Stranbêj Suna Alan li Londonê dijî. Bi deng û awazê xwe yê zelal û narîn stran û kilamên Kurdî vedijîne, li kesên nekurd dide guhdarîkirin û bi wan zimanê Kurdî dide hezkirin. Meriv dikare bêje ku bi mîsyoneke bi rûmet li Brîtanyayê nûnertiya Kurdan û Elewiyan dike. Suna bi zimanên din jî stranan dibêje û herwiha pir û dostaniyê di navbera netewe û zimanên din de ava dike. Ne tenê li Brîtanyayê lê li Ewropayê jî konsertan dide. Ew gelek tê hezkirin û gelek tê guhdarîkirin.
Stranbêja Kurd a delal û serkeftî Suna Alan ji The Hall Kurdiyê re axivî. Kerem bikin bi pirs û bersivên li jêr vê hûnermenda hêja binasin.
Tu li Londonê muzîka Kurdî dijînî, stranên Kurdî ji kesên nekurd re jî digihînî. Baş e, Suna Alan kî ye? Ji ku derê ye? Em dikarin te nas bikin?
Ez li Çewlîgê li gundekî pir xweş di navbera çiyayan de hatime dinê. Navê gund Liçik e ku bi Ermenî tê maneya gola biçûk. Malbata min Kurdên Elewî ne. Di mala me de hem dengbêjên Serhedê dihatin guhdarîkirin û hem jî stran û gulbangên Kurdên Elewîtiyê. Dema ez du salî bûm malbata min koçî Îzmîrê kirin. Em di taxeke xizan de dijiyan. Cîranên me yên li wir piranî welatparêzên Kurd ên ji Mêrdînê yên ji şer koçber bûn û her wiha çep û sosyalîstên Elewî yên ji Mereşê yên ji Komkujiya Mereşê ya 1978an reviyan bûn.
Te çawa dest bi stranbêjiyê kir? Tu bi xwe hay ji deng û hûnera xwe hebûyî an kesekî din got “Suna dengê te gelek xweş e, rabe stran bêje?” Ew xweşbûna dengê te ji ku tê? Di nav malbata te hebû?
Ji ber malbat û derûdora xwe ez her tim di nava muzîkê de bûm. Di çanda me de tembûr pir cihekî girîng digire. Hemû xwişk û birayên min tembûr lêdixin û dengên wan jî pir xweş in. Di jiyana min de her tim muzîk hebû. Ez hîn zarok bûm her tim xwişk û birayên min, xaltiyên min, xalên min û endamên malbatê yên din dihatin ba hev û bi hev re tembûr lêdixistin, stran digotin û govend digirtin. Bi taybetî xalê min ê ku 28 sal in girtiyê siyasî ye û xaltiya min Ayten Tekîn a li Mêrdînê Bagokê jiyana xwe ji dest da ji min re bûne mînak. Min kilamên “Kî ne Em”, “Bîngol Șewtî” û “Geliyê Zîlan” cara yekem ji wan bihîst.
Zaroktî û ciwaniya te li Îzmîrê derbas dibe. Îzmîr bajareke çawa ye ji bo te û tesîreke çawa li te û stranbêjiya te kiriye?
Zaroktî û ciwantiya min li Îzmîrê ku çandên cûr bi cûr lê hebûn derbas bû. Herwiha muzîka herêma Îzmîrê (Symrna) jî bandora xwe li ser mûzika min nîşan da. Ez li vir di bin bandora kilamên Egeyê de mam. Piraniya Rûman li Îzmîrê asîmîle bûne. Ji ber ew jî wek me li wir biyanî bûn, em nêzikî hevdû bûn. Ew rengînî û cûdatiya wan bû sedem ku ez bi wan re bibim heval. Bi vî awayî jî ez muzîka wan hîn bûm û ez anoka li Zanîngeha SOAS a Londrayê vokaleka ya banda Rebetîko ye me.
Kîjan stranbêjê/a Kurd herî zêde tesîr li te kiriye? An jî îdoleke/î te heye?
Meryem Xan, Sûsika Simo, Nesrin Şerwan, Ayşe Şan û gelek hunermendên jin ên Kurd hene ku ez nikarim anoka navê wan bijmêrim ji bo min her tim îdol in. Bi taybetî ji ber ku jin bûn, di nava şert û mercên gelekî dijwar û feodalîzmê de hewl dan dengê xwe bidin bihîstin û ji bo hunera xwe bedelên mezin dan. Ez wan bi hurmet bi bîr tînim.
Bi awayeke profesyonel te kengî dest bi stranbêjiyê kir? Beriya hatina Londonê te bi Kurdî distriya an te li vir destpê kir?
Beriya ku ez li Londonê bi cih bibim, min di salên zanîngehê de bi amatorî stran digotin, lê piştî ku ez hatim Londonê, nêzîkî deh sal berê min bi profesyonelî dest bi stranbêjiyê kir. Ji ber ku hejmara jinên ku li Brîtanyayê stranên Kurdî dibêjin pir hindik bû, pêdiviya pêşvebirin û ragihandina stranên Kurdî bêtir min teşwîq kir ku ez bi awayekî profesyonel stranên Kurdî bistirêm.
Suna, em dibînin tu bi geşedanên di civaka Kurdan de re gelek eleqedarî û kesekî hestyar î. Te ji bo Nadia Murad stran çêkiriye, ji bo Nûdem Durak stran çêkiriye. Dixwazim vê bipirsim. Suna Alan ji bo çi û kê distre? Te mîsyoneke çawa daye ber xwe?
Ez ji zarokatiya xwe ve di nava bûyerên wek koçbûnê, girtina kes û nasên xwe ji aliyê polîs ve, zulm û zor, îșkence û mirinan de dijîm. Wisa xuya ye ku ew di mêjiyê me de pir cîh girtine, bûnê parçeyek me. Li ku derê em neheqiyê bibînin, em nikarin bêdeng û xemsar bimînin. Muzîk ji bo min rêyek e ku ez dengê gelê xwe bidim bihîstin. Ji bo min mûzîk şêwazeke vegotinê ya pir xweş e ku ew rêyek e ku ez ne tenê êşên gelê xwe, lê herwiha dewlemendiya çanda Kurdî jî bidim nasîn.
Tu hema hema her stran an jî kilamê bi tarzên cuda cuda dikarî bêjî. Ev, bi min deng û hûnereke pir hêja û bi qîmet e. Ji bo vê te perwerdehî hildaye?
Ez bi heft xwîşk û birayên xwe re di nav zehmetiyên aborî de li taxeke derbajarî mezin bûm. Min li zanîngehê di bin şert û mercên pir dijwar de mamostetiya zimanê Îngilîzî xwend. Mixabin tevî van hemû bêmimkûniyan jî ne mimkûn bû ku ez perwerdeya muzîkê bistînim. Piştî ku ez hatim Londonê, min karî ji bo demeke kurt dersên stranbêjiyê bistînim. Ji ber ku muzîk kevneşopiyeke malbatê ye, bi dîtina min ji zarokatiya xwe ve mijûlbûna bi muzîkê ji bo min avantajeke mezin bû.
Tu ne tenê bi Kurdî lê bi zimanên cuda jî stran dibêjî. Li şehrekî navdewletî û pirçandî de dijî. Di warê muzîkê de tu cihê zimanê Kurdî ku zimanekî bêdewlet e, li ku dibînî?
London bajarek e ku gelek nasnameyên etnîkî û olî bi hev re dijîn. Ez carinan li ser dikê stranên Yewnanî, Erebî, Ermenî, Tirkî û Sefardî jî dibêjim, lê bi giştî, helbet ez stranên Kurdî dibêjim. Em hêj nikarin bi qasî Ereb û Afrîkîyan dengê xwe bigihînin qada cîhanê. Lê ji ber Kurdên dîasporayê hema bêje li gelek deverên cîhanê stranên bi Kurdî tên guhdarkirin. Stranbêjên me yên Kurd ên li cîhanê navdar hene, lê hejmara wan pir kêm in.
Ez vê jî meraq dikim. Kesên ji miletên din ku tên guhdariya te dikin, çawa ji konsertê vedigerin? Ji bo muzîka Kurdî çi dibêjin?
Bi giştî ez bi Îngilîzî her çend bi kurtî be jî çîroka stranên ku ez dibêjim guhdarvanan re parve dikim. Dema ku guhdarvan ji stranê fam dike, bêtir hîs dike û fersendê dibîne ku çanda Kurdî, hindik be jî, nas bike. Piştî gelek konseran, min gelek kes nas kirin ku dixwestin bêtir li stranên vî gelê bêdewlet guhdarî bikin û dixwestin di têkiliyê de bimînin. Gelek xwendekarên etnomûzîkolojî an jî etnomûzîkolog bi min re têkilî danîn. Di van demên dawî de, hunermendek ûdê ya Xiristiyanî ya Filistînî bi min re têkilî danî. Dixwest bi min re stranek ji hunermendê me yê Rojava Mihemed Şêxo qeyd bike. Bi dîtina min danasîna muzîka Kurdî ji gelên din re gavek e ku dê Kurdî bi muzîka cîhanê bide nasîn.
Em hinek jî behsa xebat û konsertên te bikin. Di rojên bê de (ji Gulanê pêve) konsertên nû hene? Kengî û li ku ne?
Di 30ê Nîsanê de,ez ê ji bo helbestvanê Kurd Cengîz Sînan Çelîk ê 25 sal in di girtîgehê de ye, di resepsiyona ku li Parlamentoya Danîmarkayê de tê lidarxistin de stranan bibêjim. Em ê di 7ê Gulanê de bi Koma Rebetiko ya Zanîngeha SOAS a Londonê re li The Mildmay Club li Londonê konserekê bidin. Ev bi giranî bi stran û dîlanên Yewnanî û Kurdî dê konserek xweş be. Di meha Hezîranê de ez ê di Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê de, herwiha di Festîvala Muzîkê ya Brighton û Festîvala Jinên Kurd a Brîtanyayê de derkevim ser dikê. Her weha, ez ê di meha Hezîranê de li Kopenhagê beşdarî konserekê piştgirîyê bibim.
Suna xan ez gelek spas dikim ji bo van bersivên jidil. Gotina te ya dawî heye?
Bi taybetî jî em hunermendên Kurd ên li Ewropayê ku xwedî derfetên ewqasî baş in, li ku derê lê bin, divê çand û hunera Kurdî bi her cure hunerê vebêjin û bidin nasîn. Heta divê em vê weke berpirsyariya xwe bibînin. Dîroka me vê berpirsyariyê li ser me ferz dike.
Deng û dilê te sax bin. Her serkeftî bî.
Spasdar im. Silav û rêz.