bi hezaran kesî lê temaşe kir.
Qiralîçe li Brîtanyayê seroka artêşê ye. Loma xwepêşandanên eskerî di pîrozbahiyan de cîheke girîng girt. Hêzên esmanî yên Brîtanyayê li asîmanê qesra Buckinghamê korografîyek pêşand. Balafirên şer ji ser qesrê firiyan û li hewayê fîgûra 70 çêkirin.
Ji bo spasdariya desthilatdariya Qiralîçe Elîzabetha II. li katedrala St Paul ayînek hate kirin. Lê qiralîçeya pîr bi pêşniyara dixtorên xwe beşdar nebû. Kurê wê Prîns Charles li ser navê wê ayîn bi rêve bir.
London di serî de li seranserê Brîtanyayê û welatên Commonwealthê bo jubîliya qiralîçe partiyên kolanan, çalakiyên cur bi cur hatin kirin.
Di roja dawî ya çalakiyan de di ber qesra Buckinghamê derbasbûna fermî ya sembolîk a qiralîçe hate kirin. Qiralîçe beşdar nebû lê li ser cama erebeya ku hespan dikişand holograma qiralîçe cî girt. Ciwaniya qiralîçe silav li xelkê kir.
Heman rojê danê êvarê jî şahî û konsert hebûn. Diana Ross, Koma efsane The Queen û Ed Shereen jî hunermed û mûzîkjenên navdar yên Brîtanî kêf û coşa bi sed hezaran xelkê li ber qesra Buckhingamê anîn.
Gava tarî kete erdê jî xwepêşandanên sînevîzyon û lazerê pêk hatin. Li ser dîwarên qesrê bi resmên qiralîçe 70 salên wê yên li ser erk hatin nîşandan.
Qiralîçe Elîzabetha II. di vîdeoklîbeke BBC de jî list. Di vîdeoyê de karaktera anîmasyonê hirça bi navê Paddigton ji bo çaya saet 5an diçe qesrê, dibê mêvanê qiralîçe. Ev vîdeoya komîk bêguman yek ji demên herî balkêş yên jubîliyê bû. Lewra qiralîçe cara yekem e çenta destê xwe vedike û dibêje sandwîça min her tim di çenta min de ye.
Di çarçoveya pîrozbahiyan de dora 13 milyon kes hatin paytext Londonê
QIRALÎÇE ÇI DÎTIN LI VÊ DINE?
- Qralîçe Elîzabeth di dema desthilatdariya xwe de, ji Winston Churchill bigirin heta Boris Johnsonî bi tevahî 15 serokwezîrên Brîtanî dîtin.
- Wê 13 serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dîtin.
- Wê şerê duyam a cîhanê dît.
- Mirovahî cara yekem gav avêt hîvê.
- Serokê Amerîkayê John Kennedy hate kuştin.
- Di dema desthilatdariya wê de Şerê Sar destpê kir û bi dawî bû, dîwarê Berlînê hate avakirin û hate hilweşandin.
- Êrîşa 11ê Îlonê ya li Amerîkayê hate kirin.
- Li dinyayê pandemiya Kovîd-19ê çêbû.
Kanala dewleta Îngilîstanê BBCyê kete arşîva qiralîçe Elîzabetha II. û derheqê wê de 2 belgefîlm amade kirin.
Belgefîlma bi navê ‘Unseen Queen’ ango ‘Qiralîçeya ji Dûrê Çavan’ bi wêne û vîdeoyên ku beriya niha li tu cihan nehatine nîşandan behsa qiralîçe dike. Qiralîçe Elîzabeth di vê belgefîlmê de bi xwe behsa jiyana xwe dike. Di belgefîlma din a bi navê “The Queen:70 Glorious Years“ de geşedan û guherînên li Brîtanya û cîhanê hatiye vegotin. Ev her du belgefîlm li ser platforma dîjîtal ya BBCyê, iplayerê, heya 11 mehên din dê bikare bê temaşekirin.
Qiralîçeya 96 salî bêguman xwedî tecrûbeyeke bêhempa ya jiyanê ye. Çend hevokên ji tecrûbeyên jiyana wê ku di belgefîlma Unseen Queen de bixwe bilêv dike, em li vir bihêlin.
“Ez têra xwe dirêj jiyam ku bizanim tişt tu carî ji bo demek dirêj wekî xwe nemînin”
“Li gorî ezmûna min nirxa erênî ya malbateke bextewar yek ji faktorên hebûna mirovan e ku qet neguheriye”
“Bawerî, malbat û hevaltî ji bo min tenê nebûne tiştên neguher, lê ji bo min bûne çavkaniya aramî û dilniyabûna kesane jî”