Siyaseta guhertina navan hema di axirîya Împaratoriya Osmanîyan de dest pê dike û li Komara Tirkiyeyê dewam dike. Ji bo guhertina navan komîsyonên taybet yên dewletê têne avakirin. Tê gotin ku navê 12.221 gund û bajarokan û navên 4000 çiya, çem û cihên din ên cografî jî di nav de hema hema navên 28.000 cihan hatine guhertin. Guhertina navan, encama polîtîkaya asîmîlasyonê ye.
Di demeke nêzîk de di bin banê projeya chalaKINOyê ya Chalak Events a Wanê min fîlma Aram Dildar ya bi navê ‘Navnîşan’ temaşe kir. Fîlm, li ser jiyana mamosteyekî ye ku ew di cî û warê xwe de winda dibe. Her wekî windabûyînê hinek tiştan bala min birine li ser xwe û min jî xwast ez li ser van tiştan ji xwe ra çend nîşeyan bigirim, taybet jî li ser rewşa mamosteyekî Kurd ê di nava burokrasiya dezgehên Tirk de bêçare dimîne.
Aram Dildar, di kurtefîlma xwe ya bi navê “Haziriyek ji bo Derengmayînê” de qala çîroka trajîkomîk a zilamekî dikir ku wî dixwast texsiya xwe ya ku pê debara xwe dikir ji destê xwe derxe û ji xwe ra yeke nû bikire. Wekî çîroka film a Hazirîyek ji bo Derengmayînê, di Navnîşanê de jî çîrok bêçaretî ye û karekter hêviya çareseriya tiştekê ye. Lê şêwaza şîroveya Navnîşanê, profesyoneltir e.
Navê gundeke tune,
biyanîbûna mamosteyekê
Navê tirkî yê nû yê gundê ku mamosteyê kurd lê hatiye tayînkirin ‘Yeşilkoy’e. Tu destxet û qeyd tune ne ku ew bikaribe dest bi wezîfeya xwe ya li perwerdeyê bike. Navê gundî û hebûna wê jî ketiye ber bayê asîmilasyonê. Îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk bi qedexekirinên xwe yên polîtîk li ser erdnigariya kurdan û navan tesîr kiriye, ew guherandine. Em li dû navekê diçin lê ew nav di filmê da tuneye. Piştî navê gundê ku mamoste lê hatiye tayînkirin di arşîva Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê de jî tuneye lê mamoste dixwaze wî gundî ew bixwe peyda bike. Erebeya xwe ya sor siwar dibe û bi derfetên xwe derdikeve li rêyan û gundê bênav û berze ye digere.
Ew di rê de rastî gellek kesan tê û di navbera wan de diyalogên balkêş diborin. Ji bo ku ew di encamê de wî gundî peyda bike rastî navnîşanên cuda û rêyên xelet jî tê. Bi mamoste re hestiyariyek çêdibe ev jî teqabûlî hêvîşikestinê dike. Carekê dixwaze li dû erebeya gund (serwîsên gundan ên serê sibehê bi tîtînîya wan re xelkê di gavê da ji bo jê nemînin xwe hazir dikirin) here lê di erebeya wî de pirsgirêk çêdibe û ew nikare xwe bigehîne wê jî. Mamoste gelek caran wesayîta giştî dibîne ji dûr ve. Lê nikare xwe bigehîne wê wesayîtê. Bêçaretiya mamoste ya vê derê wî bi wî wekî yekî bîyanî dide hîskirin. Yanî mirov dikare bibêje di navbera mamoste û dezgehehên dewletê (wesayîta giştî) de biyanîbûnek heye. Dezgeh wî mamosteyî nas nake û hertim jê dûr e. Tam jî ev kêlîya han ji bo fîlmê xala dramatik e. Li vir mamoste êdî xwe bêçare hîs dike. Li hemberî aîdiyeta mamoste ye ew dûrbûna han a dewletê. Mamoste li ser vê jimalêderbûnê/aîdîyetê nerihet dibe, em lêgerîna mamoste di sahneyekê de -bi awayekî sînematîk- bi gelek dîmenan dibînin. Li ser pirre-rêyên (di vê sahnê da gellek rê hene) zerikî, bêdengiya erebeya wî ya sor tevgereke bi hêz derdixîne holê. Dema ku em di kêliyekê de gellek hatin û çûyînên erebeyekê dibînin, em dizanin ku ev kêlî tenê ne rastiya sînematîk ya fîlmê ye di heman demê de ev rastiya jiyana biyaniyekê ye ku ew bixwe di rastiyê de xwedanê van rê û deştan e.
Îdeolojiya Fermî,
tesîra wê û aciziya me
Mesele ne tenê navê gundê kurdan ê nayê zanîn e û her wiha navê wê yê tirkî ye jî çimkî ew jî diyar naket. Di nav vê gengeşiyê de lêgerînek dest pê dike. Lê di vê qonaxê de heta dawiya fîlmê jî qet hewleke serhildanê çênabe. Niştecihên vê deverê di nav vê rewşê de dijîn û ji xwe ra diçin tên. Ew ne dengê xwe dikin ne jî li hember vê sîstemê têdikoşin. ‘Îdeolojiya fermî’ rê li ber wan digire û fîlm bi çîroka xwe jî tesîrekê li me dike. Em yanî temaşevanên kurd jî di nav rastiya fîlmê û rastiya jiyanê de diçin tên. Hetanî qerexa em tesîra ideolojiya fermî hîs dikin her çiqas ev rastiyek be jî, ev me aciz dike.
Ziman û Xwezaya Wê
Aram Dildar işaret li ziman jî kiriye. Heçku gotiye zimanê fermî ango tirkî di nav têkiliyên dezgehên dewletê de her çiqas wekî zimanê fermî yê danûstandinê hatibe hesibandin jî ev yek pêk nehatîye. Zimanê fermî qet nabe zimanek organîk ê danûstandinê. Heta çavekî dewletê (merivekî) li ser kesan nebe tu kes tirkî naaxive (helbet îroj ev rewş guheriye, axaftina kurdî pirr kêm e). Bo mînak dema mamoste li arşîvxaneyê ye me’mûrê wir li gel mamoste kurdî diaxive û heta ew çav ne li wir be jî ev axavtin Kurdî didome. Tam jî di vê kêliyê tişteke mihîm derdikeve holê: ziman an jî rastiya hebûnê. Her çiqas hûn navan biguherin jî heta her çiqas ew nav di fermiyetê de berze bibin jî di nav gel de rengê organîk, dengê xwezayî, dengê malê heye û ew dengê sirûştî ye. Her çiqas mirov asîmîle be jî, mirov li pey rastiya xwe ye. Di nav çil û çiyayan da bî jî heman rewş heye.
Bo mînak mamoste li gel gundiyan kurdî diaxive. Nav û zimanê ji derve hatiye ferzkirin ne girîng e lê wek xemekê di nav wan de dimîne. (Ew vê xemê ji derveyî dezgehên dewletê çareser dikin.) Karekter di nav du zimanan de asê mane. Di nav du aliyan de. Aliyek rast e aliyek… Her du alî jî ji hebûnê ve girêdayîne. Hebûn, hebûna gelekî ye. Kurd ji vê fêm dikin lê bêdeng in jî. Tirk vê hebûnê qebûl nakin û rastiya zimanê kurdî bi hiqûqa xwe ya sîyasî têk dibin. Xwezaya ziman têk diçe lê li derveyî fermiyetê xwe didomîne.
Wekhevî û Alegoriya Nasnameyê
Dîmeneke balkêş a filmê ev e, dema mamoste tê cihê kontrolê û cendirme wî disekinînin û ew li gel cendirmeyan diaxive, cendirme heçku ew kesekî ‘siyasî’ ye pê re diaxivin. Heçku hatin û çûyîna mamoste zirarê dide yekparebûna dewletê, ew miameleke wisa bi wî dikin. Ji aliyên din ve mamoste jî dixwaze xwe îspat bike ku ew jî kesek ji wan e. Ev hewl tê wê wateyê, heke kurdek bibe mamosteyê dezgeheke dewletê û li dû îdiaya wekheviyê biçe divê teqez bo wî kesî li nik dewletê statûyeke fermî hebe. Ji ber ku ev îdiaya mamoste bê encam dimîne, li ser mamoste zagona fermî -zagoneke dijminatiyê- tê şopandin fikra ku mamoste xwe dispêrê xera dibe. Mamoste jî kurdekî ji rêzê ye û wek ku li hemberî yekparebûna dewletê ye tê hesibandin. Rastiya ku mamoste bo xwe çêkiriye xera dibe. Fikren mamoste di nav vê rastîyê de teşe digirin, ji ber ku ji aliyekê ve di radyoyê de nûçeyên guhertina cî û waran heye ji aliyekê ve jî kelecanîya mamoste ya heyî berze dibe û ew vedigere gundê xwe. Çîrok bixwe dizivire alegoriya nasnameyêkê ku li cem ‘dewletê’ an jî fermiyetê de gundekî wisa tuneye. Di dawiyê de derhêner rewşa ku em tê de dijîn nîşanî me dide. Fîlm dibe mînakek baş di navbera doh û îro de. Em di navbera burokrasiyê û jiyana xwe ya nedurist de asê dimînin.
Bi ya min Navnîşan bazeberek e bo Aram Dildar. Ne ku dê xwe ji bêçaretiyê, hêvîşikestinê û çîrokên rasteqîniyê xilas bike. Dê xwe ji vê aliyê baz bide biçe aliyê din. Dê sînemayeke mezin ava bike.