Asem Norik Musoyan, xortekî Kurd ê Êzdî ye. Li Moskowê dijî. Norik hê 19 salî ye, lê bi hûnera xwe li Rûsyayê balê dikşîne ser xwe. Ew nîgarxêz e. Resmên ku wî xêzkirine di pêşbaziyan de xelatan werdigrin. Ew bi hunera xwe ji bo pêşerojê hêviyê dide.
Me bi vî xortê serkeftî re hevpeyvînek çê kir. Werin Norik Musoyan binasin.
Norik tu hunermedekî ciwan î. Pêşî dikarî hinekî behsa xwe û malbata xwe bikî?
Navê min Norîk Mûsoyan e, ez li Moskowayê dijîm, 19 salî me, li Ermenîstanê hatime dinê, bav û kalên min di destpêka sedsala 20an de ji Wan û Qersê koçî wir kirine. Ez ji malbateke jîr têm, diya min û dapîra min mamoste ne, bapîrê min doktorîyê dike, xwişka min xwendekara zanîngeha bijîşkîyê ye û birayê min ê piçûk li dibistanê dixwîne. Wekî din, ez zanîngehê dixwînim ku bibim mîmarekî serkeftî.
Te çawa dest bi hûnera resmê kir?
Min di heft saliya xwe de dest bi xêzkirinê kir; min kopyayên tabloyên hûnermendên navdar çê dikirin, min şikl û eşqalên mirovan xêz dikir. Paşê ez ketim dibistaneke hûnerî, li wir min bi berfirehî hûnera bedew xwend.
Tu bi taybetî resmên çi çêdikî, di nîgarên xwe de tu behsa çi dikî û bi kîjan teknîkan dixebitî? Dikarî hinek mînakan bidî?
Ez li ser mijarên cûrbecûr tabloyan xêz dikim. Wek mînak jiyana rojane, peyzaj, mîmarî, portre. Ez materyalên hûnerî yên cihêreng bikar tînim: avî, gouaş, qelem, rûn. Gelek berhemên min li ser mijarên neteweyî ne ku ez jiyan û edetên kurdan, cil û bergên neteweyî û taybetmendiyên derveyî çanda kurdî vedibêjim. Her wiha mijara mîmariyê di afirînerî de cihekî taybet digire. Ez bi taybetî bala xwe didim wê. Di berhevoka berhemên min de xêzên tam, fantaziyên mîmarî, projeyên avahîsaziyê jî hene. Erdnîgar celebê min ê bijare ye. Pratîka xêzkirinê ya li derve çalakiya herî xweş a hunermendekî ye. Berhemên min di qalibên cuda de hatine çêkirin; hem karên mînyatur û hem jî yên mezin hene.
Tu xortekî Êzdî yî. Li ser çanda êzdiyan xebatên te yên çawa hene?
Ez wek Kurdekî Êzîdî qîmeta çanda miletê xwe dizanim û rêzê lê digirim. Ez di berhemên xwe de hewl didim ku dîroka Kurdên Êzîdî ya tevlihev û sedsalan ragihînim. Avahiya mîmarî ya bêhempa ya Laleşê, sembola olî ya tawis, destan û çîrok jî di berhemên min de cih digirin.
Berhemên te di pêşbaziyan de xelat wergirtine. Tu beşdarî kîjan pêşbirkan bûyî? Ew berhemên te yên xelatgirtî derheqê çi de bûn?
Di sala 2017an de, min di ansîklopediya zarokên bextewar ên Rûsyayê de cih girt; Ez beşdarî pêşbirkên werzîş û muzîkê bûm, li wir min dereceyên bilind girtin. Sala borî, di 21ê Nîsanê de, li Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya li Akademiya Zanistî ya Rûsyayê, beşdarî konferanseke bi boneya 30 saliya damezrandina herêma bêmirov li Kurdistanê bûm. Li wir pêşangehek ji berhemên min hat lidarxistin. Danar Mustafa Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê ji bo lidarxistina pêşangehê spasiya min kir û ez bi dîploma xelat kirim. Her wiha ez beşdarî pêşbirkên cûrbecûr yên navneteweyî di warê afirîneriya hûnerî de bûm. Di pêşbirkên wek abstracum, hefteya wênesaziyê û Kupaya Rûsyayê de min dereceyên 1em, 2yem û 3yem girtin. Heta îro 5 pêşangahên min ên takekesî li bajarên cuda yên Rûsyayê hatine lidarxistin: Tver, Torzhok, Krasnogorsk, Moskow, hwd. Ez beşdarî konferanseke xwendekaran bûm, li Enstîtuya Mîmarî ya Moskowê. Min li ser mijara “Berhevdana sîstemên rêzikên mîmariya Ermenî û Bîzansî” pêşkêşiyek kir û ev wek gotar di berhevoka xwendekaran de cih girt. Ez li Moskowê jî bûm xwendekarê salê, li wir di beşa afirîneriyê de ez bûm yekemîn.
Li Moskow û Rusyayê civateke çawa ya Kurdan û bi taybetî Kurdên Êzdî heye? Xelkê Rûs ji bo Kurdan çi difikirin?
Li Moskowayê dîasporayeke mezin a Kurdan heye. Kurdên Êzdî hê jî hewl didin ku çand, ziman, û kevneşopiyên xwe biparêzin, piranî zewacên di navbera etnîkçn cuda de napejirînin ku asîmîlasyon çênebe. Lê mixabin her ku diçe, parastina çanda neteweyî dijwartir dibe, ji ber ku ciwanên nû kêm bi kok, paşeroja dîrokî û bi giştî çanda xwe re eleqedar dibin. Rus bi Kurdan re pir baş tevdigerin; firsendê didin wan ku bi pêş ve biçin. Li Rûsyayê gelek doktor, mamoste, hûnermend, endezyar û hwd. Kurdên hêja dijîn. Ew ji welatên Transkafkasyayê, bi giranî ji Ermenistanê tên.
Tu gelek ciwanî û hê dixwînî. Xwendina te li ser çi ye? û Hedefên te çi ne?
Ez li Enstîtuya Mîmarî ya Moskowê dixwînim. Min pîşeya mîmariyê hilbijart, ji ber ku ew zanistên afirîner û endezyariyê li hev dike û ew pîşe gelek tê tercîhkirin di sedsala 21an de. Di pêşerojê de plan dikim ku gelek projeyên xwe yên mîmarî li Rûsya û Kurdistanê pêk bînim û bûroya xwe ya mîmariyê vekim.
Di warê nîgarxêziyê de tu kîjan hûnermandan dişopînî? Îdolekî te heye?
Ez hunermendên nûjen ên Rûs, Ewropî û Amerîkî dişopînim ku bi şêwaza realîzm, akademîzm, abstractionizm û oryantalîzmê dixebitin. Mînak, hunermendên wekî Brusilov, Bozhkov, James Garny, hwd., mîna tabloya klasîk a sedsalên 19 û 20î (Kuindzhi, Levitan Repin, Serov, Kustodiev, Fenshin, hwd.), û her weha wênesaziya Ronesansa Îtalya û Bakur (Michelangelo, Raphael, Durer, Jan Vermeer, hwd.) û nîgarxêziya salonê ya Îngilîzan ku hunermendên Brîtanî yên sedsala 19an çêkirine bala min dikşîne. Wek nimûne, ez bi taybetî bi karê hunermendê navdar Joseph Solomon Joseph “Samson” re eleqedar im.
Tiştekî din ku tu lê zêde bikî heye?
Armanca min ew e ku bibim mîmarekî xwedî tecrûbe û tevkariyê li dîroka gelê xwe bikim.
Zor spas dikim Norik Musoyan. Her serkeftina te dixwazin.