Silav xwînerên hêja.
Di hejmara xwe ya 26an de Kovara me The Hall Kurdî li ser bergê xwe lîstikeke şanoyê ya bi Kurdî bi xwînerên xwe dide nasîn. Evdilahê Marmarok. Ev lîstik dê bibe yekem şanoya bi kurdî ku bi şêwaza profesyonelî li ser dikê hatiye lîstin. Çîrok behsa ciwanekî bi navê Evdila dike ku di sala 1918an de koçî gundekî li ber quntara çiyayê Sîpanê kiriye. Ew dixwaze li vir bi cî bibe. Ji ber ku li gund nû ye û biyanî ye, rastî hin zehmetiyan tê. Ji aliyê gundiyan ve nayê qebûlkirin. Ji bo ku bikare xwe bide qebûlkirin tiştekî sosret dike. Li ser vê çîroka balkêş em bi derhêner Ozlem Taş û Lîstikvan Sadîn Warger re axivîn. Wan bi dilgermî bersiva pirsên me dan.
Di vê hejmarê de nûser Necat Zivingî bi gotara xwe “Kaşîn”ê balê dikşîne ser spora kaşînê û cihê kaşînê li welatê me Kurdistanê. Kurdistan, çiqas welatê rojê be ewqas jî welatê çîya û berfê ye. Zivingî cihêrengîya peyvên ji bo vê sporê û alavên bo wê sporê tên bikaranîn jî bi mînakên ji deverên cihê ên Kurdistanê yek bi yek nivîsîne.
Nivîskarê me Konê Reş di kovara meha Sibatê de lehengekî serhildana Dêrsimê bi me dide nasîn: Dr. Nûrî Dersîmî. “Piştî têkçûna serhildanê di dawiya sala1937an de û bidarvekirina bihiştî Seid Riza serokê serhildanê û her deh hevalên wî, Dr. Nûrî Dersimî ji neçarî û bi halekî xerab xwe gihand Sûriyê, bajarê Helebê û her 35 salên xwe yên dawî li Helebê, di nav kurdên çiyayê Kurmênc de derbas kirin.”
Ji rojava nivîskar Fatma Eto ji me re nivîsek derheqê jineke kurd a şoreşger amade kir vê mehê. “Helbestvan û Şoreşger Zerîfe Xanim”. Ew ji kurdên Koçgirî ye û bi Elîşêr re zewiciye. Ev jin û mêr 2 lehengên serhildana Dêrsimê ne. Nivîskar Fatma Eto bi vê nivîsa Jineolojiyê hem behsa têkoşîna Zerîfe xanim dike, hem xayîntiya ku pişta kurdan di dîrokê de çawa şikandiye bi bîr dixe û hem jî bi mînakbûna têkiliya di navbera Zerîfe xanim û Elîşêr de balê dikşîne ser giringîya azadbûna fikrî ya jinê di civakê de.
Sînemazan Rûmet Med piştî demek dirêj dîsa bi nivîseke li ser sînemayê bi me re ye. Gotara wî derheqê fîlma Avatar ya derhênerê navdar James Cameronî ye ku li seranserê cîhanê gelek hatibû ecibandin û temaşekirin. Rûmet Med hem analîza fîlmê duyem ya rêzeya Avatarê dike hem jî ji bo meraqdarên avatarê derheqê fîlmên bê de hin agahî parve dike.
Nivîskar Dilazad Art, di mijara felseyê de gotareke din bo xwînerên me amadekiriye. Di hejmara 26an de mijar “Ji Felsefeya Dînî Felsefeya Filehtîyê” ye.
Digikurd piştî navberekê kin dîsa bi me re ye. Ew di hejmara Sibatê de balê dikşîne ser hişê çêkirî. “Hişmendiya Çêkirî: Him Bi Kêrî Me Tê Him Jî Wê Me Bêkêr Bike”
Di beşa danasîna pirtûkan de dor a pirtûkeke nivîskar Hêlîm Yûsiv e. Nivîskar Faîk Ocal romana “99 Morîkên Belavbûyî” ji me re hazir kiriye. Romannûs romana xwe bi teknîka rojnivîskan nivîsandiye. Pirtûk 152 rûpel e û ji Weşanên Peywend di sala 2019an de derketiye.
Me di vê hejmarê de cî da helbestekê jî. Mihemed Hesko yê Efrînî ku bixwe nivîskar û rojnameger e û li Almanyayê dijî, ji bo kovara me helbestekê xwe şand. Navê helbesta wî “Gulpikvanê” ye.
Di beşa Fotoşirove de dîsa 2 wêneyên wênekêş Dilazad ART cî digrin. “Penceraya Ber Bi Bihûştê Ve” û “Li xwe-gerîna Sirûştê”.
Bi hêviya ku hûn ji vê hejmarê kêfê hildin û sûdê jê werbigrin. Her bi kurdî re bin, kurdî bixwînin, çavkaniyên kurdî li derdûdora xwe bidin xwendin û bi kurbî parve bikin.
Meha Sibatê bo we hemîyan bixêr û ber be.