Silav xwînerên delal.
Di meha Îlonê de 2 bûyerên gelek mezin ku hêjî di rojeva cîhanê de ne qewimîn. A yekem û ji bo me Kurdan girîngtir bûyera li Îrana xopan bû. Keçeke Kurd a zor ciwan Jîna Emînî ya 22 salî bi sebeba qaşo serê xwe baş nenixumandiye û çendek tayên pora wê xuya dikirin, polîsên ehlaqê yên Tehranê ew binçav kir. Lê wan zebaniyên dojehê bi îşkence û lêdanê bûn sedema mirina Jîna ya delal. Êşa wê dilê me hemû Kurdan û mirovên bi rehm dişewitîne. Protestoyên li dijî rejîma riziyayî ya Mollayan ku bi Kurdan dest pê kir, niha li gelek deverên Îranê belav bûye. Li cîhanê jî kesên bi wijdan diçin bi xwepêşandanan nelet li wan rûreşên Îranî tînin. Me jî di vê hejmarê de berga kovarê ji bo Jîna Emînî veqetand. Rojnameger Ercan Dag li ser vê bûyerê û geşedanan nivîseke berfireh hazir kir.
Bûyera din a mûhîm jî bêguman mirina Keybanûya Brîtanyayê Elizabetha Duyem e. Elizabethê 8ê Îlonê, 2 roj piştî erêkirina serokwezîra nû ya Îngilîstanê, jiyana xwe ji dest da. Tam 70 sal li ser erkê mabû. Ji bo wê di meha 7an de pîrozbahiyên Platinum Jubiliyê hatibûn kirin. Li ser mirina wê merasîmên cinazeya wê jî 11 rojan berdewam kir. Piştî wê kurê wê Charles bû Keyê Brîtanyayê. Hûrguliyên zêdetir hûnê di vê hejmarê de bibînin.
Meha îlonê ji bo me meha festîvalê bû ya rast. 13. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê 8 rojan berdewam kir. Festîvaleke rengîn çêbû. Piştî pandemiyê yekem car li ber ekranên mezin fîlmên festîvalê hatin temaşe kirin. Agahiyên zedetir derheqê festîvalê de dîsa di kovara Cotmehê de hene.
Nivîskar Necat Zivingî di gotara xwe vê mehê de bal kişandiye ser mijareke gelek girîng û hesas. Mîna ku mamoste jî dibêje li Bakur gelek nav û paşnavên Tirkî weke Demxeya Dagirkeriyê hê jî li ser me Kurdan disekinin. Lê ya baş ew e ku êdî îmkana guhertinê heye. Necat Zivingî di gotara xwe de bi awayekî zelal rê jî nîşan dide hûnê çawa biguherînin.
Xebera xweş a vê mehê jî ev e ku nivîskar, helbestvan, lêkolîner û rewşebîrê Kurd ê Rojavayî Konê Reş êdî bi me re ye. Mamoste Konê Reş ji vê mehê pê ve dê ji kovara me re binivîse. Di vê hejmarê de wî ji me re behsa Seyda Cegerxwîn û Musa Anter kir.
Blogger Salomé Cizrawî di vê hejmarê de li ser pirsgirêkeke di navbera keçan de sekiniye: Andromedayên ku li hêviya Perseusan in. Mijara gotarê gelek muhîm e. Di vê nivîsê de ez bawerim gelek kes dê xwe bibînin.
Di kovara Cotmehê de hevpeyvîn û nivîseke xwînerên me jî hene. Qesîm Etmanekî ku xwendevanekî rojnamegeriyê ye, bi helbestvanekî ciwan ê Kurd ê Rojavayî Aras Hiso re hevpeyvîn çê kiriye. Em gelek şa bûn ku dibînin ciwanên Kurd rojnamegeriya Kurdî tercîh dikin. Dîsa ciwaneke din Rewşen Rojistanî ku li bajarê Marlburga Almanyayê xwendevan e, li ser hevaltiya jin û mêran nivîseke serkeftî bo kovara me şandiye.
Em gelek kêfxweş in ku ciwanên me bi zimanê Kurdî re eleqedar in. Dixwînin, dinivîsin û dixwazin bi vî zimanî kar bikin. Ev rûdana xweş hêviya mirov geş dike. Her bijî ji wan ciwanên bîrewer re.
Kurdî xweş ziman e. Her pê re bin, jê nemînin.