Ez dixwazim di destpêkê de ji ber derengmayîna hejmara Gulanê ji we xwînerên hêja lêborina xwe bixwazim. Ji ber çend sedeman (teknîk- şehsî) ev hejmar bi derengî weşîya. Bi awayekî me pirsgirêkên xwe safîkirin û li ser rêya xwe berdewam in. Bi piştevaniya we em ê her di vê rêyê de bimeşin. Bi sedhezaran spas ji hebûna we re…
Piştî 70 salan Keyek ser texta Brîtanyayê rûnişt.
Di meha Gulanê de bê guman rûdana herî mezin li Brîtanyayê merasîma sondxwarina Keyê nû bû. King Charles III, ku berê wekî Prensê Walesê dihat zanîn, di 8ê Îlona 2022an de li ser mirina diya xwe Queen Elizabeth II bû Keyê Brîtanyayê. Lê merasîma sondxwarinê di meha Gulanê de hate kirin. Di 6ê Gulanê de ‘Coronation’ ango merasîma sondxwarin û tac danînê hate lidarxistin. Wekî tê zanîn Queen Elizabeth II di sala 1952an de hatibû ser têxt û 70 sal hikûm kiribû. Ji bo Key Charlesê 3em merasîmeke mezin hate lidarxistin. Gelek serokdewlet û serokhikûmet û Key û Keybanû jî tê de bi hezaran mêvan ji bo vê rojê hatibûn vexwendin. Bi deh hezaran kes merasîmê li vir, bi milyonan mirov jî li ber ekranê zindî lê temaşe kir. Ev rûdana mezin û girîng di bergê kovara me de jî cihê xwe girt.
Nivîskar Necat Zivingî ji bo vê hejmara kovara me li ser ‘Şeytanqûniyan’ nivîsî. Zivingî Şeyanqûnî wiha pênase dike: Çi krîter û exlaq ji wan re tune ye. Derew û bêbextîyan, heqaret û tehdîdan dikin. Tiştên nebûyî dixin sitûyan.
Nivîskarê me mamoste Konê Reş li ser rêza nivîsa xwe berdewam e û vê care li ser Mîr Dixtor Kamuran Bedîrxan nivîsî. Wekî tê zanîn ew Xwediyê yekemîn rojnameya kurdî ya bi tîpên latînî ‘Roja Nû’ ye. Hûnê di vê nivîsê de derheqê jiyan û xebatên Mîr Kamuran de agahiyên berfireh bibînin.
Zimanzan Abdullah Încekan Xanîyê pêşîn Mîr Şerefxanê Bidlîsî û berhema wî ya giranbiha Şerefname nivîsî: Ew dixwaze li ser van herdû esasan (Ax û Netewe) bîreke, hafizayeke neteweyî ava bike.
Bi min xweş e ku bi we re jî parve bikim ku ji nivîskar û kurdînûsên me yên Rojava eleqeyeke germ ji kovara me re heye û yên xwe digihînin me dixwazin di kovara me de binivîsin. Ev yek bi rastî şewqa me bo vî karî zêdetir dike. Di vê hejmarê de çend nivîs hûnê bixwînin.
Idrîs Ehmed Hiso nivîskarek ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê, Amûdê, gundê Torilyasê ye.
Ji destpêka 2013an li Herêma Kurdistanê dijî. Wî li ser Berhemên Salihê Heydo û Parastina Zargotinê ji me re nivîsek şand û nimûneya wî pirtûka ‘Şerbikê Zîv û Zêr Ji Gerra Doh û Pêr’.
Digikurd li ser anatomiya bedenê gotarek hazir kir. di nivîsê de laşê me bi kîjan elementan pêk hatiye tê vegotin.
Mijareke balkêş û hêjayê xwendinê jî gotara derheqê mîtên mezopotamyayê de ye. Mamoste Mihyedîn Nahrîn li ser gelek şaristaniyan xebateke berhfireh kiriye û di vê hejmarê de ‘Mîtên Afirandinê Yên Li Mezopotamyayê’ bi me re parve dike.
Di beşa dana sîna pirtûkan de nivîskar Faîk Ocal ji me re Romana Bêhna Dara Sincê ya Dilawer Zeraq dide nasîn.
Piştî demeke dirêj em div ê hejmarê de cî didin helbestekê. Nivîskar û helbesvan Muqades Agirî helbesta xwe “ji Dûr Hatime” ji bo kovara me şand.
Di beşa Fotoşirove de wênekêş û Nivîskar Dilazad ART bi me re wêneyên xwe parvekirin.
Bimînin bi Kurdî re.