Gava ku nasekî me bimire û li dû wî/wê rojnivîskek bimîne, em bi coş û lez dest diavêjin rojnivîskê û dest bi xwendinê dikin. Tim eynî pirs di serê me de ye: Eceb wî/wê çi nivîsiye? Rêzdar Helîm Yûsif jî bi hestekî wisa romana xwe nivîsiye. Hîn di rûpela ewil de me xwîneran di meraqê de dihêle. Lewre dibêje: “Ev defter rojnivîskên wî mêrê porspî bûn ku wekî min werger dikir û tê de êşa xwe ya hemû kesên mîna min vegotibû.” (Rûpel; 5). Bi rastî jî xwediyê defterê, yanî Azad di 16’ê Adara 2002’an de ji aliyekî mirovekî 24 salî û 1.95 cm ango tîtal ve hatibû kuştin. Birêz Helîm Yûsif jî di sala 2000’an de koçî Elmanyayê dike û li wir dijî. Di navbera çîroka vebêjer Azad û romannûs Helîm Yûsif de parelelî heye. Bi wan hest û şibandinan em dest bi xwendina romanê dikin û roman baş diherike. Jixwe êşa me xwîneran dişibî êşa Azad û Helîm Yûsif. Me wekî din çi dixwast! Me gotibû; koro çi dixwazî? Koro gotibû; çavek, Xwedê dabû du çav.
Gava ku mirovekî pîr tizbiyê di destê xwe de lib bi lib dikêşe dengekî aram û asûde derdikeve. Heke mirov bi dil û can guhê xwe bide tizbiyê dê deng û awaza liban bibihîze. Bi rastî di romana 99 Morîkên Belavbûyî de 60 beş (lib) heye. Di her beşê de em deng û awaza mijarê dibihîzin. Di beşan de (bi liban re) deng û awaza tirsê, wergerê, evînê, têkçûnê, hesretê, azadiyê, mirinê, tenêtiyê, penaberiyê, zewacê, zaroktiyê, mêvandariyê, neynikên derizî, kampê, revê, girtîgehê, marên kesk î deqdeqî, jinan, hevaltiyê hwd heye. Em xwîner bi her libê re deng û awazekê dibihîzin. Romannûs berhema xwe bi hostatî honandiye û deng û awaza her tiştî bi hostatî bi cî kiriye. 99 Morîkên Belavbûyî strana Azad e. Em guh didin strana Azad. Lê di strana Azadî de deng û awazên sereke xem û hizn in. Diviyabû navê strana Azad jî bûbûya “Têkçûna Azad”.
Birêz Helîm Yûsif romana xwe ya 99 Morîkên Belavbûyî bi teknîka rojnivîskan nivîsandiye. Romannûs hîn di destpêka romanê de wê mijarê wîsa ji hev derdixe û rave dike: “Tesaduf ew bû ku ez bixwe li nexweşxaneyeke nexweşiyên derûnî, bûm wergêrê jineke kurd. Piştî hevnaskirineke demdirêj deftereke bergşîn û kevnik ku bi xeteke xweşik hatibû nivîsandin, da destê min.” (Rûpel; 5). Lê di defterê de ne tenê çîroka jiyanekê heye, belkî deh û belkî sed, belkî hezar çîrok hene. Di çîroka Azad de ne tenê êşa romannûs heye, belkî êşa me hemû Kurdan heye. Li vir em rexneyekê li Helîm Yûsif bikin. Belkî di edebiyata kurdî de ji aliyê surealîzmê de (realîzma efsûnî) yekî mîna birêz Helîm Yusif serkeftî nîn e. Lêbelê atmosfera gelek romanên wî wek hev e. Mîsal atmosfera Sobarto, ya Tirsa Bêdiran û ya 99 Morîkên Belavbûyî wek hev in. Di hersê romanan de jî serleheng di bin destê rejîma Baasê de dikişîne û dest bi revê dike. Ev wekhevî li sûrealîzmê nayê. Sûrrealîzm ji rastiyekê hezar derî vedike. Lê di hersê romanên rêzdar Helîm Yûsif de em di rastiya bindestbûna Kurdan de tim li eynî derî diqelibin.
Mijara romanê çi ye? Romannûs xwestiye çi peyam bide me? Bi xwendina wê romanê re çi fikir li me peyda bû? Vebêjer Azad, romannûs bixwe ye, ez im, tu yî, em hemû Kurd in. Di çîroka Azad de rastiya her yekî me heye. Azad dişibe me, em dişibin Azadî. Çîroka Azad çîroka me hemû penaberên Kurd e. Azad lê dixe diçe Awrûpayê. Me jî wisa nekir? Xwîşk û birayên me, ap û xalên me, xwarzî û biraziyên me jî wisa nekirin? Niha her yek ji me li welatekî Ewrûpayê ye. Ewrûpayê çi da me û me çi da wan? Bersiva wê pirsê di çîroka Azad de ye. Tizbiyeke belavbûyî, evîneke têkçûyî, çîrokeke nîvcomayî, sêwîbûneke bêxwedan, mirineke bêxwedî. Jibîr nekin: Azad ji aliyê naziyekî ve hatibû kuştin. Welatê me jî ji aliyê zordaran ve hatibû dagirkirin, em nikarin mîna însanekî, mîna kurdekî li welatê xwe bijîn. Em direvin diçin welatên Awrûpayê lê ew jî me nexwazin. Dibêjin hûn tên û îş û karê me ji dest me digirin, huzûr û aramiya me xirab dikin. Ev yek tam trajediyek e. Em di navbera nal û bizmar de dimînin. Dewleta Serok, dixwaze her tiştî kontrol bike. Ji bo kontrolkirinê jî mecbur e her kesî wekhev bike lê vebêjer Azad wê naxwaze. Li hember wê daxwaza wan (serok) derdikeve. Tenê daxwazeke vebêjer (Azad) heye: Bi reng û dengê xwe ve jiyîn. Bi ya min romannûs ji ber wê navê serlehengê xwe kiriye Azad. Azad ji Kurdan re peyamek e. Azad dixwaze azad bijî. Ji bo azadiya xwe lê dixe diçe Elmanyayê lê wir jî nikare azadiya xwe bi dest bixe. Azad di navbera diranên çerxa kapîtalîzmê de tê pelçiqandin û avêtin. Ji çîroka wî tenê tizbiyeke belavbûyî dimîne. Azadiya Azad bû tizbiyeke belavbûyî.
Di dawiya romanê de romannûs du tabloyên mezin bi me dinimîne. Dixwaze em rastiyê di wan herdu tabloyên mezin de bibînin. Li herdu tabloyan binêrin: “Tabloyek jê wêneyê wan mêrên kesk ên deqdeqî bû û ya din jî wêneyê balindayeke reş û mezin bû…” (Rûpel; 150). Ji vê şûnde romannûs herdu tabloyan teswîr dike. Bi rastî peyama hemû romanê di wan herdu tabloyên mezin de ye. Romannûs bi wan tabloyan dixwaze em du rastiyên mezin bibînin. Pirs ev e: Yê Azad kuştî naziyek bû yan Azad bixwe bûbû sedema mirina xwe? Lewre romannûs dibêje: “Balindeyê qerase ber bi perê ezmanekî sayî ve difiriya û mêrekî bi gir, simaya wî, ya wî mêrê kuştî bi xwe bû, bi herdu desten xwe ve hişk bi pencên wî balindeyê reş ê firyayî girtibû û di navbera erd û ezmên de daleqandî mabû.” (Rûpel; 150). Lewre “…kurdekî porspî ku li kolanê dimeşiya, ji paş ve bi destê xortekî bîst û çar salî yê bejna wî sed û not pênc santimetre bû, hate kuştin.” (Rûpel; 5). Du rastiyên mezin. Vebêjer Azad ji rejîma Hafiz Esed reviya û çû Elmanyayê, paşê li herêma Nedersaksanê bicî bû. Lê ew sêwî bû, bi hesreta dayîkekê bû. Têk çûbû. Bedena wî di navbera 99 libên belavbûyî de miribû, lê giyanê wî li ezman li dû balindeyê reş de (ew giyanê dayîka wî ye) asê mabû. Azad di mirina xwe de jî di navbera nal û bizmar de mabû. Jiyanên têkçûyî li dû xwe mirinên nîvcomayî dihêlin.
- 99 Morîkên Belavbûyî
- Helîm Yûsiv
- Rûpel; 152
- Weşanên Peywend
- Van, 2019