Zargotina Kurdî zor dewlemend û zengîn e, Kurdan karîbû vê zargotinê bi sedên salan biparêzin, bi rêka çîrok, çîvanok, pend, serpêhatî, mamik, sirûdên zarokan, dengbêjî, stranên di ber kar re wek ên paleyî, destdarî û gelek awayên din.
Ev zargotin ne diket bin metirsiyê de, dema ku civata Kurdî parastî bû û nediket ber bandora çandeke din de li bajar û gundan, wê dema ku koşkên mîr, beg, muxtar, keye û maqûlan avayî bûn û rojane civata gundî û bajarvaniyan lê digeriya ligel tembûrvan, çîrokbêj, dengbêj û mêvan û rêwiyan, dema her êvar xelk li wan odeyan diciviyan û çîrok, serbêhatî û stranên xwe digotin, tirs li ser vê zargotinê tinebû.
Dema niha rewş çawa ye?
Niha ne li gundan, ne li bajaran, ew civat nemaye, ti rol ji ode û koşkên muxtar, beg, keye û mîran re nemaye, ji xwe ev kesanan jî nema wek berê rola xwe di civatê de dibînin. Ji bilî ku Kurd îro bi rêka pêşketina bê sînor ya teknolojyayê ketine bin bandora çand û zimanê dewletên ku Kurdistanê dagir dikin û bin bandora welatên din jî, bi sedê caran bêhtir ji berê. Ji ber teknolojiya hemû sînor û bend derbas kirye û ketiye hemû malan de, ne tenê malan, lê ew di destê her mirovekî de ye, çi mezin be çi zarok be, û pişka zimanê Kurdî di vê teknolojiyê de ya herî kêm û lawaz e. ev hemû nebes bûn, vêja hîna jî li seranserî Kurdistanê (Başûr ne dinav de) xwendin û perwerde bi zimanê Kurdî qedexe ye, an jî ne cihê danpêdanê ye, an jî bijardeya partiyekê ye, û ne cihgirtî ye, û nebûye cihê rezamendiya Kurd û Kurdistaniyan.
Wate pişka zimanê Kurdî li ser her yek ji Yûtyûp, Fêsbûk, Tiwîter, Enstegram ya herî kêm e, berawird bi pişka zimanên din, ji xwe dema Kurd bi rêka nivisandinê ligel hev diaxivin, an jî nameyan ji hev re dişînin, rastî kêşeya nebûna elfebeyeke yekgirtî û nebûna zimanekî stander jî tên, loma bêhtirên wan bi rêka zimanê dewleta ku beşê Kurdistanê ku ew lê dimînin dagîr kiriye û deselatê lê dike, ligel hev diaxivin.
Wek nimûne:
Bêhtirê Kurdên Rojavayê Kurdistanê dema ku komêntan li ser Fêsbûkê dinvîsin bi Erebî ye, herwisa dema ji hevudin re nameyan li ser Watsap, Vayber û toreyên din dişînin bi Erbî ye. Heger mirov vê rastiyê berbiçav bigre, rastiya ku go axaftin û pêwendiya mirovan ligel hev bêhtir bûye bi rêka van amîre û toreyan, wê hingê mirov dê têbighê bê cuqasî îro ji berê bêhtir zimanê Kurdî di metirsiyeke rasteqîne de ye.
Çawa zargotina Kurdî dê were parastin?
Bê goman rêka herî durust û bikêr jibo parastina zargotinê, ku beşekî girîng ji filklora me ye, herwisa mirov dikare bêje zargotin bi hemû celebên xwe rih û rewanê her netewe û zimankî ye, belgekirin e, di belgekirinê de nivisandin hîmê bingehîn e, ji ber hemû cureyên din dikarin li ser nivîsandinê werin avakirin, mîna dêkomênterî, raportên telvizyonî, fîlmên sînema û tomarkirina dengan, ji xwe mirov dikare bê nivisandin jî belgekirinê bike bi rêka tomarkirina dengan û kişandina wêne û vîdiyoyan, lê bingê her belgekirinekê nivîsandin e.
Girîngiya zargotinê
Mirov ji hevudin têne cudakirin bi nerîtî, cilûberg, coreyên xwarinê, danustendin, reng, xesyet, xî û ziman, lê hîmê sereke û bingehîn di cudabûna mirovan ji hevudin ziman e, lewma ziman stûna hebûna her neteweyê ye li ser riwê zemînê. Zargotin jî rih û rewanê Ziman e.
Zargotina Kurdî li Rojavayê Kurdistanê zargotineke dewlemend û zengîn e, ew jî drêjeya zargotina beşên din ên Kurdistanê ye, bitaybet Bakur û Başûrê Kurdistanê ev keltûr û nerîtî ku zor jiyek nêzîkin li seranserî Kurdistanê nîşana yekperçeyî ya Kurdistanê û yekbûna gelê Kurd e.
Beşekî mezin ji vê zargotinê bi hemû beşên xwe; stran, mamik, sirûdên zarokan, efsane, destan, pêkenok …hd li ser destê Salihê Heydo- ku bûye mîna stêrkekê di ezmanê vê xebatê de- hatiye nivisandin û ji windabûnê hatiye parastin.
Salihê Heydo bi hezaran çîrok, çîvanok, serpêhatî, mamik, sirûdên zarokan …hd kom kirine û berebere wan di pirtûkan de belav dike û dighîne ber destê xwener û hezkiriyên zimanê Kurdî.
Di vê kurte lêkolînê de ez dê behsa girîngiya berhemên Saihê Heydo di komkirin, danhev, balvkirin û parastina zargotina Kurdî de bikim, û jib o wê yekê ez dê yek ji pirtûkên Salihê Heydo û rola wê di danhev û parastina zargotinê de bidim nîşan û ez dê hinekî bi hûrgilî di nav pelên vê pirtûkê de bigerim û ji we re behsa girîngiya berhemên Salihê Heydo bidim nîşan bê çawa bi rêka van berheman gotin têne parastin.
Pirtûka ku min ev kurtelêkolîn li ser kiriye
Pirtûka ku ez behsa wê dikim, pirtûka (Şerbikê Zîv û Zêr Ji Gera Doh û Pêr) e, pirtûk ji pîvana pelên A5 e, ji weşanên çapxaneya Dilav, Hesekê sala 2022z ye, bergê pêşîn wêneyê nivîskar bi xwe ye û bi cil û bergên Kurdî ye , lê bi destê şêwekar Luqman Ehmed hatiye neqişandin, bergê paşîn tabloyeke hunermenda şêwekar Şêrîn Dawûd e, tabloya jinekê ye ku şivantiya pezê xwe dike û kurê xwe li pişta xwe hilgirtiye, mîna ku ew jin dixwaze ku kurê wê li ser jîngeha welatê xwe çavê xwe veke û ji biçûkaniya xwe ve welatê xwe baş nas bike û çand û zimanê dayika xwe jî berî her tiştî fêrbibe, ji bilî ku nîşana wê yekê dide ku li Kurdistanê jin li rex mêran hemû karan dikin, herwiha nîşandana ciwaniya cih û warê Kurdan jibo bîner nîşan dide.
Pirtûk ji 80 rûpelî pêktê, û di nava xwe de ji 17 serpêhatî û bîranînên nivîskar bi xwe vedihewîne, di nivîsandina van bîranîn û serpêhatiyan de, hejmareke mezin ji gotinên ku niha li nav civatê bi hokarên cuda nema tên bikaranîn hatine parastin, herwisa dikare bibe lêvegerek jibo naskirina navên hejmareke amîr û navên ajel û navên dengên wan û hin mijarên din jî
Dengên, şivan, gavan, çirik, meşik û ajelan:
Di deqê di bin navê Ez û Çipa Zer de, di rûpela 5ê de dibêje: “…Lewra qoreqora şivanan, horehora gavanan, şîhîna hespan, barbara pez û kulekan, mikmika kar û bizinan, çiveçîv û qidqidka dîk û mirîşk û çêçikan, qileqil û qajeqaja elok û qaza û werdekan, newenewa seh û pisîkan…”
Berdewam dike û dibêje: “Ji berbangên sibeh û hingûran de dengê xurrîna kilandina meşkan bû, di gel zingîna zengil û dumamên di hustiyê mîh û beranên keriyên pezên bêhejmar de, bi dengê guvîna bilûra şivanan re. wiha dengê stran û dîrokên keç û jinan li qeraç û mesîl û sînoran …..”
Herwisa dibêje: “..û di esrên teng de dengê çîreçîra çirrikên ser bîrên avê, di gel çirreçirra çirçirk û qurrequrra beqên li ser gol û xedîran bû…”
Xwarinên xwemalî (xomalî)
Di heman qedî de, di rûpela 6ê de, behsa xwarinên xwemalî dike û dibêje: “..Xwarinên me hemî ji dahat û berhemên xwezayî bûn, wek: Nanê tenûrî, hevrêşk, qeymaxê ser elbika, mastê weke kerpîç, meyir, şorbenîsk, savar, pelên rezan, medfûnî, kerengê kelandî di ber savarê re, kutilk, şamborek, qelîsêlik, goştê dermaleyan, goştê mirîşkên kurmancî, hêkên kelandî û hêkrûnî, mastê kîs, nîvişkê meşka, dewê serê sibehê …hd”
Di heman rûpelê de navê kurdî yên tebografî yên deveran wisa tê: “…. Şînkayeya ser sînor, beyar, keviyên newal û şeqalên giran…”
Navê keresteyên nav malê
Li rûpela 7ê jî navê keresteyên nav malê tîne ziman:
“Hundirên malan bi perde û codelîkên neqişandî bûn, bi berr û mehfûr, xalîçe û kulav bûn, bi palgehên hirî û perrîk û rû ji hîzarê gewrî neqişandî bûn … selik û zembîl û tebekên wan ji qeseleyên pûşê bênderan bûn û bi tayên nexşan yê rengîn hatibûn durustkirin û hîvaztinê, bi baweşînkên qesele ku neqş û nimûşên rengereng û dor bi paçê Rotyarkirî hatibûn dirûtin.”
Herwiha di Sepêhatiya Tûmazê Keldanî de di rûpela 44ê de careke din behsa keresteyên nav malê dike û dibêje, karê Tûmaz ew bû çakirina kerestên nav malê… “Sobe, papor, lûle,misînên sifir, teşt, legan, mencelok û dîzîn..” em bala xwe bidin hin gotinanan êdî nema li nav axaftina xelkê têne bihîztin…îro kî dibêje dîzîn, mencelok … ev yek girîngiya nivisandinê di parastina van gotinan de diyar dike.
Navên pincarên çolê
Di heman rûpelê de (44ê) navê hejmareke ji pincarên çolê tîne ziman: “… Kereng, pîvong, harik, gûriz, strîzerik, şolik, xelîlok, sersipîk, ecîrok, tirşok, xildşivan, perpar, kuncîkerk, kurdehşk, tolik û gelek pel û pincarên dîtir.”
Cûreyên balindeyan û demên hatina wan bo herêmê
Di rûpela 8ê de behsa navên cûreyên balindeyan dike û dibêje: “…Qitikên Bizinî, Qitikên Sabûnî… Kolke, Beraşe, çîq, bazbelek, tîtok, xelo çizwazik, di gel çipên şîn, mirîşkên avî, ev di werzê Zistanê de …. Silêmanê dunikil, karkevok, çikçikan bi her celebên xwe, gabelek, bûkên mişk, çipên zer û sor, şalûr û kewşînk, ev di werzê Buharê de, di Havîn û Payizan de jî têtî, wit, turlî, û marûtên qut, (an jî barûtên qut ji wan re dihat gotin). … ji bilî kund, bûmkerk, başoke, qertal, sîsalk, teyrên baz û qijalik jî di werzên salên de dihatin dîtin, … herwiha refên quling û qazan jî di Buhar û Payizan de di ser gundê me re difiriyan, dema ji zozanan dihatin bo germiyanan û berovajî.”
Ev hemû gotinên ku niha bêhtirên xwe nema li ser zimanên kesî têne gotin, bi tenê di vî deqê bi sernava EZ Û ÇIPA ZER hatine parastin, û mirov dikare wek ferhengekê sûdê jê wergire. Ji bilî wêneyek xweş ji wêneyên civata kurdewarî û keltûra me, ew jî wêneyê wan zarokên ku bi xefk û dafan çip, çivîk û tilûr digirtin û amûreyên vî karê han û şêweyê vedana wan, ji bilî gihandina çend nirxên rewiştî, civakî, perwerdeyî û nîşandana dilovaniya jinan, ew jî dema xweha wî biryarê dide ku çipa zer azad berde nav refên hevalên wê û ji Salih re dibêje, bila dilê zarok, an jî dayik û bavên wê ser neêşe û piştre jî Salih bi xwe nema xefkan li ber wan balindeyên nazik û xweşik vedide, mîna ku ji mirov re bêje ew li nav xwezayê ciwantirin û xweza jî bi wan ciwantir e.
Gotinên ku di civatê de nema tên bikaranîn an jî bi rêjeyeke kêm têne bikaranî ew jî li ser zimanê danemran
Di heman pirtûka navborî de hejmareke gotin hene, niha di civatê de nema têne ser ziman û gotinên biyanî (Erebî) li Rojavayê Kurdistanê şûna wan gotinan girtiye wek mînak gotinên: (Hingûr, mesîl, medfûnî, xalîçe, dema xubariyan, tîtal, tatêl, deyaxe , qedene, mêvan û gêdan, çardax, hêstira şemûs, rûniştina wî ya hîmlî, mifridî, kesîv, gewzgûnî, dixurricandin, pêjin .. bê deng û pêjin, otax… ode û otaxan, moran…mij û moran, paxav…tatêl û paxav, tûle.. em bi rêve bibûn wek tûleyên ku bi zorê herin nêçîrê, kemerbest û serfirû… weke ku yekî xulam ji mire xwe re kemerbest û serfirû bibe……)
Tasa Gabarî
Di bîrhatina bi sernavê (Çûna Êş) rûpel 23, mamoste Salihê Heydo wisa dibêje: “… bi xwedê diya min Meyir çêkiribû û ji min re xist Tasa Gabarî û kevçiyî darîn jî di nav de…”
Min ji mamoste Salih pirsî aya Tasa Gabarî çi ye? .. çilo bû?.. taybet bû bi Gabaran an na?
Wisa bersiva min da: “Tasa Gabarî cûreyek tasên neqişandî bû, û hinekî fireh û kwîr bû, ji Sifir hatibû durustkirin, min ew dît û navê wê tasê li temamî Kurdistanê Tasa Gabarî bû.”
Cûreyên Tizbiyan (tesbîhan)
Tizbî di nav gelek civatan de û li cem gelek neteweyan girîngiyeke xwe ya taybet heye, û vedigere hin bîr û baweriyên olî, her wisa cûreyê tizbiyê dibe ku nîşana cî û qedrê xwediyê xwe be di nav civatê de li cem hinek miletan, di nav Kurdan de li seranserî Kurdistanê, mêr bigiştî tizbiyê hildgrin wek cûre tesliyekê, her yek bi cureyê tizbiya xwe xwe dibîne û tizbiyên giranbuha di nav kurdan de hene, ew jî li gorî keresteyê ku morîkên tizbiyê jê têne çêkirin, jin jî tizbiyan hildigrin bi taybet ewên sed libî, sed morîkî, lê ew bêhtir jibo nimêj û dueyan bikartînin, tesbîhên xwe pêdikin, ji xwe tizbî berê jî û dibe ku heta niha jî jibo hejmartinê jî dihat bikaranîn.
Di bîranîna bi navê LI TE PÎROZ BE rûpela 36ê, navê hejmareke tizbiyên ku di nav Kurdan de binavûdeng in têne ziman, nivîskar wisa dibêje dema behsa cûreyên tizbiyên xwe dike, çinku wek ew dibêje gelekî kêfa wî bi tizbiyan dihat: “…tizbiyên min pir xweşik û giranbuha bûn, wek Karban, Bax, Yusir, Diranfîl, Feyrûz, Erziromî, Kok, Mircan, Sendelos, Sendel, û hin Miskî û Pûjenên Pijandî digel hinên Zeytûnî, lewma piraniya wan jî bi gog û şirrikên zîv bûn.”
Di vê kurte lêkolînê de, me para bêhtir behsa rola berhmên Heydo di parastina zargotinê de kir, ji berhemên wî yên pir jî me pirtûkek wek nimûne berbiçavgirt, me dît bê çawa bi rêka nivîsandinê zargotin bi hemû celebyên xwe tê parastin û Heydo jî rola sereke di vê mijarê de girtiye û bûye navekî diyar li seranserî Kurdistan û navçeyê.
Jibilî ku ev berhem jibo parastina gotina Kurdî girîng û nirxbuha ne, herwisa ew dikarin bibin lêvegerek û jêderekî serekî jibo naskirina rewşa civata Kurdî û Kurdistanê ji hemû aliyên xwe ve, civakî, abûrî, ayinî û siyasî jî.
Encam
-Berhemên Heydo roleke xwe ya serekî hene di parastina zargotina Kurdî û qortalkirina wê ji windabûnê
-Çendî zarogotina Kurdî dewlemend be, heger neyê nivisandin û belgekirin, dê nikaribe xwe li ber pêla pêşketina teknolojiyê bigre.
-Îro ji hemû wextê bêhtir zimanê Kurdî di metirsiyê de ye tevî derfetên li ber dest ji demên berê bêhtirin jî, lê bi rêka teknolojiya pêşketî milet dikeve bin bandora ziman û çanda welatên dagîrker ji Kurdistanê re, û welatên din jî.
-Tevî ku Salihê Heydo beşekî girîng û zêrîn ji zargotinê belge kiriye, lê divê hîna kar li ser were kirin û alîkarî jî jibo vî karê pîroz were kirin û bibe karekî ji erkê aliyên pêwendîdar , hikûmet û rêkxistinên civakî û siyasî.
Pêşniyar
-Gereke sûd ji zargotina Kurdî were kirin û bitaybet ji berhemên Salihê Heydo di afriandina pirtûkên zimanê Kurdî yên dibistanan, li seranserî Kurdistanê bitaybet li cihên ku dibistanên Kurdî lê hene (niha li Rojava û Herîma Kurdistanê).
-Li Rojavayê Kurdistanê pêwîstî bi peymangehekê heye jibo danhev û parastina keltûrê Kurdî û Kurdistanî.
-Civata Kurdî mîna her civateke din rastî pêlên pişaftinê tê, bitaybet a Kurdî bêhtir ji xeynî civatan dikeve ber pêlên pişaftin û asîmîlasyonê jiber bêserweriya Kurd û kurdistaniyan.
-Gelek ji mozîk, çîrok û stranên Kurdî hatine dizîn û hin welatên din bi navê xwe ew tomar kirine, divê ew dose werin vekirin û careke din nasnameya wan berhemên filklorî ya resen li wan vegere.
-Heger berê elfebeyên cuda karîbûn rolekê bilîzin di parastina Zimanê Kurdî de, lê îro jiber teknolojiya pêşketî, Kurd li seranserî cîhanê dikarin pêwendiyê ligel hev bikin, ev yek jî pêwîstiya Elfebeyeke yekgirtî ji berê bêhtir tîne hole, elfebeyeke yegirtî dikare bibe pêngava yekem jibo bidestxistina zimanekî stander.
Hewlêr 09.12.2022
Jêder
1-Pirtûka Şerbikê Zîv û Zêr Ji Gerra Doh û Pêr – Salihê Heydo- weşanên çapxaneya Dilav Hesekê 2022.
2-Axaftin ligel Salihê Heydo.
3-Tora Entirnêtê.