Silav xwînerên ezîz.
The Hall Kurdî Hezîran bi naverokeke rengîn amade bû.
Di hejmara 18an de ji bo bergê kovarê me cî da peymana Lozanê ku 100 sal beriya niha pê axa Kurdistanê di navbera 4 welatan de hate dabeşkirin. Nivîskar Necat Zivingî jî li ser vê mijarê gotarek pêşkeş kir. Meha çûyî di 27 û 28ê Gulanê de Navenda Rewenda Kurdistanî (Kurdistani Diaspora Confederation – KDC) li Lozana bajarê Swîsreyê bi navê “100 Years of Division of Kurdistan” (100 Salên Dabeşbûna Kurdistanê) konferansek lidarxist. Birêz Zivingî jî tê de başdar bû. Necat Zivingî hem çavdêriyên xwe ji konferansê nivîsî hem jî di gotara xwe de behsa Peymana Lozanê kir ku çi peymaneke bêyom bûye bi serê miletê Kurd de hatiye.
Konferanseke din jî li Kurdistana Başûr li Zanîngeha Zaxoyê hate lidarxistin. Mijara Konferansê Mîrekî û Dewletên Kurdan bû. Profesor Dr. Abdullah Kiran ku bixwe hîndekare li zanîngeha Muş Alparslanê ji bo The Hall Kurdî li ser vê konferansa girîng dîtin û çavdêriyên xwe nivîsî.
Nivîskar Konê Reş vê carê li ser xanimeke hêja Rewşen Bedîrxanê nivîsî. Yekê Hezîranê salvegera koça Rewşen xanimê bû. Mamoste Konê Reş bi boneya bibîranîna wê ev şîreta wê ya giranbiha li jinên Kurd, derxistiye pêş: jinên Kurdên îro, yên ko nifşê miletê me yê ayindê li ber destê xwe xwedî dikin, me dû wezîfeyên giran hene: hînbûn û hînkirin. Ji lewra ji me re divêt berî pêşîn em bibin şagirt û di pey re mamoste: mamosteya zarokên xwe.
Dîsa meha Gulanê de Li bajarê Amsterdama Hollandayê Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin. AKFF Festîvaleke nû ye, cara 2yem hate kirin lê bi serkeftin û hin taybetmendiyên xwe bal kişand. Me yek ji dîrektorên AKFFê Maila Ahmad re li ser festîvalê hevpeyvînek çêkir. Binêrin ka festîvaleke çawa bû û Mailaxan çi ji sînemahezên kurd daxwaz dike.
Meraqdarên hûnerê û şopînerên blogger Salomé Cizrawî bi vî alî de werin. Lewra Salomé Cizrawî piştî navberekê dîsa bi nivîsên xwe yên li ser hûnerê vegeriya. Nivîskara delal ji bo hejmara hezîranê “Kirkeya Sêrbaz û Ulysses” amade kir. Jê nemînin.
Hejmara berê de me cî da bû Mîtên afirandinê yên Mezopotamyayê. Nivîskar Mihyedîn Nahrîn ji bo kovara Hezîranê Mîtên Babîlê nivîsî.
Ji Rojavayê Kurdistanê nivîskar Siltana Eto ji bo The Hall Kurdiyê çîrok û helbesteke xwe şand: Ne Tiştek Bûm Ez.
Digikurd vê mehê li ser tendûristiya guhê mirovan sekinî. Binêrin ka dengekî zêde çawa dikare guhê mirov kerr bike.
Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskar Faîk Ocal romana Spîtama ya Rênas Jîyan dide nasandin.
Di hejmara Hezîranê de jî helbesteke me heye. Ji nivîskar û helbestvan Muqades Agirî hat: Mîrzayê Min.
Di beşa Fotoşirove de wênegir Dilazad Art dîsa bi me re ye. Babeta resmên wî rengê zer e.
Di dawiya nivîsa xwe de ji dil û can spasiya nivîskar û xwînerên me dikim. Bi saya we The Hall Kurdî bi serkeftî diweşe. Hûn her hebin.