Bi pêşketina zanistê gelo pêdiviya ku bi mîtê, mîtolojiyê yê ku ne pozîtîf e, yekcar tune bû? Di serî de di nava termînolojiya tib û derûniyê de sembolên li ser mîtê ne, wateyeke gelekî mezin cih digire. Danûstendina mîtolojiyê û zanistê, hebûna xwe ji dema destpêka dîroka şaristaniyê û vir ve diparêze. Mîtolojî ji bo me fikirîna alternatîf, rê li ber şîrovekirina li ser zanistê vedike. Tema û şekilên anîna zimên a mîtolojiyê tevî ku li gor wext û kulturan cudahiyan di nav paxila xwe de biparêze bêyî ku bilikume, bi salan e ew dijî. Mîtolojî ji me re qala; edebiyat, huner û di ser de çîrokên li pey navên sendrom ên psîkolojîk dike. Em li ser sendromeke psîkolojîk ku navê xwe ji çîrokeke mîtolojîk wergirtiye bipeyivin: Kompleksa Andromeda.
Hûn xwe gelek caran bi yekî/yekê re bi awayekî kûr girêdayî hîs dikin, ev yek dikare di warê fînansal, hestwarî yan jî tiştekî din de be? Hûn li ser tevgerên xwe wextê ku dikevin bin berpirsyariyê, hingê hûn xwe nejîr dibînin? Wextê ku hûn û Zilamê Rast hevûdu nas bikin, hûn bi awayekî xurt difikirin ka bersiva vê pirsê dê li cihê xwe kîp be, hûn bi vê yekê bawer in? Heke bersiva we erê be, felata ji wê hestê aniha ye!
Devjêberdana di bin siya yekî de, tercîha me ya “Bêhtir hêzdar e”, ne ji bo nirxên “mêr, destgirtî, malbat û mamosteyan” divê em ji bo nirxên xwe biryar bidin. Ev yek ê cihê konfora me ji hev de bixe, bileqîne û ji bin maskeya “mêrê baş” yan jî “keça min a baş” derkevin, divê em ji bin vê gefê derkevin û ji van fîgurên otorîter derkevin, ev yek dikare ji bo tiştên me yên ku heya niha em pê hîn bûne, bibe tirsoke. Em wekî jin, tiştên ku ji me re tirsoke hatine hîskirin, ji wan bi dûr ketin, ji salên zarokatiyê û vir ve û em ber bi aliyê ewlebûyinê hatin beralîkirin. Em li ser “Pêvegirêdanê-Piştspartinê” hatin mezinkirin. Ji jinan re liberxwedana li hember ew dijwariyên ku bi sedan salan domiyan heya niha hatin, nehat hînkirin. Dewsa wê gazîkirina mêrekî di vê rewşa dijwar de hat elimandin. Ew tiştê ku min dixwest ez ji we re qal bikim, Kompleksa Andromeda aha bi temamî jê bidûrketina afrîneriya “azadiyeke” tewevar a weha ye.
Di zimanê psîkolojiyê de Andromeda; ev pênase ji bo di demên teng de jina ku ketibe dijwariyê ji berpirsyariyan bê bidûrxistin, bi gotinên xweş ên zilam ew ê bê rizgarkirin, li ser vê yekê xeyalên xweş di bîra xwe de lê difikire, tê kirin. Ev kompleks, hemû jiyana jinan difetisîne. Tahma jiyanê kêm dike. Li ser têkiliyan tixûban datîne. Bêyî li hember dijwariyan li ber xwe bide, her tim hêviyê ji mêrekî dipê. Sirf ji ber vê yekê, ji bo zewacê, dizewicin. Naxwe li pey ev tiştên ku li jor hatin behskirin kîjan hîkayeta mîtolojîk heye?
Andromeda, keça keyê Aithiopia (Etiyopya, Habeşistan) e. Keça Kepheus û Kassiepeiayê ye. Diya Andromeda ku navê wê Kassiepeia ye, bi qasî xweşikbûna xwe pozbilind e jî. Hetta ew pesneke welê li xwe dike ku, ew ji hemû keçên heyî spehîtir e, pesnê dide ku ew ji pirepindên zeryayê Nereidlan jî xweşiktir e. Pirepindên zeryayê wextê ku vê pozbilindiya ha dibihîsin, hingê giliyê wê bi Xwedawendê Zeryayê Poseidon dikin. Li ser vê yekê Poseidon, welatê Aithiopiayê vediguherîne dike cinawirekî tirsnak û welêt bi tevahî dixe nav hev. Cetusê cinawir hemû deverî serûbinî dike.
Keyê ku vê rewşa kambax a welatê xwe dibîne, dixwaze wê ji vê rewşa kambax rizgar bike, bêgavmayî dimîne û serî li kahîn dixe. Kahîn radigihîne keye û dibêje yek çare heye ew jî divê tu keça xwe Andromeda bikî qurbana ejderha. Lê keye li hember vê yekê derdikeve. Lê herçend li hember vê yekê li ber xwe bide û vê yekê nepejirîne jî ewçend li welat rewş aloz dibe, jihevdeketin serî radike. Xelk li ser keye zorê çêdike. Paşê vê çareseriyê mecbûr qebûl dike. Andromeda dê li kêleka zeryayê bi zinaran ve bête girêdan û wekî êm bête pêşkêşî cinawir. Wê girêdidin…
Tam ê cinawir Andromeda parçe-çinî bike, Perseusê ku bi ser keyetiya Etiyopyayê re dibûre, dibîne ku keçeke xama ya ku dê ji hêla cinawirê zeryayê ve bête qurtandin bi zinaran vê girêdayî ye. Pegasus -Hespê Bipêbask- li asîman li ser Perseus difire, vedinişe erdê. Di destan de serê Gorgo Medusayê ku jêkirî ye ber bi welatê xwe ve diçe. Rewşê, bi ew tiştên ku hatine pê, qewîne dihese, ji Andromedayê re dibêje “heke tu bi min re bizewicî ez ê te rizgar bikim.” “Felatkarê” Andromedayê hatiye, ew vê yekê dipejirîne. Perseus, di destan de serê Medusa (Medusa li kê feke ew vediguhere kevir.) Li hêviya cinawir e. Wextê ku cinawir tê, qafikê Medusa ber bi wî ve dizîvirîne hingê cinawir yekcar vediguhere kevir.
Aha di vê çîrokê de; Perseusê ku bi hespê xwe yê bipêbask ê boz ve hatiye, dibe prototîpê çîrokê yên serdema nûjen ê “Prensê Bi Hespê Boz”. Andromeda jî keçên xama yên ku bendewarên felatê ne. Ew jinên ku wan bawerî û pêdivî bi zilamekî û hêza wan aniye, ew Andromedayên ku wan bawerî bi pêdiviya hêza mêrekî anîne. Hê wextê ku ew zarok in, çîrokên ku qal lê tê kirin, di nav çîrokê de karaktera jar a ku pêdivî bi hêza prensekî xwedanhespekî boz heye prensesek e. Prenses ne xwedanhêzeke ku dê bi qîma hemû çareserkirina probleman hebe. Ew ne hêzdar e. Keçên ku bi van hîkayetan mezin dibin, di pêşerojê de xwe naspêrin ber berpirsyariyên jiyana xwe û heya roja zewacê xwe dîl hîs dikin û li hêviya prensê xwe yê xwedanhespekî boz, disekinin. Lewma jî navê din ê vê sendromê yê ku tê zanîn Sendroma Cinderella ye.
Gelekî jinên ku wan haye ji vê sendromê heye aya nîn e welê bi vî awayî, bi Kompleksa Andromeda ve dijî. Lê ev yek rê li ber jiyaneke azad a ku bêyî daxwazîlêkirina hêza mêrekî, digire. Nahêle bi pêş ve biçe. Xwepêvegirêdan xwe dide hev. Paşê jina ku xwe pê ve girêdaye bi temamî dikeve bin, bindestiyê. Ew jinên ku bêrî li azadiyê dikin û li encamên wê ditirsin, di wê rewşa azadîxwaziyê de wan yekcar têk dibe, navê vê yekê Andromeda ye.
Colette Dowling welê dibêje “Ji em jin weha hatin elimandin, jin bi tena serê xwe nikarin li ser piyan bisekinin. Ew pir hassas û narîn in, ew divê werin parastin. Niha jî di van rojên ronakbîriyê, ronakbîrên me welê bi me didin zanîn ku jin divê bi xwe li ser piyan bisekine, hingê jî pirsgirêkên neçareserbûyî tên pê û ev ên ha me ber bi jêr ve dikişînin. Di heman demê de em bêriya hem dixwazin bêyî ku bi yekî ve girêdayî bin, azad bin bijîn hem jî em dixwazin yek di jiyana me de bibe xwedanberpirsyar û em bijîn, dikin.” Divê em li vê nakokiya kûr û hatiye înkarkirin bifikirin, jê nerevin û divê em bizanibin ku “felatkarê” rasteqîn em bi xwe ne. Divê em pêşî ji mêjî û dilê xwe dest pê kin û daxwaziyê li azadiyê bikin. Ma navê ku em rabin pengavê û gavekê biavêjin wî aliyê din ê vê klîşeyê?
Rê li ber normên civakî yên tîpîk bigirin da ew hikumê li daxwazên we nekin. Jixwe însan ê we bidarazîne hetta ku hûn “ya herî baş” pêk bînin jî. Lewma jî hûn divê rexnegirên bikêrnehatî piştguh bikin, heke hûn vê yekê hîn bibin ê bi kêrî we bê. Ji tixûbên xwe yên konforê derkevin. Serpêhatîparêz bin. Bêtir afirinde bin. Bêtir henekbaz bin. Tiştên nû biceribînin. Li tiştên ku heyî ne nefikirin. Tiştên nûtir bifikirin û wan biparêzin. Ceribandinê bidomînin. Tiştên ku bêne keşifandin gelek in. Kêmaniyên xwe bipejirînin û bi qîma wan bên. Helbet hewcedarî bi destekgiriyê dê hebe. Helbet pêdiviya me dê carina bi danûstendin û fikrine hebe. Ji bo xwe biryardayinê hin bin û wêrek bin li hember encamên berpirsyariyên xwe. Haye ji xwe hebin, qedrê xwe bigirin. Qet tu carî lêfikirîna bêhempa ya hevruhekî ne çewt e. Lê fikra bêyî yekî meriv bi qîma xwe neyê çewt e. Navê ku em li hêviya felatkarekî bin. Em berpirsyarên xwe ne û ji bo felatkariya xwe em bi qîma xwe ne.