“Kes li wê derê nebû dema bûyîm, lê gelekan ax avêt ser min dema mirîm”
Dema li ser textê nexweşxaneyeke dûr ji welatê xwe bi qareyekê, şerê man û nemanê dida, bi bîra wî hat wê êvara direng dema li ser hêstireka reş hevsarê wê di destê babê wî de bû û hildikişiyane merdîwenên derwaza Seqava û ber bi bajarê Amêdîyê ve diçûn.
Ji Amêdîyê dûkêl û dûman ber bi asmanan ve bilind dibûn. Kelha kevrîn weke task rejûyê xuya dikir li jêr esmanekî payîzê yê hewrayî û li ber çavê heyivek geş û tejî mîna çavê koremarekî xwe di dexil û danan de veşartîye.
Li ser merdîwenan cil, qap, nivîn, çarçûvên wênan, awêne, gusikên avê, semawer û bermal hebûn ku ji destê Amêdîyên revî û talancîyên piştre ketine kelhê, ketibûn û di herîyê de gevizîbûn.
Bejna babê wî weke gopalek zirav û lihevhatî li pêşiya wî hildikişiya. Şaşika xwe weke şûtika xwe baş pêça bûn, sê kêlî têde vehandbûn: hizra baş, peyiva baş, kirdarê baş. Lewendîyên spî li ser herdu enîşkan alandbûn. Ew tenê di wextê govendgirtin û nimêjkirinê de, wek e per û baskên perîyan dihatin vekirin û hejandin da Ahrîmenan kiş bikin. Çoxek lê bû ji hirîya beranan ku tenê bi tiliyên keçikan dihatin dûrîn. Di kalikên wî de du saqên spî dirêj dibûn heya jêr çokan, li ser bi derzîyek hûr tavek, stêrekek heşt gûşe û dû çemên zirav ber bi deşteke zer a genimî de şor dibûn, nexişandbûn. Di paxla wî de sateke gruver girêdayî zincîrek zêrîn hebû, bi dengek nizim diçirpand tik tik tik, wextê kûştina bajarekî ye…
Heger ne wek berê be jî, lê di wê hêlîna Elhoyî ya ku gelek berî tofanê, ji dara xweda ketibû, hêj hêma, hejmaran, atwarên heyivê, teyîsîna stêrkan û dîtina teyir û bûnewerên efsûnî wate û bandora xwe hebûn.
Hêjta ziman ne tenê li hev hatina peyiv û gotinan bû. Hemû tiştên heyî, zimanê xwe yê taybet hebû û dihatin bihîstin. Reng, nexiş û ta yên dûrûtinê diaxvîn. Şêwazê girêdan û şidandina şaşik, şûtik û qutikan diaxivîn. Gûvendan, ritim, dastanan û amûrên mûzîkê diaxivîn. Kêlîyên ser goran, nexşên li ser kulavan, xêz û xetên li ser dîwaran diaxivîn. Dar, kevir, teyir û tawalan dibihîst û diaxivîn lewma weke nan pîroz bûn, dihatin ramosan û li eniyan dihatin xişandin.
Amêdîk, hîn ne kerr û lal bû. Wê hê dengê xwe yê hûndirîn ji dest ne dabû.
Çawa gehane jêr derwazê, çavê Îsifê Paşa, babê wî bi nexş û nigarên ser derwazê ketibûn. Ew derizî bûn û ji cîyê xwe çûbûn. Ne tav li esmanan bû ne jî herdu marên efsûnî hêza hilkişînê mabûn. Elhoyê pîroz jî weke xefaşekî berovajî li çîyayê Gare dinêrî.
Li jêr wan hêmayan rawestiyan û serê xwe bi dilgiranî hejand. Ew Dastana şom a ku ji bab û bapîran bihîstbû, kete bîra wî. “Her ku ev hêmaye ji cîyê xwe diçin ev bajêrê difin bilind dehrekî dimir e. Hêza wî, di hêmayên wî de ye.”
Berê xwe da wî zêrevanê medî yê temen 2800 salî. Ew berze bibû di toz û dûkêlê de û di dîwarê kelhê de kûrtir daketbû. Bi bêzarî û bi bêhinçikî ber guhên wî de got “Berte dikevim gede, tu jî ketibayî jêr erd an jî hatibayî dizîn baştir bû ku li ber çavên te her çend salan carekê ev tehtê melûn tê sotin û talan kirin.” Lê weke ku vê carê ewî zêrevanî gale galên bavê wî bihîst bûn lewma li derekî kevirek gindirî bû û ne rawestabû heya dengê wî ji merdîwena dawîyê hatibû…
Dema ku ji qubeya derwazê derbazî navenda bajêr bibûn, dengê balefirên Iraqî bihîstbûn.Ewan balefiran dûh çar top avêtbûne wê hêlîna bilind. Yêk li minara dîrokî dabûn, yêk li Dêra keldaniyan yêk li Içqelê, ya dûmahîyê jî li Sera ya mîran dabû. Weke herdem ji mirovan bêhtir, dîrok enî nîşan kiribûn.
Balefir hinde nizim difiryan, xelkê texmîn dikir ewan carna dengê firokevanan dibihîst dema benîşt dicûtin û mûşek berdidan, qey digotin ‘Kurdan dîrok bûyi çîye? Ew liwan bûye bar û bela. Pêwiste her çend salan carekê weke kuliyan bê sekan û derbeder bibin’
Di kelhê de, Kevir li ser kevirî nemabû, ew malên kevnare ji kevir û banên darîn, serhevde herifîbûn, hatibûn şewitandin û şêlandin. Heta derîyên malan hatibûn jêkirin û revandin. Kevirên Serayê hildabûn û li ser ker û hêstiran siwar kirbûn û revandbûn, cil bi ristikan ve jêkirbûn û hilandbûn.
Dema çavê İsifê Paşa bi mala wî ketî, tenê kavilek ji dar û keviran dîtibû, lewma hêdîka kilîla derî vegerandbû berîya şalê bergîzên xwe. Xweha xwe bi lewendîya xwe ya spî vemalî bû û bi lez lê bi resenîyek diyar û ziravî li ser enîşkên xwe dîsa şidandbûn û derbasî baxçeyî bibûn.
Di wê xerabê de, tenê dar hejîra wî qît mabû, berve rawestîya bû, dest dabû pelek darê weke ku di tazîyekê de, ber bi xanimekê ve bi dilovanî raweste û bi dengek kûr û hevgirtî jê re çirpandbû. “serê te sax be xatûnê, tiştên din hemû dîsa tên ava kirin.”
Bi sê merdîwenên kevirîn ji eywanê derbazî jûra razanê bibûn. Li pişt agirdanê xamûş û vemirî, kevirek livandbû, destê xwe xistibû tarîyê de û jê kîsek reş derand bû, tê de gerdanek û çar bazinên zêrî yên dayika wî derxistbûn û xistbûne bêrîka hundir a êlekê bergîzan. Dest dabû hinek nivîn, lehêf û balifan û li ser hêstirê barkiribûn ligel mehfûrekê Sineyî yê stûr ku jiber destê Zêbarî û Rêkanîyên hatibûn talanê derketbû. Diyar bû neşiyabûn wî jî bidin pişta xwe lewma avêtbûne nava eywanê. Hevsarê hêstira xwe girtibûn û bilez derketbûn.
Balefir gelek nizim li ser bajêr digeriyan û dîsa belavok davêtin, tê de ji hewlatiyan daxaz dikirin bajêrî vala bikin da bi mûşekan li serhildêr û têkderan bixin. Ji asmanan rûpelên spî û tehdîdên mirinê dibarîn. Qilfên spî yên bi xwere mirin tanîn. Ew carnan li ser espan dihatin, carnan li esmana dibarîn û carnan di rûpelên pertûkekê de, li ser pişta hêştiran sedemên cûda yên qir kirinê tanîn: Xweda yek arabîaxiv, heftê û heft hizar peyivên namo di hizar û çersed salên tarî de tenê qir kirin, bişavtin, sebî, xenîme û talankirin tanîn.
Ew û babê xwe bilez derbazî bazarê Amêdîyê bibûn. Rêza dikanan wek e xwelîdankekê lê hatibû. Bi rêz dikanên qumaşan, dikanên kerestên nav malan,Dikanên hesinkaran, terzî, Qepan a mezin, çayixana Paşayî, dikanên sewze û fêkî, pinîdûz, Aşê tehînê hemû serhevde ketibûn û hatibûn şewitand.
Tenê pirtûkxana Rûstemê Inayat nehatbû talan kirin lê ew jî ji destan rizgar nebibû. Weke pirtûkxana kevne Dêr a keldaniyan, gelek pirtûkên wê hatbûn sotin. Per û bergên pirtûkan di asmanê mîrgehê de weke bask û perên çûkên serbirî difrîn.
Di dikana xwe de bêrek hiland bû û li milê rastê koland bû. Ewî bi bêdengî li babê xwe nêrî bû dema ji wê kortika ax jê hilandî, qûtîyek çargoşe ya hesinî derxist bû. Toz û ax li ser rakirbûn û dema vekirî tê de barek desmalên reng û reng ên girêdayî hebûn. Ew destmalên rengîn weke bûxiçkên ser girêdayî di wê toz û dûmanê de çi car ji bîra wî naçin. Dema hinek mezintir dibe dizane babê wî di wî bajarê grover de, ligel karê bazirganîyê, weke bankacîyêk kar kirbû û pirejin û hejarên kevne mîrgehê, bawerî pê hatibû û ew hilbijartbûn da berdewamîyê bidet wê pîşeya kevnar. Ewan qrûşên xwe ên spî bo rojên reş di qûtîya wî de cemandbûn.
Ew qûtî jî bar kiribûn ser hêstirê û berê xwe dabûne şikefta Dêrreşê li Berê Gare weke gelek ji Amêdîyên revî ji bihevçûnek ne serketî û mûşekên dewletê.
Di rê de bêhna barûd û tenêbûnê kirbûn. Dengê kûçikên di tarîyê de xwe veşartî kiribûn û li paş xwe hewayek fetisî û bajarekê bê parastin hêştibûn.
Amêdîyê can dida…
– Babo, em êdî bê mal in?
– Tenê di temenê babê te de ev Amêdî sê caran hatiye sotin û talankirin, lê Amêdîyan dîsa ava kirye babo qurban. Hindî em û ev tehte hene dê dîsa ava bikin kûrê baboyî…
Di rê da Salîmê Sofî gehabû wan. Barek nivîn dabûne pişta xwe. Ber guhê bavê wî de gotibû:
– Heger Mele Mistefayî guhê xwe nexistba destê Celelyan de, ev şer çênedibû.Ka bêje çi mifa jê hebû? Amêdî wêran bû û em bi deşt û çiya ketin û tiştek jî bi dest ve neanîn… (destên xwe lihev dabûn û tenê hinek toz jê çû bû)
Bavê wî bi acizî bersiv dabû:
– Kê gotîye guhê xwe xistîye di destê wan de? Dema serê davî verîşiya ne dikeve di derziyan de ne jî pê tê dûrîn. Me di civînê de gelek nerazîbûn derxist lê em guhdar nekirin.
– Ewan xwe wek her car vekêşand û xelk û bajar hêştin di toz û dûmanê de.
– Hejarê gulnazê dibêje min gelek hewl da ku Hacî Şêrwan ji vê hêrişê poşman bikim lê ewî li çavê min nêrî û got “Tû mamoste yî û mûçexûr î û ez im yê bê mûçe. Ez im yê xwedî navek giran û gûndek wêran. Min agahî hene ku di xezneya Qaymeqamîyê de 160 dînar hene ligel 200 tifengên nû. Emê wan ji bajarî derxîn û em dikevine şûna wan.
– La hawlalla, Bajarek tefir û tune kirin û ne ew dewlemend bû û ne di destên me de tiştek hêştin. Em razayin dewlemend û ji xew rabûyîn hejar û derbeder…
– Destikê bivir ê dar birî her ji darê bi xwe ye keko.
Berî wê bi sê rojan Hecî Şêrwan û birayê xwe ligel rûspîyên Amêdîyê civiya bûn, babê wî jî tê de bû tevî Patriyarkê Dêra keldanîyan ligel grupek berçav ji pêşrewên komunistan li bajêr.
Di civînê de behsa rewşa dawî a partîya xwe PDK kirbû û li bin simbêlên xwe nûçeya, xwe vekêşîna Mela Mistefa ji baregeha xwe ya li Bexdadê ragehandbû. Bi dengek bûr û hevgirtî hevoka herî giring ji herdu lêvên xwe berdabûn “Mela Mistefa vegerîye Barzanê û dê dîsa şer despê bike dijî hikûmeta Iraqê û em ê guleya despêkê li şaredarîya Amêdîyê biteqînin û Şoreşa İlonê ragihînin.”
Amêdîyan nerazîbûn diyar kiribûn li hember egera rûdana pêvçûnên leşkerî li hundirê bajêr de. Bibîra wan anîbû ku di urfê kurdan de şer li derveyî bajêran tên kirin. Behrozê Paşa gopalê xwe di kulma destê xwe de hinek hejandbû û dîsa biçûkbûna Amêdîyê û xwezaya xanîyên wê yên ku ji kevir û daran hatine çêkirin bibîra wan anîbû û çawa zilkek şixartê dişê roj a qiyametê lê rake.
Patriyarkê Dêra Keldaniyan jî bi kurdîyek têkel keldanî behsa kevne dîroka Abraşîya Keldaniyan li Amêdîyê kirbû û pertûkxaneya wê ya ku xwedî deh hezar pirtûk e û hêrişek weha dibe sedema sotin û talankirina mîraseke dîrokî ya bê hempa.
Di nava dûbarekirina dîroka Dêra kevnar de, ewî nexwest bû derfeta amadebûna van hemû mêrmezinên bajar î ji dest bide û bi ziman nermî û mekirbazîya rûviyek î çavên xwe di çavên nevîyên Mîrê Amêdîyê de çeqand bûn û anî bîra wan çawa bapîrê wan Patriyarkê Dêr ê Hurmuz Solaqa di Goleka Berê Gare de xeniqand bû lê Behrozê mala Paşa rûniştî axaftina wî qut kiribû “Lê diviya bû cenabê we şekirek bişikanda û sedemê wê sizayê jî bigota.” Patriyarkê bejin zirav û çav hûr hinekê hime him kir bû lê vê carê babê wî İsifê Paşa ew axaftin bi dawî anî bû “Hurmuz Solaqa li Roma mezhebê xwe ji Nestorî gûhart û kir bû Keldanî katolîk û êdî weke sixûrekî li cem dujminan kar dikir lewma hat kûştin û herkes wisa bike cezayê wî mirin e.” Hecî Şêrwanî destwerda bû nava axaftinê û arastêya giftogoyê cardî vegerand bû rojevê û axaftina xwe arasteyî Patriyarkî kirbû. “Hûn jî beşekê resen in ji Amêdîyê û pêwiste bi dilsozî pişikdar bin di rojên wê yên çarenûssaz de.”
Namanê Kitanî ku pêşrewekê komunistan bû li Amêdîyê, destûr xastibû û li ser piyan behsa ne hevsengîya hêz û çekan kiribû dinavbera kurdan û leşker û zêrevanên şaredarîyê de û çawa şerek weha pêwist e bi hurgilî pilana wê bê danîn û zanyarî û tedbîrên pêşwext jêre bên standin.
Dîwexana dirêj wê êvarê li ser dengên nakok û dûmana tûtina tûj avjenî dikir, lê Hecî Şêrwan dîsa ew agahî û zanyarîyên ku ji Polûs Cabo, nobetdarê şaredarîyê, yê keldanî bi dest xistbûn dubare kirin ew jî ew bû ku di rewşa hêrişek pêşmergan de li ser şaredarîyê wê zêrevan û nobedarên baregehê li berxwe nedin û dê baregeh di nava çend saetan de bikeve destê wan.
Dengên nerazîbûnan dîsa weke dengê koroya mêşan di wê dîwexana ku piştî du rojan hatibû şewitandin, bilind bibûn. Tahirê Bidlîsî li ser piyan rawestiya bû û bi dengek nerazî gotibû; “Çawa çarenûsa bajarekî dixene tehlûkê de beramber hinek agahiyên ne bawer pê kiraw. Baregah bikeve destan jî lê Amêdî wê bê çember kirin û birçî kirin û şikandin.” Lê Hecî Şêrwan difnên xwe hilkişandbûn û lêvên xwe li bin simbêlan qirmiçand bûn û bi hime himê ne razîbûna xwe nîşan dabû û bi destê wî yê li ser alîyek simbêlên wî hemû yên amade dawatî wêrekî û mêranî yê kirbûn.
Civîn qedand bû bi destnîşan kirina roj û saata hêrişkirin ê.
Dîwexanê xwe daqûtabû ji mêrmezinên daliqî di şal û şepikên bi tilîyên xanimên kiristiyan ve hatibûne dirûtin û ewan wê êvarê bi xwe re ji toza pêlavên xwe pê ve tiştek ne biribûn û galegalên xwe yên bi dûmahî nehatîn, ligel xwe di wan cadên teng û berxwar de biribûn heya derîyên malên xwe.
Lê bûyer berovajî pêk hatibûn û di demê hêrişê de, nobetdarên şaredarîyê li ber xwe dabûn û şer kiribûn û agahî dabûn hukumeta Baxdadê lewma firokên Iraqî ber bi Amêdîyê ve firîbûn û derdor bi mûşekan hejandbûn. Pêşmergan jî xwe vekişandbû û bajêr bo çarenûsek ne diyar hêştibûn. Xelk jî mîna hercar neçar bibû li jêr baranên Îlonê hinek tiştên pêdivî bidin pişta xwe û ber ê xwe bidin rez û zevîyên xwe li Rubarî, derveyî Amêdîyê.
Dayika wî ya aşina bi van koç û bextreşiyan, şeva berê bi destek sivik bazbendek li ser makîneya xwe ya dirûtinê ya ji marka Singer drûtîbû û belgeyên fermî weke nasnaman, peymana zewacê û resim tê de cemandbûn û roja revê ew li jêr fistanê kurdî li xwe kirbû. Babê wî hinek erzaq û nanê sêlê û çend bermal li ser hêstirê barkirbûn û hevsarê wê di dest de bû. Ewî birayê xwe ê biçûk mîro dabû pişta xwe û rahêştbû Radio ya babê xwe ku kevne filipsek holendî bû. Xwîşka wî zehra jî destê birayê wî Şêrkoyî girtibû û hinek cilên pêçayî di buxiçkekê de dabûn pişta xwe. Çêla xwe ya reş, Biskê, dabûn pêşiya xwe û bilez û bez ji tirsa dengê sîrenên balefiran tevlî girseya xelkên direvîn bibûn. Dema li ber gora meta xwe ya mezin Rewşen xanê derbas bibûn, Babê wî kevirek biçûk ji ser gora wê hilandbû ramûsabû û xistbû berîya bergîzên xwe û derbas bibûn.
Berê xwe dabûn malên xwe yên havînî li Rûbarî derveyî kelhê, ku gelek Amêdiyan malên biçûk hebûn li kêleka zevîyên xwe yên tejî ji darên hejîr, sêv, gûzan û bi keprên tirî dihatin dorpêç kirin lê balefirên Iraqî Kevrê Xatûnê ku dikeve nizîk mala wan, bombebaran kiribû û belavok berdewam avêtbûn ku derdorê Amêdîyê jî vala bikin, ji ber vê yêkê xelk neçar bibûn barên xwe cardî bidin pişta xwe û berê xwe bidin Şikeftên Berê Gare .
Ber bi êvarê Arteşa Iraqê ligel zêbarî, Rêkanîyên ku dûjmindarîyên kevnar ligel Barzanîyan hebûn, ketbûn Amêdîyê. Êdî sotin û talan destpê kiribû. Amêdî ya kû dişewitî ji şikeftan ve xûya dibû.
Hewa ber bi payizek sar ve diçû lewma şeveke sar û xemgîn derbaz kiribûn li ber hûre baranên ji nişka ve gur dibûn û bêhna wan diçikand li dora agirên ku baranê bi ser de tif dibarandin û derdor di nav ewrekî dûman û bêhintengîyê de dihêşt.
Ji sermayê gûvend girtibûn.Zarok jî tevlî gûvendê bibûn. Kurt û dirêj, qelew û zirav, mezin û biçûk û reng û reng destên hev girtibûn. Ji çiyayên bilind ve weke rêzeka cilên ter bi ristikekê ve xuya dibûn. Av û bêzarî ji wan diçûra lê li kêleka hev de û di grovereka bê dawî de gav davêtin..
Hinek ji wan dest nedabûn hev, destên xwe li ser ûrên xwe komî hevdu kiribûn û mina kesên di şînê de birêve biçin bûn. Ewan govenda kûştina bajarê xwe girtibûn.
Nîşe :
- Ev beşek e ji çîrokek dirêj ku bûyerên civakî, siyasî û kulturî di devera Behdînan de behis dike di 40 salên dûmahî yê de. Ev beş behsa bûyerên di meha İlona 1961an de hatine jiyankirin dike ku di bîra Kurdan de weke şoreşa İlonê tê naskirin.
- Amêdî kevne bajêrek dêrîn e, tenê ji mal mîran û hinek malbatên din ve pêk tê ligel hejmarek keldanîyan û cûhîyan. Navê hemû malbatan û esil û binçîneya wan tê zanîn. Bo nimûne, mala Paşan ku nevîyên mîran in hêj di Amêdîyê de dimînin û beşek ji wan di navbera Duhok, Baxdad û Ewropa de belav bûn e. Di Amêdîyê de aşîret tûne ne, lewma jî peywendî ne li ser bingehên aşiretgerîyê ne.
- Nakokî heye li ser yêk ji symbolên derwaza Amêdîyê, ew jî ew balindeyê ligel tav û du maran tê xuya kirin. Hinek lêkolînvan wî wek Elhoyî pênase dikin, hinek lêkolînvan jî wî weke balîndeyê efsûnî Şêrdil dibînin anku Gryfhon (balindek efsûnî ye nîv Şêr û nîv Baz e) ku symbola hêz, biilndbûn û dûrbînîyê ye. Ji alîyek din ve symbola girêdana fizîk bi metafîzik ve nîşan dide û ji ber wan pêzanînan gelek Amêdîyan navê Şêrdil li zarokên xwe kirin e. Beşek jî ewê symbolê weke Tawusê melek pênase dikin.