The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 10»Dawiya Heftê Salên Li Ser Erkê: Queen Elizabeth II Mir
Hejmar 10

Dawiya Heftê Salên Li Ser Erkê: Queen Elizabeth II Mir

Erol BaşakBy Erol Başak01/10/2022Updated:11/10/2022Şîrove tune ye6 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Keybanû Elizabeth a II. di 8ê Îlonê de li keleha Balmoralê jiyana xwe ji dest da. Keybanûya 96 salî tam 70 sal hikûm kir. 2 meh beriya mirina wê di Tîrmehê de 70 saliya wê ya li ser text bi navê “Platinum Jubilee” bi şahiyeke mezin li seranserê Brîtanyayê hatibû pîroz kirin. Ew bixwe beşdarî gelek merasîmên jubileya xwe nebû. Herî dawî li balkona Qesra Buckinghamê silav dabû xelkê li derve. Piştî wê kêliyê zêde nehatibû dîtin.

Beriya mirina wê bi 2 rojan li mala xwe ya li Balmoralê Serokwezîrê berê Boris Johnson û Serokwezîra nû hilbijartî Liz Truss qebûl kiribû.

Rêwitiya Cinazeya Keybanûyê ya 500 mîlî

Keybanû Elizabeth a II. li Balmorala Skotlandê jiyana xwe ji dest da. Merasîmên cinazeya wê jî yekem car li wir dest pê kir. Rewşa Keybanûyê zêde baş nebû. Jixwe jiber vê yekê di pîrozbahiyên jubileya xwe de neçûbû gelek merasîman.

Bêguman ev pirs di cî de ye ku meriv bibêje çima li paytext Londonê nemabû û çûbû Skotlandê keleha Balmoralê?

Dibe ku ev perçeyeke siyaseta îngilîzan bibe, tiştên piştî mirina wê yek bi yek hatibin plankirin. Bêguman prosedûreke fermî ji bo bûyerên wisa heye lê bi îhtîmalekê jî ji bo ku miletên keyaniyê bihevre bigrin, pêkvebûna wan xurttir bike ev rêbaz hatibe cîbicî kirin.

Keybanû Elizabehta II. di 21ê Tîrmehê de ji bo betlane û bêhnvedanê çû Balmoralê. Yên li nêzikî wê dibêjin ku keybanûyê ji vî cihî gelek hez dikir. Jixwe malûmê her kesî ye ku keybanû ji erdnîgariya Skotlandê hez dikir. Kêfa wê ji bilindahiya wan devaran re dihat. Wê Balmoralê wiha pênase dikir “bihûşta li ser erdên bilind”. Cara pêşî di sala 1947an de piştî ku bi Philip re zewicî ji bo honeymoonê hatibû Balmoralê. Neviyên wê dibêjin dapîra wan ji wan cihên bilind hez dikir. Tim ji bo meşê û seyranê diçû wira. Li derdora wê her tim segên wê hebûn. Ew herî zêde li wir şa bû.

Li gorî prosedûran Cinazeya wê her roj bi merasîman ji cihekî birin cihekî din.

11ê Îlonê de Cinazeya Keybanû Elizabethê ji Balmoralê hat birin Qesra Holyroodhouseyê. Cinaze li wir şevekê ma.

12ê Îlonê de cinaze ji Qesra Holyroodhouse hat birin katedrala St Giles ya li Edinburghê. Tabûta wê li vir jî rojekê ma, ji bo ku xelkê Skotlandê werin serdanê û rêzê li berê bigrin.

13ê Îlonê de cinazeya keybanûyê bi balafirê anîn paytext Londonê. Tabûta wê, wê şevê li qesra Buckinghamê ma.

14ê Îlonê de bi merasîmeke fermî tabûta keybanû Elizabeth a 2yem li ser erebeya tope ji qesra Buckinghamê ber bi qesra Westministerê derket rêwitiyeke din. Xelk jî tevlî vê meşê bû. Ji her deverê Brîtanyayê xelk ji bo şopandina merasîman û dîtina tabûta keybanûyê herikî bû kolanên Londonê.

Li qesra Westministê tabûta Elizabeha Duyem 4 rojan ma. Ji bo ziyareta xelkê jî amadehî hatibûn kirin. Li derve qerebalixeke gelekî zêde hebû. Xelk ketibû dorê û dirêjahiya dorê ji 5 mîlê derbas kiribû. Xelk dora 14 saetan di rêzê de man. Futbolîstê navdar ê Îngilîz David Beckham jî ji bo dîtina cenazeya keybanû Elizabetha duyem 12 saetan di dorê de ma.

Bêguman ev nîşaneya hezkirin û rêzdayînê bû ji bo keybanûyê re. Hezkiriyên wê zehf bûn lê gelek kêm be jî yên wê protesto dikirin jî derketin.

Di 16ê Îlonê de dîsa li gor plana merasîman zarokên keybanûyê û di 17ê Îlonê de jî neviyên wê li ber tabûta wê ji bo nobetê sekinîn.

Sibeha 19ê Îlonê cinazeya keybanûyê vê carê ji bo merasîma dawî  hate rakirin. Navnîşan ji bo merasîma dewletê Westminister Abbey bû. Keyê nû Charlesê Sêyem di serî de hemû endamên malbata keyaniyê, serokwezîr û endamên hikûmetê hazir bûn.

Ji 168 welatan nûner beşdarî vê merasîma dîrokî bûn. Ji wan 18 monarch, 55 Serok, 25 jî Serokwezîr bûn. Ji xeynî serokê Amerikayê Joe Biden rêberên din bi balafira xwe nehatin. Ji bo ti rêberan merasîma pêşwaziyê nehate kirin. Hemû mêvan bi otobêsan veguhestin merasîma li Westminister Abbeyê.

Merasim li televîzyonan zindî hate peşkeş kirin. Herwiha kanala youtubeê ya Malbata Keyaniyê jî  bo ku li seranserê cîhanê û li welatên Comon Wealthê bê temaşekirin merasîm zindî weşand.

Cinazeya keybanû Elizabeth a duyem li keleya Windsorê di nava Şapela St George li ba mêrê wê Philip hate veşartin.

KEYÊ NÛ CHARLESÊ III.

Li gor qaîdeyên monarşiyê gava Key an jî Keybanûya li ser têxt bemire kur an jî keça wan ya mezin tê ser erk. Ji bo îlankirina wê tiştek hewce nîne. Bi mirina keybanû Elizabetha 2yem kurê wê Charles bû keyê nû.

Di 10ê Îlonê de li gorî qaîdeyên monarşiyê Accession Council (Konseya Tevlêbûnê) civiya. Prince Charles bi fermî wek Key Charlesê Sêyem hate îlan kirin.

Mirina Keybanûyeke mîna wê bixwe rûdana herî mezin ya cîhanê ye. Di dîroka Brîtanyayê de kesek bi qasî wê demeke dirêj, 70 sal, li ser erkê nema.

Piştî 70 salan li Brîtanyayê Keyek hate ser text. Di heyama nû de gelek tişt dê biguherin.

Guhertin bi pênasên endamên monarkê dest pê kir.

Wek qaîdeyekê monarşiya Brîtanyayê Key navê xwe diguhertin. Lê Charles nexwest navê xwe biguherîne û xwest wek KEY CHARLESSÊ III bê zanîn.

Ji aliyê din ve niha dê pereyên li brîtanyayê biguhere. Li dewsa Elizabethê êdî resm û navê Key Charlessê III. wê li ser pereyan hebe.

Kure wî Dukê Cambridgeê William di rêza textê de bû yê yekem. Piştî bavê xwe William jî bû Prîncê Walesê. Jina wî Kate Middleton jî ji vir şûnda Prînsesa Walesê ye. Gava Diana ya diya William bi Charles re zewicî bû ew jî bibû Prînsesa Walesê.

Pereyên hesin ango hûr û pereyên kaxiz jî diguherin

Ev 70 salin li ser her cure pereyên Brîtanyayê resmê Keybanû Elizabetha II. hebû. Êdî di dewsa wê de resmê Key Charlessê III. hebe. Li Îngilîstanê dest bi xebatên guhertinê hate kirin. Helbet ji nişkeva nabe ji ber ku ji bo dizaynê û vekişandina pereyên berê û bicîkirina yên nû wext divê. Tê gotin ji bo ku hemû bê guhertin 2 sal hewce ne.

Demxe û boksên postayê dê biguherin

Li Brîtanyayê saziya postayê Royal Mail gelek mezin û berbelav e. Hama hama li her taxê postaxaneyek heye. Ji xeynî vê jî li ser rêyan an jî li markêtên mezin boksên Royal Mailê hene. Ev wek semboleke brîtanyayêne. Û li ser wan amblema Elizabetha II. heye. Niha ewê hemû bi yên nû, bi amblema Key Charlesê III. bên guhertin.

Sirûda Netewî

Di sirûda netewî de gotina GOD SAVE THE QUEEN (Xwedê Keybanûyê bihêle/biparêze) dê wek GOD SAVE THE KING (Xwedê Keyî bihêle/biparêze) bê serrastkirin û xwendin.

Cotmeh Hejmar 10
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Erol Başak

Nivîsên Têkildar

The Hall Kurdî 10 Derket

Ji Edîtor 10

Tayeke Porê Jîna Emînî Bû Ala Azadî Li Cîhanê

13. Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Londonê Bi Dawî Bû

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 15. Daxe/Bixwîne

Hejmara 14. Daxe/Bixwîne

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.