The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 18»Tehl û Şêrîn 3 – Xeleka Mala Me
Hejmar 18

Tehl û Şêrîn 3 – Xeleka Mala Me

Idrîs HisoBy Idrîs Hiso01/06/2023Updated:12/06/2023Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Zincîrediramaya Tehil û Şêrîn werzê 3 li ser ekranê televizyona WAR tê nimayişkirin, wekî carên berê, ev zincîredirama di her xelekekê de behsa mijarekê ji mijarên civaka Kurdistanî dike.

Dibe ku ev yekemîn pirojeye wisa maweyê 3 salan berdewam dike û bi hunereke ciwan pirsgirêk û kêşeyên civakî tîne ber çavên bîner û roniyê tîne ser wan bi mebesta zêdekirina asta hoşyarî û zanînê di nav civakê de, û piştre guhertina riftarên nebaş û başkirina rewşa civatê û çûna ber bi pêşve, an jî agahdarîkirina berpirs û aliyên pêwendîdar ji hin metirsiyên rijd li ser civak û welatê me, ji bo wilo jî helbet her aliyê beşdar di vê pirojeyê de hêjayî spasiyê ne.

Di xeleka 17an de bi sernavê Mala Me, behsa mirovekî dike mala wî mezin e, lê kevin e, biryarê dide ku hemî jiyana xwe ya mayî di vî xanî de derbas bike, xanî gelek ode têde hene, herwisa li ber malê bexçeyekî mezin heye, jina wî dibêje; bila em xaniyekî nû bikirin û ji vî xaniyê kevn derkevin, lê ew ji jina xwe re dibêje; tu buhayê vî xaniyê ku ji serdema bav û bavpîran hatiye avakirin nizanî, lewma qet behsa firotina wî neke…

Ew jî diçe û tê dibêje xanî her ê me ye… yekem cîranê wî tê odeyekê kirê dike, piştre xwediyê dikanê jê re dibêje; nebaş e mirov xaniyê xwe ku têde dijî bide kirêçiyan, lê ew her wek xwe dike, piştre mirovekî din jî tê û odeyekê kirê dike, zarokên xwe tînin nav xanî û dibe qerebalix û gelemşe, Sêrwan jî ku xwediyê malê ye dibêje; xanî her ê me ye … tevî ku êdî nema kare bihna xwe di nav xaniyê xwe de vede…!!

Dema xwediyê dikanê dibîne ku Sêrwan odeyên xwe dide biyaniyan bikirê, jê re dibêje; cîran ma çima tu odeyekê nade min jî ez dê wê bikim enbar jibo kelûpelên dikana xwe, ew jî bi bihaneya ku dixwaze qezencê ji perê kirê bike, odeyekê dide xwediyê dikanê jî.

Piştî demekê bexçe jî bi kirê dide, piştre kirêçî daxwazê jê dikin ku xanî bo wan nûjen bike, ji ber bane wî kevin e û di werzê Zivistanê de dê dilopan bike, lê ji ber pereyên wî nînin, ew pera ji kirêçiyan distîne û pê xanî çak dike, û wisa dibe deyndarê kirêçiyan û di konekî de di nav bexçe de rûdinê, lê her dilê xwe bi gotina “her Xanî xaniyê me ye.” Xweş dike!…

Ev xelek behsa rewşa welatê me dike ku (mala me ye), bi taybet mirov dikare vî tiştî li navenda bajarên mezin li Herêma Kurdistanê bibîne, herwisa heman tişt li seranserî Kurdistanê tê dîtin, lê bila em bêjin ev xelek behsa Herêma Kurdistanê dike, û em gotara xwe arasteyî vî beşî bikin çimkî ev beş, ango para herî mezin ji vî beşî (Başûrê Kurdistanê) di bin desthilatdariya hikûmeteke kurdistanî de ye… û em dê bajarê Hewlêrê wek nimûne bibin. Biyanî li nava Hewlêrê û li cihê herî xweş dijîn, bazirganî û karê xwe dikin, weberhênanê dikin, çanda xwe li nav Hewlêrê de belav dikin bêyî ku ti siyaseteke niştimanî zelal hebe taybetmendiya vî bajarî biparêze, êdî mirov hêdî hest bi wê yekê dike ku Kurdistanî û bi taybet Kurd li vî bajarî biyanî ne.

Goranîbêj Ereb in, xwaringeh Erebî, Tirkî, Farsî û Ewropî ne û xwaringehên Kurdî ango Kurdistanî hema mirov nabîne, navên mêvanxaneyan, navên gorepanan, navên gundên geştiyarî û niştecîbûnê Italî, Amerîkî, Kûrî û Spanî ne, û navên xwaringehan hemû navên bêgane ne.

Mirov biçe nav markêtekê, nav xwaringehekê an nav molekê yan jî bêhtirên wan, heger tu bi tenê bi Kurdî bizanibî, karê te bi serî nabe divê tu bi zimanê biyaniyan jî zanibî. tu dibêjî belkî ew xwediyê malê ne û tu biyanî yî!

Ev çend nimûne ne û gelekên din jî hene, û em jî dilê xwe bi gotina ev welat welatê me ye û dê bimîne yê me xweş dikin!

Ez ne rexnevanê hunerî me, lê bi tenê bînerekim, û bi min wek bînerekî ev xeleka Tehil û Şêrîn zengilê metirsiyê lêdide, û ji me re dibêje erê xanî yê me ye, lê cihê me têde nemaye, û heger wisa berdewam bike em dê ji destbidin û rojek dê bê em dê li wî xaniyê bibin biyanî.

Hejmar 18 Hezîran 2023 IDRÎS HISO Jimar 18 Tehl û Şêrîn The Hall Kurdî 18
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Idrîs Hiso

Nivîsên Têkildar

Li Duhokê Pêşengeha Dîzayna Cilûbergên Navxweyî

The Hall Kurdî 18 Derket

Ji Edîtor 18

Di Sedsalîya Lozanê de Kurd li Lozanê

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

Hejmara Dawî

The Hall Kurdî
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.